1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Bila protokola sê alî bê rakirin'
'Bila protokola sê alî bê rakirin',bila,protokola,sê,alî,bê,rakirin

'Bila protokola sê alî bê rakirin'

A+ A-

Parazvanên Mafên Mirovan diyar kirin ku Tirkiye protokola 3 alî ya ji aliyê Wezareta Dadê ve ji bo parastina mafên girtiyan îmze kir îhlal dike û xwest girtiyên nexweş wekî mirovên din ji mafê xwe yê dermankirinê sûdê bigirin û protokol bê rakirin.

Wezîrên Dadê, Karên Hundir û Tenduristiyê di 6'ê çileyê 2000'an de protokola 3 alî ya li ser mafê tenduristî, ewlehî û sewqkirina girtiyan îmze kirin. Hefteyê borî di protokolê de hin guhertin hatin çêkirin, lê parazvanên mafên mirovan û nûnerên sendîkayên tenduristiyê di nava protokolê de cih negirtin. Di guhertinan de hate xwestin ku li nexweşxaneyan odeyên girtiyan bên sazkirin. Her wiha hate xwestin ku girtiyên nexweş jî li vir bên muayinekirin. Lê parazvanên mafên mirovan ev guhertin têr nedîtin û xwestin ku ev guhertin bên rakirin.

'Mafê girtiyan jî heye'

Sekreterê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci, têkildarî mijarê diyar kir ku hemû girtî û hikumxwar wekî mirovên derve xwehî heman maf in û divê hemû mafê wan ê civakî, tenduristî, ewlehî û yên din bên parastin. Balakci, anî ziman ku divê girtiyên nexweş ji hemû mafê xwe sûdê bigirin û li nexweşxaneyan karibin bi hêsanî bên dermankirin û wiha got: "Divê xizmeta tenduristiyê ji aliyê derûnî û fîzîkî bi tevahî li ber çavan bê girtin. Divê ev mafê tenduristiyê yê girtiyan bê parastin."

Bakkalci, bal kişand ser guhertinên protokolê û wiha axivî: "Di protokolê de ji bo girtî û hikumxwaran hin guhertin pêk hatine. Wezîrên Karê Hundir, Dadê û Tenduristiyê li gorî xwe hin guhertin çêkirine. Ev guhertin li dijî mafê welatiyan ê tenduristiyê ye. Bêyî ku li parazvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên tenduristiyê guhdar bike li gorî xwe guhertin pêk bîne.

'Protokol ne li gorî zagon û hiqûqê ye'

Bakkalci, da zanîn ku protokola 3 alî ne li gorî hiqûq û zagonan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hekîman jî guh bida vê protokolê. Lê ji ber ku hekîm li gorî protokolê tev nagerin û mafên girtiyan naparêzin em dê der barê hekîman de dozê vekin. Dermankirina giriyan a bi kelepçe nayê qebûl kirin. Mafê girtiyan yê dermankirinê tê îhlalkirin. Di 2010'an de standarta Konseya Astengiya Îşkenceyê ya Ewropayê, di 2006'an de Sazgirina Rêgezên Girtîgehê û di sala 1998'an de Konseya Ewropayê ya der barê girtîgehan de daxuyaniyên xwe anîn ziman û çawa nêzî girtiyan bê, aşkere ye.

'Çima protokol guhertin?'

Serokê Yekîtiya Tebîbên Tirk a Muglayê (TTB) Nakî Bulut jî guhertina protokolê biryarek dereng mayî ye û wiha axivî. Wezîrê Dadê 10 salin vê protokolê bikar tîne. Çima piştî 10 salan ev guhertin çêkir divê vê yekê ji raya giştî re aşkere bike. Ev protokola 3 alî ne li gorî hiqûq û zagonan e. Mafê dermankirin û detawiya girtiyên nexweş tê îhlalkirin.

'Divê tercumanên bi kurdî zanibin bidin wan'

Bulut, anî ziman ku hin girtiyên nexweş bi tirkî nizanin û dema diçin nexweşxaneyan zahmetiyê dikişînin. Bulut, bilêv kir ku ev protokal li dijî mafên girtiyan ên tenduristiyê ye binpêkirin û dema ku girtiyên bi tirkî nizanin mafê wan ê dermankiirnê tê binpêkirin. Bulut, xwest ji bo girtiyên ku bi tirkî nizanin û diçin derman dibin ji bo wan tercuman bê girtin. DÎHA (mae)