1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Ber bi Konferansa Neteweyî ve (Dosye)
Ber bi Konferansa Neteweyî ve (Dosye),ber,bi,konferansa,neteweyî,ve,dosye

Ber bi Konferansa Neteweyî ve (Dosye)

Ji dîrokê ber bi Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê ve

A+ A-

MURAT KOLCA Ji destpêka mirovahiyê heta niha gelê kurd gelek netew li xwe kirin mêvan. Gelek neteweyên li kurdan bûn mêvan xwestin bi kurdan bi reve bibin. Tu carî kurdan ji bo xwe desthilatdarî nekir aramanc. Ji ber ku kurdan rêveberî nexist destê xwe, her tim ji aliyê kesên derve hatin birêveberin. Her tim mafê wan ê civakî, siyasî çandî û aborî ji aliyê serdestan ve hate diyarkirin. Her tim dîroka wan ji aliyê desthilatdaran ve hate nivîsandin. Ji ber kurd di dîrokê de li nasnameya xwe ya neteweyî xwedî derneketin û tifaqa xwe ava nikirin, her tim ji aliyê şaristanan ve hatin perçekirin û li dijî hev bûn neyarên hev. Di sedsalên dawî de ji ber ku zext û pêkutiyên li ser kurdan zêde bûn, li dijî kurdan komkujî jî zê de bûn. Nasname, ziman, çand û hemû nirxên wan li wan hate qedexekirin. Li Dêrsim, Helepçe, Zîlan, Newala Qesaban, Qamişlo, Sînema, Mahabat û herî dawî li Roboskiyê rastî komkujiyê hatin. Ji ber ku kurd rastî neheqiyê tên û mafê wan ê neteweyî û gerdûnî tê binpêkirin êdî kurdan pêdivî bi “Konferansa Netewî ya Kurdistanê” dît û demek dirêj e ji bo konferansa neteweyî di nava hewldanan dene.

Gelê kurd bi hezar salan e li ser axa Mezopotamyayê dijîn. Li ser axa kurdan piştî Şaristanî ava bûn rewşa kurdan her tim ket nava xeteriyê. Piştî şaristanên din li ser axa kurdan bi cih û war bûn dest bi înkara nasname, çand, ziman û hebûna kurdan kirin. Xwestin kurdan wekî kole bidin xebitandin. Di dema niha de hêdî hêdî kurd ji dîrokê dersê digirin û ji bo yekîtiya neteweyî dikevin nava hewldanan. Di serdemen dîrokê de yekem car bi Koma Medan yekîtiya neteyeya kurdan hatiye avakirin. Ev mînak ji alîye fîlezofên wek Herodot jî te pejirandin û Herodot ji bo avabûna Medan dibejê, 6 eşîren kurdan wek bi nave Bûsaelan, Paretasenian, Strusatan, Arîzantiyan, Bûdîyan û Magîyan li dijî êrîşen Hîtîtan û Asûran bûne yek û sîwana Medan ava kirine. Bi wê tifaqê ji bi Persan re bûn yek û telûkêya Asuran ji holê rakirin. Kurd, demek dirêj li Rojhilata Navîn bûn desthilatdar, lê bi lîstîkekê Farsan deshilat bi deste Kîros ketê destê Farsan. Ji wê deme û şûn de jî kurd li nav sîyasêtê de cih negirtin.

