1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Berovajîkirina Dîroka Gelê Kurd Ji Hêla Biyanîyan Ve
Berovajîkirina Dîroka Gelê Kurd Ji Hêla Biyanîyan Ve,berovajîkirina,dîroka,gelê,kurd,ji,hêla,biyanîyan,ve

Berovajîkirina Dîroka Gelê Kurd Ji Hêla Biyanîyan Ve

Murat Bora: Berovajîkirina Dîroka Gelê Kurd Ji Hêla Biyanîyan Ve

A+ A-

Wek tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeka qedîm û kevnar e.

Siirt-Özel Haberi - 08 Ocak 2015 Perşembe - 16:06 Wek tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeka qedîm û kevnar e. Resmi küçültmek için üzerini tıklayın... Wek tê zanîn, dîroka gelê kurd dîrokeka qedîm û kevnar e. Ji demên nayên zanîn, heta dema me a îroyîn, gelê kurd li ser axa xwe a qedîm, anku li ser axa Kurdistanê jiyaye, ber bi Kurdistanê ve ji ti deverî koç nekirîye, qetdest ji welatê xwe nekişandîye û tevî ku zordestî, dagirkirin û hewlên tinekirinê, li ber xwe daye û zimanê xwe û çanda xwe, bi helwesteke birûmet, gihandîye van demên modern, ên ku em tê de ne. Helbet, sedemên taybet ên vê rewşê, parastina çand û zimên gelek hene. Him ji alîyê erdnigarîyê ve, him jî ji alîyê zexmbûna wî zimanî û wê çandê ve... Ji demên afirandina nivîsê, heya dema me, kurd wek “qewmê çiyê” tên nasîn. Sûmeran kurdan wek “Kur-tî” anku “Çiya-yî” bi nav kirine. Tu carî dagirker ji Kurdistanê kêm nebûne û dema ku kurd hesaba xwe kirine û hîs kirine ku hêza wan nagihîje dijminan, weke her tim kirine, berê xwe dane çiyayên xwe ên asê û xwe li wan çiyan parastine, ên ku tim hevaltîya wan a rast kirine. Gelek qewmên talanker û dagirker ji Kurdistanê derbas bûne, û ew gelek qewmên cure cure xistine di bin desthilatdarîya xwe de û wan qewmên bindest di nav çanda xwe da helandine. Mînakên vê rewşê , di dîroka mirovahîyê de gelek hene. Em dikarin bibêjin ku, gelê kurd bi saya wan çiyayên xwe ên asê û bilind , û her wiha bi zimanê xwe ê qedîm û çanda xwe a kevnar , vê xetereya asîmîlebûnê vale deranîye û, rewş û dema me a îroyîn jî, em dikarin bi hêsanî îdîa bikin ku, piştrastkirina vê têza me ye…. Her çi qas kêrhatîbûna çiyayên asê û bilind hebûye, her wiha zirarên wan jî gihîştye gelê kurd. Wiha;

Tevî hebûna van hêjayîyên kurdan, mixabin adetê tomarkirina nivîskî yê bûyêr, qewimîn û dîrokê, li ba kurdan gelek kêm maye. Sedemên vê jî helbet hene. Dîsa erdnigarî sedemeke sereke ye. Wek tê zanîn, erdnigarîya Kurdistanê, ji gelek rûbaran, û ji gelek deşt û newalan, ên ku ji hêla wan rûbaran ve têne cûda kirin pêk hatîye. Û ev erdnigarî nehiştîye ku, gelê kurd bi hêsanî bighîje hev û bi hev re hewl bide, da ku rêxistin an jî organîzasyoneka dewletî pêk bîne. Her wiha, ev rewş, mixabin şerên desthilatdarîyê di nav bera êl û eşîrên kurdan da afirandye û ev pêvajo li ber yekbûna kurdan bûye astengîyeke mezin. Her êl an jî eşîrê kurdan, di herêma xwe de serbixwe jiyîne û tu carî bindestî nepejirandine. Li vira rewşeka sosyolojîk a kurdan jî xwe bellî dike. Gelên din ên cînar, her tim li ba desthilatdaran cihê xwe girtine û bandora wan pejrandine. Ev jî bûye sedema cihgirtina wan a li qesr û sazîyên wan dewletên dagirker de. Her wiha bûye sedema tomarkirin û nivsandina wan a dîrokê jî. Û helbet, ew kesên elît, dîrokê anegorî xwe û anegorî berjewendîya gelê xwe û desthilatdarên biyanî nivîsandine. Ma ne, gotinek heye, dibêje “ Dîrokê, ên serketî dinvîsin”. Ev jî sedemeke din e.

