1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Berhemê şer, koçberî û îşkenceye; çîroka malbata Enuncak
Berhemê şer, koçberî û îşkenceye; çîroka malbata Enuncak,berhemê,şer,koçberî,û,îşkenceye,çîroka,malbata,enuncak

Berhemê şer, koçberî û îşkenceye; çîroka malbata Enuncak

A+ A-

13:00 02.02.2014 1 / 15 ZEYNEP KURİŞ

MÊRSÎN (DÎHA) - Di salên 90'an de bi hezaran gundên kurdan ji aliyê leşkeriyê ve hatin valakirin. Bi milyonan kurd ji cih û warên xwe koç bûn. Yek ji malbatên ku ji ber zilma leşkeran gundê xwe terk kirin û koçî metropola Mêrsînê kirin malbata Eruncak e. Malbata Eruncek, ji ber şerê heyî koçî Stenbolê kirin û bav û kur ên tev li PKK'ê bûn di demên cuda û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Bav Mehmet Şafî Eruncak gotibû "2 roj emrê min mabe jî ez dê di nava partiyê de derbas bikim" û tev li refên PKK'ê bûbû. Salek şûnde di sala 1994'an de li Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da. Kurê Mhmet Şerif Murat Eruncak ji di sala 1998'an de li Çiyayê Amanosê jiyana xwe ji dest dabû.

Di şerê salên 1990'an de ji ber zilm û zordariya leşker, cerdevan, JÎTEM û hêzên dewletê bi hezaran gund hatin şewitandin. Bi milyonan kurd ji gund û warên xwe koç kirin û berê xwe dan metrepolên rojava. Bi hezaran welatî di îşkenceyê re derbas bûn û jiyana xwe ji dest tan. Yek ji van malbatên ku di nava şer de ji ber zilma dewletê kocî metrepola Mêrsînê bûn malbata Eruncak e. Malbata Erûncek, çîroka şerê herêmê nişan dide. Piştî malbata Erûncek koçî Mêrsînê kirin, ji malbata Enuncek, Mehmet Şafi Eruncak û kure xwe Murat Eruncak, tev li PKK'ê bûn û li herêmên cuda di salên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dan. Hefteyek berê piştî nasnameya wan diyar bû, ji bo kur û bavû 6 endamên PKK'ê konê sersaxiyê hat vedan. Çîroka kur û bav şerê li herêmê û zextê dewledê nîşan dide.

Malbata Eruncak ewil li gundê Çiçika yê navçeya Farqina Amedê dijiyan. Bav Mehmet Şafî Eruncak, di sala 1984'an de hêj 25 salî bû, bi idîaya alîkarî u piştevanî kiriye hat binçavkirin û hat girtin. Bav Mehmet Şafî şandin Girtîgeha Amedê. 90 rojan rastî îşkenceya giran hat.

'2 roj emrê min hebe jî ez dê jiyana xwe di nava partiyê de derbas bikim

Eruncak, piştî serbest hat berdan, diyar kir ku 2 roj emrê wî mabe jî dê tev li partiyê bibe. Eruncek, piştî hat berdan tîsa te li xebatan bû. Eruncak, di sala 1993'an de biryar da û tev li PKK'ê bû. Pişti birayê wî tev li PKK'ê bû zilm û zextên li ser malbata wan zêdetir bû. Malbat ji ber zext û zorê li gel zarokan ku ji 11 nifûsan pek dihatin, li Amede bi cih bûn.

Malbat piştî hatin Amadê bavê wan Mehmet Şafi Eruncak di sala 1994'an de li Çiyayê Albatê yê Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest da. Eruncak, piştî bavê wan jiyana xwe ji dest da, ji ber zext û zilma dewletê, leşker û cerdevnanan nekarîbûn biçin cenazeyê xwe wergirin. Lê cenazeyê Mehmet Şafî li Farqînê hat definkirin.

'Pêkanina daxwaza wan deynê stuyê me ye'

Kur Murat Erûncak jî di sala 1992'an de bi alîkariya bavê xwe hêj 14 salî bû tev li PKK'ê bû. Murat Eruncak dema di nava PKK'ê de bû fêr bû ku bavê wî jiyana xwe ji dest daye. Murat Eruncak di sala 1994'an de nameyek ji malbatê re şand û li ser bavê xwe wiha got: "Windakirina bavê min ez pir êşandim. Lê fêde heye ku mirov bêje Kurdistan welatê şer e. Her roj wîn diherike. Mirovên wekî birdariyan şehîd dikevin. Ev şer e, dive mirov berxwedêr û serbilind be. Wan xwe fedayî gel gel kirin. Wan bi jiyana xwe pêşiya me ronî kir. Şehadeta bavê min bêtir ez tev li partiyê kirin û ez bi hêz kirim. Baş bawer bibin ku Kurdistan bave me tevan e." Murat piştî name ji malbatê re nivîsand 4 sal şunde di sala 1998'an de li Amanosê jiyana xwe ji dest da.

'Birayê min li dijî zilmê şer bijart'

Birayê Mehmet Şafi Eruncak Mehmet Eruncak, anî ziman ku birayê wî pir bi coş, eş û kelecan bû û her dim moral dia derdora xwe. Bira Eruncek, da zanîn ku birayê wî pir fedakar bû û dibu alîkariyê mirovan û wiha got: "Her dem li dijî zilm û neheqiyê bû. Birayê min Mehmet Şafi Eruncak pir mutevazî û jîr bû. Rewşa me ya aborî baş bû. Ax, mal û mulkê me hebû. Lê dewletê hemû talan kir û wêran kir. Kurê wî jî da şopa bavê xwe. Çend sal di navberê de herdu ji şehît ketin. Me jî gund û warê xwe terk kir û em hatin li Mêrsînê bi cih bûn.

'Me salên pir dijwar derbas kirin'

Hevsera M. Şafi Eruncak û dayika Murat Eruncak Halime Eruncak (56) jî anî ziman ku wan ji ber zilma dewletê salên pir zor û dijwar derbas kir û wiha got: "kurê min û hevserê min bi hovane hatin qetilkirin. Di salên 1990'an de dewletê zilm li me kir."

Keça M. Şafi Eruncak Laleş Eruncak (35) jî anî zimn ku piştî wan şehadeta bav û birayê xwe bihîstin û şûnde cihan bi serê wan de hat xwar û piştre birayê wê hêj 14 salî bû tev li partiyê bû.

Kurê Mehmet Şafî û birayê Murat Mevlut Eruncak (42) jî ani ziman ku bavê wî pir bi coş heyecan û moral bû û pir jîr û zaren bû. Eruncak, anî ziman ku êdî ew naxwazi kesên din jiyana xwe ji dest bidin û dixwazin ev şer û xwîn raweste. Erûncak, da zanin ku îkenceya herî giran li wan hat kirin û êdî ew aştî û aramiyê dixwazin. Dixwazin Rêberê wan azad bibe û jiyanek mirovane pêş bikeve.

(mae)