1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Serkarê şerê taybet Erdogan e
Bayik: Serkarê şerê taybet Erdogan e,bayik,serkarê,şerê,taybet,erdogan,e

Bayik: Serkarê şerê taybet Erdogan e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku afirandina bendewariyên ji bo gavên çareseriyê, şerê taybet ê AKP'ê ye û destnîşan kir ku serkarê vî şerê taybet Erdogan e. Bayik got, "Ya ku Tirkiyeyê demokratîk bike têgihiştina HDP'ê ye."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de bal kişand ser rêbaza şerê taybet a AKP'ê û got, "Qala pêvajoya çareseriyê kirin, afirandina bendewariya ku wê gavên çareseriyê biavêje rêbazeke hikûmeta AKP’ê ya şerê taybet e ku bi vê dixwaze deshilatdariya xwe bidomîne. Tayyîp Erdogan serkarê vî şerê taybet e. Yên karakterê hikûmeta AKP’ê yê şerê taybet û psîkolojîk fahm nekiribin, yên ji 13 salên borî tiştek fahm nekirine."

Bayik ev nirxandin kir:

"Tevgera Azadiya Kurd ev 42 sal in ji bo azadiya gelê Kurd, di serî de Tirkiye ji bo demokratîkbûna dewletên herêmê têkoşînê dide. Bi deh hezaran şehîd, bi hezaran gazî, û bi hezaran dîlê di destê dijmin de, herî kêm 10 salan di girtîgehê de man hene. Herî kêm mîna wan berdelên giran ên êşên mezin bi gelê me dane kişandin hatin dayîn. Ev êş û berdel tev ji bo jiyaneke azad û demoratîk hatin kişandin. Bi van berdelan re jiyana azad û demokratîk ketiye rêyeke jêneveger. Di berdewamiya vê rêyê de Kurdistana azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk heye.

Tevgera Azadiya Kurd ji aliyekî ve têkoşînê meşand, ji aliyê din ve jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewletê û hikûmetên heyî re, kete nava lêgerîna çareseriyên siyasî. Peyamên xwe yên di vî warî de bi hevpeyvîna ku rahmetiyê Mehmet Alî Birand pêk anî ya sala 1988’an re bê navber ragihandin. Di her derfetê de ji bo hikûmetan peyam hatin şandin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk amade ne. Bêyî mêze bikin ku ka kîjan hikûmet li ser kar e, peyamên çareseriya demokratîk a siyasî hatin şandin.

Bi ketina nava lêgerîna çareseriyê ya bi hikûmeta heyî re jî tiştekî xwezayîtir tineye. Nabe ku bê gotin em ê bi vê hikûmetê re çareseriyê pêk bînin, ya din ra nayînin. Bê guman bi hikûmetên ji çepgir, demokrat û sosyalîstan re pirsgirêk hesantir çareser dibin. Lê belê bijarkeke lawaz jî be bi hikûmetên din re jî ketina nava lêgerînê, encameke xwezahî ya têkoşînên siyasî ye. Di vê çarçoveyê de di dema Serokwezaretiya Ozal, Çîller, Erbakan, Yilmaz, Ecevît û Erdogan de bi rêyên cuda danûstandina peyaman çêbû, hevdîtin pêk hatin.

Rêber Apo û Tevgera me di dema hikûmeta AKP’ê de jî kete nava lêgerînên çareseriya siyasî ya demokratîk. Hikûmeta AKP’ê ya li hember têkoşîna me tengav bû ji bo agirbest pêk werin her çiqas gelek navbeynkar şandibin jî ne bû xwedî têgihiştin, îrade û biryardariya çareseriyê. Lê belê Rêber Apo encamên têkoşîna 40 salî yên li ser civakê nirxandin, ji bo amadekirina dewlet û civakê ya ji bo çareseriya siyasî her wiha ji bo çareseriyê li ser AKP’ê ferz bike, bi gelek rêbazan têkoşîna siyasî meşand. Tevî ku karakterê Erdogan ê li pey hegemonayayê digere û tinebûna îradeya AKP’ê ya çareseriyê dizanîbû jî, ji bo atmosfera siyasî Tirkiyeyê ji bo çareseriyê guncaw bike hewladanên cihêreng dan. Di encama vê yekê de jî bi mutabakata Dolmabahçeyê heta astekê pêvajo gihişt encameke berbiçav. Her çiqas dewlet û serkêşên AKP’ê qebûl nedikirin jî mutabakata hevpar a Dolmabahçeyê ji raya giştî re hate aşkerakirin.

