1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Biryara DMME'yê dê ji bo hemû derên qedexe bi bandor be'
'Biryara DMME'yê dê ji bo hemû derên qedexe bi bandor be',biryara,dmme,yê,dê,ji,bo,hemû,derên,qedexe,bi,bandor,be

'Biryara DMME'yê dê ji bo hemû derên qedexe bi bandor be'

Endamê OHD ê Stenbolê parêzer Ramazan Demîn têkîldarî biryara DMME nirxand

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Têkildarî biryara DMME'yê ya derbarê qedexeya derketina derve de, endamê OHD'ê yê Stenbolê Ramazan Demîr diyar kir ku ev biryar dê ji bo hemû derên ku qedexe hene bi bandor be. Demîr destnîşan kir ku daxwaza parastinê ya ku DMME'yê ji Tirkiyeyê xwestiye nîşan dide ku mijarê cidî digire û dê serlêdanên wan bidome.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadixwaz (OHD) ê Stenbolê parêzer Ramazan Demîn têkîldarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewpopayê (DMME) ji Tirkiyeyê li ser qedexeyên hatine îlankirin parastin xwestiye nirxandin kir. Demîr bilêv kir ku wan têkîldarî qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê hatine îlankirin gelek caran serî li dadgehên îdarî û Dadgeha Qanûna Esasî serlêdan kirine lê her carê bersiva neyînî girtine an jî hatine redkirin, bi biryarê ve deriyê DMME'yê ji wan re hatiye vekirin. Demîr wiha axivî: "DMME'yê têkîldarî mijara li Tirkiyeyê ji ber gulebarana hêzên ewlehiyê ve bûyerên ku bi kuştina sedan mirovan bi encam bûye ji Tirkiyeyê bersiv xwest. Ewil der barê qedexeyên derketina derve de bingeha qanûnî xwest. Ji ber ku dema ku me serlêdan kiriye me digot bingeha qedexeyan a qanûnî tuneye, hikmekî ku li Tirkiyeyê niha dikare qedexe bê îlankirin tuneye. Niha bingeha qedexeya derketina kolanan a ku li Kurdistanê tê îlankirin wekî madeya 11c a Qanûna Îdareya Taybet a Bajar tê nîşandan. Li wir jî tê gotin ku walîtî dikare tedbîran bigire. Lê walîtî ji vî madeyê ji xwere peywirekî ku 'ez dikarin qedexeya derketina derve îlan bikim' derdixe. Bi awayeke kêfî bi dehan mafê qanûnî tê rawestandin bi vî rengî rejî qedexeya derketine derve pêk tê."

'Tirkiye divê heta 8'ê çileyê bersivê bide DMME'yê'

Demîr destnîşan kir ku Tirkiye dikare heta 8'ê çileyê pirsên DMME'yê bi bersivîne lê dikare bersivê jî nedee, heke pirs neyên berisvandin ev rewş ji aliyê DMME'yê ve baş neyê nirxandin. Demîr wiha got: "Ji bo prestîja dewletê heke Tirkiye parastinê neke dê ne baş be. Ev dê bê wateya ku Tirkiye dê têkîldarî binpêkirin û qatlîaman li qada navneteweyî de xwe nikaribe biparêze. Ev mijar êdî bûye mijareke ku di platforma navneteweyî de tê destgirtin."

'Biryar dê li hemû derên qedexe heye bi bandor be'

Demîr di berdewamiya nirxandinên xwe de ev tişt anî ziman: "Me ji bo Cizîrê serlêdan kir û hemû raporên ku TÎHV û rêxistinên mafên mirovan amade kirine danî holê. Me hemû binpêkirinên mafên jiyanê yên ji ber qedexeyan diqewime kir rapor û ji DMME'yê re şand. Ji ber vê yekê jî dema DMME'yê ev biryar daye ev dê ji bo hemû cihên ku qedexe heye bi bandor be."

'Dê serlêdanên me bidomin'

Demîr bilêv kir ku daxwaza ku DMME'yê ji Tirkiyeyê parastin xwestiye nîşan dide ku rewşê cidî digire û dê serlêdanên wan jî bidome. Demîr wiha got: "Ev nîşan dide ku Kurdistan veguheriya salên 90'an. Ji ber ku di salên 90'an de di valakirina gundan de DMME'yê ji ber ku li Tirkiyeyê riyeke din tuneye serlêdan rasterast qebûl kir. Niha em ê vê bidin zorê. Ji ber ku hiqûqa Tirkiyeyê ji 90'an xirabtir in. Em ê jî wekî OHD israra xwe bidomînin."

(sa)