1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojhilatê Kurdistanê li Berlînê ye
Rojhilatê Kurdistanê li Berlînê ye,rojhilatê,kurdistanê,li,berlînê,ye

Rojhilatê Kurdistanê li Berlînê ye

A+ A-

FIRAZ BARAN

 

Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê 6’ê Cotmehê (îro) cara 13’an tê lidarxistin. Festîval dê 12’ê Cotmehê bi dawî bibe û bi giştî 50 film tê de tên nîşandan ku di nava wan de filmên kurt, belge û metrajedirêj jî hene. Film dê di nava hefteyekê de li salonên sînemayê yên Babylon, FSK û Movimento werin nîşandan. Festîvala ku her sal ji xwe re babeteke sereke dineqîne, îsal berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê û weke temaya sereke jî Rojhilat neqandiye. Festîvalê sala çûyî jî Rojavayê Kurdistanê kiribû babeta xwe ya sereke.

 

Festîvalê da zanîn ku ew di şexsê Jîna Amînî de festîvala îsal diyarî Rojhilatê Kurdistanê dike. Filmên di bernameyê de, çalakiyên wê pêk werin û sînemavanên ku wê werin danasîn jî bi vê armancê hatine bijartin. Bi navê “Jin jiyan azadî” pêşangehek jî wê were lidarxistin. Her wiha bi babeta sereke ve elaqedar panelek jî wê pêk were.

 

Di bernameya îsal de sînemavanên Kurd, Taha Kerîmî û Rehîm Zebîhî jî tên bibîranîn û filmên wan tên nîşandan.

 

 

 

1001 Sêv û Çiyayê Qendîlê tên nîşandan

 

 

 

Taha Kerîmî yek ji derhênerên Kurd ê Rojhilatî bû. Ew sala 1976’an li Bane hatiye dinyayê. Bi filmên xwe yê xweşik û afirîner pêşengekî baş ê sînemaya Kurdî bû lê di sala 2013’an de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Filmên wî yên bi navê “Çiyayên Qendîlê”, “1001 Sêv” û “Cehşê Spî” di sînemaya Kurdî de nimûneyên tekane ne. Di festîvalê de filmê wî yê “1001 Sêv” wê were nîşandan. Rejîma Beesê ya Iraqê di navbera salên 1986 û 1989’an de di Enfalê de 182 hezar kes qetil kirin; wê bi hezaran ji van mirovan jî  bi kîmyebaranê qetil kiribûn. Ev film jî behsa xelkê Kurd dike ku ji gorên komî yên Helebceyê filitiye. Film behsa jiyan û têkoşîna kesekî bi navê Ferec dike, ku wî komeke bi navê “Kesên ji gorên komî yên Iraqê filitîne” ava kiriye. Tevî vî filmî, filmê Taha Kerîmî yê “Çiyayên Qendîlê” jî wê li festîvalê were nîşandan.

 

 

 

Rehîm Zabîhî û filmên Rojhilatî

 

Di festîvalê de derhênerê Kurd Rehîm Zabîhî jî wê were bibîranîn û filmên wî yên bi navê “Holy Bread” (Nanê Pîroz) û “The Land Of Legend” (Welatê efsaneyê) jî wê werin nîşandan. Rehîm Zabîhî sala 1971’ê li Bane hatibû dinyayê û fimkçêkerekî xurt bû. Di sala 2018’an ji hêla rejîma Îranê ve hate girtin. Piştî ji hepsê derket bi 2 rojan, ew û birayê xwe li herêma Nizro di wesayîtekê de kuştî hatin dîtin. Li gorî şahidan ew hatibûn revandin û dest û lingên wan jî hatibûn girêdan û bi vî awayî hatibûn kuştin. Rehîm Zabîhî bi filmên xwe dibû dengê neheqiya li Kurdistanê.

 

Di bernameya festîvalê de wekî din filmên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku wê werin nîşandan ev in:

 

Mother Tongue (Sarkew Mesgari)

Taste Of Water (Îbrahîm Saeedî)

On The Roads Of Freedom (Maria Ghalvazi & Shiva Ghalvazi)

 

 

 

Filmê destpêkê; ‘Kör Nokta’

 

Filmê destpêkê yê festîvalê dê filmê bi navê “Kör Nokta” yê derhêner Ayşe Polat be. Film behsa dayikeke Kurd dike, ya ku li gundekî dûr hewl dide bibîranînên kurê xwe her zindî bihêle; di filmî de wekî din keçeke 7 salî ya ku hêzeke nehênî wê tengav dike û kesekî ku ji JÎTEM´ê re dixebite, hene. Ayşe Polat bi vî filmê xwe behsa paranoya û komployên ecêb dike. Her wiha trawmaya di navbera nifşan de jî tîne ziman.

 

 

 

Berxwedana Eren Keskîn

 

Maria Binder ku bi belgefilmên xwe yên li ser zayenda civakî, mafên insanî û nijadperestiyê tê naskirin, vê carê berê kameraya xwe dide parêzera navdar Eren Keskînê. Bi belgefima xwe ya “Eren” hewl dide behsa berxwedana Eren Keskîn bike ku ew li dinyayê jî weke semboleke mafên mirovan tê zanîn.

 

 

 

Ji Rojava jî filmê ‘Berbû’

 

Di bernameya festîvalê de filmê “Berbû” yê Sevînaz Evdikê jî heye. Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Di vî filmî de em dibînin ka dagirkeriyê çawa jiyana insanan ser û binê hev kiriye. Karektara filmî ya bi navê Gulê di nav şer de weke semboleke hêvî û berxwedanê derdikeve pêş. Di filmî de malbateke Kurd heye ku tevî zehmetiyên di nav şer de li ber xwe dide û xwedî li rêûresmên xwe derdikeve. Filmê “Berbû” behsa evîn, fedekarî, rêûresm û berxwedanê dike.

 

Hin filmên din ku ew ê di festîvalê de werin nîşandan jî ev in:

Bagdad Messi: Sahim Omar Kalifa

The Rain Bride: Hussein Hassan

Elaha: Milena Aboyan

Goodnight Soldier: Hiner Saleem

When The Seedlings Grow: Rêger Azad

Elif Ana: Semir Arsanyürek, Kazım Öz

Rheingold: Fatih Akın

Translating Ulysses: Aylin Kuryel, Fırat Yücel

For Justice: Elif Yiğit

Tearing Walls Down: Sherif Cicek, Hebun Polat

Letters From Shengal: Dersim Zerevan

My Mother and I: Nevine Gerits

To Be Kurdish: Fariborz Kamkari

Ra: Devrim Tekinoglu

Zîlan: Nihat Gültekin

 

Kesên dixwazin bernameya festîvalê bişopînin, dikarin li ser rûpela înternetê ya festîvalê, bernameyê bi dest bixin. Kîjan film di kîjan roj û saetê de tê nîşandan ji lînka li jêr fer bibin:

 

Festîvala Filmên kurdî ya Berlînê