1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Di 9 mehan de 7 jin hatin kuştin
Di 9 mehan de 7 jin hatin kuştin,di,9,mehan,de,7,jin,hatin,kuştin

Di 9 mehan de 7 jin hatin kuştin

A+ A-

4SERBAZ SIYAMEND

HEWLÊR(DÎHA)- Dezgeha Warvîn ji bo Pirsa Jinan, diyar kir ku li Herêma Federal Kurdistanê rewşa jinan kembax e û di 9 mehên 2011'an de 24 jin rastî şîdetê hatin û 7 jin hatin kuştin.

Dezgeha Warvîn ji bo Pirsa Jinan, der barê rewşa jinan li Herêma Federal a Kurdistanê daxuyniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya komeleyê ya li bajaroka Enkaweyê hate dayîn û gelek saziyên çapmeniyê amade bûn. Li ser navê dezgehê berpirsa Dezgeha Warvîn Lence Abdula axivî. Abdula aşkera kir ku li Herêma Federal a Kurdistanê rewşa jinan kembax e û wiha got: "Pêwîst e hikumet planên xwe yên derbarê jinan de carek din ber çavan re derbas bike." Piştre raporeke taybet der barê şideta li dijî jinan li bajêrên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê pêk hatine, ji dezgehên çapmeniyê re hate ragihandin. Di raporê de hate gotin ku tenê di 9 mehên di 2011'an de 24 jin rastî şidetê hatin û 7 jinan jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê ku Dezgeha Warvîn amade kiriye de wiha hate gotin: "Her çend Herêma Kurdistana Iraqê xwedî pêkhateyên qanûnî mîna Serokê Herêma Kurdistan, serokên Hikumet, Perlamanto û gelek rêxistinên jinan e, lê dîsa jî van saziyan nekarîne li gorî pêwîstiyan kar ji bo kêmkirina şidet, kuştin û şewtandina jinan bikin." Warvîn detayên şideta di 9 mehên borî de pêk hatiye wiha ragihand: "Li gorî detayên ketine destê 'Warvîn' tenê di 9 mehên 2011'an de li bajêrên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 24 jin hatine kuştin û şewtandin û 7 jinan jî bi sedemê şewtînê jiyanê xwe ji dest dane. Ev yek jî me bi pirsek sereke re rû bi rû dike. Lazim e hemû alî tev rêxistin û saziyên jinan li hember komkujiya jinan bêdeng nemînin."

Dezgeha Warvînê daxwazên xwe jî wiha rêz kir: "Em bang li her sê serokê Herêma Kurdistanê, Hikûmet û Parlamantoya Kurdistanê, rêxistinê jinan ên herêmê û derveyî Herêma Kurdistanê dikin, ku van daxwazên me li ber çavan re derbas bikin."

Daxwazên jinan wiha ne:

"1- Lazim e Hikumeta Herêmê pirsê jinan tenê bi avakirina encûmeneke jinan ranexe ber çavan. Pêwîst e stratejiyek bê diyarkirin û şîdeta li dijî jinan bê rawestandin.

2- Lazim e di biryalên lêborînê yên Serokatiya Herêmê kujerên jinan neyên serbest berdan.

3- Daxwaz li Parlamana Herêma Kurdistanê dikin ku bi awayek hûr çavdêriya cih bi cîkirina van qanûnên girêdrayî pirsa jinan bike ku Parlamento derxistine û lazim e hikumet van qanûnan pêk bîne.

4- Daxwaz li Navendên xwendina bilina weke Zanîngeh û Peymangehên Herêma Kurdistanê dikin ku lêkolînên zanistî û hûr ji bo pirsgirêkên jinan bikin. Heta ku aliyên nediyar yên sedema kuştin û şewtandin û şideta li dijî jinan bi temamî bê xuyakirin û çaresrî jê re bê dîtin.

5- Pêwîst e Hikumeta Herêmê xebat ji bo başkirina rewşa jinan li Herêma Kurdistanê bide dest pêkirin.

6- Em bang li 'Rêvberatiya seknîn li dijî şideta li hemberî jinan' dikin ku detayên kuştin û şewtandina jinan di demê xwe de aşkera bike û detayên rast û dirûst biweşîne.

7- Pêwîst e reqabetê nava partiyên herêmê nekeve nava 'Rêveberatiya Seknîn li dijî şideta li hember jinan' û xebatkarên vê rêvberatiyê li gorî kesên pispor bên girtin û li gorî endametiya partiyan nebe.

8- Li gorî detayên Warvîn bi dest xistiye li Herêma Kurdistanê zêdetrî milyon û nîvek welatiyên çekdar hene. Her ji ber vê lazim e Parlamantioya Herêma Kurdistanê qanûna hejmar 16 a sala 1993'yan qanûna taybet bi bikaranîna çek careke din di parlamantoyê re li ber çavan bê derbaskirin.

9- Daxwaz ji saziyên çapemeniyê dikin ku pirsgirîka jinan wek pirsgireke bê nirxandin û pirsgirîka jinan bi aweyeke rast nîşanî raya giştî bidin. Pirsgirêkên jinan nekin armanca pirgsirêkên siyasî.

(ssq/sa)