1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştî 100 salan dibin malê xelkê!
Piştî 100 salan dibin malê xelkê!,piştî,100,salan,dibin,malê,xelkê

Piştî 100 salan dibin malê xelkê!

Li dinyayê pirsgirêka telîfê her tim bûye bela serê xelkê. Ev rewş di navbera weşanger û nivîskaran de bêhtir dijwar bûye. Lê li hin welatan piştî 100 salan gelek berhemên hunerî dibin malê xelkê û bêyî heqê telîfê her kes dikare ji van berheman sûdê wergire û wan bi kar bîne

A+ A-

Di warê afirîneriya hunermendan de bûyerên derbarê telîfê de li her derê dinyayê diqewimin. Heta, gelek caran nivîskar û weşanxane bi hev dikevin û di navbera wan de pirsgirêkên bi salan didomin çêdibin. Her wiha gelek caran jî weşanxane û nivîskar dozan jî li hev vedikin û hev du heta dadagehê jî dibin. Yanî ev meseleya telîfê kêm zêde li her derê dinyayê heye û bela serê gelek kesan e. Vêca ji xeynî nivîskar û weşanxaneyan, temaşevan û xwînerên film û pirtûkan jî dixwazin ku film û pirtûk bê pere bin û pirsgirêka telîfê qet dernekeve hemberî wan da ku karibin bi rehetî xwe bigihînin hin berheman û ji wan sûde wergirin. Di warê muzîkê de jî heman pirsgirêka telîfê heye.

 

Helbet ji bo mafê xwe yê berheman biparêzin, kesên afirîner zû bi zû telîfên berhemên xwe naxin destê kesî û li raya giştî serbest nakin. Lê di warê muzîk, wêje û sînemayê de piştî di ser hin berheman re 100 sal derbas bûn, êdî ew dibin ên her kesî û ji raya giştî re serbest in. Ev yek weke qanûnekê heye û li gelek deverên dinyayê pêk tê. Lê li her welatî jî bi heman awayî naçin serî ev qanûn, dibe ku li hin deveran ev qanûn cuda bin. Lê li Emerîkayê ev qanûn pêk tê. Yanî piştî ku di ser berhemeke hunerî re 100 sal derbas bûn, her kesê ku bixwaze, dikare ji van berhemên hunerî sûdê bigire û ji bo karên xwe bi kar bîne. Gelek caran dema ev pirsgirêka telîfê ji ser hin berheman radibe, hin kesên afirîner bi bikaranîna van berheman pêlên nû yên hunerî jî didin destpêkirin û ev yek dibe sedema afirîneriyên din jî. 

 

Li Emerîkayê sala 1998’an ji bo berhemên hunerî, salnameyek hate çêkirin û li gorî vê salnameyê heger 100 sal bi ser hin berhemên hunerî re derbas bûn, divê ew êdî bibin malê her kesî û her kes karibe ji wan berheman sûdê wergire û ji bo karên xwe bê pere bi kar bîne. Heta hinek jê jî piştî 95 salan, yanî berhemên ku sala 1927’an de hatine afirandin dê di sala 2023’an de li raya giştî vekirîbin. Weke nimûne, hin berhemên resen ên Shakespeare, ev demeke dirêj e ku serbest in û ji bo ku kes ji wan sûdê bigirin heqê telîfê nadin. 

 

 

 

‘Emerîka’ya Kafka jî di nav de ye

 

Di sala 2023’an de di warê wêje, muzîk û sînemayê de gelek berhem li raya giştî serbest in. Kêsên ku bixwazin, dê karibin kopyayên van berheman bê pere daxînin û bi kar bînin. Pirtûka Arthur Conan Doyle ya bi navê “The Case Book of Sherlock Holmes”, pirtûka Virginia Wolf a bi navê “To the Ligthhous” û her wiha pirtûka Franz Kafka ya bi navê “Emerîka” ku tê de behsa ciwanekî koçber dike, çend ji wan berheman in ku bêyî mafê telîfê êdî dibin yên her kesî. 

 

 

 

Û helbestvanên Afro-Emerîkî yên Harlemê

 

Her wiha antolojiya bi navê “Caroling Dusk: An Anthology of Verse by the Twenties  (1927) ku di navê de helbestên 38 helbestkarên Afro-Emerîkî hene jî ji bo raya giştî êdî serbest e. Ev helbestvan di heman demê de rewşenbîr in û tê gotin, wan li Harlemê ronesans çêkiriye. Di nava wan kesan de kesên weke Langston Hughes, Georgia Douglas Johnson, Arna Bontemps û James Weldon Johnson jî hebûn. Her wiha filmê bi navê “Metropolîs” jî ku weke filmekî dîstopîk tê zanîn, serbest dibe. Filmê Metropolis sala 1927’an bi destê derhênerê Elman, Fritz Lang hatibû çêkirin. 

 

Yeni Ozgur Politika / NAVENDA NÛÇEYAN