1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Atalan: AKP li Nisêbînê têk çû
Atalan: AKP li Nisêbînê têk çû,atalan,akp,li,nisêbînê,têk,çû

Atalan: AKP li Nisêbînê têk çû

A+ A-

MÊRDİN (DÎHA) - Parlementerê HDP'ê ya Mêrdînê Alî Atalan anî ziman ku hikumeta AKP'ê di êrîşên qîrkirinê ya li hemberê Nisêbînê ku roja di 70'yan de ye têk çûye û rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê jî berdewama derbeyê ye. Atalan destnîşan kir ku qada xebatê ya wekîlên HDP'ê ne tene meclis e wiha got: "Mafê parlementerên HDP'ê bi veguhartina zagonê ji holê ranabe. Hebûna me ji gelê me û baweriya doza me tê. Bi bêdengiyê aştî pêk nayê. Dive hemû gelên Tirkiyê guh bide bangawaziyên HDP'ê yê aştiyê û bi me re rabin ser piyan."

Parlementerê HDP'ê ya Mêrdînê Alî Atalan ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di bin êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP'ê de dimîne, êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP'ê ya li ser Kurdistanê, sendroma Nisêbînê ku hêzên dewletê neçar dihêle û rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê nirxand.

'Dijminiya hikumeta AKP'ê dê bibe şerma mirovahiyê'

Atalan anî ziman gelê kurd li hemberê şerê li ser Kurdistanê ya ji aliyê Qesr û hikumeta AKP'ê ve bi hemû derfetên leşkerî û teknolojîk tê meşandin sekna xwe ya birûmet didomîne û wiha got: "Hikumeta AKP'ê 70 rojin êrîşên qîrkirinê ya li hemberê Nisêbînê didomîne. Di aliyê siyasî û exlaqî de têk çûye. Berxwedana Nisêbînê ji niha de di nava rûpêlên dîrokê de cîh girt. Dibe ku îro zêdeyî sed hezar mirov bi zorê koçber bûbe. Zarok ji cih û warê xwe koç bûbin, lê sekna xwe ya berxwedêr parast. Gelê Nisêbînê ji bo pêşeroja gelê kurd vê eşê dikşîne. Bajar û kolanên hatî şewitandin û hatî hilweşandin, nîşana serkeftina Nisêbîn û têkçûna hikumetê ye. Ev dîmenên xerakirin û talankirinê dê bo gelê me û ji mirovahiyê her dem bibe rûyê reş. Bi dijminiyê encamên êrîşên dijminiya hikumeta AKP'ê dê bibe şerma mirovahiyê."

'AKP koalîsyona qîrkirinê ava kiriye'

Atalan balkişand ser wêneyê cenazeya ku darê ve hatî daliqandin û di medyaya civakî de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatî parvekirin û wiha axivî: "AKP bi faşîzmê re koalîsyona qîrkirina li ser kurdan ava kiriye. Ji ber vê yekê bêhiquqiyan jî kar têne. Cenazeya ku tê îdea kirin aidê jinekê ye rûyê AKP'ê ya faşîzan û qirêj bi avayek vekirî aşkere dike. Ev wêne qirêjiyên li ser Kurdistanê bi kurtasî dide nîşandan. Diyare ku gelek kiryarên bi vî avayê hatiye pêk anîn û di encamê de gelek wêneyên wekî vê qirêjiyê hê jî derneketiye holê. Dewlet gel ji çavê xwe xistiye û bi dijminî dest pê kiryarên dijî mirovahiyê kiriye."

'Rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê berdevama derbê ye'

Atalan rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê bi gotina rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê jî berdewama derbeyê ye nirxand û got ku hikumeta AKP'ê bi tunekirina vîna gelê kurd pergala faşîzan derbasî jiyanê dike. Atalan dest nîşan kir ku hikumeta AKP'ê bi çeteyên wekî El-Nusra re dixwaze geşedanên Rojhilatanavîn ji nû ve saz bike û axaftina xwe wiha domand: "AKP çeteyên Ergenekonê jî daye pişt xwe û HDP'ê ya ku li pêşiya AKP'ê asteng û dengê gelên Tirkiyê ji holê rake. Lê bila bizanin ku mafê parlementeriya me bi veguhartina zagonê ji holê ranabe. Mafê parlementeriya me ji gelê me û baweriya doza me tê."

'Mussolînî, Franko, Hîtler û Saddam Hûseyîn jî...'

Atalan da zanîn ku rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê bi demî ye û wiha lê zêde kir: "Ev roj bi berxwedayinê de derbas bibe. Qada xebatên me ne tenê li meclîsê ye. Hewcehî hebe em ê bi gelê xwe re hemû mafê xwe yên demokratîk û huquqî li kolanan, di rêxistin kirinê û dîplomasiyê de kar bênin. Di dîrokê de derbeyên wekî îro hatiye ditîn. Mussolînî, Franko, Hîtler û Saddam Hûseyîn jî bi van rê û rêbazan ceriband. Dîrok bûye şahidê dûmahiya van jî. Ji ber vê yekê dive gelên Tirkiyê ji bo aştî û azadiya gelan û dawî kirina şerê li ser Kurdistanê tebikoşe."

'Dengdayên AKP'ê ji bo rawestandina xwînê dane'

Atalan anî ziman ku yên di 1'ê Mijdarê de deng dan AKP'ê jî bi armanca şerê li Kurdistanê raweste deng dan û wiha got: "Dengdayên AKP'ê ji bo rawestandina xwînê dane. Lê encam wisa derneket, dijber bû û pêhtir xwîn herikî. Piştevanî dayîna AKP'ê û li hember şerê AKP'ê bêdeng mayîn, şirîkatiya xwîna ku tê rijandine."

Atalan ji bo rawestandina êrîşên qîrkirinê banga serhildanê gelên Tirkiyê kir û bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: "Hemû gelên Tirkiyê ji wahşeta li Cizîrê berpirsyare. Bêdengiyê aştî pêk nayê. HDP temînata aştiyê ye, ji bo vê yekê gelên ku demokrasî xwaz dive guh bide HDP'ê û bi HDP'ê re rabe ser pîyan. Dive gelên Tirkiyê berpirsyarê sereke yê şerê nas bike. Heger ku roja yekem gelên Tirkiyê li hember şerê dengê xwe bilind kiriban îro AKP ev qasî bi rehetî gefên şerê nedixwar. Dive êdî ji meşvanên şerê û zilmê re bêjin 'bese'. Dive gelên Tirkiyê di vê çarçevoyê de bibiryardariyekê sekna xwe nîşan bide."

(kom/ozp/mae)