Kurd her tim di nav têkoşîn û berxwedanan de mae, him bixwe bixwe, him jî li hemberî dagirkeran… Yek ji wan sedemên pêşveneçûna nivîsandin û tomarîkirina belgeyên dîrokî ev sedem bûye. Lewra, ji bo pêşveçûna nivîsandina dîrokê û afirandina wêjeyê, helbet aramî û perwerde divê. Kurd, kengê hewl dabin ku dewletek an jî rêxistinek pêk bînin, hema di şûn de, belayek anku dagirkereke nû peyda bûye. Wek mînak em dikarin hin ji wan dagirkerên Kurdistanê rêz bikin; Di demên antîk da, pêşî Asûrî, piştî Persî, Helenî, Romî û Bîzans… Organîzasyona herî mezin û bihêz, -( ji bilî Mitanî û Xaltan / Ûrartû) em bi hesanî dikarin bibêjin ku wek orîjin û bê niqaş protokurd in- a ku vê yekbûna ku em behs dikin pêk anîbû û di dîrokê de jî wek “ Konfederasyona eşîran a Med” tê zanîn û ew eşîr bi tevahî kurd in, Împeretorîya Med (Mad) bû. Di wê Împeretorîyê da, em baş dizanin ku kurd desthilatdarîyeke mezin û bihêz afirandibûn, çand û zimanê xwe jî gelek pêş ve biribûn, lê dîsa mixabin ev desthilatdarîya bê hempa, bi destê xwarzîyan (Persan), hatibû hilweşandin û Persan van desthilatdarîyê û vê çanda bêhempa, a ku ji hêla Medan va hatibû afrandin, kirin malê xwe û bi vê bingeha zexm û hêja ya Medan meşîyan, nêzîkî hezar salan, bi saya vê çandê û rêxistinê, li Îranê, Kurdistanê, Mezopotamyayê jêrîn û Anatolyayê desthilatdar bûn. Axa Kurdistanê derûdora hezar salan, bibû qada şerên Yewnanî-Romî û Persan. Kurdistan sinora van dewletên dijwar û împeryalîst bû. Tu carî şer ji Kurdistanê mixabin kêm nedibû….

Ev rewş ji derûdora sala 2000-an(b.z), heya sala 640-an dewam kirîye. Piştî van dagirkeran, vêca hêzên Ereb-Îslamî dest bi êrîşan kirine. Ev êrîş jî heta sedsala 10-em, dem bi dem bi şeran, carnan jî bi aştî dewam kirîye. Wê demê jî, tevî bêderfetîyan, Kurd ji hêla Şeddadî, Rewadî, Merwanî û Eyyûbîyan, dest bi afrandina sazîyên dewlemend û bihêz jî kirne. Lê, ev aramî û dewlemendî mixabin kurt mane, lewra piştî van dagirkerên bihêz, vêca tofanê mezin, anku êrîşên Mongol û tirkan, ji alîyê navenda Asîyayê ve dest pê kirine. Ev dewletên bihêz û dewlemend ên kurdan, her çi qas bihêz bin jî, li ber êrîş û talana van dagirkerên dijwartirîn, mixabin xwe negirtine û belav bûne,û dîsa ber bi çiyayên xwe ve vekişîyane. Li vira xalên giring hene, ên ku divê bên destnîşan kirin. Di vê demê kurt de (nêzîkî 100-150salan), dîsa hunermend û hikûmdarên kurdan berhemên giranbuha afirandine û diyarîya mirovahîyê kirine. Di dema Merwanîyan, Eyyûbîyan û Şeddadîyan de, gelek berhemên weke Pira Mala Badê, Pira Belek -vêga dibêjin Pira Dehderî (!)-, gelek mizgeftên mezin, xan û rawestgehên ên bi îhtîşam hatine ava kirin. Amed, Wan, Erzorom, Qers, Agirî, Silîvan, Xerzan, Riha,Cizîra Botan, Hewlêr, Kirkûk û gelek bajêrên din dewlemendtir bûne û ji van bajêran , gelek zanyar, dîroknas, wêjenas û helbestvan derketine. Li vira jî, tiştekê din heye ku, ew jî bandora çand û zimanê erebî ye, ew jî ji ber bandora dînî pêk hatîye. Her çi qas, di nava gel da ev bandora erebî tine bûye jî, li medreseyan û qesran ev bandor xwe nîşan daye. Û ji ber vê yekê, gelekên wan heya îro jî wek zanyarê ereb tên nasîn. Wek mînak, Îbn-ûl Esîr û Îbn-ûl Ezrak em dikarin nîşan bidin. Berhema Îbn-ûl Esîr a bi navê “El Kamîl fî’ttar’ix”, hê jî berhemeka sereke ya tarîxa Îslamê ye, her weha berhema Îbn-ûl Ezrak a bi navê “ Dîroka Amed û Meyyafarqînê” jî, bi heman hêjayîyê tê nirxandin.

Ev dema aramî û desthilatdarîyên kurdan, bi destê dagirkerên nû ve hatne hilweşandin. Pêşî de Selçûkîyan, piştre jî Hûlagûyê mongol li Kurdistanê hilweşandineke giran pêk anîne. Ne hewce ye ku em kirinên mongol û tirkmenan rave bikin, lewra dîroka mirovahîyê kirinên wan ên qirêj û bê însanî heb bi heb tomarî kirîye. Dema diketine bajêrekî, bi taybetî mongol, heya pirtûkan jî dişewitandana. Ka kî dizane, wê demê çend berhemên giranbûha ên nivîskar û zanyarên kurdan hatine şewitandin, ka çend pirtûkxane hatine xerakirin û ka çend zanyarên bênav hatine kuştin. Ev tev li benda bersîvan e...

