1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Artêşa Kolombiya meheke din navber da bombebaranê
Artêşa Kolombiya meheke din navber da bombebaranê,artêşa,kolombiya,meheke,din,navber,da,bombebaranê

Artêşa Kolombiya meheke din navber da bombebaranê

Li Kolombiyayê ku ji sala 2012'an û vir ve hevdîtinên aştiyê lê dewam dikin, hikûmet li şûna agirbesteke mayînde hewl dide bi sozên demkî yên leşkerî re pêvajoyê bimeşîne

A+ A-

Bagota - Anf Li Kolombiyayê ku ji sala 2012'an û vir ve hevdîtinên aştiyê lê dewam dikin, hikûmet li şûna agirbesteke mayînde hewl dide bi sozên demkî yên leşkerî re pêvajoyê bimeşîne. Serokdewlet Santos ragihand ku bombebarana li hemberî gerîlayên FARC'ê wê meheke din jî neyê kirin.

Jûan Manûel Santos diyar kir ku gerîlayên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) di nava meha derbasbûyî de li gorî agirbesta yekalî tevgeriyane û anî ziman ku bombebarana li hemberî gerîlayan meheke din hatiye sekinandin.

Santos da zanîn ku li gorî agahiyên ji Wezareta Parastinê û rayedarên leşkerî wergirtiye dibêje FARC li gorî agirbestê tevdigere û got, "Ji ber vê yekê min biryara rawestandina bombebaranê meheke din dirêj kir û dibe ku vê yekê di dema pêş de jî bikim."

Santos diyar kir ku biryara rawestandina bombebaranê wê tevkariyê li muzakereyên aştiyê bike û gefên xwe yên li hemberî FARC'ê jî dewam kir. Santos got, "Ji xwe dema me gefa li hemberî gel hîs kir, em ê bombebaranê bikin. Min ev yek beriya niha gotibû."

Şerê di navbera FARC û artêşa Kolomiyayê ji sala 1964'an û vir ve dimeşe ku heta niha herî kêm 220 hezar kes ji ber vî şerî jiyana xwe ji dest dan, 5 mîlyon kes jî ji cih û warên xwe bûn. Ji bo bidawîbûna vî şerê herî demdirêj ê Latîn Amerîkayê, bi navbeynkariya Kubayê di sala 2012'an de muzakereyan destpê kiribûn û ev muzakere hînê dewam dikin.

Jûan Manûel Santos ku par cara duyemîn ji bo serokdewletiya Kolombiyayê hat hilbijartin, bi sozên xwe yên ji bo dewamkirina hevdîtinên bi FARC'ê û armancên aştiyê re, hilbijartin qezenç kiribû.