1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Di sala 13'emîn de 15'ê Sibatê û tecrit
Di sala 13'emîn de 15'ê Sibatê û tecrit,di,sala,13,emîn,de,15,ê,sibatê,û,tecrit

Di sala 13'emîn de 15'ê Sibatê û tecrit

Pêvajoya ji 9 Cotmeha 1998 heta 15'ê Sibata 1999'an

A+ A-

NAGÎHAN AKARSEL

ENQERE (DÎHA) - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê cotmeha 1998'an de ji ber zextên welatên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Beriya derketinê ultîmatom da sûriyeyê. Li Washingtonê hevdîtin hatin kirin. Misir ket navberê û bû navbênkar. Piştî ku Ocalan ji Sûriyeyê derket peymana Edeneyê hate îmzekirin. Ocalan, piştî ji Sûriyeyê derket neçar ma biçe Yunanistan, Rusya, Îtalya, Rusya û Kenyayê. Daxwaza stariya siyasî ji aliyê tu welatan ve nehat qebûlkirin. Pişt re Ocalan bi destê welaten navneteweyî di 15'e Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Gelê kurd 15'ê Sibatê wekî roja şînê îlan kir û ji wê rojê heta niha 13 salin 15'ê Sibatê wekî roja şînê pêşwazî dikin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê cotmeha 1998'an de ji ber zextên welatên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Piştî ji Sûriyeyê derket 4 mehan li 4 welatan geriya, lê ji ber ku tu welatan stariya siyasî qebûl nekir di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tena serê xwe 13 salin di yek hucreyê de tê girtin. Tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmralî ya Ewlehiya Bilind ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê roj bi roj girantir dibe. Li hemberî vê rewşê hem saziyên navneteweyî û hem jî welatên navneteweyî ku hiqûq û mafên mirovan diparêzin bêdeng in. Ev pêkanîn û helwesta dewletên navneteweyî fikara ku anîna Ocalan a Tirkiyeyê bi "komplo" yê anîn Tirkiyeyê zêde dike Di 13 salan de Ocalan rastî gelek pêkaninên li dijî mafên mirovan hat. Porê wî hate jêkirin, hate jahrkirin, mafê wî yê hevdîtina parêzeran bi sedan caran hate astengkirin. Herî dawî Ocalan nêzî 7 mehan e nikare bi parêzerên xwe re devdîtinê bike. Li hemberî vê yekê her tim gelê kurd bi çalakiyên cuda û kampanyayên cuda pêkanînên li dijî Ocalan şermezar kirin û li Ocalan xwedî derketin.

13 salin bi tena serê xwe dimîne

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gel hemû pêkanînên li dijî wî pêk tên 13 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Taybet di ber xwe dide û diyar dike ku dê her tim ji bo aştîyê têbikoşe. Ocalan ku gelê 3 milyon û 500 hezar welatiyên kurd bi awayekî fermî ew wekî vina xwe ya siyasî û rêberê xwe qebûl kir, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi destê hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin.

Geşedan û polîtîkayên di 4 mehên di navbera 9'ê cotmeha 1998 û 15'e Sibata 1999'a de pêk hatin 13 salin tê niqaş kirin. Lê hêj pirsgirêka kurd hetiye çareserkirin û hêj niqaş bi nawî nebûne.

Pêkanîn û geşedanên di nava 4 mehan de pêk hatin guman û fikarên ku Ocalan bi destê hêzên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û li dijî Ocalan "Komplo" pêk hatiye xurttir dike. Piştî ku bi zextên li ser Sûriyeyê Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket, di serî de çû Rusya, Îtalya, Rusya, Yûnanistan û Kenyayê. Di vê pêvajoya 4 mehan de di serî de DYA û Îngilîstanê gelek welatên serdest navê wan di nava lîstika li dijî Ocalan de derbas bû. Gelek partiyên siyasî, siyasetmedar saziyên sivîl ên civakî, zanyarên navdar û pisporên dîplomasiyê diyar kirin ku Ocalan bi destê hêzên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Piştî Ocalan di 15'ê Sibatê de darestî Tirkiyeyê hate kirin gelê kurd 15 Sibatê wekî roja reş îlan kir û 13 salin di 15'ê sibatê de şînê digirin û çalakiyan pêk tînin.

Ocalan di 1'ê Îlona 1998'an de agirbesta yek alî îlan kir

Di 29'e tebaşa 1998'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi telefonê beşdarî MED TV bû û diyar kir ku wan ji 1'ê Îlona 1998'an û şûnde agirbesta yek alî îlan kiriye.