Piştî Selçûkî û mongolan, dagir bixwe dîsa berdewam bûye. Vêca şaxên Oxûzan, weke Aqqoyûn û Qarakoyûn dest bi dagirê kirine û baş e ku, ji bo wê demê gelek çavkanî û agahîyên me hene… Zirarê ku ev her du desthilatdarên xwînxwar dane Kurdistanê û gelê kurd, baş tê zanîn. Dema wan (nêzîkê 300 sal) demeka wenda ye ji bo kurdan. Dîsa şer, dagir, talan û nexweşî… Di van demên dijwar da, helbet afirandina berhemên zanyarî û wêjeyî bê îmkan bûye. Piştî van dagirkeran, her şer û dagirker zêde bûne. Li rojhilatêSafewîyan û Şêx Îsmaîl, li Rojavayê jî Osmanîyan û Selîm (I) ê dijwar (yavuz). Vêca ew dest bi şer kirine, mijar dîsa Kurdistan bûye. Vêca kurd însîyatîfê li ser milên xwe girtine û bi hewlên Îdrîsê Bedlîsî, bi piranî alîkarîya Osmanîyan kirine û bi vêyekê Osmanî bi ser ketîye. Berovajî hin têzan, bi ya min ev ji bo kurdan ne rewşeke xerab bûye, lewra derûdora 350 salan, kurdan di qadên desthilatdarîyên xwe de, mîrekîyên xwe saz kirne, damezirandine û ji bo vê jî Osmanîyan re peymanan îmze kirine ( Peymana Amasyayê). Her çi qas, paşayên Osmanî ji bo talanê dem bi dem berê xwe dabin Kurdistanê jî, ev êrîşên hovane kurt mane, û piştî demên kin, mîrên kurdan dîsa desthilatdarîyên xwe ên serbixwe heya 1850-an bi dest xistine. Serbixwe û nîvserbixwetîya xwe dîsa bi dest xistine û em dikarin bibêjin ku ev 350 sal, a ku di aramî û dewlemendîyê da derbas bûye, ji bo pêşveçûna zimanê kurdî, û ji bo afirandina berhemên zanistî, wêjeyî û dîrokî demeke baş bûye. Piştrastkirina vê jî berhem û kesayetên navdarên kurdên wê demê ne, weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Şerefxanê Bedlîsî, Salih Begê Şêrwî û hwd… Ev dem jî, bi jiholêrakirinaMîrekîya Botan, di sala 1855-an (dema Êzdîn Şêr) da dawî bûye û heya dema me a îroyîn, an jî bi gotineka din heya sala 1980-an wiha dewam kirye. Her dagir û înkar û hewla asîmîlasyonê va. Piştî hişyarbûna gelê kurd û jiseravêtina axa mirî; wêje, dîroknûsî, helbestvanî û bi gelek hewlên din, asta kurdî, li gel mîratê pêşîyan ku ji me ra hiştine, roj bi roj geş dibe û digîhîje asteke jortir. Helbet qedexekirin û polîtîkayên asîmîlasyonên dewletên dagirker tinebûna, pêşveçûn bêtir bûya, lê dîsa jî tevî bêderfetî û zordestîyan, hewla gelê kurd û rewşenbîrên wî, hêjayî teqdîrkirinê ne… Divê ev hewla ku di cih de ye, bidome.

Lê dîsa jî berovajîkirina dîroka gelê kurd ji hêla biyanîyan ve, ne hêsan e ku di demeke kin de bê rastkirin. Divê hemû sazî, rêxistin û rewşenbîrên kurdan li ser vê mijarê bifikirin, û hêjayîyên me ên dîrokî, her wiha lêp û çewtkirina dîroka me û manûpîlasyonên lehengîyên me derxine holê. Ji bo vê jî, lêkolînên nû, berhemên zanistî ên nû û ya sereke hiş û ramaneke welatparêz pêwîst e. Kurd, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi dîroka xwe divê serbilind û şanaz be û li hemberî hewla berovajîkirina dîroka xwe ji hêla biyanîyan ve, însîyatîfa xwe nîşan bide û biafirîne. Em, weke hinekan ne hewceyê derew û fetlan in. Dîroka me a rast ger bête nivsandin, têra me dike û ew wazîfe jî, ya nifşên nû ye.

Ji ber vê jî divê em biafirînin, lêbikolin, lêbigerin û dawî da jî binvîsin, da ku lêkolîn û agahîyên me bigîhîjine nifşên nû û dahatûyên me . Wazîfa me jî divê nivîsandina çavkaniyên nû û rast be ji îro pê de. Ew berpirsyarîyek e, a ku wek nifşên nû, li ser milên me hatîye barkirin ji hêla dîrokê ve….


http://www.siirtnews.com/haber-6256-berovajîkirina_dîroka_gelê_kurd_ji_hêla_biyanîyan_vemurat_bora_nivîsand....html