1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Tertele, berxwedan û rapora Înonu
Tertele, berxwedan û rapora Înonu,tertele,berxwedan,û,rapora,înonu

Tertele, berxwedan û rapora Înonu

Herêma Dersîmê di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî xweser e. Dikare bê gotin ku; bi salan ti leşkerên dijmin lingê xwe navêtine ser xaka wê. Dersîm wek herêmek Elewiyan ji aliyê eşîran tê birêvebirin. Ji ber têkiliyên olî helbet ji hev jî ne qut in

A+ A-

  • QASIM ENGÎN
  •  BEHDÎNAN

 

 

Em bi bîr bixin ku ji pêvajoya Împaratoriya Osmaniyan û şûn de li ser Dersîmê bi dehan caran êrîş pêk hatine. Mînak, di sala 1797’an de fermanderekî Gurcu yê Osmaniyên ku navê wî Yûsûf Ziyaeddîn Paşayê Kor e, dema dibe Begêbegan ê Kurdistanê, wek karê xwe yê yekem li Dersîmê bang li 150 rûspiyên eşîran dike û li Erzînganê qetil dike. Her çiqasî bûyerên mîna vê her rû dabin jî, Dersîm ti carî teslîmî Osmaniyan nebûye û ti carî jî serweriya Osmaniyan qebûl nekiriye. Ji rewşenbîrên Osmaniyan ê Tirkparêz Naşît Hakki dibêje li dijî Dersîmê 108 caran êrîş hatine lidarxistin û wiha lê zêde dike, “Dewletê çûye ser Dersîmê, lê serkeftin bi dest neaniye!” 

Piştî bi salan, wê cara yekem di sala 1938’an de leşkerên biyanî pê li xaka Dersîmê bikirana. Dema gelek deverên Kurdistanê hatin bêdengkirin, wê dor bihata Dersîmê jî. Rejîma Kemalîst a ku beriya vê pêwendiyên taybet li ba Dersîmiyan danîbû û di Berxwedanên Kurdan de bêalî dihişt, gav bi gav amadekariyên êrîşa li dijî Dersîmê dike. Destpêkê wê di 25’ê Kanûna 1935’an de bi navê “Qanûna Tûncelî” yasaya nimro 2884’an derbixistanan. Wê navê Dersîmê bihata guhertin. Li gor xwe wê “deriyê sîmê (zîv)” bi Destê Tûnc fetih bikirana. Ji ber vê jî wê navê Dersîmê bikiranan Tûncelî. Piştî berxwedana li Kurdistanê, li gelek deveran Mufetişiyên Giştî tên avakirin. Dersîm li gel çend bajaran (Elezîz, Erzîngan, Çewlîg) wê cihê xwe di nav Yekemîn Mufetişiya Giştî de bigirta. Lê, ji bo êrîşên siberojê hê bi saxlemî navendî bibin jî wê Çaremîn Valîtiya Giştî bihata avakirin. Mehkemeya Îstîklalê wê bê avakirin. Wê Abdûllah Alpdogan jî bianiyana ser wê. Alpdogan, zavayê Sakalli Nûrettîn Paşa ye ku di Îsyana Koçgîrî û dûvre jî li Îzmîrê di qetilkirina Yewnaniyan de rolek sereke lîstiye. Alpdogan, hem waliyê Dersîmê ye hem jî fermandarê wê yê leşkerî ye.

Her çiqasî nivîsa Abdûllah Alpdogan a ku bê Dersîm çawa kirine Tûncelî vedibêje, dirêj be jî, lazim e em li vir bidin û avayiya zîhniyeta mêtingeriyê li ber çavan raxînin.

“Bapîrên me hê dema li Asyaya Navîn dijiyan, fêrî bikaranîna tûncê bibûn. Parzemîna Ewrûpayê ya ku îro serkêşiya medeniyetê dike, hê di serdema keviran de bû, Tirên li Rojhilata Navîn ji zû ve derbasî serdema tûncê bibûn. Û vê medeniyeta tûncê jî gelekî bi pêş de biribûn. Bi hunerekî zehf zêde maden bi kar anîne. Mis (sifir) û qela (pîl) têkilî hev kirine, tiştên hê xurttir û hê qayimtir ava kirine. Û heta karûbarên jê re hunera nexşan (çîn) tê gotin û amûrên nazik ava kirine. Lê, dema ew ziwayiya mezin a ku êdî ji hêla tevahî cîhanê tê zanîn, behrên mezin ên li nîveka parzemîna Asyayê jî ziwa kirin, jiyana medenî li çolê nema domayiye û koça mezin dest pê kiriye... 

Ha, ew Tirkên ku di rojên koç û êrîşên mezin de ketin rêka çiyayên Asyayê, ev rê şopandine, digihêjin çiyayên Toroson ku em îro dibêjin çiyayên Dersîmê û lê dewama çiyayên Asyayê ne. Niha ji ber li herêma ku jê re Dersîm tê gotin, şertên xwezayî gelekî guncav dîtine, li vir bi cih bûne. Zilamên ku pir baş dizanin madenan bi kar bînin, mêze dikin ku li Dersîmê madenên mis û qelayê li rex hev û zehf zêde ne. Li vir jî bi cih dibin. Yên ku li Dersîmê û li van çiyayan bi cih bûne, demildest li wir medeniyeta xwe ava dikin û bi têkilhevkirina mis û qelayê ve dest bi çêkirina tûncê dikin. Li vir ew madenên ku ji wan rojan mane hê jî tên dîtin. Ji bo van cihên bedew û heta niha bi rêka hesibandin û texmînan wek Dersîm dihat binavkirin, navê Tûncelî hatiye diyarkirin ku navê herî guncav e û ji cewherê dîrokê hatiye derxistin. Qasî mis û qela, kevir û xaka vê herêmê, şêniyên wê jî Tirk in. Hem jî Tirkên wisa saf in ku nîjada wan têkilî ti nîjadên din nebûye, li ser xwe ne.”(Altan, sayı: 15 taksim 1936)

