1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Roja Kobanê ya Cîhanê... xetereya terora cîhanê ji nû ve xuya dike
Roja Kobanê ya Cîhanê... xetereya terora cîhanê ji nû ve xuya dike,roja,kobanê,ya,cîhanê,xetereya,terora,cîhanê,ji,nû,ve,xuya,dike

Roja Kobanê ya Cîhanê... xetereya terora cîhanê ji nû ve xuya dike

Cenga dîrokî ya li Kobanê veguherî serkeftina mirovahiyê û sembola berxwedana enternasyolanîst a li dijî terora cîhanê ya DAIŞ'ê. DAIŞ’ê bi navê îslamê desteka xwe ji hin dewletên herêmê, mîna Tirkiyê digirt, li warê berxwedana sedsalê ya Kobanê bi bin ket û dewleta Tirk ket dewrê da ku armancên xwe bi cih bîne

A+ A-

Berxwedana 10 şervanan a li taxên bajarê Kobanê ya li hemberî xetereya cîhanî "DAIŞ" li erdnîgariya Sûriyê qonaxeke girîng bû. Bi dehan dewletên Asya, Ewropa û Amerîkayê di yekitiyeke neteweyî de piştgirî da Kobanê û 1'ê Mijdarê wek Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ragihandin.

DAIŞ Û DORPÊÇKIRINA KOBANÊ

DAIŞ'ê ji propogandaya mezin a ku di ragihandinê de hate destnîşankirin ku wek hêzeke xurt û bêhempa ye sûd jê wergirt, hemwextî wê artêşên Sûriyê û Iraqê li hemberî wê ji baregehên xwe yên mezin ên li herêmê vekişiyan, bêyî ku li hemberî wê rabin. Di heman demê de DAIŞ’ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Êrişa ku çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de ji 3 ailyan ve anî ser Kobanê, ji êrişên wê yên herî mezin li Sûriyê û Iraqê bû ku bi hezaran çete tê de beşdar bûn.

Bi vê êrişê re, metirsiyên dubarebûna senaryoya Şengalê zêde bûn ku beriya çend hefteyan ji êrişan li ser Kobanê pêk hatibû. Ji ber vê yekê di êrişên li ser Kobanê de, şervanên YPG û YPJ'ê derdora 300 hezar kes ji gundên Kobanê derxistin. DAIŞ bi hejmara mezin a çeteyan û desteka çekan ji 3 aliyan ve ber bi Kobanê ve bi pêş ketin û her sê alî dorpêç kirin. Dewleta Tirk jî ji aliyê bakur ve bajar dorpêç kir.

RAGIHANDINA ROJA CÎHANÊ YA PIŞTGIRIYA BERXWEDANA KOBANÊ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Kiryarên bixwîn ku rojane li bajarên Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn bi destê DAIŞ û alîgirên wê dihatin kirin, têrê dikir ku civak destekê bide aştiyê û berxwedana Kobanê wek hêviyeke ji bo mirovahiyê li hemberî wê xetereyê destnîşan bikin."

Gelên cîhanê asta xetereya dagirkirina bajar nas kir, ji ber ku bi milyonan mirov ji 93 dewletên cîhanê wekî  Arjantîn, Japonya, Efganistan, Misir, Mexrib û Tirkiyê û dewletên Ewropayê herikîn qadan û bang li hikumetên xwe kir ku bikevin tevgerê û destekê bibin şervanên li taxên dawîn ên li bajarê Kobanê.

Taxên sereke yên mezin ên dewletên cîhanê, balafirgeh û pêşiya sefaretxaneyên Tirkiyê xwepêşandan hatin lidarxistin û desteka Tirkiyê ya ji DAIŞ'ê re hate protestokirin.

Her wiha banga seferberiya giştî ya ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ku banga parastina Kobanê li civaka Kurdistanê kir, qonaxeke çarenûsî bû di şerê li dijî Kurdan de.