Der barê Ocalan de doz hate vekirin

Der barê Ocalan û sazûmankarên PKK'ê yên din de têkildarî doza wan a sala 198O'an a pişti darbeya leşkerî doz hate vekirin. Doz li 1'emîn Dadgeha Ewlehiya Dewletê hate vekirin û doz ji ber dem di serde derbas bûye hate qistin. Der barê Ocalan de di serê Îlona 1998'an de li 2'emîn Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Enqereyê dozek nû hate vekirin. Ev doz wekî bi armanca Ocalan ji Sûriyeyê derxin û bînin Tirkiyeyê hate famkirin û şirovekirin.

Siyasetmedaran çi gotibû?

Di 16'ê Îlona 19987an de Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Atilla Ateş, li navçeya Reyhanli ya Hatayê axafivî û gef li Suriyeyê xwar. Ateş, diyar kir ku ger Sûriye Ocalan dersînor neke û teslîmî Tirkiyeyê neke dê operasyona bejayî li dijî Sûriyeyê bidin destpêkirin. Serokomar Suleyman Demirel jî di vekirina meclîsê roj 1'ê cotmeha 1998an de aşkere gef li Sûriyeyê xwar. Fermandarê Giştî yê Artêşê Huseyin Kivrikoglu jî di vekirina meclîsede helwesta Tirkiye ya li hemberî Sûriyeyê anî ziman. Serokwezîr Mesut Yilmaz jî anî ziman ku li gorî zagona 51an a Neteweyên Yekbûyî mafê Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyê ye xwe biparêze heye.

Civîna Washingtonê

Di 17'ê îlona 1998’an de di navbera KDP, YNK û DYA''ye de li Washingtonê civîn hate lidarxistin. Serokdewletê Misirê Husnu Mubarek, di 6'ê cotmehê de Tirkiye ziyaret kir û ket navberê.

Peymana Edeneyê

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Amr Musa di 12'e Cotmeha 1998'an de hate Enqereyê û peyama Serokdewletê Suriyeyê Hafiz Esad ji Suleyman Demirel re ragihand. Di 19'e cotmehê de li Edeneyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de peyman hate kirin, rayedarên Suriyeyê diyar kirin ku Ocalan ji Sûriyeyê hatiye derxistin. Piştî peyman hate îmzekirin encam di 20'e cotmehê de hate aşkerekirin.

Ocalan di 9'ê Cotmehê de ji Suriyeyê derket

Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hêza welatên navnenteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin. Ocalan li gel Nûnera PKK'e ya Yûnanîstanê Ayfer Kaya (Rozerin) ji Sûriyeyê hate derxistin. Ev di nava zimanê navneteweyî de wekî "Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê" hate zanîn. Ayfer Kaya diyar kir ku di 6'ê cotmeha 1998'an de Parlementerê PASOK'ê yê Yunanîstanê Kostas Baduvas hat Şamê û hevdîtin kir û wiha got: "Kostas Baduvas, diyar kir ku hikûmeta Yunanistanê hatina Ocalan a Yûnanistanê qebûl kiriye. Diyar kir ku dema bê dê li Atinayê bê pêşwazîkirin. Pişt re Abdullah Ocalan, di 9'ê Cotmehê de ji Şamê çû Atînayê.

Yunanîstanê Ocalan dawet kir lê qebûl nekir

Piştî Yûnanistan Ocalan qebûl kir, Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de çû Atinayê, lê Parlementerê PASOK'ê Kostas Baduvas soza xwe bi cih neanî. Serokê EYB'ê yê Serwîsa Îstîxbarata Yunanîstanê Albay Haralambos Stavrakakis Ocalan pêşwazî kir. Li ser vê yekê Ocalan, Kalenderides û kesên pêre şandin Moskovayê ya Rûsyayê. Berpirsiyarê PKK'ê yê Rusyayê Mahir Welat (Numan Uçar), Rüstem Broyî û Serokê Partiya Demokrat a Liberal a Rûsyayê Vladimir Jirinovski û Serokê Komîsyona Duma Jeopolitikê Aleksey Mitrafanof; Ocalan pêşwazî kir. Ocalan pişt re birin malek aydî îstixbarata taybet a li Odinsovo ya Rûsyayê.

