1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. OPCW ser sûcên şer digire
OPCW ser sûcên şer digire,opcw,ser,sûcên,şer,digire

OPCW ser sûcên şer digire

A+ A-

OPCW´yê piştî bikaranîna sîlehên kîmyewî li Serêkaniyê dabû xuyakirin ku ew ê vê yekê lêbikole. Lê niha eşkere kir ku wê ti lêkolîn nedaye destpêkirin û em jî pê hisandin ku derew kiriye.

OPCW´yê hema rojekê piştî eşkerebûna bikaranîna sîlehên kîmyewî, ji sefîrê dewleta Tirk ê Laheyê bertîleke 30 hezar euroyî xwaribû û niha diyar bû ku ev bertîl ji bo girtina ser sûcên şer e.

Ji bo helwêsta OPCW´yê pisporê sîlehên kîmyewî Hamish de Bretton-Gordon got, “Ev xwe kerrûkorkirineke sazûmanî ya li beramberî van sîlehên pirr xirab û li dijî mirovahiyê ye.”

 

Beriya bi du hefteyan Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) dabû xuyakirin ku ew ê li bikaranîna sîlehên kîmyewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêbikolin. Lê rêxistinê niha daxuyaniyeke nû da û li xwe mikur hat ku wan lêkolîn nedaye destpêkirin. Sedema wê jî ji sosretê û wêde bû; rêxistinê îdîa kir ku bikaranîna fosfora spî ne li dijî peymana qedexekirina sîlehên kîmyewî ye. OPCW´yê daxuyanî da rojnameya Ingilîz Timesê û gotinên ecêb ên weke, “birînên ji ber fosfora spî ne ji ber kîmyewîbûnê lê ji ber germê ne” bi kar anîn. Rojnameyê nûçe bi sernivîsa, “Di lêkolîna fosfora spî de tam qulibîn” weşand. Ev helwêsta OPCW´yê jî 30 hezar euro bertîla dewleta Tirk ya hema piştî dagirkeriyê dayî rêxistinê tîne bîra mirov. Yanî mirov dikare bibêje, naxwe OPCW´yê ji bo ser sûcên şer ên dewleta Tirk bigire, bertîl xwar.

    

OPCW sûcên şer ên Tirkiyeyê vedişêre

Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî, xasma li Rojavayê Kurdistanê, gelek in, lê alem bi israr xwe li van kerr dike. Karê qirkirina etnîkî li ber çavên dinyayê û heta belkî bi şirîkatiya Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) diqewime, bi ser halan de di dema êrişên dagirkeriyê yên qirker de dewleta Tirk sîlehên qedexekirî yên weke bombeyên fosfora spî bi kar anîn. Lê diyar e ji bo yan rewakirin yan jî sergirtina sûcên şer ên elaqedarî bikaranîna sîlehên qedexekirî diyar e ku dane Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW).

Ne kîmyewî lê germahî!

OPCW bikaranîna fosfora spî red nake, dibêje, gelek artêş ji bo dûxanê û ronîkirinê bi kar tînin û ne li dijî peymana qedexekirina sîlehên kîmyewî ye. OPCW´yê got, “Elaqedarê bûyerên li bakurê Sûriyê, OPCW´yê ti lêpirsîn nedaye destpêkirin. Gelek artêş fosfora spî ji bo dûxanê û ronîkirinê bi kar tînin. Gava ku bombeya fosfora spî weke sîleha bi germahiyê, bi armanca ronîkirinê ne û kamuflaja bi dûxanê tê bikaranîn nakeve ber peymana qedexekirina sîlehên kîmyewî. Di van rewşan de, tesîrên dibin, ne ji ber bandora kîmyewî ya fosforê ye, belê ji ber xisleta wê ya germahiyê ye.”

Naxwe OPCW´yê derew kiribû

Piştî ku artêşa Tirk sîlehên kîmyewî li Serêkaniyê bi kar anîn û wêneyên zarokên ji ber van bombeyan şewitîn belav bûn, 16´ê Cotmehê OPCW´yê îdîa kiribû ku ew lêpirsînê dide destpêkirin. Li gorî ev lêpirsîn nedaye destpêkirin, naxwe hingê vê rêxistina hanê derew kiriye. Sedema derewa wan jî muhtemelen xwarina bertîla ji dewleta Tirk e.

Li deverên sivîl lê qedexe ye!

OPCW derewan bike û bibêje, bombeya fosfora spî ne li dijî Peymana Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî ye jî, peymana NY´yî ya sala 1980´yî bi awayekî eşkere bikaranîna van sîlehan li deverên sivîl lê û deverên îhtîmal e sivîl lê bin, qedexe dike. Peyman bikaranîna bi vî rengî bi awayekî zelal weke sûcê şer jî bi nav dike.

OPCW´yê li nimûneyên bedenên şewitî yên li Erbîlê tên muhafezekirin jî nekola. Pisporekî ji Timesê re peyivî got, sefîrên dewletên NATO´yê jî lêkolîneke serbixwe red kirine û helwêsta wan û OPCW´yê bi vî awayî hev digire. Jixwe, gelek pispor û xebatkarên sihetê yên serbixwe bikaranîna sîlehên kîmyewî piştrast kiribûn.

Divê bên astengkirin

Pisporê sîlehên kîmyewî yê Brîtanî Hamish de Bretton-Gordon ji bo birîndaran got, birînên wan ji ber fosfora spî ne û wiha dewam kir: “Ev sîleheke pirr xirab e. Li dijî sivîlan bikaranîna wê vebirrî qedexe ye. Li ser laşê mirov birîn û êşên tirsnak û ne biecêban çêdike.” Ji bo helwêsta OPCW jî wî got, “Ev xwe kerrûkorkirineke sazûmanî ya li beramberî van sîlehên pirr xirab û li dijî mirovahiyê ye. NY û OPCW divê bikaranîna van sîlehan bi destê dewletan û serhildêran asteng bike.”

Sîleh ji Brîtanya Bertîl ji Tirkiyeyê

Wekî din derketibû holê ku di nava 20 salên bihurî de Brîtanyayê 70 lîsansên firotina malzemeyên eskerî yên di nava wan de fosfor heyî daye şirketên xwe da ku van bifiroşin Tirkiyeyê. Pisporên sîlehan ên Brîtanyayî dibêjin, heger lêkolîn li ser nimûneyan bê kirin, dikare bê tesbîtkirin ka kê ev fosfor firotiye Tirkyeyê.

Piştî ku dîmenên bikaranîna sîlehên kîmyewî derketin holê bi rojekê yanî 17´ê Cotmehê sefîrê Tirkiyeyê yê Laheyê Şaban Dişli 30 hezar euro pere bêş dan OPCW´yê. Gelek aliyan ev bêşa hanê weke bertîl şirove kiribû û helêsta OPCW´yê ya niha jî vê şiroveyê piştrast dike.

Bilançoya rewşa insanî

Li gorî rapora dawî ya Heyva Sor a Kurdistanê ji 9´ê Cotmehê heta 30´ê Cotmehê di nava wan de jin û zarok jî 87 sivil bi destê artêşa Tirk û çeteyên dewleta Tirk ên dagirker ve hatin şehîdkirin. Li gorî raporê ji deverên dagirkirî herî kêm 191 hezar mirov jî hat koçberkirin.

ALADDÎN SINAYÎÇ / LONDON / YENI OZGÜR POLITIKA


Bêjeyên Miftehî