Nezê 30 hewldanên deshilatbûyîne kurdan ji ber nakokîyen nav xweyî ji rûxandine xilas nabûn. Li gor berhemên gelek zanyarên dîrokî hatine nivîsandin der barê Erdnîgarîya Kurdistan ev agahî te dayîn: Erdnîgarîya Kurdistan li gor agahîyen fêrmî ya dîrokî ji 700 hezar kîlometrêkarê ye û ser wê xakê jî ji 40 mîlyona zedetir kurd lê dijîn û ser wê axê îmtîhanê dewletbûyîne ya kurdan ji 30’an zedetire. Di nav wan deshilatan de gelekê wan ji ber pirsgerekên nav xweyî an jî di encama êrîşen derva hatine rûxandin. Ji bo rûxandinan hincetên wek cûdahîya ziman, ol û çand tê nîşandan. Ev paşêroj jî dide diyarkirin ku kurd ji dîrokê heta îro yekitîyek xurt ava nekirîne û di encamê wê perçebûna xwe jî ji koletiya dagirkerîye xilas nebûye. Hewldanên kurdan yen bo deshilatdarîyê ye sedsalên dawî ji wek hewldanên Hikûmeta Salarî ku di navbera sala 942 û 1096’an de jîyan kirîye di encama pirsgerekên nav xweyî rûxiyaye. Dîsa hewldanên avakirina Komara Kurdistan a Demokratîk ya Mahabat ye ku 22’yê Çilê ya 1946’an hat avakirin jî ji ber ku di nav çar parçeya Kurdistanê de yekitîyek ava nebûye û deshilatên derva jî piştgirîya xwe je kişandîye nav salêke de te rûxandin. Herî davî jî piştê wan hewldanan dijî dagirkerên Kurdistan dewletên wek Tirkîye, Eran û Iraq serhildan destpe dikin. Serhildanên Mele Mistefa Berzêncî, Serhildana Şex Seîd, Serhildana Seyîd Riza, Serhildana Agîrî û Koçgirî jî çedibin le mixabin ji ber ku kurdan yekîtiyek di navbere xwe de ava nekirine hemû li nav herêmen ku serhildan têne tepisandin. Ev hewldanên dîrokî jî destnîşan dike ku kurd tu car bi destkeftîya parçêyeke nikarê rizgar bibin û bighijîn armanca xwe.

‘Deshilaten herêmî ji bo kurdan çare nîne’

Piştê tepisandina ev serhildanan, Kurd di sedsala 20’an de bi bandora têkoşîna rizgarîya netewî ya cîhanê dest pê kir û şûnde dîsa zindî dibin û bi pêşenktîya her sê tevgerên serekê wek Partîya Karkerên Kurdistan (PKK), Partîya Demokratên Kurdistan (PDK) û Yekitîya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) ava dibin. Gelek partiyên kurdan hene, lê herî zêde PKK, PDK û YNK di nava kurdan de tên naskirin û qebûlkirin. YNK û PDK li Iraqê ji ber berjewendiyên cîhanê rastî astengiyan nayên. Lê PKK’ê wekî teror bi nav dikin. Bi hewladên dewleten deshilatdar yen herêmî û navnetewî di navberê sala 1990’an û 2000’an de PDK û YNK dijî PKK dest bi êrîşe kirin. Ev wek dema “Şêrê Birakujî” hat binavkirin. Ev şer piştî sala 2000’an de di encama hevdîtinan de ber bi daviyê çû. Piştî re Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYA) li Iraqê walatekî sîyasî û leşkêrî çebû û Herêma Federal a Kurdistanê ava bû.

Dibegî: Rewşa me ya dagirkerî encamê paşarojê dîrokî ye

Serokê Komelêya Şorêşa Mezin ya Eylûle Dîrokzan Abdulwahît Dibegî, di derbarê îmtîhana deshilatê ya kurdan û hewldanên wan ye ji bo yekitîya netewî ya kurdan wiha axifî. “Dema kurdan dixwestin ku dewletekê avabikin, wê demê kesekê bi navê Dêwik hebû kesekî gelekî zana û jêhati bû. Di demê ku ew hat hilbijartin di wê demê de gelê kurd li bajarê Ekbetan bû dewlet û împratoreta Medya bi vi awayi hat avakirin. Hêvîdarim gelê kurd weke wê demê biryara xwe bikin yek û yeketiya xwe ya netewi di vê kongirê de avabikin. Ji ber ku hemu kurd yekin û yek rengê kurd heye. Ya din jî divê ku gelê kurd di her ali de çanda xwe bi parêzin û cil û bergên xwe winda nekin."

