1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Deriyê Sêmalkan hat vekirin lê astengî berdewam in
Deriyê Sêmalkan hat vekirin lê astengî berdewam in,deriyê,sêmalkan,hat,vekirin,lê,astengî,berdewam,in

Deriyê Sêmalkan hat vekirin lê astengî berdewam in

Her çendî hat ragihandin ku Deriyê Sêmalkan ê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de hatiye vekirin jî, lê ji yên ku dixwazin di derî re derbas bibin û bazirganan re astengiyên mezin tên çêkirin. Têkildarî mijarê Berpirsê Giştî yê Deriyê Sînorê Sêmalkan Aras Fetah ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “PDK’ê tenê ji bo li ser çapemeniyê bêje derî vebûye, hewldanek wiha kir. Lê di pêkanînê de pirsgirêkên mezin didin çêkirin. Ger wiha dewam bike, em ê rewşê carek din bigirin dest.”

A+ A-

SÊMALKAN/ ROJNEWS 


 Deriyê Sînorê Sêmalkan ku di 16’ê Adarê de ji aliyê PDK’ê ve bi biryarekî yek alî hat girtin, di encama nerazîbûnên zêde yên partiyên siyasî û gel de, hat ragihandin ku di 7’ê Hezîranê de hat vekirin. Lê şikayetên ku li Deriyê Sînor ê Sêmalkan astengî berdewam in, hene. 


 Têkildarî mijarê Berpirsê Deriyê Sêmalkan Aras Fetah ku axivî, diyar kir şikayetên tên kirin rastin û wiha peyîvî; “Em wisa têdigehîn ku, rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev tenê ji bo li ser çapemeniyê bêje Deriyê Sêmalkan vekiriye, kir. Lê di rastiyê de ji bo kes û bazirganên dixwazin di derî re derbas bibin gelek astengî tên çêkirin.” ‘Ji Başûr derbaskirina eşya ji bo Rojava sînordar e’ Aras Fetah wiha jî dewam kir; “Ji me re gotin ku wê derî roja Sêşemê (7’ê Hezîranê) vekin. Em jî wê rojê ne amade bûn û me ji wan re got ji bo em jî amadekariyên xwe bikin, roja Çarşemê derî vekin. Wisa çêbû jî. Lê di wê rojê de tênê ji bo derbasbûna 13 wesayitan destûr hat dayîn. Roja Pênçşemê vê carê ji bo bazirganan pirsgirêk hat çêkirin. Gotin wê ti kes ji ’25 tonan zêdetir derbas neke’. Wê rojê tenê destûr hat dayîn ku 6 ton şekir derbas bibe. Duh (11’ê Hezîranê) hinek baştir bû. 


 Destûr hat dayîn ku 100 ton şekir derbas bibe. Lê vê carê ji bazirganan re ‘tenê her kes dikare çeşît eşya derbas bike’ hat gotin. Bazirganin çend çeşît eşya anîne. Lê destûr nehat dayîn derbas bikin. Li ber derî hatin rawestandin. Ji hinek bazirganan re jî ‘tenê hûn dikarin carekê eşya derbas bikin’ hat gotin. Bazirgan ji serê sibehê heya êvarê li ber Deriyê Sêmalkan li aliyê Başûr tên rawestandin. Tişta dixwazin ji bo destûr didin û tişta nexwazin jî destûr nadin derbas bibe.” ‘Destûr nadin ku ji Rojava ti tiştek derbasî Başûr bibe’ Aras Fetah têkildarî derbaskirina eşya ji Rojava ji bo Başûr jî wiha got; “Heya niha destûr nehatiye dayîn tenê tiştek jî ji Rojava derbasî Başûr bibe. Di destê xelkê de pez heye. Dixwazin derbasî Başûr bikin û bifiroşin. Her roja ev pez di destê wan de bimîne zererê dikin. Anîne ber derî û dixwazin derbas bikin. Lê di aliyê Başûr ê derî ve destûr nayê dayîn.” ‘Destûr nayê dayîn kesên biyanî bikevin Rojava’ Têkildarî derbasbûna ji Başûrê Kurdistanê di Deriyê Sêmalkan re ji bo Rojava jî Aras Fetah wiha peyîvî; “Tenê ji bo yên nasnameya wan a Rojava heye destûra derbasbûnê tê dayîn. Ji dervey wê nahêlin kes derbas bibe. Mînak duh Ahmet Huseyîn hat, ji ber pasaporta wî ya Almanî hebû, destûr nedan derbas bibe. Dîsan rojnamegerên biyanî xwestin derbas bibin, destûr nehat dayîn. Gelek kesên wiha hene. Hemû li ber derî paşda hatin vegerandin.” ‘Ger wiha dewam bike, em ê mijarê bêxin rojeva çapemeniyê’ Aras Fetah têkildarî derbasbûna ji Rojava ji bo Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku weke midûryeta Deriyê Sînorê Sêmalkan nadin, ji aliyê rêveberiya kantonan ve li Qamişlo tê dayîn, lê ji bo kesên biyanî, yên îkameya wan a Başûrê Kurdistanê heyî û kesên nexweş re bi giştî destûr tê dayîn derbas bibin. Fetah di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê nêzikatiyên ku ji çapemeniyê re bêjin deriyê sînor hatiye vekirn lê li aliyê din pirsgirêkên wiha derbixin qebûl nakin, ger wiha dewam bike, wê mijarê bi rêya çapemeniyê bi raya giştî re parve bikin. (sk)