Helbet, kiryarên mêtingeran ne tenê ji bo Dersîmê ye. Biryarnameyên xweserî Dersîmê, tenê ne ji bo navenda Dersîmê ye. Ev biryarname, jiyangehên Elewî yên cîranê Dersîmê ne jî dixe nav çarçoveya xwe. Wek li jor jî hat ziman, ji Dersîmiyan tê xwestin ku çekên xwe radest bikin. Ji bo bêçekkirinê qanûn tê derxistin. Dema Dersîmî jî çekên xwe nadin, dor lê tê pêçan û “Herêma Qedexekirî” tê îlankirin. Li gel dorpêç û îlankirina herêma qedexekirî, li dora Dersîmê baregehên leşkerî tên avakirin. Qereqol tên avakirin. Gundê Mamekî ango Manikan –berê gundekî girêdayî Mazgêrdê bû- wek navenda rêveberiya Dersîmê tê bikaranîn.

Em ji bîr nekin ku kesê bi navê Îsmet Înonu ku bi eslê xwe Bedlîsî ye û ji malbatek qaşo Kurd a Kurumoglû hatiye, hê di sala 1930’î de dema Serokwezîrê demê bû, vê demecê dide Rojnameya Mîlliyetê: “Tenê miletê Tirk dikare li vî welatî mafên etnîkî an jî nîjadî bixwaze. Mafê ti kesên din jî ji bo vê nîne...” (Milliyet gaz. 31.8.1930) Kesayetekî xwedî zîhniyeteke ewqasî nîjadperest û faşîst e.

Di heman salan de wê hin mezinên din ên Dewleta Tirk heman gotinên faşîzan bi kar bînin.

Serokê Serkana Giştî ya Leşkerî Fevzî Çakmak jî di 1931’ê de raporekê dide hikûmetê û wisa dibêje: “Dersîmî bi mizdayinê nayê qezenckirin. Destwerdanan hêzên çekdarî wê hê zêdetir bandorê li Dersîmiyan bike û bingehê islaha wan e. Dersîm, divê beriya her tiştî wek mêtingehekê bê dîtin. Di nav civata Tirk de divê Kurdbûyîn bê helandin, dûvre jî tevlî hiqûqa esasî ya Tirk bê kirin.” Tê gotin ku heman Fevzî Paşayî vê jî aniye ziman; “Hê em nikarin serî bi cahilên wan re derkevin, îcar xwendevanên wan, em ê nikaribin xwe li ber bigirin.”

Di 1931’an de Yekemîn Mufetîşê Ûmûmî Îbrahîm Talî (Ongoren) ji bo rêbaza bê şopandin van rêz dike: “A. Tevahî pêwendiyên derve yên Dersîmê bêne qutkirin, wisa jî pêşî li êrîş û bazirganiyên wan bêne girtin, gelê ku birçî maye, bi demê re neçarî koçberiyê bê kirin û ji bo niha jî neçê ji Dersîmê bêne tehliyekirin. B. Piştî ku her der bi awayekî esasî hat girtin, dorpêç bê tengkirin û yên ji ber neçêtiyan hatine girtin jî demildest ji Dersîmê bêne derxistin, avêtin û belavkirina li Rojava.” Faşîstekî wisa yê Naziyan e.

Di 1932’yan de jî Wezîrê Karên Hundirîn Şukru Kaya raporekê dide hikûmetê û dibêje, “Lazim e em fêrî Dersîmiyan bikin ku ew bi eslê xwe Tirk in. Divê gelê Bakurê Dersîmî koçberî rojava bê kirin. Beriya ku harekata leşkerî dest pê bike, divê tevahî çek bêne komkirin.” 

1935’an Îsmet Înonu di raporeke xwe ya din de jî dibêje, “Xwedî girîngiyek mezin e ku cihên nêzî sînor û navendên mezin ên mîna Elezîz, Erzîngan û Erziromê bêne Tirkkirin.” 


“Bernameya Islahkirina Dersîmê” ya Îsmet Înonu, amadekariya êrîşa mezin e. Wê rayeyên berfireh bide Yekemîn Mufetîşê Ûmûmî Abdîn Ozmen ku li Dersîmê wezîfedar e, Abdûllah Alpdogan ê Korgeneral jî wê bi rayeyên bêdawî were erkdarkirin. Plana Islahê ya planek ji 3 merheleyan e; bi şiklê amadekarî, tecrîdkirina ji çekê û ji nû ve îskankirin hatiye amadekirin.

Mehmet Bayrak van 3 merheleyan wisa diyar dike:

“Amadekarî û bêçekirin wê di 3 salan de bibe.” (Bi rastî jî di nav 3 salan de amadekarî hatine kirin, çekên mirovan hatine komkirin û qetlîamê dest pê kiriye. MB) 

“Em ê Wîlayeta Dersîmê bi ûsûlê nû saz bikin. Fermandarekî Kolorodûyê, walî û zabîtên bi unîforma wê bibin qeymeqamê navçeyê. Memûr jî, wê ne ji herêmê bin. Her ku bêne dîtin jî wê efserên teqawîdkirî wê bi memûrbûyînek talî bêne tayînkirin.” 

Rejîma Kemalîst gav bi gav bi pêşengiya Îsmet Înonu ji bo têkbirina Dersîmê plansaziyên cidî dike. Qanûna ku me li jor anî ziman û di esas de wek Qanûna Tûncelî tê zanîn, raporek wisa ye ku piştî êrîşek li ser Kurdistanê hatiye nirxandin û pêşxistin.

Piştî salan, di sala 2007’an de, cara pêşîn nivîskarê bi navê Saygi Ozturk wê Rapora Kurdan a Îsmet Înonu – di 1935’an de ji aliyê Îsmet Înonu wek Rapora Kurdan hatibû amadekirin- ji raya giştî re radigihîne.

Em xalên herî berbiçav li vir bidin, diyar bikin ku bê Înonu dixwest çi bike. Ev jî wê bi rehetî nîşanî me bide ku dûvre bê çi karesat bi serê Dersîmê de tên.