‘Konferans, ye qadêra kurdan diyar bike’

Dibegî, bal kişand lewazîya heste netewî ya kurdan û wiha axivî: “Divê ku em hestên netewîyatîyê pêşbêxin û ji netewîyatîya xwe nerevin. Ji ber ku niha mirov ji yekê kurd bipirse netewa wê çîye? Ye xwe ji netewa kurd nahesibine û netewa xwe biçuk dibine. Ji bona wê ji her ku diçe naqokîyen nav xweyî zêde dibin û pisgrêk nayên çareserkirin. Ji ber kû heya niha netewên kurd li hevdû komnebûne û pisgirêka xwe çareser nekirine. Ji bona van hemûtiştanpêwistiyekapirmezin bi KonferansaNetewîdibînim.Jiberku di vêkongrêkeder û xilasbunaziman û netewagelêkurd ye diyarbibe. Jiberkuheyanihajigelêkurd ne kariye bi zimanêxwe bi axivin û heyanihajiparçeyênyêKurdistanê bi tipênerebinivisenxwedinivisinheyanihanivisakurdanjinebuyeyek. Divêku li ser van pisgrêkanhemuyan were rawestandin”

Dibegî: Parçebûn bi yekitîyanetewî bi davî dibe

Dibegî diyar kir ku pewîstîya hevcûdakirina ziman û xaka kurdan jî heyê û wiha dawî li axaftina xwe anî. “Divê ku xaka Kurdistanê ziman û netewa kurdan were cudakirin ji welatên din. Ji ber ku her yekê ji aliyê xwe ve pareçeyekyê Kurdistanê ji bo xwe dikin sinor. Niha her perçeyekî kurdistanê ji xwe re kirin sînor. Ji bo yekîtiya kurdan divî sinor jî ji nava kurdan rabe. Hêvîdarim ku gelê kurd li welatê xwe û dewlemendî û diroka xwe bi zivir e û mafê xwe bi dest bixe. Divê êdî 4 perçeyên kurdistanê li hev kom bibin û yekitiya xwe ji holê rake. Divê rewşenbir, diroknas û siyasetmedarên kurd li hev bicivin û dawi li van parcebûna xwe bînin. Dema şêrê birakûjî bi avakirina KNK gavekê dîrokî tê avêtin

Bi pêşenktîya Kongrêya Netewî ya Kurdistanê (KNK), li nav kurdan gelek gaven girin ji bo yekîtîya neteweyî ya kurdan hatin avîtin û kurd ji asta demên “Şêrê birakûjî” ber bi asta yekitîya netewî ya kurdan de hatin. KNK bi hewldanên xwe heta îro jî ji bo yekitîya kurdan di nav hewladên giring rola xwe lîst. Endamê Revebir a KNK ye Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Kamuran Berwarî di derbarê hewldanên yekitîya kurdan û ji bo hewldanên konferanseke neteweyî ji ajansa me DÎHA’yê re axifî. Berwarî diyar kir ku bi avabûna KNK hedî hedî çarênûsa kurdan diyar bû. Bingeha yekîtiya kurdan hat avakirin û bo konferansê jî bingehek mezin hat avakirin. Divê di wê deme de PKK, PDK û YNK bibin yek helwest ji bo ev ked wala neçê kar bikin û yekitîya kurdan nebe qurbanîya berjewêndîyen sîyasî”

