1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Cîhana tibê di nav panîkê de ye!
Cîhana tibê di nav panîkê de ye!,cîhana,tibê,di,nav,panîkê,de,ye

Cîhana tibê di nav panîkê de ye!

A+ A-

Cîhana tibê di nav panîkeka mezin a antîbîotîkê de ye

Kovara Newsweek´ê ku li DYA´yê weşanê dike ragihand ku di cîhana tibê de panîkeka mezin a antîbîotîkê rû daye, lewra bakterî li hemberî van dermanan tirûş ango xweragiriya van dermanan zêde bûye.

Heman kovar sê sal berê jî derbarê vê yekê de dabû zanîn ku di vê mijarê de metirsî heye. Piştî sê salan kovar di hejmara xwe ya nûh de dide zanîn ku ev metirsî êdî bûye rastî.

Ji Zanîngeha George Washington´ê Fakulteya Tibê Dr Lance Prince ji bo kovarê axivî û vê yekê wiha bi nav kir ”Yek ji tehdîta herî mezin a li dijî tendurustiya raya giştî ku di dîrokê de hatiye dîtin”. Prince axaftina xwe wiha didomîne ”Em hatie rewşeka wisa ku êdî nikarin enfeksiyonên piçûk jî derman bikin ku me ew berê bi antîbîotîkan bi hêsanî derman dikir.” Ji Zanîngeha Stanford´ê David Relman jî derbarê mijarê de wiha dibêje “Min ji doktorên pratîsyen pirs kir ka di demên dawî de rast li enfeksiyonên ku nekarîne bi antîbîotîkan derman bikin hatine, pirê wan destên xwe bilind kirin”.

Zanyar didine zanîn ku di derketina holê ya bakteriyên ku li hemberî antîbîotîkan xwe radigirin de sedema herî mezin bi nezanî bikaranîna antîbîotîkan e.

Him ji ber doktor di pirsgirêkên piçûk de jî vî dermanî didin û him jî nexweş pir zêde antîbîotîk bikar tînin, ev bûye sedema ku bakterî jî mutasyon derbas dikin û xwe li hemberî van dermanan xurt dikin. Pisporê CDC´yê ku bi nexweşînên şofî re têdikoşe Tom Frieden dibêje ”Em dikin derbasî serdema piştî antîbîotîkê bibin. Lewra hin nexweşînên ku bi hêsanî dikarin bi antîbîotîkê derbas bibin, êdî nabin û dibin sedema mirinan”. Li gor daneyên CDC´ê bi tenê li DYA´yê 2 milyon kes ji bakteriyên ku li hemberî antîbîotîkê xweragirin enfeksiyon digirin û ji van 23 hezar kes dimirin. Qedexekirina bikaranîna antîbîotîkan dê bibe xewnereşk. Ji ber ev derman ne bi tenê ji bo dermankirina enfeksiyonan tê bikaranîn, ji bo kesên kemoterapî dibînin û yên neqla organan dikin jî, xwedî grîngiyeke mezin e.

Doktor didine zanîn ku bi rêbazên niha neqilkirina dil bêyî antîbîotîk, ne pêkan e. Di bêbandorbûna van dermanan de li gel bikaranîna bi nezanî, bikaranîna hormonên bi antîbîotîk ên ji bo ajalên mîna mirîşkan zû mezin bibin jî, xwedî roleka grîng e.

Werger: Amîda Kurd