“Li Agiriyê Kurd medenî bibin, bêdeng bibin jî qezenc e. Karakose, bajarekî Kurdan e ku girêdayî hikûmetê ye.” 

“Li Îdirê ne lazim ne jî îmkan hene ku Kurd ji cihên xwe bêne kirin.” 

“Divê em li Wan û Erzînganê bilezûbez, li Deşta Mûşê hêdî hêdî û li Deşta Elezîzê girseyên xurt ên Tirk saz bikin.” 

“Amed, ji bo bibe navendek xurt a Tirkîtiyê, xwedî wê kamilbûyînê ye ku em dikarin tevdîrên xwe bi rehetî bi kar bînin.” 

“Rêxistina ku di nav ûnsûrên dijmin de êrîşkar e, reîs û zilamên Kurd in. Endamên îstîxbarata Fransiyan kengî bixwazin dikarin mîna çeteyan reîsên Kurd êrîşî welatê me bidin kirin.” 

“Dewsa Xirîstiyan û Erebên ku wê ji wîlayeta Mêrdînê bêne derxistin, wê ji aliyê Kurdan der hal bêne tijîkirin. Ev hal ji bo me zehf bi zerar e.” 

“Sêrt, bajarekî Ereban e ku gelekî hewesdarê Tirkbûnê ye. Gelekî wê yê wisa heye ku nêzî hikûmetê ye û îtaatkar e. Sêrt a hewaya wê pir baş e, navendeke pîs a çavêşê (trahom) ye. Li wîlayeta Sêrtê hêzên me yên sereke; navendên me yên îdareyê, memûrên me û zabîtên (efser) me ne. Divê navendên me yên îdareyê pir xurt bin. Divê rejîma edliyeya taybet bê sazkirin ku dema pêwîst bû karibe bikeve meriyetê û karibe bê rakirin.” 

“Bedlîs, di navbera Xîzan û Motkiyê de navendek Tirkan e ku bi awayekî sûnî bi hêzên domdar ên dewletê hatiye pêkanîn. Eger Bedlîs nebûya, diviyabû ku em wê biafirînin.” 

“Deşta Mûşê dê demdirêjî vala nemîne, her hal wê ji aliyê Kurdan hêdî hêdî bê tijîkirin.” 

“Gelê Wanê gelekî berhevkirî ye. Hêviya tevahiya gel, eleqeya dewletê ye. Li Şerqa xwedî binyeya xurt, wê bibe bingehekî gelekî girîng ê Komarê. Bingehekî wisa ji bo serweriya Tirk bi her awayî lazim e.” 

“Cihekî mîna Melazgirê jihalketî û neçê bi zorê dikare bê xeyalkirin. Halbûkî wê pir qiymetdar be ku ev der wek Bajarekî Tirkan ê nû, Navendek Tirk bê sazkirin.” 

“Em ê Kurdan ji xakên berhemdar bişînin kû derê? Cihên li ser sînor wê demildest bi Kurdan tijî bibin. Kurdên ku bi demkî ji Agiriyê hatine jî em nikarin bişînin ti deveran. Arambûyîna wan jî qezencek têrker e.” 

“Piştî niha bi 10 salan, ez difikirim ku wê bi awayekî leşkerî pêdiviya me bi baregeha Qamûşanê çêbibe.” 

“Divê em hundir û derve teqez bidin bawerkirin ku fikrê me ne demildest texrîbkirina Qers û Artvînê ye, em bi biryar in ku tevahiya hêzên xwe heta kêliya dawî biparêzin.” 

“Eger di demek kurt de em pêşketina Erziromê pêk bînin, em ê karibin li bakur li dijî sînor û li hundir jî li dijî Kurdîtiyê navendek saxlem a Tirkan ji nû ve saz bikin.” 

“Wê fikarek li cih be ku eger di demek Kurd de Erzîngan bibe navendek Kurd wê esas Kurdistana metirsîdar pêk were.” 

“Ne sûdmend e ku Tirk û Kurd cuda bixwînin. Divê tehsîla yekemîn pevre bikin. Ev, ji bo Tirkkirina Kurdan wê bi bandor be.” 

“Lazim e ku bi sazkirina Wîlayeta Dersîmê îdareyek leşkerî bê rêxistinkirin û Islahkirina Dersîmê jî li gor bernameyekê be.” 

“Saziyên mezin ên dikarin memûran bigihînin, li başûr tinene. Eger ji kesên ku ji bo bikevin mekteba navîn Kurd jî serlêdanê bikin, divê em wan red nekin.” 

Dema ku dijmin bi veşartî dora Dersîmê dipêçe, ji lîderên Dersîmê Seyîd Riza jî ji bo rejîma Kemalîst vê rewşê biterikîne nameyekê dinivîse. Tê xwestin ku avayiyên leşkerî neyên çêkirin û tevahî xebatên veguhestina leşkerî jî bên terikandin. Her wiha, dixwaze ku Rejîma Kemalîst biryara xwe ya komkirina çekan jî vekişîne. Lê, hêna di Sibata 1926’an de Mufetîşê Mulkiye Hamdî Beg raporekê pêşkêşî hikûmetê dike û dibêje, “Dersîm, ji bo hikûmeta Komarê serê kînorê ye. Ji bo selameta welat teqez lazim e ku ev kînor bê emeliyatkirin û pêşî li îhtîmalên sosret bêne girtin.” Ji ber vê jî wê guh nedin gotinên Seyîd Riza û xebatên xwe bidomînin. Piştî ku rewş krîtîk dibe, êdî Dersîmî jî dest bi berxwedanê dikin.

Li Kurdistanê berxwedana herî dawî ya salên 1930’î, Dersîm e. Beriya Hareketa Dersîmê, li Meclîsê amadekariyên pêwîst hatine kirin. Ji şêniyên herêmê tê xwestin ku 200 hezar çek bêne teslîmkirin. Di vê navberê de mafên xweser ên ji bo Dersîmê hatibûn qebûlkirin, hatin betalkirin. Ev tehrîka ku bi zanebûn hat kirin, plan e ku bi teşwîqkirina îsyana ku derbikeve bipelçiqînin. Jixwe piştre derdikeve holê ku “Hareketa Selê (Lehî)” ji mêj ve hatiye plankirin.