Piştê di sedsalên 18 û 19’an de dewletê neteweyî pêş ketin bandora xwe li Rojhilata Navîn jî zede kir. Bi pêşketina dewletbûnê ya li Rojlihata Navîn re dijî gele kurd polîtîkayêk tûnekirinê pêş ket. Di heman deme de serhildana kurdan jî li Turkîyê, Îran, Iraq û Sûrîye peş ket. Li dijî wan serhildanan komkujiyen ku bi hejmara sedhezaran te gotin beramberî kurdan hatin kirin. Herî dawî tekoşîna mafê gele kurd bi berpirsiyariya 3 partiyên sereke yên wekî PKK, YNK û PDK heta îro di rojeva cîhanê de man. Lê rayedarên dewletan ev tevgerên kurd anîn hemberî hev û bi hev dan şikanin. Di serî de YNK û PDK li hemberî hev şer kirin. Pişt re YKN û PDK'ê li hemberî PKK'ê dest bi şerê birakujiyê kir. Lê dîsa bêtir PKK di nava gel de belav bû û kok veda. Herî dawî di salên 1990’an de PDK û YNK dijî PKK dest bî êrîşe kirin. Ev her dû tevger jî carna ji bo deshilatê berambêre hev jî şer dikirin. Di encma wan şêran ku heta 2000’an berdevam kir de gelek şerwanên PKK, YNK û PDK jîyana xwe ji dest dan û ev dem di dîroka kurdan de weke “Dema sere qîrêj ya birayan” hate binavkirin. Demen ku şer berdewam dikir di serî de Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesen xwedî sekna neteweyî ji bo yekitîya kurdan û bo bidavîkirina “Şêrê Birakûjî” li nav hewladê bûn û gelek caran hevhatin û piştê wan hevhatinan gav bi gav yekitîya netewî hate sazkirin.

Bi KNK çarenûsa yekitîya kurdan tê diyarkirin

Piştî ku di nav kurdan de hesta neteweyî ber bi pêşketine we çû yekîtiya kurdan jî ket rojevê. Piştnî bi pêşenktîya gelek nûnerên partî, rêxistinên siyasî, civakî, roşenbîr û kesayetîyên welatparêz yên Kurdistanî bi mebesta avakirina dezgeheke bilind ya Kurdistanî, ji bo parastina berjewendî û yekîtiya neteweyê Kurdistanê di 26 Gulana 1999'an de li hev kom dibin û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ava kirin. Di avakirina KNK'ê de peyama “Di merheleyên şoreşê de li gorî rewş û konjektura navxweyî û ya derve, li goreyî hêz û şiyan û îmkanên neteweyî dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda derkevine pêşîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweyê Kurd heye ku biryara ”tayînkirina çarenivîsa xwe” bi xwe bide. Kurd dikarin otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan da, mafê xelkê Kurd heye ku her reng parastina rewa bi kar bîne. Xelkê Kurd herwisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadyarîyê da terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovî ve girêdayîye. Gelê Kurd ku hejmara wî nêzîkî 45 milyonî ye û di dirêjahiya dîrokê da, li ser axa xwe jîyaye, ji destpêka sedsala bîstan ve bindest û dabeşkirî bûyê û ji mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bêpar maye. Ev yek li dijî peymanên navneteweyî, peyama gerdûnî, yên mafên mirovan û hemû prensîb û qanûnên navneteweyî û xwezayî ye.Ji bo bidestxistin û bikaranîna mafên çarenivîsî û parastina nasnameya neteweyî û yekitîya niştimanî, em vê peymanê radigihînin û eşkere dikin ku em bi vê yekê bi agahdariya cihanî ya mafên mirovan, bi peymanên navneteweyî, peyamên gerdûnî û prensîb û qanûnên navneteweyî ve girêdayî ne”

‘Ji bo avakirina konferansa neteweyî keda KNK mezine’

