1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. ‘An em ê bibin yek an jî em ê yek bi yek biçin’
‘An em ê bibin yek an jî em ê yek bi yek biçin’,an,em,ê,bibin,yek,an,jî,em,ê,yek,bi,yek,biçin

‘An em ê bibin yek an jî em ê yek bi yek biçin’

Ji bo Japonan di Duyemîn Şerê Cîhanê de tiştên li Hîroşîma û Nagazakî hatin jiyîn qet nayên jibîrkirin. Halepçeya Kurdan a 27 sal berê hat jiyîn jî dişibe vê

A+ A-

BEHDÎNAN - DÎREN ŞERVAN - ANF

Ji bo Japonan di Duyemîn Şerê Cîhanê de tiştên li Hîroşîma û Nagazakî hatin jiyîn qet nayên jibîrkirin. Halepçeya Kurdan a 27 sal berê hat jiyîn jî dişibe vê. Komkujiya Helepçeyê ya di 16’ê Adara 1988’an de hat jiyîn birîna wê hê teze ye. Di komkujiyê de nêzî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin û yên ku ji komkujiyê rizgar bûn jî hê bandora komkujiyê ji ser xwe navêtine. Zerarên civakî, aborî û ekolojîk yên êrîşê jî hê li benda zelalbûnê ne. Hewldana komkujiyê ya li dijî Kurdan îro jî wek parçeyekî girîng ê dîroka Kurd li Şengalê tê ceribandin.

Tevgera qirkirina li ser Kurdan di sedsala 20. de gur bû. Li ser Rojhilat Navîn têkoşînên hegemonyayê û neteweperestiya netewe-dewletê çavsor bû û bi vê re li ser Kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê derket asteke ku Kurdan tine dike. Kurd li herêmê bûn amûrê polîtîkayên kesên din. Van polîtîkayan bi xwe re komkujî anî. Yek ji van komkujiyan jî Komkujiya Helepçeyê ya li Başûrê Kurdistanê bû.

Komkujiyeke weke vê îro jî hewl tê dayîn ku bê jiyîn. Bi van komkujiyan re di serî de Şengalê dixwazin Kurdistanê bê Kurd bihêlin. Li aliyekê hêzên empeyalîst, li aliyekî dewletên herêmî yên paşverû-faşîst û li aliyê din Kurdên hevkar ên ku dixwazin yekîtiya Kurdan biqedînin her tiştî dikin heye. Ev hêzên ku bû sedem Kurd di tevayî dîroka xwe di bin mêtingeriyê de bijîn, ev polîtîkayên tinekirina Kurdan di 16’ê Adara 1916’an de bi Peymana Sykes-Pîcot xistin jiyanê.

DESTPÊKIRINA QIRKIRINÊ

Hêzên ku serkêşiya wê Îngîlîstanê dikir, di sedsala 20. de pergalek ava kirin û vê pergalê pirsgirêka hebûnê ya Kurdan da jiyîn û Kurd neçar man hebûna xwe îspat bikin. Yekem hewldana ku Rojhilata Navîn kir rewşa herêmeke ku nekare pirsgirêkan çareser bike, Peymana Sykes-Pîcot ya di berdewamkirina Yekemîn Şerê Cîhanê de bû.

Ji hikûmeta Îngîlîz Mark Sykes, ji hikûmeta Fransayê George Pîcot peyman îmze kirin û Rûsyayê jî îmze kir. Li gorî peymanê Kurdistan jî têde li Rojhilata Navîn gelek dewlet dihatin avakirin û herêm wê ji nû ve bihata dîzaynkirin. Vê peymanê ji lihevkirinên qirkirinê yên piştî şer dihatin kirin re zemîn ava kir.

Şerê ku çar salan berdewam kir, Dewletên Tifaqê ku piştgiriya DYA’yê girtin qezenc kirin. Plana piştî şer di bin însiyatîfa Îngîlîstan, Fransa û DYA’yê de pêk hat. Di encama vê de Peymana Osmanî û Sevr (10'ê Tebaxa 1920) hat îmzekirin.

“Kurdistan, li ser rêya Hîndîstanê ya Îngîlîzan e. Her wiha Çemê Dîcle yê rehê Iraqê ye jî tê kontrolkirin. Ji ber vê jî çi dibe bila bibe, divê ev di bin kontrola Îngîlîzan de be û divê teqez ne dewletek serbixwe be.”(Ji arşîva Kurdistan a Îngîlîstanê)

Beşa der barê Kurdan de ya di Peymana Sevrê de di xalên 62. 63 û 63 a peymanê de cih digirin, li gorî vê beşeke mezin a Bakur û Başûrê Rojavayê Kurdistanê û bi giştî Rojhilatê Kurdistanê ji derveyî Kurdistanê dihat hiştin.