Tevî ku amadekariyên êrîşa giştî ya Dewletê jî, hê jî yekgirtin nayê sazkirin, gelek eşîr alîgirtiya dewletê dikin û hin jî li ser navê bêalîtiyê jî li cihê xwe radiwestin. “Roja 20-21’ê Adara 1937’an dema pira textîn ya li ser Çemê Harçikê ku Aliyê Pah û Aliyê Kahmût bi hev ve girê dide, ji aliyê Demenan û Haydaraniyan tê hilweşandin û torên telefonê tên qutkirin, dewlet hinceta xwe dibîne” û êrîşa li ser Dersîmê ku bi salan amadekariyên wê dikir, dide destpêkirin. “Beriya Harekata Leşkerî, ji balafiran bi dîroka 4’ê Gulana 1937’an belavok tên avêtin û banga teslîmbûyînê li gelê herêmê tê kirin, hişyarî dihat kirin ku ‘yên werin teslîmkirin an jî bi xwe teslîm bibin wê ji bilî nêzîkatiya adil a Komarê bi tiştekî din hevrû nebin. Berevajî, ango hûn gotinên me bi cih neînin, me we dorpêç kiriye. Wêartêşên qehar ên Komarê mehfa we rabike.” Piştî van belavokan, hevkarên ku me berê behsa wan kiribû dikevin nav liv û tevgerê, gelek eşîran pasîfîze dikin û çekan bi wan didin danîn. Eşîrên ku biryara Berxwedan girtibûn jî eşîrên Abbasan, Haydaran, Demenan, Yûsûfan û Kûreyşan in. Halbûkî gelek belge nîşanî me didin ku li Dersîmê bi dehan eşîr û nifûseke zêdetirî sed hezarî heye.

Beriya biryara berxwedanê bê dayîn, di civînekê de ku li Şaneyên Mûnzûrê Seyîd û serokeşîr tevlî dibin, Seyîd Riza dibêje: “Axano, Begino! Êdî hatiye fêmkirin ku Gazî Paşa bi hezaran belayên xwe ve kemîn daniye. Ji bo hilweşandina Dersîmê, ji bo qira wê bînin, her cure amadekarî tên kirin. Nebêjin ku niyeta wan xerac e. Ji bo Elezîzê paşayekî wisa danîne ku bikuje dikuje. Dersîma Şah Hizir, bi navê Tûncelî kirin bajar û bi ser Enqereyê de hesibandin. Li her dora Dersîmê leşker bi cih kirin. Êdî her kes fêr bûye ku wê di biharê de êrîş were li ser Dersîmê. Evdên me ketine fikara can û malan. Cotkarên me li rêyan, gundan digirin, di înşaetên rê, pir û dibistanê de dixebitînin. Kî li dij derkeve jî lê didin, xeberan jê re didin. Kevir-axê bi evdên me didin kişandin. Armanca wan eşkere ye. Wê li her aliyê Dersîmê belav bikin û perperîşan bikin. Nêzîkatiya ku li Cebraîl kirine, şeqamek e ku li Dersîmê ketiye. Ji ber vê sedemê ye ku rêyan, piran ava dikin. Çima cotkarên me li bazarê digirin û ji ber nikarin bi Tirkî biaxivin li wan didin, dijûnan dikin. Hedefa wan ji kokê ve guhertina Dersîmê ye.” Ev gotin bi gelek belgeyên devkî gihîştine heta roja me ya îro.

Piştî berxwedanek bi keys, di sala 1937’an de wê berxwedaneke ku ti carî ji hafizayan neçe, tê tepeserkirin.

Di biryara veşartî ya Desteya Wezîran de jî ku di heman pêvajoyê de ye, wiha dihat gotin: “Tenê qîm bi harekata êrîşê bê anîn, wê ocaxên îsyanê li cihên xwe domdarî bimînin. Ji ber vê ye ku lazim hatiye dîtin, divê yên çek bi kar anîne û bi kar tînin bên wê astê ku heta dawiyê nikaribe zerarê bide, gundên wan bi temamî bêne texrîbkirin û malbatên wan bêne dûrxistin.”

“3 yekeyên balafiran ku 1’ê Gulanê ji Amedê rabûn, bombe bi ser herêmê de barandin. Yek ji van balafiran jî ji aliyê keça manewî ya Mûstafa Kemal û ‘pîlota yekem a jin’ Sabîha Gokçen dihat bikaranîn. Domahiya mehên Hezîran-Tîrmehê gund hatin şewitandin, hilweşandin, li gel jin û zarokan, hejmarek bêdawî jî di bin gulebarana tivingên otomatîk de hatin hiştin.” 

Ji bo fêmkirina hovîtiya pêkhatî, eger bîranînên Fermandarê Hêzên Hewayî Mûhsîn Batûr bên xwendin, ku wê demê di 19. Alaya Piyade de stajyer bû, dûvre dibe yek ji wan kesên ku îmze li Mûxtiraya (bîrname) 12’ê Adarê dane, wê têrker be. Di pirtûka Anılar ve Görüşler de wiha tê gotin: “Hinekî dûrî Elezîzê, li qûntarên Xarpûtê me artêşgehek bi konan danî û piştî demekê, bi şêweyê ku rawestgeha me ya yekemîn bibe Pêrtag, em ketin nav liv û tevgerê û zêdetirî du mehan me wezîfeyeke taybet bi cih anî. Ez ji xwendevanên me lêborînê dixwazim û naxwazim vê bêşa jiyana xwe vebêjim...” û asta hovîtiyê ji me re radigihîne.

