1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Destên biçûk ên ji xizaniyê re nabin çare
Destên biçûk ên ji xizaniyê re nabin çare,destên,biçûk,ên,ji,xizaniyê,re,nabin,çare

Destên biçûk ên ji xizaniyê re nabin çare

A+ A-

ÎDRÎS YILMAZ

WAN (DÎHA) -Piştî erdheja 23'ê Cotmeha sala 2011'an li Erdîşê asta aboriyê ku daket, li navçeyê zarok ji bo bi malbatên xwe re bibin alîkar pêlavan boyax dikin û firoşkariya seyar dikin.

Berdêla herî mezin a erdheja 23'ê Cotmeha 2011'an zarok didin. Bi sedan dikan ji ber erdhejê xera bûn, gelek esnafan îflas kirin û bê kar man. Li navçeya ku aborî paş ketiye zarokên di temenê xwendinê de bi boyaxkirina pêlav û firoşkariya seyar tevkariyê debara malbata xwe dikin. Gelek zarokên bavên wan ji ber erdhejê bê kar mane, gelek bav jî ji ber karkerên demsalî ne û kar nabînin zarokên xwe didin xebitandin. Çîroka wan zarokên temenê wan di navbera 10-14 salî de hema hema bi piranî dişibe hevdu.

'Piştî 70 salî ma ez diziyê bikim?'

Hemwelatiyê bi navê Cevdet Sari got ku di erdhrejê de bê mal û bê kar ma û ji ber vê ji neçarî zarokên xwe dide xebitandin. Sari anî ziman ku beriya erdhejê esnaftî dikir, bi erdhejê re cihê wî yê kar xera bû û tevayî sermayeyê di destê wî de jî bi erdhejê re tune bû. Sari têkildarî mijarê bêçaretiya xwe bi kurtasî wiha anî ziman, "Mal û nanê me nîn e. Bila dewletê derfet dabana me da ku em neketibana wê rewşê. Piştî 70 saliya xwe ma ez biçim diziyê bikim?" Yusuf Işik ê 14 salî Yusuf Işik anî ziman ku ji ber karê bavê wî nîn e tevayî debara malbatê ew dike. Işik ku pêlavan boyax dike wiha got, "Bavê min car caran dixebite. Carinan di înşaetan de carinan jî di karên cuda de dixebite. Ji ber vê bi 15-20 TL'yê ku ez rojane bi boyaxkirinê qezenc bikim em debara xwe dikin. Weke cejna din vê cejnê jî min kinc nekirîn û pereyekî ku ez ji bo xwe xerc bikim jî min peyda nekir."

'Em cejnê bi kar derbas dikin'

Ramazan Kaya yê 13 salî jî diyar kir ku 6 bira ne bavê wan bê kar e, hem dixwîne û hem jî neçar e bixebite. Kaya hêrs û îsyana ku dijî bi wan hevokan anî ziman, "Ji bilî kar tu çareya me nîn e. Me jî dixwest em wek zarokên xelkê bi destê bavê xwe bigirin û biçin tiştan bikirin. Lê belê ji ber derfetên me nîn in, em cejnê bi kar derbas dikin. Tevî ku em her roj jî kar dikin, em pereyekî ji bo ji xwe re xerc bikin nikarin kom bikin. Dema rojek ji cejnê re dimîne eger em hin pereyên zêde qezenc bikin, dikarin kincekî ku berê hinekan lê xwe kiriye bikirin."

(yş/mae)