1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Bertekên Der Barê Biryarê de
Bertekên Der Barê Biryarê de,bertekên,der,barê,biryarê,de

Bertekên Der Barê Biryarê de

A+ A-

AMED/ENQERE - Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi biryareke siyasî parlementeriya Hatîp Dîcle ku bi dengekî pir li Amedê wekî parlementer hatibû hilbijartin xist. Ligel vê biryara YSK’ê 77 hezar û 709 dengên gel di avê de çûn û rayedarên BDP’ê jî ragihandin ku berteka Kurdan dê dijwar be.

Hevseroka BDP’ê Filîz Koçalî û parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê Levent Tuzel, Bengî Yildiz, Hasîp Kaplan û Altan Tan nerazîbûnek tund nîşanî biryara YSK’ê dan û gotin; “Ev yek tê wateya îlankirina şerê li dijî Kurdan. Em ê nerazîbûna xwe ya mafdar nîşan bidin. Êdî dîtina çareseriyê karê YSK’ê û Serokwezîr e. Lê ku dad lê nemîne, aşitî jî li wir namîne."

FILÎZ KOÇALÎ: Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî biryara YSK'ê ya derbarê redkirina parlementeriya Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle ku ji doza KCK'ê girtî ye şermezar kir û anî ziman ku, biryara YSK'ê keyfî û dijhiqûqî ye. Koçalî, bi awayeki hişk bertek nîşanî biryarê da û destnîşan kir ku, parlementeriya Dîcle teqez bûye û êdî ew parlementerê Amedê ye. Koçalî, da zanîn ku Dîcle li Amedê dengê herî zêde girtine û bi vîna gel ya azad hatiye hilbijartin. Koçalî, bilêv kir ku ji ber bi vê biryarê vîna gel tê redkirin ew vê biryarê qebûl nakin û şermezar dikin. Koçalî, daxuyand ku ev biryar provakatîf e û wê tekîldarî biryarê serî li cihên têkildar bidin. Koçalî, da zanîn ku ew wê 36 parlemeneran bişînin meclîsê û ger ku parlementerek wan kêm be wê neçin meclîsê. Koçalî, da zanîn ku hemû kesên ku wijdana wan hebe wê vê biryara YSK'ê qebûl nekin, her wiha gelê Amedê û ew wê berteka xwe bînin ziman. Koçalî xwest êdî YSK û Serokwezîr li çareseriya vê yekê bigerin.

LEVENT TUZEL: Biryara YSK’ê mudaxelekirina siyasetê ye. Divê YSK mudaxeleyê kesê ku bi vîna gel hatî hilbijartin neke û me gotibû divê ev yek ji vîna Meclîsê re bimîne. Lê bi awayeke zelal dixuyê ku AKP dixwaze bi mudaxeleyekê polîtîkaya welêt tevlîhev bike. Wê parêzer îtîraz bikin. Divê dest ji biryarê berdin. Em hêvîdar in ku ew ê ji vê biryarê paşde vebigerin. YSK’ê beriya niha jî mudaxeleyeke wiha kiribû li rastî nerazbûnên li kolanan û siyasî hatibû. Wê pêvajoyek wek wê derbikeve holê. Wê gel teqez li nunerên xwe xwedî derbikeve.

BENGÎ YILDIZ: Wê biryara YSK’ê rê li ber ziyanên mezin vebike. YSK êdî bûye mîna lijneyek ku dînamîtê di nava bingehê civakê de bi cî dike. YSK bi hesasiyetên gel dileyîze. Çima ev biryar heta îro nehat dayîn. Wê îro herêm bikele. YSK jî û her kes jî dizane ku wê gelê herêmê nerazîbûneke tund nîşanî vê biryara YSK’ê bide. Parlementeriya parlementerekî ku li ber sondxwarinê ye, dixin, YSK baş dizane ku wê gelê herêmê nerazîbûneke çawa nîşan bide. Ez weke mirovek ku herêmê nas dikim dibêjim. Wê ev yek encamên ku telalfîkirina wan bê derfet e bi xwe re bîne. Hêvîdar im titşek wiha neqewime.

Em ê bi tu awayî li hemberî vê biryara YSK’ê bêdeng nemînin, em jî dê weke gelê xwe, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Gelo ev lijne vê rayeyê ji kû werdigire, ji kê digire, mirov vê yekê mereq dikin. Êdî ev sazî bi çarenûsa Tirkiyeyê dileyîze. Xirabiyê herî mezin ev lijne li civakê dike. Ev yek tê wateya îlankirina şerê li dijî Kurdan. Wê biyara me ya li hemberî vê jî di vê çarçoveyê de be.

HASÎP KAPLAN: Rewşa Hatîp Dîcle beriya hilbijartinê hat aşkerekirin. Lê wê demê YSK’ê biryara xwe neda. Piştî ku bi vîna gel hat hilbijartin û mezbeteya xwe wergirt, parlementeriya wî ji aliyê YSK’ê vet ê xistin. Ev birayareke skandal e. Ne hiqûqî, siyasî, etîk û ne jî demokratîk e. Wê encamên vê biryarê giran bin. Biryara Hatîp Dîcle beriya hilbijartinê hatibû dayîn. Çima hiştin bikeve hilbijartinê û çima hat hilbijartin? Çima vîna hilbijartinê tune tê hesibandin? YSK’ê biryarek weke kemînê da. Cihê ku dad lê nemîne, li wê derê aşitî, demokrasî û hiqûq jî namîne.

ALTAN TAN: Biryara YSK’ê ew e ku berê gel bide kolanan. Divê bi awayeke lezgîn ev biryar were serastkirin. Divê Meclîsê rêbaza berê ji bo Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi kar anîbû, ji bo Hatîp Dîcle jî bi kar bianiya. Em ê teqez nerazîbûnek tund nîşanî vê biryarê bidin. Ez bang li Serokkomar Abdullah Gul dikim; Digot wan piran neavêjin, lê YSK piran diavêje. Bila Serokkomar hesabê vê yekê bipirse. An ne, em difikirin ku neçin Meclîsê jî.


Bêjeyên Miftehî