BISK HILANÎN,bisk,hilanîn

BISK HILANÎN

Nivîsa mamoste Kemal Tolan derbarê kevneşopîya kevnare ya kurdên êzdî "BISKHILANÎN"ê de

A+ A-

Kemal Tolan

Li gorî mîtolojiya me Êzdiyan , di nav malê de ferqiyeta zaroka keçik û kurik tûne. Dibe wexta keçikek bi zewice, hingê daremala Xwedanê şêxê wê bêye guhastin. Lê daremala Xwedanê şêxê kurikan tûcarî ji ya bavê cûde nabê. Ji xwe ji ber vê yekê ye, em Êzdî vêgajî gava emrê zarokekî kurik dibe heft (li ba hineka jî neh û yanzdeh) mehî, em gazî şêxê xwe dikin û cara yekemîn porê zarokên xwe yên kurik bi destê şêxê xwe çê dikin(diqusînin). Ji wexta şêx bisk hilanî û şunde, êdî kurik jî weke bavê xwe kifş dibe ku ew mirîdê kîjan Xwedan û şêxiyê.

Di Êzdiyatiyê de qusandina porê keçikan hêjî guhne ye. Wexta li hinek deveran şêx peyda nebin û pîr li wirê hebin, hingê pîr jî dikare di dewsa şêx de biskê hilîne. Dê û bavên zarokan nikarin bêyî raya şêx anjî pîrekî biska kurikên xwe bitenê jê bikin. Êzîdiyên ku mecalên wan hene, divê ew keç û kurên xwe bivine di nava ava Kaniya Spî de ji bo sed û hedên Êzdîyatiyê helal bikin.

Dema şêx anjî pîrê zarokan porê kurikan jêdikin(diqusînên), ew duhaya biskê li ser wan dibêjin û kurikan xelat dikin. Dê - bavên zarokan jî fitoyê xwe didine şêx anjî pîrê xwe û bi hev re zadekî dixwin.

Duhaye Biskê

„Rojekê ji rojane,biska biskane. Biska Şêxalê Şemsane, Roja Kaniya-Spî dane, lê danîn ; Sed û hed, ol û erkane. Bisk dibe şehada Şêx Adî û mêrane.

Bi rojê li ser Kaniya-Spî dane, Çiya li hev ketin wekî berane, Di nav de Melek-Şêxsîn şêxê şêxane, Şêxubekir, şêx-Şims, melek Fexredîn, Sicadîn, Amadîn, Babadîn pê girtibûne nîşane. Bisk buye Kaf firiye Ezmane, Şahiya vê biskê berxe ya berane.

Li me diyar bu hêvara Mîraza bi rengê Ezdahe, Ji erdê dirêj bu çuye emana.

Şêx , Pîr, Mirîd, Qewal, Feqîr, Hoste û Merebî, Yar û Birayê Axretê bi vê biskê girtine nîşane.

Ya Xwedê, tû ji vê biskê bike çel Biskane, Ya Xwedê ji me deste ji te dermane. Eme kêmin, Xwedê û Şêx Adî temame. “30:46-47

Wexta duha biskê xelaz dibe û bisk tê birîn şûnde, êdî dest bikêfê, xwarin û vexwarina ji aliyê jinên malbatê ve hatî amedekirin dikin.

Wekî din jî , em Êzdî zarokên xwe yên kurik(lawik) bi sûnetê, bisk hilalîn û bi ava Kaniya Spî helaldikin. »


Bêjeyên Miftehî