Li ser vê bangê, bi dehan keç û xort ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, tevî şervanên enternasyonlîst beşdarî parastina Kobanê bûn.

Gelê li Bakurê Kurdistanê li ser sînorê bi Kobanê re dîwarên mirovî çêkirin ku roleke girîng di rakirina dorpêça li ser şervanan a ji aliyê bakurê ve lîst.

BERXWEDANA KOBANÊ DESTPÊKA TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê LI SÛRIYÊ BÛ

Piştî 6 salan ji rizgarkirina bajarê Kobanê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) de û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê  hebûna DAIŞ'ê di aliyê erdnîgarî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir.

QSD'ê piştî têkbirina DAIŞ'ê li bajarê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê (baregeha dawîn di destê DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de) di Adara 2019'an de tunekirina DAIŞ'ê ragihand.

Bi dehan ajans, malper û saziyên ragihandinê belgeyên veşartî yên têkiliyên îstîxbarata Tirkiyê û DAIŞ'ê yên têkildarî planên dagirkirina herêmên li Sûriyê û Iraqê weşandin ku piraniya van planan têk çûn, ji bijî şanoya radestkirina Cerablus û Babê ku DAIŞ'ê li beramberî van herêman bakurê Helebê bêyî şer û windahî radestî dewleta Tirk kir.

TERORA BI DESTEKA TIRKIYÊ CAREKE DIN GEFÊ LI CÎHANÊ DIXWE

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku tecrubeya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de pêk tê ji malzaroka aloziyan û şerê navxweyî yê li welat derket û wiha domand: "Tirkiye vê projeyê ji bo berjewendiyên xwe yên li ser bingeha qirkirina gelên herêmê û pêkanîna berjewendiyên xwe xetereyê dibîne."

Mihemed Şahîn bang li civaka navneteweyî kir ku xetereya planên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn nas bikin ku bi hezaran terorîstan dişîne Lîbya û Azerbêcanê û bi awayekî mezin li Sûriyê belav dibin, her wiha destnîşan kir ku ev terorîst fermandarên berê yên DAIŞ'ê bûn û Tirkiye û Qeter rasterast destekê dide wan.

Piştî binkeftina DAIŞ'ê bi çend mehan û ji bo rakirina tola wan, dewleta Tirk di Cotmeha 2019'an, êrişên dagirkirinê birin li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî.

Di wê demê de tawanên di navbera dewletan û aliyan de li ser destgirên komên terorîst de derketin pêş. Dewletên rojavayî û yên Rojhilata Navîn hin tawanên şermok avêtin dewleta Tirk û Qeterê ku alîgirên sereke yên DAIŞ'ê ne.

Di heman demê de, dewleta Tirk bingeha bi hezaran komên terorîst li Sûriyê, Iraq û bakurê Afrîkayê, çarçoveya xetereyê li tevahî dewletên cîhanê fireh dibe. Di êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dewleta Tirk bi dehan terorîstên xeternak ên cîhanê ji girtîgehên QSD'ê berdan. Dîsa bi sedan çete ji kampa Eyn Îsayê reviyan.

Ev mijar ji bo şêniyên Sûriyê ne dûr e. Di wêne û dîmenan de endamên DAIŞ'ê yên ku li gel artêşa Tirk ji bo dagirkirina herêmên Sûriyê şer dikirin, derketin. Her wiha kiryarên tolhildanê yên artêşa Tirk û çeteyên wê ku dişibin ên DAIŞ'ê, mîna qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef vê yekê eşkere dike.

Erdogan careke din bi şandina pêla koçberan gefan li welatên rojavayî dixwe. Her wiha di hin raporan de tê destnîşankirin ku tevgereke mezin a nû ya çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê û herêmên ku dagir kirine dê çêbe, nemaze piştî ku ala DAIŞ'ê li Serêkaniyê hate dîtin.

ANHA