1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Di makeqanûnan de mafê jinê
Di makeqanûnan de mafê jinê,di,makeqanûnan,de,mafê,jinê

Di makeqanûnan de mafê jinê

Li cîhanê rêgeza sereke ya makeqanûnan mafê jinê ye

A+ A-

NAGÎHAN AKARSEL Di nava makeqanûnên 200 welatan de makeqanûna Ruanda bi wekheviya jin û mêr balê dikşîne ser xwe. Makeqanûna Efrîqaya Başûr jî madela herî baş a jinê li ber çavan radixe. Di makeqanûnê de li ser wekheviya zayend, jin û mêr zagon hene. Disa şertên ku alîgirê CEDAW'ê şert e. Li Tirkiyeyê jî şertê wekheviyê û qedexeya cudakariyê hêj mijara niqaşê ye.

Di cîhanê de li 200 welatî neviyên welatan makeqanûnên wan piştî 1970'an bi armanca şer bi dawî bikin hatine çêkirin. Di makeqanûnên nû de zêdetir li ser wekhevî, edalet, hurmet, wekheviya jin û mêr tê avakirin. Li welatên Ewropayê jî makeqanûn, li gorî şert û mercên jinê, civakê, çandê û siyasetê tê teşekirin. Hiqûqnas Feride Eroglu, diyar kir ku li van welatan makeqanûn li ser wekheviya jinê, parastina wekheviya zayendê hatiye avakirin.

Di welatên cîhanê de ji aliyê zêdebûna parlementerên jin ve herî zêde Ruanda cih digire. Di makeqanûna Ruanda de rêgezên wekî hurmeta ji bo mafên mirovan ên bingehîn, demokrasiya piralî, hevparkirina hêza adîl, xweşbinî û çareseriya bi diyalogê, wekheviya zayendî ya civakî, ji bo pêşxistina welat pekanina rêgezan û parastina wekheviya jin û mêr rêgezên sereke ne.

Makeqanûna herî baş a wekheviya zayendiya civakî ya Efrîqaya Başûr e

Di aliyê makeqanûna demokratîk û civakî de herî zêde Welatê Efrîqaya Başûr cih dide parastina wekheviya zayendiya civakî. Di madela makeqanûnê de li ser wekhevî û li dijî neheqî û newekheviyê pêkanînên cuda hatine amadekirin. Zagonên sereke yên Efrîqayê wiha ne: "Her kes li hemberî zagonan wek hevin. Her kes dikare ji zagonan sûdê bigire û ên parastin. Dewlet li hemberî tu kesan nikare cudakariya ziman, çand, nijad, bawerî, zayend, temen û reng bike. Li dijî neheqiyê zagona taybet tê meşandin.

Li gorî makeqanûna Ugandayê jî di hukmê tevahî de zayendiya civakî û di hikmê taybet de jî parastina mafê jinê. Dîsa di parlementoyê de mafê wekheviyê.

Di makeqanûnên welatên ewropayê de jî wekheviya jin û mêr heye. Di makeqanûna Avusturyayê de mecrûriyeta wekheviya zayendî û jin û mêr a di her qada jiyanê dne heye.

Disa di makeqanûnên Belçika, Îtalya, Romanya Swed, Swîsre, Polonya, Portekiz li ser wekheviya zayendî radiweste.

Şertê aliyê CEDAW'ê mecbûrî ye

Welatên ku parastina wekheviya jin û mêr qebûl kirine neçar in ku bibin aliyê Peymana Hemû cureyên cudekariya li dijî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (CEDAW). Welatên ku CEDEW îmze kirine neçarin ku li gorî wê makeqanûna xwe amade bikin û saz bikin.

CEDAW'a taraf olmanın yükümlülükleri

Li gorî peymana CEDEW'ê divê prensîbê wekheviya jin û mêr biparêzin. Divê hem bi zagonan û hem jî bi aliyê pratîk vê peymanê têxin meriyetê. Ji bo mafê jinê bê parastin û pêkanînên li dijî mafê jinê tê kirin bê cezakirin hemû tedbîr hatine girtin û zagon van tedbîran diparêze.

Li Fînlandiyayê rêgezên wekheviyê heye Li welatê Finlandiyayê jî rêgeza wekheviya zayendî heye. Ji sala 1987'an heta niha wekheviya jin û mêr tê parastin. Dîsa di hemû qadên jiyanê yên perwerdehî, aborî, tenduristî, siyaset û civaki de mafê jinê û wekheviya zayendî tê parastin.

Li Tirkiyeyê mafê jinê nayê parastin

Li Tirkiyeyê her çend di xalên 41, 66'an de di sala 2001'an de û di xalên 10 û 90'an de di sala 2004'an de guhertin hebe jî dîsa mafê jinê nayê parastin. Her çend di xala 10'an de bêje jin û zilam xwedi heman mafin û mafê jinê û zilam wek hev e jî dîsa ev zagon nakeve meriyetê. Li gorî hêjmara 67'an a partiyên siyasî, divê xala 68'an ji nûve bê guhertin. Dîsa li gorî xala 70'an a xizmeta civakî û xala 75'an a di sazkirina meclîsê de û dîsa li gorî xala 95'an a di xebatên parlementoyê de divê cih bidin wekheviya jin û zilam.

(mae)


Bêjeyên Miftehî