Rusya, Ocalan dersinor kir

Ocalan li gel xwest mafê stariyê ji Rûsyayê bigire jî dîsa ev daxwaza Ocalan nehat qebûl kirin. Di 4'ê mijdarê de meclîsa Rûsyayê bi 298 parlementeran biryarek nû girt û xwest Rusya ji bo Ocalan mafê stariyê bide. Lê berdevkê Wezîrê Karê Hundir ê DYA'yê James Rubin daxuyanî da û xwest tu welat mafê stariyê nedin Ocalan. Piştî ku Albright, xwest Hikûmeta Rusyayê Ocalan dersînor bike, Serokdewletê Rusyayê Yevgeni Primakov destûr neda ku Ocalan li Rûsyayê bibîne. Di 10'ê mijdarê de Wezîrê Karê Hundir Îsmet Sezgin Belarus ziyaret kir û Rusya biryar da ku Ocalan ne pêkan e li Rusyayê bimîne.

Îtalyayê Ocalan qebûl kir

Hej Ocalan li Rusyayê bû, 109 parlementerên Yunanîstanê Ocalan daxuyaniyek da û xwest Ocalan bê Yunanistanê. Lê piştî Serokê İtalyayê Massimo D'Alema daxuyanî da û diyar kir ku ew dê mafê stariya Ocalan bidin. Nûnerê PKK'ê yê Îtalyayê Ahmet Yaman diyar kir ku D'Alema Ocalan li welatê xwe qebûl kir. Li ser vê yekê Ocalan, Ayfer Kaya, Mecit Mamoyan û Romana Montavani di 12'ê mijdara 1998'an de bi balafirê çûn Romayê.

D'alema: Ocalan bila li vir bê darizandin

Piştî Ocalan çû Îtalyayê Parêzer û Parlementerê Partiya Keskan Luigi Saracini û Parlementerê Partiya Çepan a Demokrat Giuliano Pisapia parêzerî dan ser xwe. D'Alema, pişt re daxuyanî da û diyar kir ku ger Ocalan dê bê darizandin, li şûna li Tirkiye ku der barê wî de biryara îdamê daye bila li Îtalyaye bê darizandin.

Lîstika Kenya û CİA'yê

Pişt re D'Alema ji bo Ocalan li welatekî Ewropayê bi cih bike ket nava hewldanan. Seroka Dewleta Alman Gerhard Schroder diyar kir ku ew ji aloziyên nava welatê xwe ditirse û nikare Ocalan qebûl bike. Li ser vê yekê Ocalan di 16'ê çileyê 1999'an de ji Îtalyayê qetiya û çû Yûnanistanê. Li vir jî CİA ket nava liv û tevgerê û xwest Ocalan bibe Kenyayê. Li ser navê Lazarus Mavros posaporta sexte hate çêkirin û Ocalan, di 2'ê sibata 1999'an de birin Kenyayê. Piştî Ocalan birin Paytextê Nairobiyê li vir jî li Sefaretxaneya Yunanistanê hate bicihkirin.

Tirkiye revandin Tirkiyeyê

Piştî MÎT'a Tirkiye îstîxbarat ji CIA'yê girt, li dijî Ocalan operasyon hate amadekirin. Ligel Musteşare MÎT'e Şenkal Atasagun operasyon pêk anî û Ocalan bi hevkariya MOSSAD'ê Ocalan anîn tirkiyeyê.

Hevkariya DYA û NATO'yê.

Piştî ku Tirkiye, DYA û NATO ketin nava hevkariyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê. Piştî ku bi tevkariya CIA û MOSSAD'ê Ocalan dersînor kir. Ocalan bi şertê ku biçe Hollandayê Kenya terk kir. Lê piştî demekê balafira ku Ocalan bir Holandayê winda bû. Ocalan saet di 03.00'ê 16'ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê. Tîmê MÎT'ê ku ji 7 kesan pêk dihat ji Ocalan re got "Tu bi xêr hatiye Tirkiyeyê" û Ocalan pêşwazî kirin. Piştî Ocalan anîn Tirkiyeyê birin Girtîgeha Tîpa F a Îmralieyê û 13 salin Ocalan bi tena serê xwe li Îmraliyê ye. Di vê pêvajoyê de Rusya Yunanistan û NATO'ê rêgez û hiquqa xwe binpê kirin.

