1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. "Di rihê Delîlayê de heskirin hebû"
"Di rihê Delîlayê de heskirin hebû",di,rihê,delîlayê,de,heskirin,hebû

"Di rihê Delîlayê de heskirin hebû"

Goçer: Di rihê Delîlayê de heskirin hebû

A+ A-

Bi ser mirina Endama HPG'ê û Hunermend Delîla Meyaser a ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da 5 sal derbas bûn. Dayîka Delîla Gulsuma Goçer jiyana Delîla vegot û diyar kir ku Delîla hêj di zarokatiya xwe de gelek hez ji alîkariya mirovan dikir û wiha got: "Hêj zarok bû û tu tişt fêmnedikir di rihê wê de heskirin hebû."

Endama HPG'ê Şenay Goçer (Delîla Meyaser) di 23'yê tebaxa 2007'an li bajaroka Uzungeçît ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi 10 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan û bi ser mirina wan de 5 sal derbas bûn. Dîlal bi stranên gotin di demek kin de di nav gelê kurd de ciheke mezin girt. Stranê û klîbên Delîla yên di MMC'ê de tên weşandin ên weke "Sê jinên azad", "Şev tarî" û "Zîlan" di nava gele de ji aliyê hemû kesî ve tên gotin. Dayîka Delîla Gulsuma Goçer di salvegera mirina keça xwe de jiyana wê vegot û wiha got: "Delîla zarokekî gelek baş bû û tu caran ez û malbat nerehet nekir. Nedigirî û bêdeng bû."

Goçer, anî ziman ku Delîlayê gelek hes ji kesên kal û xizan dikir û wiha axivî: "Piştî hinek mezin bû li ku kesekî kal, nexweş, mazlum ditîba xwe nêzî wan dikir. Dema Delîla derket çiyê cîraneke me yê hewcehiya wî bi alîkariyê heyî hebû. Wê demê di hêşên min de Delîla derbas bû. Heke li vir ba dê berê xwe daba meta pîr. Delîla keseke wisa bû. Gelek hes ji kesên kal û hewcehî bi alîkariyê hene dikir. Ev yek di rihê wê de hebû. Hêz zarok û tu tişt fêmnedikir jî di rihê wê de heskirin hebû."

Hêj xwendekara lîseyê bû dest bi greva birçîbûnê kir

Goçer, da zanîn ku hêj Delîla 5 salîbû şandin dibistanê û piştî lîse qetan derket çiyê û wiha pê de çû: "Hêj Delîla derneketî çiya, di salên Ocalan hate girtin de MED TV. hebû. Em jî ji cîranan xet şandibû. Delîlayê her tim ji cîranan re digot televîzyonê negirtin. Hincaran dihate girtin wê demê li cîranan digeriya û ji wan re digot televîzyonê vekin. Heya serê sibê bêdeng MED TV. temaşe dikir. Dema Ocalan hate girtin jî 28 rojan li malê xwerîn nexwar. Me nedizanî ew tevlî çalakiya birçîbûnê bûye. Dema me jê dipirsî tu çima xwarinê naxwî? 'Dilê min naçê. Ezê dê pişt re bixwim.' bersiv dida. Bi vî şiklî 28 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar xist. Tenê li ser betaniyê radiket. Ligel min sedema vê yekê nedizanî lêl disa jî min jê re tu tişt nedigot. Me dizanî morala wê xerab e. Dema ku serê sibê ez rabûn nimêja sibê min dît Delîla hişyar bû. Xev nediket çavên wê."

'Dil dest neda em xwarina wê ya dawî ya çêkir bixwin'

