1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Rêwiyên bê rawestgeh -1
Rêwiyên bê rawestgeh -1,rêwiyên,bê,rawestgeh,1

Rêwiyên bê rawestgeh -1

Xakurkê bi rewş û bedewiya xwe derketiye ser dikê. Xwe xemilandiye, çavên xwe kil daye, porê xwe kiriye kezî, biskê xwe ba daye û cilekî kes li bejna xwe gerandiye

A+ A-

 

Xakurkê bi rewş û bedewiya xwe derketiye ser dikê. Xwe xemilandiye, çavên xwe kil daye, porê xwe kiriye kezî, biskê xwe ba daye û cilekî kes li bejna xwe gerandiye. Zendên xwe ba dide û bi kenekê hevrişimî her kesî pêşwazî dike. Mirov nikare çavên xwe ji bejna bala wê ya bedew bigre. Ew bejn û bala wê ya bedew ruhê mirovan dixe nava aramiyek bê sînor. Gava mirov lê meyze dike dibîne ku pelên daran li hember hev ketine nava pêşbirkê, ka wê kî berî kê elên xwe vebike. Bi vebûna her pelekî darê re dilê gerîla jî vedibe û tevahî giraniya xwe ji ser xwe davêje. 

We qet bihuşt dîtiye? Baskê wê çêbûye û we ber bi lûtkeyan ve firdaye? Ez dengê we yê ku dibêje na dibîhizim. Ez ji were bibêjim, ez niha nava bihuştê de me û baskê min çê bûye û ez fir didim ber bi lûtkeyan ve bê ku ti astengiya nas bikim. Ji bo ku hûn jî dijîn, ka werin hûn jî tevlî rêwîtiya me ya li qada Xakurkê bibin. Ez ji vê rêwitiya me re dibêjim rêwitiya bê rawestgeh, ango em jî tevlî rêwitiya gerîlayên ku di rêwitiya wan de rawestandin nîne dibin.  
Belê gava min yekem car qada Xakurkê dît, wê demê weke ku bibîkên çavên min nû roniya cîhanê bibîne mezin û fireh bû. Di wê kêliyê de dengek ji dilê min hate guhê min û got; "bi rastî jî Xakurkê bihuşt e."

Tê gotin gava Îskenderê Makedonya seferê xwe li ser Rojhilata Navîn dike wê demê derbasî Xakurkê jî dibe. Gava xweşî û bedewiya wê dibîne jê re dibêje Xakurkê ango, bihuşt. Ya rastî jî bihuşt e. Ava ku di her derê de diherike ruh û zindîbûyîn dide.

Di rêwitiya me ya destpêka Xakurkê de du gerîlayên jin ên bi navê bi navê Nûdem û Bermal bi me re ketin rê. Gerîla Nûdem di sala 1999'an de li Rojava beşdarî nava refên gerîla bûye. Ew ezmûnên ku di nava jiyana gerîla de û heman demê de di çiya de jiya ye di tevahî xetên rûyê wê de xwe dida der. Gerîlayek xwîn germ û hêja ye. Gerîla Bermal jî di sala 2013'dan de beşdar bûye. Ew jî ji Wanê ye, esmer e. Di çavên wê de ew zarokên her tiştê meraq dike xwe dida der. Min jî weke ew zaroka çavê wê de bi meraq jê pirsî û got; "sedemê tevlîbûna te çi bû?" Gava min pirsek bi vê awayî jê kir, li pişt xwe zivirî û li min meyze kir û got; "ma her tişt ber çav e û eşkere ye. Em Kurd in û jin in ev her du nasname sedemê herî mezin e ku mirov beşdarî nava gerîla bibe." Ez qet ne li benda gotinên bi vî awayî bûm, ji bo wê bêdeng mam. Em hem dimeşiyan hem jî me pirs ji gerîla Nûdem û Bermal dikir. Ya rast rêya me gelek dûr bû, lê gelek bala min dikşand ku çawa çiyayên Xakurkê bilind û asî bûn. Gerîlayên ku di nava wê de dijî ew jî serbilind û asî bûn. Li ser şîveriyên gerîla me gelek gerîla dît. Silavên xwe yên bi germ me silav dikirin.

Li ser rêya me gelek çem hebûn, me didan nava wan ji bo ku em derbasî aliyê din bibin. Lê hem rûbarên gelek mezin hebû ji bo ku gerîla bi awayekê rehet lê derbas bibe çêkiribûn. Ya rast gelek xweş û kelecan bû telefirîk. Piştî ku em bi telefirîkê derbas bû, me cardin bi dest rêwitiya xwe kir. Di rêwitiya me de Nûdem ji me qut bû, gava ku xatirê xwe ji me xwest got; "Li xwe miqate bin, serketin." Serketin di nava gerîla de peyva ku herî zêde tê bihîstin, tê gotin e. Di destpêkirina tevahî jiyan, kar û xebatên xwe de ji bo wan serketin gelek girîng e û watedar e. Lê gava Nûdem ji me qut bû, gerîlaya bi navê Amara tevlî me bû. Amara bi xwe ji Kobanê ye, ji malbatek welatparêz û xwedî bi nirx tevlî nava refên gerîla bûye. Amara gerîlayek gelek qisexweş, bi sebir û ji hevalên xwe jî gelek ez dike. Her wiha gelek coş û morel dida derdora xwe. Cihê ku em ê biçûna Amara jî wê bihata wir. Rêya ku ma bû bi coş, henek û kenê Amara ewqasî kin bû ku me nezanî em çawa gihiştin cihê xwe. Gava em gihiştin cihê xwe Amara bi dengekî bilind gazî hevalên xwe dikir û di got; "hevalên min, hevalên min yên hêja hûn li ku ne?" Bi gazîkirina Amara re me gerîlayên jin ên ku em ê biçûna gel wan dît...


Bêjeyên Miftehî