Li gor hin şahidan, Mûnzûr bi rojan sor diherike. Di berxwedanê de ku bi hovîtiyek mezin tê tepeserkirin, hevkarî û îxanet jî kêm namînin. Alîşêr ê ku wek fermandarê berxwedanê tê zanîn, di 9’ê Tîrmeha 1937’an de roja Înê dema li şkeftek nêzî gundê Kafat (Axdat) dimînin, ji aliyê kesên bi navê Zeynel, Rehber û Efendî tê qetilkirin. Zeynel, serê Alîşêr jê dike û radestî Albay Nazmî Sevgen dike. Alîşêr, mîna ku ev rewş ji mêj ve dîtiye, dike helbest:

“Ol Yezid’in fikri Dersim’i vura 

Silahlar toplatıp çöllere süre 

Zalimler, zannetme bu size kala 

İnşallah bir Eroğlu meydana gele 

Hak yolunda intikam ala…” 

Ango:

Fikrê Yezîd li Dersîmê dide 

Çek komkirin û berî dan çolan Zalimino nebêjin ev ê li ba we bimîne 

Înşeleh wê egîdek derkeve meydanê 

Di rêka Heq de tolê hilîne... 

Rayber û Zeynelên ku serê Alîşêr jê kirin û ji artêşa Tirk re birin, careke din dîrok dubare kirin. Yên ketine nav îxanetê ne tenê ev in. Li Dersîmê yek ji berxwedêran jî Şahan Axa ye. Yê ku wî qetil dike jî sîxurê Dewleta TC Hidir e. Yên ku kurê Seyîd Riza Bra Îbrahîm qetil kirin jî ji eşîra Kirgan bûn. Piştre jî wek nêçîrvanê seriyan şkeft bi şkeft digerin, di bedela serê Berxwedêrên Kurd de jî zêran distînin. Tabî, ev kurmikên ku ewqasî pelos (kerax) û biyaniyên gelê xwe bûne, piştî kar biqede ew ê werin paqijkirin jî. Zeynel wê dûvre ji aliyê Tirkan bê îdamkirin. Rayber jî wê li milê Tişanê (Teştek) li gel kurê xwe ji aliyê dewleta TC bê gulebarandin. Wisa jî wê wek her tim nîşan bidin ku bê xayinek ji bo wan tê çi maneyê.

Mîna Rayber, Cemîlê Çeto, Bînbaşi Kasim... Her yekî jî piştî rola xwe lîstin hatin tasfiyekirin.

Berxwedana Dersîmê wê li her derê berbelav bibe. Wê dijmin negihîje daxwazên xwe. Tevî ku bi hezaran leşker, bi sedan topan û her wiha balafiran jî êrîş dike, gelekî dûrî encamgiriyê ye. Ew erdnîgariya bi heybet a Dersîmê, emanê nade artêşa Kemalîst. Dijminên ku vê fêm dikin jî wê serî li lîstokên xwe yên dîrokî bidin. Pêşniyara aştiyê, daxwaza hevdîtinê...

Waliyê Erzînganê agahiyê ji Seyîd Riza re dişîne, radigihîne ku dewlet dê daxwazên Dersîmiyan qebûl bike. Mirov û fermandarê mezin ê Seyîd Riza, Alî Şêr jiyana xwe ji dest daye. Dr. Nûrî Dersîmî jî ji bo karibe qetlîamên li Dersîmê ji cîhanê re ragihîne, ji Dersîmê veqetiyaye. Û weke ku me li jor jî anî ziman, kurê wî yê mezin Bra Îbrahîm û bi çendan berxwedêrên din bi komployan hatine qetilkirin. Bi gotinek din, baskên Seyîd Riza hatine şikandin. Di nav van şertan de Seyîd Riza û çend hevalên wî di 1937’an de ji bo biçin Erzînganê dikevin rê. Li ser rê dema rastî yekîneyek leşkerî tê, jê re daxwaza walî ya hevdîtinê radigihîne. Leşker, dê wî û hevrêyên wî bînin ba walî. Seyîd Riza û hevrêyên wî dê bigirin. Seyîd Riza wê bi giştî li gel 58 kesan bê darizandin. Bi bayê lezê dadgeh dikin. Dadgeh biryara darvekirina 11 kesan digire. Lê lîstokek wisa tê kirin ku di dîroka mirovahiyê de kêm tê dîtin. Bi mehkemeyek derewîn, nîvê şevê derdor tê ronîkirin, bi rengê ku roj e, 7 kes tên îdamkirin. 4 kes ji ber kal in, hikmê îdamê vediguherînin 30 sal cezayê hepsê. Seyîd Riza jî di 18’ê Mijdara 1937’an de ku ev li hin deveran wek 15’ê Mijdarê derbas dibe, li Meydana Buğday (Genim) a Elezîzê tê înfazkirin. Seyîd Riza bi serbilindî diçe sêdarê û dehfê dide celad, ben dixe stûyê xwe. Lingê xwe li kursiyê dide û înfaza xwe jî bi xwe pêk tîne. Navên 6 berxwedêrên Kurd ên hatin înfazkirin jî wiha ne: Resîk Huseyîn, Seyd Wûşên, Findik Axa, Hasan Axa, Alî Axa. Dikare ecêb were, lê yê ku dibêje Seyîd Riza lingê xwe li kursiyê da û bi ser mirinê de çû, Sabrî Çaglayangîl e ku bi xwe yek ji amadekarên vê senaryoya qirêj e.

“Me Seyîd Riza derxist meydanê. Li derdorê ti kes nînbûn. Lê, mîna ku tijî mirov in, Seyîd Riza qîr da bêdengiyê û valatiyê: ‘Em zarokên Kerbelayê ne. Şaş e. Eyb e. Zilm e. Cinayet e.’ Pirçûkên min hilanîn. Ev zilamê kal, rap-rap meşiya. Cengene def da, ben xist stûyê xwe, lingê xwe li kursiyê da û xwe daliqand. Ji bo li tirbeyê neyê veşartin jî cenazeyê wî jî hat şewitandin...” Ev gotinên Sabrî Çaglayangîl bi xwe ne.

