1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Bi petrol û gaza me bombe û hewana li ser me de dibarînin"
"Bi petrol û gaza me bombe û hewana li ser me de dibarînin",bi,petrol,û,gaza,me,bombe,û,hewana,li,ser,me,de,dibarînin

"Bi petrol û gaza me bombe û hewana li ser me de dibarînin"

A+ A-

KAROX WERTÎ / RANYA

Welatiyên qezaya Ranya diyar kirin ku bi firotina petrol û gaza Herêma Kurdistanê, bombe û hewana li ser me de dibarînin. Herwiha welatiyan gotin ku dahata petrola Herêma Kurdistanê jî nezalale û nayê zanîn pereyê wê kuve diçe.

Çalakvanê civakî Şêrko Mihemed diyar kir ku peymana di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ya li ser firotina gaz û petrolê hatî kirin de nezelale û got ku bila rast bêjin peyman di navbera PDK'ê û Tirkiyeyê de pêk hatiye û got: "Lihevkirinên wiha qet di berjewendiyên welatiyên Kurdistanê de nîne. Herêma Kurdistanê weke pêveka Tirkiyeyê lê hatiye. Gelo ev lihevkirina di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pêk hatiye zelale? Na bi hemû aliyan de nezelale û eşkere ye. Heya niha Tirkeyeyê mafê gelê Kurd nedayî yê. Lê di demekî wiha de partiyekî desthildar ligel rejîma Tirkiyeyê ya ku bi hemû rengî Kurdan qetil dike, peymanekê li ser firotina petrolê çêdike. Eger Tirkiye dixwaze bi Herêma Kurdistanê re lihevkirinan îmze bike, divê destpêkê êrîşên xwe yên li ser Kurdên Rojava û Bakur bide rawestandin."

‘Li Ranya şevê em ji ber dengê balafirên Tirkiyeyê narazên’

Herwiha Mamosta Şoreş Qadir jî der barê heman mijarê de got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê peyman li ser firotina gazê îmze kiriye. Divê welatiyên Herêma Kurdistanê bizanin ev lihevkirin ji aliyê kê ve hatiye kirin, di çi warî de xizmeta gelê Başûrê Kurdistanê dike? Niha çend hezar varêlên petrol dişîne derveyî welat, lê heya niha nêzî 24 milyon dolar deyndare. Heya niha nayê zanîn petrola tê firotin, çawa difiroşin, lê niha dixwaze hevkirinekî din li ser gaza xwezayî bike. Bi firotina petrol û gaza xwezayî ya me, rojane bombe û topan liser gelê Kurd de dibarînin. Li Ranya şevê ji ber dengê balafirên Tirkiyeyê xewn li çavê me nakeve. Herêmên Qendîl bombebaran dikin. Ev yek di encama îtifaqa ligel dijmin tê kirin de pêk tê."

Mamosta Şoreş Qadir diyar kir ku, hêvîdarim hikûmeta Herêma Kurdistanê vê lihevkirina gaza xwezayî pêk neîne û got: "Hêvî dikim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê lihevkirina liser gaza xwezayî ligel Tirkiyeyê neke. Ev li dijî gelê Kurd pêk tê. Êdî em dest ji herêmtiyê berdin, cudahiyê nexin di navbera Hewlêr, Amed, Qamişlo û Muhabadê de. Dest ji berjewendiyên kesî û hizbî berdin. Em niha tev rewşa Kurdistanê dibînin çawa ne."

(ab)