1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Belgeyên Ergenekona Kesk di destê me de ne"
"Belgeyên Ergenekona Kesk di destê me de ne",belgeyên,ergenekona,kesk,di,destê,me,de,ne

"Belgeyên Ergenekona Kesk di destê me de ne"

A+ A-

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di daxuyaniyên dayî ANF’ê de der barê çawa Cemeeta Fethullah Gulen xwe bi rêxistin kiriye û dewletê xistiye destê xwe de, agahiyên balkêş da. Karayilan diyar kir ku der barê Ergenekona Kesk de di destên wan de belge hene û ragihand ku ger rojnamevanên ku biwêrin tîp bi tîp biweşînin, em amade ne ku van belgeyane bidin wan.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Cemeeta Fethullah Gulen dewletê xistiye destê xwe û got; “Ger rojnamevanên ku bi xwe bawer hebin, bila di qûncikên xwe de binivîsin û bêjin “Em ê belgeyên ku wê PKK bidin, tîp bi tîp binivîsin” bila soz bidin, bila bêne gel me, em ê jî van belgeyan bidin.”

Daxuyanî û nirxandinên Karayilan wiha ne:

GLADIO QILIF GUHERTIYE

Ez ê der barê vê mijarê de hin tiştên girîng bibêjim: Ev yek rastiyek e ku li Tirkiyeyê Gladio ya ku girêdayî NATO’yê bû, demek dirêj bi awayê Ergenekonê rol leyîst. Vê Gladioyê îro qilifê xwe guhertiye. Di encama karanîna Ergenekonê ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan û demokratên Tirkiyeyê de ji hev ket, bû çete û ji bo dewletê bû bargiraniyek. Ji ber wê jî li ser esasê li derve hiştina Ergenekonê, qilifê wê guhertin. Rast e, pêkhateya Ergenekonê îro tê darizandin, lê belê Ergenekoneke (Ergenekona Kesk) li şûna wê tê bicihkirin û hatiye rêxistin kirin. Ez bi aşkereyî dibêjim, endamên Cemeta Gulen li her bajarekî xwe weke komîte bi rêxistin kirine, ew biryar didin wê rayedarên emniyetê, parêzger pêkanînên dewletê çawa pêk bînin, di rastiyê de ew bi rê ve dibin. Ev yek li Kurdistanê jî, li Tirkiyeyê jî wiha ye. Dibe ku hin bajaran tam bi bandor nebibûn û hin aliyên sîstemê nekitibin nava wan- lê wana jî li gorî daxwaza xwe dixin nava tevgerê.

ERGENEKONA KESK PÊVAJOYÊ BI RÊ VE DIBE

Beşa nava Ergenekonê de ku plana sûîqestê ya li hemberî Erdogan aşkere kir, her wiha aliyê ku dixwest derbeya Balyoz li hemberî AKP’ê derbe deyne, derxistin holê, vê beşê bi AKP’ê re îtîfaqeke cidî saz kir. Bi vî awayî ji leşker-dewletê, polîs-dewletê pêvajoya derbasbûnê dest pê kirin, wesieyta ku anîn ku cihê wesiyeta berê , ji bo parastina desthilatiyê ye. Ez naxwazim zêde li ser vê yekê rawestim, lê ez tiştek bêjim: Ergenekona Kesk vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Teqez “daraza dewletê, hiqûq filan û bêvan” evane hemû çîrok in. Bala xwe bidinê, ev operasyonên qirkirina siyasî ji cihek têne birêvebirin. Bê ku li belge û îsbatan binêrin, li ser esasê agahiyên sîxûrî yên ku werdigirin, dibêjin ku em kê bidin ber xwe wê ew tevger hilbiweşe, wê gelê Kurd êdî bê hêz bibe, wê neçar bimîne ku stûyê xwe xwar bike û bikeve ber bextê me’, bi vî awayî der barê wana de bi riya polîsan dosya çê dikin û wana digirin. Evane karên Cemeetê ne.

BELGE DI DESTÊ ME DE HENE

Ez ji kesên ku dibêjn “Nexêr, ev ne wisa ye” re dibêjim: Ligel me belge hene. Ger rojnamevanên ku bi xwe bawer hebin, bila di qûncikên xwe de binivîsin û bêjin “Em ê belgeyên ku wê PKK bidin, tîp bi tîp binivîsin” bila soz bidin, bila bêne gel me, em ê jî van belgeyan bidin. Em ê aşkere bikin ka Ergenekona Kesk çawa xwe li Tirkiyeyê bi rêxistin kiriye, û dewletê çawa xistiye destê xwe. Em vê dizanin.

