1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. "Di bingeha pirsgirêkên tenduristiyê de xwedîbûn heye"
"Di bingeha pirsgirêkên tenduristiyê de xwedîbûn heye",di,bingeha,pirsgirêkên,tenduristiyê,de,xwedîbûn,heye

"Di bingeha pirsgirêkên tenduristiyê de xwedîbûn heye"

A+ A-

ŞÎLAN OZHAN

Bijîşkê Rûs Gali Musabekov ê ku ji sala 2002'yan heta niha li Tirkiyeyê dijî der barê pirsgirêkên tenduristiyê de lêkolîn kir. Musabekov diyar kir ku di bingeha pirsgirêkên tenduristiyê de xwedîbûna ne baş heye û li Tirkiyeyê mirov li xwarin û vexwarina xwe baldar nabin. Musabekov, diyar kir ku divê mirov ji bo ku bijîn xwarinê dixwin, lê li Tirkiyeyê mirov ji bo xwarinê dijîn.

Bijîşkê rûsî Gali Musabekov di 1999'an de piştî erdhejê hate Tirkiyeyê û di 2002'ayn de jî li Antalyayê bi cih bû heta niha li Tirkiyeyê dijî. Musabekov heta niha der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên li Tirkiyeyê de gelek lêkolîn kiriye. Tevli gelek konferans sempozyum û panelan bûye û der barê tenduristiyê de semîner daye. Musabekov diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên tenduristiyê heye û ji ber nexweşiyên zêde gelek caran matmayî maye. Li gorî wî sîstema tunduristiyê ya Tirkiyeyê nexweşiyan zêde dike û di bingeha pirsgirêkan de jî xwedîbûna ne baş heye.

Musabekov, da zanîn ku dema ku hatiye Tirkiyeyê gelek nexweş dîtiye û wiha berdewam kir: "Di 2002'yan de dema ku ez li Tirkiyeyê bi cih bûm û ez ketim nava jiyanê ez matmayî bûbûm. Ji ber ku dema mirov ji derve li Tirkiyeyê dinêre weke ku nexweş tunene tê dîtin." Musabekov got ku li gel ku Sîbîrya pir sar e jî li wir nexweşiya ba ya movikan nîn e û wiha axivi: "Mînak Sîbîrya pir sar e. Bi şev di bin sifirê de 60 derece ye. Lê dîsa jî li wir qasî Antalyayê nexweşiya ba ya movikan nîn e. min pir mereq kir û sedemê vê yekê lêkolîn kir. Li Antalyayê mirov tenê odeyeke malên xwe germ dikin û li wir radizên. Piştî ku diçin ciheke din ev bandoreke neyînî li wan dike û piştre jî nexweşiya ba ya movikan dest pê dike."

Musabekov, anî ziman ku piraniya pirsgirêkên tenduristiyê ji ber xwedîbûnê diqewime û li Tirkiyeyê di vî warî de gelek şaşîtî tên kirin. Musabekov, mirov bêyî ku birçî bin xwarinê dixwin ev jî sîstema hezmkirinê xira dike.

Musabekov anî ziman ku li sifreyan gelek xwarin hene, 4-5 xwarin pir zêde ye û wiha berdewam kir: "Mirovek bi tena serê xwe nikare 4-5 karan bike, ne wisa? Lê em ji medeya xwe vê dixwazin. Em dixwazin di careke de 5 xwarinan hezim bike. Em kareke nikarin bi şev û roj bikin lê em dibînin ku medeyê me di rojên betlaneyê de jî dixebite." Musabekov diyar kir ku bi xwarinê tiştên bi avî divê neyên vexwarin ev yek dibe sedama werimê û dibe sedema ulserê.

Musabekov destnîşan kir ku divê av zêde bê vexwarin lê ne bi xwarinê re, 15 deqîqe beriya xwarinê an jî saetek piştî xwainê divê av bê vexwarin. Musabekov bal kişand li ser taştê jî û got ku di taştê de ava porteqal, lemon an jî greyfurtê be vexwarin dê baştir be. Musabekov got ku divê mirov ji bo ku bijîn xwarinê dixwin lê li Tirkiyeyê mirov ji bo xwarinê dijîn. DÎHA (sa/mae)