1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Derbarê 4’ê Nîsanê de çi gotin
Derbarê 4’ê Nîsanê de çi gotin,derbarê,4,ê,nîsanê,de,çi,gotin

Derbarê 4’ê Nîsanê de çi gotin

A+ A-

YEKTA ŞOREŞ/AZAD SERHED08:44 / 03 Avrêl 2011 BEHDÎNAN - Gelê kurd bi rojan e xwe ji bo 4’ê Nîsanê amade dike. Li çiyayên Kurdistanê jî gerîla bi heman coş û heyecanê bûne yek dil; li bendî vê rojê ne ku daristanek nû diyarî xwezayê bikin. Gerîlayan diyar kirin ku rojbûna Ocalan ne rojbûneke asayî ye, rojbûna gelê kurd e. Her wiha azadiya Ocalan jî azadiya gelê kurd e û sala 2011’an dê bibe sala azadiya Ocalan û azadiya gelê kurd.

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal li bajar û çiya dar tên çandin, bernameyên pîrozbahiyê tên lidarxistin û bi hezaran kurd berê xwe didin Amarayê, cihê Ocalan lê ji dayik bûye.

Me bi minasebeta 4’ê Nîsanê ji gerîlayên ku ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne nêrîn wergirtin. Ji Rojavayê Kurdistanê gerîla Dilar Efrîn, ji Başûrê Kurdistanê gerîla Akar Germiyan, ji Bakûrê Kurdistanê gerîla Jiyan Şer û ji Rojhilatê Kurdistanê gerîla Metîn Sine di der barê 4’ê Nîsanê de hestên xwe bi me re parve kirin.

Gerîlaya jin Dilar Efrîn ji bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê tevlî refên gerîla bûye. Gerîla Dilar Efrîn diyar kir ku her sal bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû gerîla kom dibin û daran diçinin û weke cejnekê pîroz dikin. Efrîn da zanîn ku rojbûna Ocalan rojbûna gelê kurd e û wiha axivî: “ Em weke rojek pîroz dibînin. Ji ber ku rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahiya gelê kurd e. Ji bo me wateyeke wê pir cuda heye. Ji ber ku rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê kurd e û azadiya Rêber Apo jî azadiya gelê kurd e. Ji ber ku miletê kurd bi Rêber Apo re xwe nas kir.”

Dilar Efrîn bi lêv kir ku jidayikbûna Ocalan weke ku şewqa rojê li ser tarîbûnê hilat û wiha pê de çû: “Ji ber wê jî meşa ber bi rojê ji bo me weke armancekê bû. Em ji tariyê gihiştin ronahiya rojê. Ji ber wê mirov çiqas hestên xwe bîne ziman jî kêm dimîne.”

Gerîla Dilar Efrîn bi lêv kir ku 62’yemîn rojbûna Ocalan dê bibe sala azadiya Ocalan û gelê kurd û wiha got: “ Em ê sala 2011’an bikin sala azadiya Rêber Apo û ji bo vê jî em bi heyecan in û xebateke mezin dimeşînin. Em ê her tim xwedî li vê rojê derkevin.”

Gerîlayekî din Akar Germiyan ji Başûrê Kurdistanê ye. Gerîla Akar Germiyan diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne rojbûneke asayî ye û bi rojbûna Ocalan re netewek zindî bû. Germiyan wiha axivî: “Eger mirov beriya rojbûna Rêber Apo, beriya belavbûna îdeolojiya Serok Apo rewşa Kurdistanê bîne pêş çavên xwe ev rastî dê baştir were fêmkirin.”

‘Jİ NÛ VE VEJÎN E’

Germiyan bi bîr xist ku heta avakirina PKK’ê li dijî gelê kurd qetlîamên fîzîkî û çandî hatibûn pêşxistin û rojbûna Ocalan li hember hemû cûre qirkirina kurdan bû gotina “êdî bes e”. Gerîla Akar Germiyan diyar kir ku rojbûna Ocalan ji nû ve vejîna netewekî ye. Germiyan da zanîn ku Riha bajarê pêxemberan e, Hz. Îbrahîm jî ji Rihayê derketiye û mirov dikare Ocalan wekî Îbrahîmê hemdem bi nav bike.