Di kongrê de bi 24 xalan mekaqanûna KNK hate pejirandin. Piştê konferansa damezrandinê KNK ya 26 Gûlanê 1999’an, di 23 Têbaxa 2000’an de civîna duyem, 17’ê Qanûna 2001’an de civîna sêyem, 21’ê Qanûna 2002’an de civîna 4’êmîn, 14’ê Gûlana 2006’an de civîna 6’êmîn, 13-14’ê Qanûna 2008’an de civîna 9’êmîn û 28-29’ê Gûlana 2011’an de jî civîna 11’emîn pêk hat. Di hemû civîn û konferansan de bo konferansekê netewî helwest hate nişandan. Le sîyaseta kurd heta îro konferans pêk neanî. KNK niha jî ji bo yekîtîya hemû kurdan kar û barên xwe her çar parçêyen Kurdistanê û li welaten derva ku kurd le henê berdewam dike. Di derbarê hewladên yekitîya netewî ya KNK de Endamê Revebirê KNK ya Herêma Federal a Kurdistan Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku Konfreya Neteweyî yek ji xeyalên gelê kurde û di heman demê de pilanek ya Kurdane.Berwarî, anî ziman ku xewn û xeyalên pirojên kurdan wê di konferansa kurdan de bêne binav kirin û wiha got: "Ev projêya neteweyî porejêya KNK’ê ye. Di sala 2006'an de bi girani KNK li ser vê rawestaye û ji 2006'an heya 2008 xalên giring amadekirine di sala 2008 belgeyên sitratejiya KNK derketiye li hemû parçên Kurdistanê li hemû pati û hêzên siyasî belav kiriye. Ji vanan ji bi taybet Başûrê Kurdistanê, serokatiya herêmê û palemenê Kurdistanê me gihandine wan. Di haman demê gelek civin û konferans ji li ser çêbûne li her çar parçên Kurdistanê, li Ewrupe konferans, kongire, yan ji civinên jinan û ciwanan çêbûye ev yek ji daxwazên kurdan bû ku konferansek netewî bê li darxistin”

‘Bingeha konferansê ji her demê zedetir heye’

Berwarî da zanîn ku armanca konferansê ya yekêm eve ku danîna nexşeyek sitratejiya ji bo avakirina yek deng, yek rêziya kurdî û yekitiya netweyî ya kurdan e û wiha pêde çû: “Di heman demê de paşeroja kurdan û divirde bernameyek sitrateji ya kurdan li her çarparçên Kurdistanê bê avakirin. Bê guman ger sitratejiyek ji bo her çar parçê Kurdistan bê danin wê Kurdistan ji van gengeş û pirsgirêkên nav xweyî û derdor xilas bibe û tişte herî giring di konferansa de îttîfaq û hevgirtina kurdan e. Ger hevgirtina kurdan çêbê xalên lewaz yê kurdan wê ji holê rabe. Hêvidarim ku wê di konferansa kurdde ji bo ku çawan em bikarin li gel netewan bijin û bikarin di hemû aliyan de xwe rêxistin bikin û Kurdistanek yekgirtî û azad çêkin” Berwarî diyarkir ku bingehek konferansê heyê û got, “Zeminê konferansê heye di demên 2006-2008 dema KNK’ê destbi hizir û fikra konferansa kurd kirî zeminê wê heye. Zeminê konferansa kurd ji hemû zeminan bêhtir heye. Yan ji hêzên Kurdistanê bila bêjin ‘em bi xwe re nabînin ji zextên ji derdoran tên pêngavên pêwîst ji bo konferansa kurd bavêjin’ Bê guman tu wext hêzên ji derve nayê nabê je bila kurd bên cem hev kombibin konferansa netwî li darbixin netewa xwe ava bikin. Ger kurd ji konferansê yek netew, yek deng û yek helwest ji dernexe ji bo gelê kurd xirabe. Niha zeminek siyasi, aborî, felsefik, û zemînek çarenusa kurdan diyar bike heye.Tiştek nîne ku kurdan ji hev bike tu zemin ji bo vî zemînî ji amade nîne ku konferansa kurd bê avakirin. Ger welatên dagirker kurdan bike nava zincirek de derdora wan bigre wê kurd wê zincirê bişkêne û xwe di hemû aliyan de rêxistin bike”

Berwarî: Bila PKK, YNK û PDK ji bo amadekarîya konferansê bibin yek helwest’