Navekî din ê şahidê Qetlîama Dersîmê, Hûlûsî Yahyagîl e ku wek Albay di Qetlîama Dersîmê de wezîfedar bû: “Di 1938’an de ji bo pêşîgirtin û tepeserkirina Îsyana Dersîmê em hatibûn wezîfedarkirin. Tiştê ku digotin îsyan jî, hin gundên çiyayî wê salê baceyên xwe nedabûn. Fermana ku ji me re hatibû jî yek peyv bû: Îmha. Tinekirin, ji bo bace nedane... Kî dikare vê fikrê, sepanînê bixe meriyetê? Yên zorbe, sûcê mirovahiyê kirine. Helbet, bace milekî vî karî ye; sedema rastîn Tirkkirina Dersîmê bû. Ez fermandarê yekîneyê bûm, fermana ji me re hatibû ew bû ku ti tiştekî zindî nehêlin...” 

Û tabî em gotinên pîlota şer a Qetlîama Dersîmê Sabîha Gokçen jî li vir bidin: “Di dema bomberdûmanê de ji bo min mirov ne girîng bûn, her tiştên ku tevdigeriya ji bo min hedef bû.” 

Qasî gotinên Seyîd Riza ku dema diçe îdamê dibêje, “Em zarokên Kerbelayê ne. Şaş e. Eyb e. Zilm e. Cinayet e”, gotinên “Ez bi derew û fenên we re ser neketim. Ev ji bo min bûye dersek. Min jî serî li beramberî we netewand, bila ev jî ji we re bibe dersek” hê di mejiyê Kurdan de taze ye.

Piştî ku lîderên berxwedanê tên qetilkirin, berxwedan bi giranî bi dawî bûye. Lê, heta sala 1938’an jî li cihên cuda berxwedanê dewam kiriye. Armanca TC ne tepisandina berxwedanekê bû. Jixwe, ji îsyanekê wirdetir, li dijî êrîşên TC Dersîmê bi awayekî giştî li sehayek berfireh li ber xwe daye. Tenê parastina rewa hatiye kirin. Wek me got, berxwedanên parçe bi parçe wê piştî îdamkirina Seyîd Riza jî bidomin.

TC ji bo karibe rewşeke îbret (zende) ava bike, wê lezê bide êrîşên xwe. Gotinên Celal Bayar ku wê piştre bibe serokkomarê dewleta TC nîşan dide ku bê wê li Dersîmê çi bêne kirin, di çarçoveya planên hê veşartîtir de wê ev pêvajo bê domandin. Bayar dibêje; “Îsal, ji bo karê ku wek Dersîm tê binavkirin teqez bê tasfiyekirin, tevdîrek din a dewletê heye û artêşa me wê li Dersîmê erkdar bibe û bi operasyoneke lêgerîna giştî wê hêzên me yên terbiyekirinê vî karî ji kokê qut bikin û biavêjin.” Di pirtûkên bi navê Genelkurmay Belgelerinde Kürt İsyanları de wiha tê gotin: “Di navbera 10’ê Hezîranê-29’ê Hezîrana 1928’an de 60 gund hatin şewitandin.” Di navbera 1’ê Tîrmeha 1938’an û Îlona 1938’an de qetlîamên hê erjengtir têne kirin. Û tenê ji bo 17 rojên ewil ên Îlonê wê wiha bê gotin, “Di nav herêma lêgerînê de mirî û zindî 7954 kes hatin derxistin.” 

Xulase, bi hezaran mirov têne qetilkirin. Mal têne şewitandin, kavilkirin. Wisa ye ku, wê careke din li ser navê berxwedanê li van deran pel jî nelebite. Hedef ev e. Qetlîaman digihînin wê astê ku; ji bo kesekî bi hezaran mirovî derdixin operasyonan. Her keçek Kurd dema tê girtin, bi sedan leşkerên devgirêz ên artêşa Kemalîst dest diavêjênê. Xwîn ji Dersîmê dihat. Bi hezaran keçên Kurd ji bo nekevin dest Rûmiyan –Kurd ji leşkerên Osmanî û Tirkan re dibêjin Rûmî- xwe ji zinaran diavêjin hembêza mirinê. Ya wê pêşengiya van bike jî Besê ye. Bi hezaran jî xwe li goşeyên herî veşartî, di şikeftan de vedişêrin, hewl didin rêyek jiyanê bibînin. Lê bi hezaran nêçîrvanên seriyan ên devgirêz wê şikeft bi şikeft bigerin, li gel leşkerên TC wê bi pereyan seriyê mirovan bifiroşin. Yên ku pir caran vê hovîtiyê dikin, dijminên xwefiroş ên hundirîn in ku bi tarzê Rayber tevdigerin. Bi deh hezaran Dersîmî wê bêne qetilkirin. Ev jî çavên wan têr nakin; devên bi sedan şkeftî tên betonkirin û bi hezaran Dersîmiyên ku xwe tê de distrandin, bi saxî tên veşartin û bi awayekî nemerdî mehkûmî mirinê hatin kirin.

Çawa ku di sala 1988’an de ji aliyê Sedam li dijî Kurdan 8 Enfal pêk hatibin, ji ya Sedam qat bi qat mezintir, berfirehtir di sala 1938’an de tam li 13 deveran wek qetlîam û qirkirinên komî pêk hatine. Di pirtûka “Tarihin İsyanı” de ku ji aliyê Osman Akbaş hatiye nivîsandin, ev dever wisa tên îfadekirin:

“1- Li jêra Halborê milê Degirman (Abbasanan)

2- Cihên ku li çep û rastê Çemê Xarçik di mesafeya 60 kîlometreyan de.

  • Li herêma mabeyna Kûtûderesî, gundê Gomemîş- kaniya sogut (Dedemanî)
  • Li nahiyeya Pox Çemê Zûzûr (Haydaranî)
  • Li Çemê Marçik (Yûsûfan û Haydaranan)
  • Pira Pax, gundikê Sandal
  • Herêma Daîreya Daristanê ya Tûncelî, li Çemê Şogek

8- Mazgêrd (eşîra Alan)

  • Li Nazmiye-Derovan (Kûreyşanî)
  • Li qeraxê bajarokê Nazmiyeyê (binemala Miriçik)
  • Herêma Çiyayê Zel
  • Xeta Nozat-Pilûrê

13-Li herêma Îksor-Axfanosê.