Goçer, bilvê kir ku Delîlayê her tim alîkariya wê ya karên malê dikir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Delîla li dibîstanê keseke serkeftî bû. Ji ber vê yekê mamosteyên wê her tim ji wê re digotin dê bibe endezyar. Beşa elektrîkê dixwend. Dînamo xîz dikirin. Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevalên xwe lê mamoteyan her tim xîzên wê dinasîn. Li dibistanê her tim belgeyên serkeftinê digirtin. Hemû belgeyên wê yên serkeftinê niha jî li cem min in. Di 16 saliya xwe de derket çiya. Roja çû ez li malê nebûm. Ez çûbûm ziyareta nexweş. Min hevîr kiribû û hevîr tirş bibû. Delîla li min geriya û ji min re got hevîr tirş bûye. Cîraneke me ya bi navê Şukran a astengdar hebû. Dema Delîla li min geriya min jê re got, 'Ji Şukranê re bêje bil hevîr biben ser tendurê' Dema min ev yek ji wê re got ji min re got, 'Dayîka min tu çiqas bêwijdanî. Ez dê çawa ji Şukranê re bêjîm hevîr bibe ser tendûrê.' Ji ber ku Şukran astengdar bû jê re negot. Dema ez hatim malê min dît hevîr birine ser tendurê û hatiye pêjandin. Min jî pirsî kê nan pêjand û gotin Delîlayê. Nanê dawî bû. Pişt re derket çiya. Dilê me dest neda em wî nanî bixin. Min ji xwedê re dua kir."

'Ez hêj jî klîban bi xemgînî keyfxweşî temaşe dikim'

Goçer, destnîşan kir ku dema klîbên Delîla di televîzyonê de derdikevin gelek keyfxweş dibe û wiha axaftina xwe domand: "Berî şehîd bikeve dema klîbên wê di televîzyonê de derdikevtin kesên em dinasîn agahî didan me. Klîba Zîlan bûn. Dema me temaş dikir keyf û çoşa wan çawabe ya me jî wisa bû. Em gelek keyfxweş dibin. Me tu caran televîzyon nedigirt. Em her tim li benda derketina wê bûn. Di dema klîba'Sê jinên azad' de ji me re telefon hat. Dîroka weşanên klîbê ji me re gotin. Me jî bi heycaneke mezin klîba 'Sê jinên azad' temaşe kir. Piştî şehîd ket klîbên wê hem xemgînî hem jî keyfxweşiyê dide. Kezaba dayîkê ye xwe nagire. Hêj jî dema ku ez temaşe dikim ez gelek keyfxweş dibim."

'Delîla 3 caran hate definkirin û hate derxistin'

Goçer, diyar kir ku ji bo cenaze bigirin gelek ked dan û wiha got: "Me di sala 2007'an de agahiya şehîdbûna wê girt. Em çûn Şirnexê. Em 4 roj 4 şevan li ber deriyê dozgeriyê rawestan. Ji bo cenazeyê xwe bigirin me têkoşîneke mezin da. Piştî têkoşîneke mezin me testa DNA'yê da kirin. Pişt re em baş ve vegeriyan û me konê şînê danî. 4 meh şunda me 3 caran Delîla definkirin û derxist. Piştî vê demê encama DNA'yê ya Delîla û Rozayê derket. Em careke din çûn Şirnexê. Gireva birçîbûnê hebû. Li Şirnexê gelek kes hebû. Cenazeyê Roza dan. Cenazeyê Delîla nedan. Bi zanebûn ji me re numareyeke cuda dan. Ji me re gotin cenazeyek din bibin. Me jî ji wan re got em dê cenazeyê xwe bibin. Careke din cenaze definkirin. Piştî demeke dirêj me agahiya gor hatine vekirin girt. Em careke din çûn wir û me gor sererast kirin. Piştî salek û 8 meh bi ser bûyerê re derbas bûn encama hemû testên DNA'yê hate aşkerakirin. Pişt re careke din em cun me bi têkoşîneke mezin me cenazeyê xwe girt û me anî Farqînê defin kir."

'Di navbera min û keça min de 100 metre heye'

Goçer, anî ziman ku ew bi gora keça xwe Delîlayê re dijî û di navbera mal û gorê de 100 metre heye û her tim gora keça xwe ziyaret dike. Goçer, da zanîn ku dema diçe ser gora keça xwe gelek rehet dibe û wiha axivî: "Hêj gora wê li Şirnexê bû disa jî ez her tim diçûm jin ziyaret dikir. Xwaziya me Delîla û hevalên wê ji hev veneqetibandiban û em biriban Amedê definkiriban. Bi hev re têkoşîn dabûn."

(bd/mae)