Berwarî bang li rêxistinêk kurdan û bi taybetî bang li PKK, PDK, YNK'ê kir û xwest êdî li dijî hev tênekoşin. Berwarî, da zanîn ku di Kurdistanê de gelek kesên ku bi nav û dengin ku di Tv, ajans û rojnameyan de behsa konferansa kurd dikin ew kesên ku dixwazin gelê kurd bikin yek û bikarin xwe bi xwe rêvebibin pêwiste ku ew kes beşadarê xebatê konferansê bibin. Berwarî xwest hekû kesên yekîtiya kurd diparêzin divê tev li konferansê bibin û ji bo yekîtî û tifaqagelê kurd tev bigerin. Berwarî xwest nûnerên KNK, KCK, YNK û PDK'ê jî di nava komita amadekar de cih bigire û wiha pêde çû: "Divê ji her bejê civakê di nava kongreyê de cih bigirin. Divê siyasetmedar, nivîskar, rewşenbir, akademisyen, sendîkavan, karker, çotkar, karsaz aborînas, zimanzan û hemû beşên civakê hebin. Divê hemû hêzên kurd ên wekî PKK, PDK, PJAK, PAJK, YNK, PÇDK, PYD û hemû partiyên kurd yên ewropa di konferansê de amade bibin.

‘Armanca konferansê yekîtiya gelê kurd e'

Revebirê KNK'ê Kamûran Berwarî, da zanînku armanc ewe ku ne tenê kesekê bilind bikin û wiha pêde çû: "Em bername û pirojeyek mezin a azadîya gelê kurd li ser asta Kurdistana mezin amade dikin. Xala din ji ya giring hemû din û meshebên bi daxwaz û rengê xwe dinav konferansê de hebin. Di heman demê de çarenusa her çar parçên Kurdistanê di vê konferansê de diyarbikin ku siyaseta me ya netewi çawan be, siyaseta me ya herêmê çawan be û siyaseta me ya cihanî çawan be. Divê em siyaseta xwe gelek zelal ji bo gelê xwe jîji bo gelê cihanê jî ser rastiya herêmî û netewî destnişan û eşkere bikin. Pêwite rengên peywendiyê me li gel dewletên herêmî bên dest nişankirin rengên hikûmdariya pêşeroja Kurdistanê pêwiste bê dest nişankirin.Weke heya niha bindestî û vê koletiyê Tirkiye, Sûrîye, Êranê û Iraqê her gelê me li ber serjêkirin û kûştinê razîbibin. Na be gûman razî nabin ji ber ku ev qurbaniyê me dane ji vê mestirin pêwite Kurdistanek azad û rizgar û serbixwe ya konfediralizma demokiratik hebî weke xweseriya demokiratik ji bo Kurdistanê pergalek gelek nimûneye pêwîste her kurdek xwe dinav wê pergalê de bîbine û di wê demê de em peywendiyê xwe li gel deshilatên Rojjhilata Navîn destnişan bikin. Tû avayî jî pergala me dijî wan dewelatan nînin. Ji neha pêde kurd koletî û bindestiyê ji kesekê re napejirîne”

‘Bila Tirkîye û Îran çekên xwe daynin’

Berwarî der barê daxwazên dewleta tirk û dewletên din de jî anî ziman ku dixwazin PKK'ê ji Qandîlê paqij bikin û wiha pêde çû: "Dewletên desthilatdar dixwazin Têkoşîna Azadiya Gelê kurd li Bakur çek dîne. Dixwaze fermandar û rêveberên KCK’ê û PKK’ê wek li penaberan ben komkirin û wan bibin cihekê û wargeha penaberan ya mexmûrê teslim bikin. Bê gûman ev piroje û pilana Tirkîyê ye di operesiyona Zapê de ji diyarbû lê belê Zapê rastî berxwedana gerîlayên HPG hatin yanî mirov dikare bêje berxwedana Zapê di hinek aliyan de çarenusa kurd diyarkir. Pêwiste ne kurd çekên xwe danîn, dewletên dagirker yên weke Tirkiye û Êran çekên xwe danîn biçin mala xwe. Ji ber ku ew çekên xwe ji bo kuştina kurdan bikar tînîn lê belê kurd çekên xwe ji bo kuştina tirkan yan ji farsan kar naynîn. Ji bo nimune ger dewleta tirk tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operesiyonên leşkerî û siyasî ya berambêre gele kurd rawestine bê gûman HPG yek guleyêkê jî li hember dewleta tirk nateqîne”