‘HETA SEROK AZAD NEBE KURDİSTAN AZAD NABE’

Gerîla Germiyan felsefe û paradîgmaya Ocalan bi bîr xist û wiha axivî: “Li hemberî hêzên moderniteya Kapitalist felsefe û paradigmaya serokatî alternatîf e. Eger Rêbertî azad bibe, em ê hestên cûda bijîn. Ji ber ku her mirovê kurd ê xwedî şeref, xwe di kesayeta Rêber Apo de dibîne. Yanî Rêbertî îfadeya hemû kurdan e. Ji bo wê mirov nikare azadbûna Rêber Apo weke azadbûna şexsekî bigire dest. Ji ber ku di heman demê de azadbûna hemû Kurdistanê ye. Ta Serok Apo azad nebe, Kurdistan azad nabe.”

Gerîlaya jin Jiyan Şer ku ji Bakurê Kurdistanê ye diyar kir ku rojbûna Ocalan di heman demê de avabûna PKK’ê ye, avabûna Tevgera Azadiya Jinê ye û wiha axivî: “Wek têkoşereke jin ez rojbûna Rêber Apo weke avabûna PKK’ê û avabûna Tevgera Azadiya Jinê bi nav dikim. Ji ber ku Rêber Apo çavkaniya hebûna me ye, çavkaniya dilsoziya jiyanê ye. Axa ku mirov tê de şîn dibe ye.”

‘4’Ê NÎSANÊ DÊ BİBE LÛTKEYA HERÎ DAWÎ’

Jiyan Şer anî ziman ku pîrozbahiya rojbûna Ocalan dê îsal ji her salê cudatir derbas bibe û wiha got: “Ji ber ku 8’ê Adarê û Newroza îsal bi coşeke pir mezin hate pîrozkirin. Têkoşîna gelê kurd gihîştiye asta serkeftinê û 4’ê Nîsanê dê bibe lutkeya herî dawî. 4’ê Nîsanê dê bibe jidayikbûna me ya nû, ku em sala pêş me bi Rêber Apo re pîroz bikin.”

‘GEL DÊ BİHERİKE AMARAYÊ’

Jiyan Şer da zanîn ku gelê kurd jidayîkbûna Ocalan weke jidayikbûna xwe dibîne û ev tişt gotin: “Ev wek dilsozî, bawerî û hêzekê ye. Ji ber vê gelê kurd bêyî ku astengiyan nas bike, dijmin çi dike bila bike, dê biherikin Amarayê.”

Gerîla Metîn Sine, ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tevlî refên gerîla bûye. Metîn Sine rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha axivî: “Di serî de 62’yemîn rojbûna Serokatî li gelê kurd, malbatên şehîdan û hevalên heps û zindanê û hevalên serê çiya pîroz dikim.”

‘HER DAREK Bİ XWÎNÊ HATİYE AVDAN’

Gerîla Metîn Sine diyar kir ku ji bo wî weke gerîlayekî vê tevgerê pîrozkirina 4’ê Nîsanê pir girîng e. Metîn Sine got ku li dijî şewat û talankirina xwezaya Kurdistanê bi çandina daran ew peyamekê didin û wiha pê de çû: “ev nêzîkatiyeke felsefîk e û bingehê xwe ji dîrokê, zindîbûyîna mirovatiyê digire. Ev jî ji nû ve afirandina mirov e. Çawa ku dujmin êrîşî xwezaya Kurdistanê dike, dişewitîne, talan dike em jî di rojeke wiha watedar de peyamekê didin dujmin û bi taybet wê rojê em daristanekê diçînin. Em daran diçînin. Bila dijmin vê jî bizane ku di her darekê de xwîna şehîdên me û berxwedana gelê me heye.”

Gerîla Metîn Sine anî ziman ku ew bi taybet ji bo vê rojê dikeve nava lêhûrbûna ka çawa li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere û ev tişt got: “Ez bi kêfxweşî dikarim bêjim, ku ev roj rojeke dîrokî ye û pir bi wate ye û pêwîst e her kes li gorî wê nêzîkî 4’ê Nîsanê bibe. Jidayikbûna serokatî, jidayikbûna me hemûyan e.”

ANF NEWS AGENCY