1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Astengkirin biryara şer e"
"Astengkirin biryara şer e",astengkirin,biryara,şer,e

"Astengkirin biryara şer e"

A+ A-

Hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve dixwaze ku rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de rol bilîze, lê ji aliyê din jî di hemû pêvajoyên krîtîk de ewil êrişê Ocalan dike. Di demekî ku pêvçûn, operasyon, mirin zêde dibin de AKP cardin hevdîtinên bi Ocalan re ji mehekî zedetire bi sedemên pêkenok asteng dike. Hindekaran ji ber vê helwesta AKP'ê fikarên xwe anîn ziman û ev yek bi gotinên wekî, "Ev astengkirina helwdanên aştiyê ye" nirxand û bang li hikumetê kirin da ku pêşiya Ocalan ê tenê yekemîn hêza dikare şer bide sekinandine bê vekirin.

Ji ber ku hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu gav navêje û di nav lêgerina tasfiyekirinê de ye cardin pêvçûn, operasyon û mirin li gelê Tirkiyeyê vegeriya. Ev yek jî him raya giştî û him jî derdorên têkildarê pirsgirêkê dike nav fikaran. Hikûmet îşareta kurkirina pêvçûnan dide û ji bo piştî cejnê randevûya şiddetê dide kurdan. Di pêvajoyek wiha de jî rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 12 sale pêşiya rewşên xirab digire rastê tecrîda AKP'e hat. Ji mehek zedeye hikûmeta AKP'ê destura hevditinê nade parêzerê Ocalan. Hindekarên ku li ser mijarê hur dibin jî fikarên xwe anîn ziman û vê helwesta hikûmeta AKP'ê wekî biryara kurkirina şer bi navkirin. Her wiha hindekaran dan zanîn ku Ocalan yekemîn hêza ku dikare şer bide sekinandine lewma bang li hikûmetê kirin ku Ocalan cardin mudaxilê pêvajoyê bibe divê bingeh bê amedekirin.

Hîndekar Kentel: Bi helwesta li hemberê Ocalan hestên Kurdan tê şikandin

Hîndekarê Zanîngeha Bîlgiyê Ferhat Kentel, astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re bi gotinên wekî, "Ev yek bandorek erênî li ser pêvajoya çareseriyê nake" nirxand. Kentel bi gotinên wekî, "Ger ku em wateya Ocalan ya ji bo kurdan li ber çavan bigrin astengkirina van hevditina kuştina vê wateyê ye" nirxand û wiha domand: "Bi şikandina van hestan bi astengkirina van hevditinan muzakere nabe, çareserî nabe." Kentel sedema astengkirina hevdîtinan jî lêgerîna Ocalan ya çareseriyê da nîşan û wiha domand: "Ocalan her tim zimanê muzakereyê û ji bo aştiyê zimanê erenî bi kartîne. Ji ber vê yekê jî astengkirina hevdîtinan bi kirê derdorên ku aştiyê naxwazin tê. Astengkirina van hevditinan politikayek bi zanetî ku ji aliyê van derdorên aştî nexwaz ve tên meşandin e."

Kentel got ku her çiqas sedema hevditina bi aweyek eşkere neyê zanîn jî tê fêmkirin û bang li rêyederan kir da ku vê helwesta li hemberê Ocalan bi dawî bikin. Kentel bi mabesta cejna remezanê jî banga çareseriyê kir û wiha pede çû: "Hin demên dirokî û mirovî hene. Cejn jî wisa nin. Hun bawer bikin jî nekin jî cejn kevşopiya mirovahî ye... Di van deman de neyartî ji holê tên rakirin. Divê ji bo aştiyê jî cejnê encamek bê derxistin. Ev cejn dibê bibe sedema pêşî lê girtina van buyerên ne baş. Ji bo vê yekê jî divê Ocalan cardin û bi lez bê beşdarkirinê pêvajoyê. Ji bo vê yekê divê hin gav bên avêtin mesela îadekirina parlamenteriya Hatîp Dicle, vegera BDP'ê ya meclîsê fîlan... Ev yek jî bi niyetê baş dibe bi ferasetên leşkerî ne mimkun e. Ji bo ku em zimanê aştiyane bi hêz bikin bi bilê van gavan tu çareya me tûneye."

Hîndekar Aktar: Herî dawî Ocalan neçare ku vê pirsgirêkê bi Ocalan re çareser bike

Hîndekar Cengîz Aktar jî da zanîn ku Ocalan yekemîn hêza ku ji bo aştiyê helwdide ye angaşt ku Ocalan ji li aliyê rêxistina xwe û him jî ji aliyê dewletê ve rastê sansur û tecridê dêt. Aktar sedema vê yekê jî bi gotinên weki, "Ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê tiştên rast û cuda dibêje" anî ziman û got ku li gel hemû helwdanên Ocalan hevditinên li İmraliye venegeriya ye muzakereyan. Aktar wiha got: "Kî çi dibêje bila bêje rola Ocalan di astengkirina şerê Tirk-Kurd li gor min pir girîng e. Ji xwe hikûmet jî vê yekê qebûl dike." Aktar xwest ku ji nû ve hevditîn bi Ocalan re bên li darxistin û got ku ji bo çareseriyê jî ya girîng îradeya siyasî ya çareseriyê ye. Aktar wiha domand: "Li gel hemû tiştî Ocalan divê bê îknakirin bê beşdarkirinê vê pêvajoyê. Li gor min dewlet di encaman van buyeran de muhasebeyek dike û hevdîtinan di ber çavan re derbas dike. Ez bawerim ku dê ev hevdîtin cardin bên dest pêkirin. Ji ber ku tu riyek din tuneye. Tirkiye çawa dibe bila bibe neçare ku vê pirsgirêkê çareser bike. Riya vê yekê jî di diyalog û muzakereyan re derbas dibe."

Ercan Çitlîoglu: Dê krîza BDP'ê bê çareserkirin

Pisporê Ewlekariyê û Hindekar Ercan Çitlîoglu jî ji ber geşedanên dawî tevgera kurd suçdar kir û ji bo hevdîtin û muzekerayan jî BDP'ê nişan da. Li gel hemû nêrina xwe ya ewlekariyê Çitlîoglu jî da zanîn ku bi rêbazên leşkerî pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha domand: "Li gor baweriya min divê di têkoşîna bi terorê de stratejiya giştî li ser encaman nebe li ser sedeman be. Ger ku ev stratejî li ser encaman be dê tedbîrên hişk û leşkerî bê girtin. Lê heya li ser sedeman neyê sekinandin û riya diyalog û muzekereyê neyê vekirin pirsgirêk çareser nabe. Ji bo vê yekê navnişana reya BDP'ya ku dengê kurdan standiye ye. Divê hikûmet bi BDP'ê re hevdîtin bike. Ez bawer dikim da ku dê krîza neçûyina meclisê ya BDP'ê jî rêbazek nerm bê çareserkirin. Ez vê yekê wekî baweriyek tînim ziman." DÎHA (kk/mae)


Bêjeyên Miftehî