Berwarî: Konferans di dema xwe de nebe manayê we namîne

Berwarî peyamên Serokomara Iraqê Celal Talabanî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Konsêya Revebir ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Murat Karayilan ku bo lidarxistina konferansê hatine dayin jî êrenî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev daxûyanîya revebirên tevgerên kurdan tiştek guncaw û gelek başe. Ji bo girêdana konferansa netewî pêwiste em xwe li dewleta tirk û îranê negrin ku ka dê di derbarê konferansê de çi bêjin. Pêwiste heya meha şeşan kurd konferansa xwe pêk bînin. Konfrenas li Qendîl, Hewlêr agno li Amed li ku pêk tê ne girîng e. Lê divê konferans bi tevlêbûna hemû bejên civaka kurd bi lezgîn pêk bê û yekîtiya neteweyî ava bikin. Ez bang li hemû sazî û rewşenbir, niviskar, hunermend ê kurd dikim xwe dinav van 4 mehan de bi westinin û tev li konferansê bibin. Divê hemû bejên civakê yên ji jin, zarok, ciwan pêk tê ji bo konferansa netewî projeyên xwe amade bikin.

Salîha Vîyan: Eger di konferansê de aliyê jinê kêm bê konferans bi ser nakeve

MURAT KOLCA

HEWLÊR (DÎHA) – Rol û mîsyona jinan di nava têkoşîn û azadiya gelê kurd de gelek zêde ye. Rolekî li ber çav jî hewldan û têkoşîna wê ya ji bo lidarxistina “Konferansa Netewî ya Kurdistan” ye. Endama Meclîsa Tevgera Jinên Azad a Herêma Federal a Kurdistan Saliha Vîyan diyar kir ku wan gelek gavên giring ji bo yekitîya kurdan avêt. Viyan, xwest baş bê zanîn ku başûr, bakûr û her devera kurdan yeke û wiha got: "Dema ku dijmin tê ser kurdan nabêje ev ji başûr e, ev ji bakur e. Ev ji bo jinê jî wisa ye. Kes nabêje ev jin a başur e, ev ba yakur e. Ji ber vê yekê jî divê hemû jinên kurd tev li konferansê bibin. Em bawer dikin ku konferans dê hem pirsgirêka kurdan û hem jî dê pirsgirêka jinê çareser bike.

Di perçekirina kurdan de herî zede jin eşê dikişîne. Herî zêde mafê wê tê binpêkirin. Hem ji aliyê zayendê ve hem jî ji aliyê nasnameya neteweyî ve mafê wê tê binpêkirin. Di dîrokê de jinan ji bo yekîtî û parastina mafên gelê kurd gelek caran pêşengî kiriye. Leyla Qasim, Zarîfê Koçgirî, Besê, Berîtan, Şîrin Elemxolî, Zîlan û gelek jinên din minakên li ber çavan in. Jinên kurd ji çar parçêyan Kurdistanê ji bo pêşîvekirina “Konferansa Netewî ya Kurdistan” di 24 û 25’ê Nîsan’a 2011’an li Amedê “Konferansa Jinên Kurd ên Neteweyî” li dar xist. 150 delege ji çar aliyan tev li konfernasê bûn û biryarên girîng stendibûn. Jinan biryar girtibû ku jinên kurd di demek kin de li Herêma Federal a Kurdistanê konferansek li darbixin û pêşîya “Şerê Biraqûjî” bigrin. Ji bo amadekarîya konferansa herêmê Kajal Rahmanî, Suzan Xala Shap, Şîrin Amedî, Peyman Ezadîn, Xewrez Homad, Leyla Zana, Aysel Tûglûk, Reyhan Yalçindag, Mûlkîye Bîrtanê, Ayşêgûl Doğan û Necîbe Omer weke lijnêya amadekar hatin hilbijartin. Biryar hate girtin ku “Konferansa Netewî ya Kurdistan” di Hezîrana 2012’an de pêk bînin.