Bi mêzekirina hewldenên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd gihiştina encama ku nêta AKP’ê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd hebû şaşîtiyeke mezin û xeflet e. Ji ber ku di vê demê de AKP hikûmet bû, bû muxatabê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd. Eger hikûmeteke din hebûya wê ew bûba muxetab. Hikûmeta AKP’ê ji bo têk neçe, agirbest xwest; Rêber Apo jî ji bo amadekirina civak û dewletê ev yek li ber çavan girt. Dibê ku di vê pêvajoyê de hikûmeteke din hebûya wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên radîkal biavêta û di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşketin jî pêk bihata.

Hikûmeta AKP’ê nêzîkbûna maqûl û derfetên ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd pêşkêş kirin rast nenirxandin. Kete nava helwesta afirandina bendewariyê, mijûlkirinê û bidestxistina demê û di bêçareseriyê de israr kir. Li dewsa çareseriyê neçaraserî mîna mekanîk û diyalektîka desthilatdariya xwe girte dest. Di atmosfera bêçareseriyê de pêwistî bi xapandina Kurdan dît, ji ber vê yekê jî bendewariyek a mîna wê çareser bike afirand lê bi zanebûn polîtîkayê çaresernekirinê domandin. Hikûmeta AKP’ya ku neçareserî mîna mekanîka desilatdariyê bi kar anî vê carê negihişte hedefa xwe. Her wiha ji ber ku neçareserî mîna mekanîka deshilatdariyê bikar anî, ji aliyê gelê Kurd û derdorên ku heta niha ew destek dikirin ve hate cezakirin.

Di pêvajoya borî de atmosfera hinekî nerm a ji ber nêzîkatiyên maqûl û bi sebr ên Rêber Apo û Tevgera me afirand, mîna pozîsyoneke erênî ya AKP’ê di pêvajoya çareseriyê de divê neyê fahm kirin. Ji xwe şaş nêzîkbûn û xefleteke bi vî rengî heye. Bê guman tevgera me wê hikûmeta heyî muxetab girt. Ji bo vê hikûmetê derfetên herî zêde hatin dayin. Lê belê hikûmeta AKP’ê ev derfet xirab bikar anî, îstîsmar kir. Bi helwesta polîtîkvanên çeqel tevgeriya. Li gora xwe plan dikir ku Tevgera Azadiyê tasfiye bike û heta sax e mîna serokê bi erkên padîşahî hatiye erkdarkirin li ser deshilatdariyê bimîne. Lê belê mîna roviyê qurnaz ê bi çar lingan ve kete xefikê, Tayyip Erdogan bi xwe jî kete xefikê.

Gotina AKP’ê ya; "PYD ji DAIŞ’ê xetertir e" gelo têgihiştin û nêta wê nîşan nade? Ma Tayyîp Erdogan negot, "Berdel çi dibe bila bibe em ê derfetê nedin li bakurê Sûriyeyê sîstemek ava bibe?" Bi gotina, "Heta çekê nedeynîn serdana Îmralî pêk nayê" Serokwezîr Davûtolgû mikur hat ku şantajvan e. Kî bawer dike ku têgihiştina çareseriya pirsgirêka Kurd a yên dijmanitaya Rojava dikin heye? Ji têgihiştina ku dibêje heta çekê nedeynin hevdîtin bi Îmraliyê re pêk nayê, mirov dikare hêviya çareseriyê jê bike?

Di çareseriya pirsgirêka Kurd de ne têgihiştin, ne îrade, ne biryar, ne jî polîtîkaya AKP’ê heye. Hikûmeteke şerê taybet a gotinên Beşîr Atalay ên mîna, "Pêvajoya çareseriyê baş diçe, pêvajoya çareseriyê di qonaxeke baş de ye" mîna argûmana şerê taybet û psîkolojîk bikar tîne li pêşberî me ye. Qala pêvajoya çareseriyê kirin, afirandina bendewariya ku wê gavên çareseriyê biavêje rêbazeke hikûmeta AKP’ê ya şerê taybet e ku bi vê dixwaze deshilatdariya xwe bidomîne. Tayyîp Erdogan serkarê vî şerê taybet e. Yên karakterê hikûmeta AKP’ê yê şerê taybet û psîkolojîk fahm nekiribin, yên ji 13 salên borî tiştek fahm nekirine.

Ya ku Tirkiyeyê demokratîk bike û pirsgirêka Kurd çareser bike tegihîştina HDP’ê, projeya wê ya neteweya demokratîk û polîtîkaya dimeşîne ye. Kîjan partî aşkera bike ku wê bi bernameya HDP’ê re tevbigere, ew partî wê paşeroja Tirkiyeyê destnîşan bike; bi wê partiyê an koalîsyonê re wê derbasbûna 2023’an mimkûn be."