Bê ev qetlîam, jenosîda nemerdî çawa çêbûye, çawa hatiye plankirin, em bi du mînakên şênber bidin wê baştir bibe.

Kesê bi navê Kiliçdaroglû ku wê paşê bibe serokê CHP’ê, li gel Midûrê Emniyeta demê ya Meletiyê Sabrî Çaglayangîl hevpeyvînekê dike. Di hevpeyvînê de Sabrî Çaglayangîl dibêje; “...Ez encamê dibêjim. Van qebûl nekirin, derbasî şkeftan bûn. Artêşê gaza jehrî bi kar anî. Ji deriyê şkeftan ev mîna mişkan hatin jehrîkirin. Û ji heft heta heftê salî ew Kurdên Dersîmî birîn. Harekatek xwînî bû. Otorîteya hikûmetê jî ket nav gund û Dersîmê. Îro hûn dikarin bi rehetî biçin Dersîmê. Jenderme jî dikare bikevinê, hûn jî dikarin bikevinê.” 

Di nivîsek berfireh a Rojnameya Radîkalê de jî kiryarên demê gelekî sosret in. Bê qetlîam gav bi gav çawa û ji bo kîjan armancan tê amadekirin, radixe ber çavan: “Her çiqasî hatibe gotin ku harekata li Dersîmê ji bo tepeserkirina îsyanê ye jî, belge û wêneyên ku me weşandin, nîşan dide ku ev harekata leşkerî esas ji mêj ve hatiye plankirin. Ji van belgeyan a herî girîng jî plana çalakiya ‘veşartî’ ye ku ji harekata 1938’an tam 5 sal berê di 1933’yan de ji aliyê Fermandariya Ûmûm a Jendermeyan hatiye amadekirin. Di vê pirtûkçeyê de ku tenê 100 lib hatin çapkirin û li ser wê ‘veşartî û taybet e’ dinivisî, ji bilî dîrok, erdnîgarî û demografiya Dersîmê, agahiyên têkildarî ‘tinebûna asayîşê’ jî agahî cih digirtin. Her wiha 6 raporên têkildarî Dersîmê hatibûn amadekirin jî tê de hene. Li gor rapora Mufetîşê Mulkiye Hamdî Beg, “Gelê Dersîmê zehf jîr, kurnaz û hîlekar e. Di heman demê de serê kînorê ye...” Di pirtûkçeyê de ku pirsgirêkên asayîşa Dersîmê yek bi yek tên jimartin, behsa bêîtîatiya herêmê jî tê kirin. Pirtûkçe ji du beşên esasî pêk tê. Danasîna Dersîmê û rewşa asayîşa Dersîmê. 

Di beşa yekemîn de, rewşa erdnîgariya Dersîmê, rewşên rê, av, nifûsê, rewşên nîjadî, aborî, çandinî, îdarî, darayî, leşkerî û eşîrî tên vegotin. Di beşa duyemîn de jî tinebûna asayîşa li Dersîmê tê vegotin, di vê rewşê de behsa esasên islahê û merheleyên vê xebatê têne kirin. Wê kîjan eşîr ji Dersîmê bêne derxistin jî hatine plankirin.” Hin îfadeyên balkêş ên di plana amadekirî de wiha ne:

“Şêniyên parzemîna Dersîmê, ji ber ku piraniya kirinên wan ên li ba wan ma, ji vê cesaret girtine, serî li ber hikûmetê natewînin, bace û leşkeran nadin...”

Ji bo bi cidî islahkirina Dersîmiyan jî tevdîra hejmaran wiha vedibêje;

“Bi hesabkirina tevahî berxwedanan, ji bo şikandina van ji artêşa 4’emîn (Tabûra 20’emîn) texsîskirina hêzê...” 

Di pirtûkê de hin rapor jî cih digirin. Yek ji van jî rapora Mufetîşê Mulkiye Hamdî Beg e. Hin beşên wê raporê wiha ne:

“Teyît û belgeya keyfî ya behsa îhtîmala ku wê Seyîd Riza ji tevahî eşîran tifaqê saz bike û di Sibatê de bikevin nav liv û tevgerê, mimkun nebûye. Mîna encam û agahiya ku ez ê ji hevdîtinek nêz bidim ev e; her ku diçe Dersîm dibe Kurd, dibe xwedî armanc û îdeal, xeterî mezin dibe...” 

Piştî raporê, tew îcar pirtûkçeyek encamnameyê jî lê hatiye zêdekirin: “Dersîm, ji bo Tirkiyeyê kînorek xeternak e ku xwe bi cehaletê, kêmasiyên debarê, reşkirinên hundirîn û derveyî û meyla Kurdinî kirine. Lazim e ku ev kînor teqez bê emeliyatkirin...” Pêşniyara tê kirin jî di beşê de wiha dest pê dike, “Gelê Dersîmê cahil e. Li gel vê jî esas serok bûye sedema rêbiriyê, tecawizê, dizîtiyê” û merheleyên xebatên islahkirinê di dawiya beşê de wiha tên vegotin: “Avakirina rêkên mezin, komkirina çekan, reîs, beg û axa, seyîd bi şertê careke din venegerin naqlî Rojavayê Anatolyayê bên kirin...” (Radikal Gazetesi)

Belgeyeke sala 1935’an hatiye amadekirin jî rapora Îsmet Înonu ye ku her tim li serê Kurdan bûye belayek mezin: “Li Erzînganê, gundên Tirkan ên ku di dema xwe de li beramberî Kurdan dibûn bend bi demê re parçe û zeîf bûn û Ermenî jî bi temamî ji holê rabûn, niha li beramberî dagirkeriya Dersîmiyan meydan bi temamî vala maye. Gund ji aliyê gelê qelew (şîşman)ê Dersîmê ve tên dagirkirin. Ev gund ji bo baskên talanker ên Dersîmê di hundir de berbelav bibin bi roleke qonax û menzîlê radibin... Lazim e ku Wîlayeta Dersîmê were vesazkirin, îdareyek leşkerî bê rêxistinkirin û islahkirin li gor bernameyekê be. Di 1935 û 1936’an de wê rê, qereqolên wê werin avakirin. Eger heta bihara 1937’an amade bibe, wê di bihara 1937’an de radestî fermana Walîtiya 2. Hêza Tumenê ya nîzamî û seferber bê kirin.” 