‘Ji bo yekitîya kurdan jin gava pêşî avêt

Li ser amadekariyên konferansa yekîtiya neteweya kurdan Endama Tevgerên Jinên Azad a Herêma Federal a Kuridstanê Saliha Vîyan ji ajansa me DÎHA’yê re axivî û got demek dirêj e ji bo konferns û yekitîya kurdan dixebitin. Viyan, anî ziman ku konferansa wan ji bo pêşîlêvekirina konferansa neteweya kurd bû û wiha got: "Me konferansa xwe ya 1'emîn li Amedê li dar xist. Gava yekem ji aliyê jinên kurd ve hate avêtin. Gava duyem a giring ev e ku konferanseke neteweyî ya kurdan çêbibe” Viyan da zanîn ku rola jinê ji bo yekitiya kurdan pir giring e û wiha got: “Ev amadekariya me ya konferansa neteweyî ji bo civaka kurd gelek giring e. Ji bo wê yeke jî pewîste ku jin tev li konferansê bibe. Divê jin bikaribe ku bi rengê xwe tev li konferansê bibe. Em dixwazin hem ji bo azadiya jinê hem jî ji bo tekoşîna azadiya kurdan bi hev re tekoşîn. "

Vîyan: Divê kotaya jinê herî kêm ji sedî 40 be

Vîyan, di derbarê asta tevlêbûna jinan ye konferansê ji axivî û got “ Dive jin bi projêyen xwe tevlê konferansê bibin û hejmarê jinan herî kêm ji sedî 40- 50 be. Divê amadekarê konferansê jî bo ku jin herî kem sedî 40 beşdarê konferansê bibin hewl bide. Vîyan diyar kir ku ev xwe wek tevgerên jinên Başûrê Kurdistanê ji bo lidarxistina konferansê berpirsyar dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Başûr, Bakûr her dever ji bo kurdan yek e. Dijmin kurdan ji hev cuda nake. Ji bo jinê jî wisa ye. Ji bo wê jî divê em bibin yek û berpirsayariyek giran dikeve ser milê me. Ger ku kurd yekitiya xwe ava nekin nikarin xwe rizgar bikin."

Vîyan: Dagirker ji yekitîya kurdan ditirsin û naxwazin kurd bibin yek

Vîyan, destnîşan kir ku dewletên dagirker ji yekîtiya kurdan ditirsin û wiha pêde çû. “Ji bo wê yeke jî deshilatdarên dagirker nexwaze ku kurd bibin yek û konferansa netewî lidarbixin. Divê tevger û partîyen me yen kurd cûdahîya xwe biparêzin lê berjewêndîyen netewî pêşîya her berjêwendîyen şexsî, hizbî û sîyasî bigrin. Jin jî divê bi helwesta xwe ya neteweyî pêşiya hesabên şaş a li hemberî yekîtiyê bigirin." Vîyan destnîşankir ku kurd axa kesî naxwazin û tenê maê xwe yên teweyî dixwazin û wiha dawî li xaftina xwe anî: "Kurd jî wekî neteweyên din maê xwe yên ziman, çand, nasname û statuyê dixwazin. Divê konfrenas ji hemû nerîn û baweriyan re vekirî be û her kes karibe bi hêsanî û azad nerîn û pêşniyarên xwe bîne ziman. Bi taybetî divê tevlêbûna jinê zêde be. Çiqas tevlêbûna jinê ya konferansê sêde be dê serkeftina konferansê jî zêde be. Divê ji her derê Kurdistanê nûner û endamên tevgerên jin tevli konferansê bibin. Ger ku jin kêm tevlê bibin dê serketin jî kêm e. Ez hêvdarim ku konferans dê yekîtiyê bi xwe re bîne.

Em di dosyayê sibê de li ser hewldanên yekitîya netewî ya KCD û BDP’ê birawestin. Ye berdevam bike...

(mae)