Dîsa dema ku Îngîlîzan polîtîkaya Kurdan ava dikir, ger em li tespîtên ku referans girtiye binêrin: “Gelê Kurd gelekî cahîlin ku nizanin ku li ser xezîneyek çawa dijîn û potansiyela xwe nizanin. Ji pirsgirêkên, bi dewletên ku di bin bindestiya wan de ne û ji pevçûnên navbera xwe û netewebûnê wêdetir pisgirêkên wan yên herêmî hene. Hêzek dikare li dijî dewletên herêmê bê bikaranîn lê gelekî ku divê her tim di bin zextan de be ye.”

Bi van polîtîkayan bi hedefa ku her tim ji derve piştgirî ji bo Kurdan tê dayîn re di aliyê ku wê bibin dewlet de hêvî hatin afirandin, dewletên hêermî jî di mijara Kurdan de bê bawerî, bi guman hiştin. Bi vî awayî vê jî zerar da derfetên jiyana bi hev re ya gelan.

Lê hesaban negirt. Li Anatoliya Navîn li dijî hêzên tifaqê gel ket nava berxwedanek mezin. Bi vî awayî bingeha ku bi Sevrê re hatin diyarkirin ku di encama tevgera rizgariyê de bê bandor hat hiştin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên piştî şer derketin holê, ji bo bên çareserkirin hewcedarî bi peymenek nû ya aştiyê dîtin. Piştî Şerê Rizgariyê Sevr bê bandor ma û Peymana Lozan hat amadekirin. Di dema vê peymanê de pirsgirêka gelek sînoran hat nîqaşkirin.

Peymana Lozanê parçebûna Rojavayê Kurdistanê erê kir. Li Başûrê Kurdistanê jî di Mîsakî-Mîllî çarçoveya sînoran de nêz nebûne û destûr dane parçebûnê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parçebûna Kurdistanê wek ‘dîroka qirkirina Kurdistanê’ nirxand.

PIRSGIRÊKA KURD KÛR DIBE

Waliyê Giştî yê Iraqê Sîr Wîlson yê Îngîlîz, dagirkirina Iraqê ya ji aliyê Hêzên Îngîlîz ve wiha nirxand: “Mifteya vê herêma stratejîk Iraq e. Bi dagirkirina Iraqê re me xencer li dilê cîhana Îslamê da û bi vî awayî jî me pêşî li Misilmanan girt ku xerabiyê li me bikin. Mezopotamya ji bo me mîxê herî girîng ku em dikarin hemû dewletên herêmî di bin serdestiya Îngîlîstanê de bigirin. Ji ber vê yekê divê welat bi dewletên Ereb û Îslamî re nebe yek û ji wan dûr bikeve.”

Îngîlîstanê piştî ku Komara Tirkiyeyê anî rewşa netewe dewletê heman tişt li Iraqê jî pêk anîn. Bûyîna van dewletan a netewe-demokratîkbûnê, dihat wateya ku pirsgirêka Kurd qat bi qat kûr bûye.

Di 30’ê Hezîrana 1930’’i de peyaman Îngîlîstan-Iraqê hat îmzekirin. Iraqa di bin lîderiya Kral Faysal de gihişt serxwebûna xwe. Di peymana mijara gotinê de daxwazên Kurdan cih negirt. Vê jî pirsgirêk berdewam kir û Kurdan bertekên xwe bi serhildanan nîşan da. Bi vî awayî pergala bi pêşengiya Îngîlîstanê pirsgirêka Kurd a li Iraq û Tirkiyeyê derxist holê.

LI ROJHILATA NAVÎN HESABÊN NÛ

Di salên 1980’ê de li Rojhilata Navîn Fîlîstîn û Îsraîlê demeke bi xeter dijiya. Pirsgirêka Kurd jî bi pêşengiya PKK’ê zindî dibû. Li Tirkiyeyê muxalefetek şoreşger a cidî hebû. Ligel van hemûyan DYA-CIA'yê rejîma Îran Şah hilweşand. Îran bi polîtîkayeke dij-Amerîka dîsa derket sahneya dîrokê. Ev ji bo şerê Îran û Iraqê bû hincet.

Bi şoreşa Îslamê ya 1979’an re, rejîma Îranê ket nava hewldaneke ku hevsengiyên heyî yên Rojhilata Navîn tehdîd dike. Wateya vê ya siyasî jî hevkarekî nû bo hêzê navneteweyî ku Rojhilata Navîn ji bo berjeweniyên xwe bi teşe dikirin, hebû. Yan bi wan re wê li hev bikira û tawîz bida yan jî wê ev rewş qebûl nekiriba û mudaxale bikira. Ji bo pêşî li vê avabûnê bigire, polîtîkaya sereke ya demî hêza xurt bikişîne nava şer.

SADDAM PIŞTGIRIYA GAZA KÎMYEWÎ GIRT

Di nava karekî wisa de ji bo lîderiya neteweperest a Ereban Saddam Huseyîn hat hilbijartin. Rejîma Saddam bi ser rejîma Humeynî de birin. Dewletên Rojava her cure piştgiriya aborî, teknîk û dîplomatîk dan. Piştgiriya gaza kîmyewî hat dayîn û ev jî ji aliyê dewletên endamên NATO’yê ve hat kirin.