FETWAYA SEÎDÊ NÛRSÎ Û FETWAYA GULEN

Di dema serhildana Şêx Seîd de fetwayek a kesayetê kurd Seîdê Nûrsî yê ku tu carî hebûna xwe ya kurd înkar nedikir hebû û digot; “divê tu mumînên misilman destê xwe nede xwîna kurdan.” Di dema Serhildana Şêx Seîd de yarbayek hat pirsî, Seîdê Nûrsî jî vê fetwayê dabû. Baş e, niha jî li fetwaya kesê ku dibêje ew li ser şopa wî dimeşin, Fethullah Gulen ê ku hin şîroveyên wî yên ji pirtûkên wî derdixe û hin beşên pirtûkê bi awayeke din şîrove kir, binêrin. Di navberê de çiqas nakokî hene? Tam berovajî ye. Ez naxwazim vê yekê zêde şîrove bikim, di nava wê fetwayê de dagirkeriyek qirêj û bi xwîn heye.

OLDARIYA FETHULLAH GULEN

“Koka wan biqelîne, wana biqedîne, tune bike”. Binêrin, artêşa tirk ewqas komkujî pêk anî, lê niha jî artêşê rexne dike. Dibêje “Ne 5 hezar, 50 hezar jî bin, we çima heta niha wana tune nekiriye”. Wê çaxê failên meçhul ên salên 90’yî li kû man? Parastina komkujiyeyek ji wê mezintir dike, fermana wê dide. Binêrin rûyê rast ê dagirkeriyê ev e, komkujî ye. Tu têkiliya vê jî bi dîndariyê re jî tune ye. Kesên ku ji Îslamê bawer dikin, bawermendên wê xwedî rûmet in; ji bo dagirkeriyê mirov ewqas xwînkar û xwînmij nabe. Ol weke perdeyekê bi kar tînin û dixwazin civakê pê bixapînin. Dixwazin bi vê serdestiyê ciwanên kurd, gelê kurd, bixin û li ser wê desthilatiya xwe ava bikin, dixwazin her tiştê bixin destê xwe. Van mirovane çavên xwe berdane ser vê yekê, çavê xwe berdane ser desthilatiyê. Armanca wan a sereke desthilatî ye. Nijadperestiya tirk ji xwe re esas digirin û dixwazin li her derê bibin serdest. Ev yek jî bi fermanên Fethullah Gulen ên vê dema dawiyê aşkere bû. Gelo mirove odlar çawa dikare bi vî awayî biaxive?Dikare behsa qetilkirina mirovan, tunekirina mirovan û qelandina koka mirovan bike? Gel wijdana wî destûr dide vê yekê? Gelo ew mirovên bêne qetilkirin kî ne? Zarên Kurdan ên ji bo azadiya kurdan derketine serê çiyayan. Di dawiyê de dixwazim vê bibêjim; kesê ku xwedî îdîa bin û soz bidin, bila bên em ê belgeyên Ergenekona Kesk bidin wana.

PEYAMA XURTKIRINA BERXWEDANÊ

Pêkanînên li derveyê pîvanên mirovahiyê, yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd û pêkanîna tecrîdê – Îşkenceya Îmraliyê; operasyonên li ser esasê tunekirinê û çekên ne li gorî mirovahiyên yên li hemberî gerîlayan têne bikaranî; îşkenceya li hemberî gelê kurd û operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyasetmedarên kurd ên ji aliyê dewleta AKP’ê û Cemeeta Gulen ve têne birêvebirin, mehkûmê binketinê ye. Evane encam nagirtin. Gelê kurd di encama hewldanên bi sedan salan de îro bûye xwediyê zanebûna berxwedanê, perspektîfên civaka demokratîk esad digire û wê nîşanî her kesê bide û wê hemû hewldanên dagirkeriyê, vala derbixîne. Wê her kes bibîne ku wê gerîla jî û civakî tekoşîna xwe berdewam bikin û li ser xeta berxwedanê wê di girîngiya vê dema dîrokî nîşanî her kesê bidin.”

ANF NEWS AGENCY