Piştî ev qetlîam pêk tê, Konsolê Îngilîzan ê demê yê li Trabzonê di dawiya raporek xwe de ku ji bo Sefîrxaneya Îngilîz a li Enqereyê dişîne, dibêje ku “Êdî ya tê gotin ev e; Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd, bi dawî bûye” û alîgirtiya xwe ya Kemalîzmê nîşan dide.

Di encam de; zêdetirî 200 gundan tên şewitandin, bi hezaran mal têne texrîbkirin. Bi deh hezaran bi darê zorê tên koçberkirin. Ya ecêb jî ew e ku yên di tepisandina berxwedanê de qaşo li rex TC cih digirtin jî hatin sirgûnkirin. Ya hatiye kirin jî li gor pênaseyên hiqûqa navneteweyî, qirkirin e. Hewldana tinekirina sîstematîk e. Eger jenosîd ango qirkirin, bi zanebûn an jî bi awayekî bi sîstematîk tinekirina komek nîjadî, olî, siyasî yan jî etnîkî be, ya hatiye kirin bavê jenosîdê ye. Dema ku Qirkirina Dersîmê pêk dihat, Hikûmeta Nazî ya Elman jî di pêşengtiya Hîtler de li dijî Cihûyan bi qetlîamên hemreng re mijûl dibû. Û sala 1945’an dema 2’yemîn Şerê Cîhanê qediya, bi hevpeyman-nîqaş-protokol-şert-lihevkirinan ve ev cureyê qetlîamê wek “qirkirin” hatiye binavkirin û cihê xwe di nav kategoriya sûc-cezayên gerdûnî-navneteweyî de girtiye.

Piştî berxwedan tê tepeserkirin, domahiya 10 salan Dersîm wek “Herêma Qedexekirî” tê îlankirin. Piştî qetilkirina sîstematîk a wek Qetlîama Sor tê zanîn, TC ya Kemalîst vê carê jî Qetlîama Spî ango qirkirina çandî wê bixe dewrê. Destpêkê wê li Dersîmê ji serî heta binî dibistanên leylî ava bike. Wek avahiyên herî mezin û bi heybet wê baregehên leşkerî bêne avakirin. Ji bo pitikan wê destpêkê navên mîna Kemal, Kazim, Îsmet bêne hilbijartin. Bernameyek Tirkkirinê ya taybet wê bikeve dewrê. Jixwe kampanyayek Tirkkirinê ya ku li vir serkeftî bibe jî, wê pêl bi pêl li tevahî Kurdistanê were berbelavkirin.

Ji vegotinên şahidan em pê dihesin ku heta îro jî hê li Çemê Laçê, Çemê Kûtû, Derbenda Alî (Alî Bogazi) hestiyên mirovên ku hatine gulebarandin, ji zinarên Îksorê hatine avêtin hene.

Helbesta “Întîkam (Tolhildan)” a Nûrî Dersîmî, esas asta hovîtiyê pêkhatî radixîne ber çavan. Dema ku Nûrî Dersîmî yê Baytar dîtinên xwe li helbestê rêz dike, xîtabî Ciwanên Kurd jî dike:

“Ey siberoj û hêviya nîjada min Ciwanê Kurd! Ez vê xebata nacîz diyarî te dikim. 

...Guh bide hawara zarokekî Kurd ê Dersîmî, tenê arasteyî te ye û hêviya mehşera tolhildana Kurdekî derbeder ê ji welatê xwe pir dûr e, li diyarên xeribiyê dilên wî bi êşên neteweyî ditevize, ruhê wî minêkarê avabûna siberoj û azadiya Kurd e ku ji zîperên te yên natewe dike! 

Ez bi feryada bi hezaran bûk û keçên me ku ji bo namûs û şerefa te nekevin nav lingan, xwe ji tehtên asê, zinarên erjeng ên welêt avêtin hembêza mirina xelaskar, bi ser te dinalim. 

Ez bi feryada kûr a Kurdên kolekirî ku hê îro jî, li ber deriyê dijminên nemerd bi êsirtî dijî, her roj, her kêlî dilop bi dilop dimire, nîjad, ziman û nirxên wê tên biçûkkirin, bi ser te de digirîm... 

Dema ku çavên xwişk û birayên me bi kuştinê dihatin girtin, ji çiyayên zimrûd ên Kurdistanê, zozanên tavîn hatin sirgûnkirin, li erdên bejî yên Anatolyayê ji birçîna mirin, bi nizeya dijminê qehpe, bi guleya wî hatin îmhakirin û gunehên wan tenê Kurdbûyîna wan bû, tu mîna rojekê li asoyên hêviyên wan diyar bû... 

Wesyetek wan a amir û qehar ji bo te heye ku tenê peyvek e: 

TOLHILDAN! 

Tolhildan! 

Ji bo paqijkirina namûsa Kurd. 

Tolhildan! 

Ji bo şakirina bi sed hezaran zarokên Kurd ên hatin nizekirin. 

Tolhildan! 

Ji bo haşkirina veqîrînên li asoyên Kurdistanê yên bûk û keçên me, yên avêtin girdavan, di agiran de şewitandin. 

Tolhildan! 

Ji bo pêkanîna armancên bi hezaran qurbaniyên welêt, di bin sêdarê de bi qehremanî silav dan mirinê û bi gotina “Bijî Kurdistana Azad û Serbixwe!’ taca şehadetê dan serê xwe. 

Tolhildan...