1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Navnîşana çand û hunerê: Pale Huner
Navnîşana çand û hunerê: Pale Huner,navnîşana,çand,û,hunerê,pale,huner

Navnîşana çand û hunerê: Pale Huner

A+ A-

AMED - Sînemager û stranbêjên hatin cem hev, bi boneya xebatên çand û hunera kurdî bi pêş ve bibin Pale Huner vekirin. Li Pale Hunerê her meh rêzeçalakiyên hunerî û wêjeyî tên lidarxistin û dersên hunerî tên dayîn. Xebatkarê Pale Hunerê Halim Bîçer got ku, ew li vir li dijî çand û hunera serdest xebatên alternatîf ên çand û hunera resen a kurdî didin meşandin. 

Sînemager û hûnermendên li hev kom bûn, bi boneya xebatên çand, hûner û wêjeya kurdî bidin meşandin cihek bi navê Pale Huner vekirin. Pale Huner a ku li semta Dîclekent a Peyasa Amedê ye, piştî hat vekirin dest bi qursên çand û hunerê kir. Serlêdanên qursan dest pê kirine û her tim li vir serlêdanên şagirtan tên qebûlkirin. Li Pale Hunerê qurs ango dersên wek yên enstrumanên erbane, gîtar, tembûr, sînema, wêne û resîmê tên dayîn. Di çarçoveya bernameyên mehane de, li vir pêşandana şano, film, pêşengeha wêneyan, konserên helbest û stranan, gotûbêjên wêjeyî tên amade kirin. 

‘EM DIXWAZIN ÇANDA XWE ZINDÎ BIKIN’  

Li gel dersên çand û hûnerî, di heman demê de li Pale Hunerê taştê û xwarinên heremî jî tên firotin. Yek ji xebatkarê Pale Hunerê Halîm Bîçer der barê xebatên didin meşandin de agahî dan. Bîçer diyar kir ku, ew wek çend hûnermendan li hev kom bûne û di encama nîqaşên li ser çand û hunerê de wan biryara vekirina cihekî wiha daye û got ku, ew hewl didin ku bi çanda resen hilberînê biafirînin. Biçer da zanîn ku, li Pale Hunerê perwerdehiyên hunerî tên dayîn û wiha got: “Em dersên çand, huner, sînema, wêne, resîm û atolyeyên wêjeyî li vir didin. Em dixwazin bi van xebatan çand û hunera me ya di bin zext û êrîşan de ye zindî bikin. Her meh bi awayekî plansazî li vir bernameyên cuda tên lidarxistin.” 

‘EV DER NAVNÎŞANA ÇANDA KURDÎ YE’ 

Bîçer dest nîşan kir ku, roj bi roj eleqe û beşdariya ji bo Pale Hunerê zêde dibe û wiha berdewam kir: “Em li dijî çand û hunera serdest li vir xebatên alternatîf dikin. Kesên dersa alternatîf dixwaze dikare bê cem me. Ev der cihê çanda kurdî ye. Em hewl didin ku vir bikin navendeke hunerê. Divê her kes vir wek mala xwe bizanibe û manewiyata xwe bi me re parve bike. Ferqa temen li vir tune ye. Ji zarokan bigire heta kal û pîran her kes dikare derse bibîne. Ev der navnîşana kesên xemxurên hunerê ne.”

Bîçer dest nîşan kir ku, ji ber "Pale" peyveke folklorîke, wan ev nav li cihê xwe kiriye û got ku, ew ê li Pale Hunerê paletiya çand û hunera kurdî bikin. Bîçer bang li ji heft salî heta heftê saliyan kir ku bên cem wan û xwedî li çand û hunera xwe derbikevin. 

Bîlal Guldem – dîhaber