Sibê: Çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin"

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser zextên navnetewî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radesti Tirkiyeyê hate kirin. Di 4 mehên ku Ocalan li 4 welatên wekî Yunanistan, Rusya, Îtalya û Kenyayê geriya û cihê starê bi dest nexest, gelê kurd derketin kolanan û her der kirin qada serhildanê. Gelê kurd di 4 mehan de dest bi çalakiyên xwe şewitandinê, dagirkirina sefaretxaneyên dewletan, gireva birçûbûnê û gelek çalakiyên din kirin. Di çarçoveya çalakiya "Hûn nikarin roja metarî bikin" de 63 welatiyan xwe şewitand û li dora Ocalan kirin xeleka ji agir. Doza Îmralî ku di dîrokê de wekî "Doza sedsalê" hate dîtin, di navbera 31'ê Gulan û 29'ê Hezîrana 1999'an de hate dîtin. Piştî rûniştina dozê bi dawî bû Ocalan rastî cezayê Îdamê hat. Lê ceza ber pêvajoya ahengsaziya Dewletên Ewropayê neket meriyetê. Ocalan di parastina xwe de diyar kir ku stratejiya wî "Komara Demokratik e" Pişt re li ser banga Ocalan hêzên çekdar ên di sînorê Tirkiyeyê de ji Tirkiyeyê paşve kişiyan. Di texaba 1999'an de yekemîn koma aştiyê hate Tirkiyeyê. Endamê 2'emîn Koma Aştiyê Îmam Canpolat, diyar kir ku hesabê dewletê li hev derneket û wiha got: "Komploya navneteweyî hêj berdewam dike."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 4 mehên ku ji 9'ê Cotmeha 1998'an jêderketina Sûriyêyê heta 15'ê Sibata 1999'an a radestkirina Tirkiyeyê de rastî pêkanînên balkêş hat. Ocalan piştî radestî Tirkiyeyê hate kirin û heta niha jî pêkanînên taybet ên li ser Ocalan bi dawî nebûn. Pêkanînên taybet ên 4 mehên li derve û 13 salên tecrîda li Îmralî ku li ser Ocalan tên meşanin balê dikişîne ser xwe. Tecrîda ku li ser Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê meşandin, roj bi roj girantir dibe. Ev pêkanînên li ser Ocalan pêş dikevin heviya gel a aştiyê her ku diçe lawaz dibe. Ji ber pêkanînên tecrîda giran baweriya gel a li hemberî hikûmetê jî dişikê. Ocalan di 13 salan de li gel hemû zext û zordariyên li dijî xwe dîsa hemû lîstikên ku dihatin lîstin vala derxist. Di nava 13 salan de rastî tecrîda giran, cezayê hucreyê, jêkirina por, jahrkirin, astengiyên hevdîtina bi parêzeran re, li erdê dirêjkirin, qedexekirina axftina kurdî û guhdarkirin, şopandina bi kamarayê û gelek pêkanînên balkêş hat. Gelê kurd li hemberî van pêkanînan bi sedan çalakî pêk anîn. Di 4 mehên ku Ocalan ji Sûriyeyê derket de gelê kurd derketin kolanan û dest bi çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" kir.

Di 4 mehan de 63 kesan xwe şewitand û li dora Ocalan xwe kirin xeleka agir

Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Suriyeyê hate derxistin kurdan kampanya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" dan dest pê kirin. Di çarçoveya vê çalakiyê de 63 kesan agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest dan. Sefaretxaneyên dewletan dagir kirin. Meş pêk anîn. Kurd li Ocalan xwedî derketin û 15'ê Sibatê wekî "Roja Şînê ya Neteweyî" îlan kirin. Doza Îmralî wekî "Doza sedsalê" hate binavkirin. Ocalan di pêvajoya parastinê de stratejî guherd û biryar da ku leşkerên xwe derxe dervê sînor. Di vê pêvajoyê de Ocalan hem ji Qandîlê û hem jî ji Ewropayê bang li 2 komên aştiyê kir. Endamê 2'emîn Koma Aştiyê ku di 29'ê cotmeha 1999'an de ji Epropayê hat Îmam Canpolat li ser pê pêvajoyê ji DÎHA'yê re axivî

Li çar aliyên cîhanê kurdan xwe şewitand û li Ocalan xwedî derketin

Piştî ku Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin heta 1999'an kurdan hem li Tirkiyeyê û hem jî li 4 aliyê cîhanê çalakiya xwe şewitandinê pêk anî. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de wekî roja lêxwedîderketina Ocalan hate zanîn. Ocalan di nava 4 mehan de birin Yunanîstan, Rusya, Îtalyan û Kenyayê. Roja ku Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an anîn Tirkiyeyê Girtiyê Girtîgeha Mereşê Mehmet Halît Oral bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Pişt re gelek kesên din dest bi çalakiya şewatê kirin. Di hefteya yekem a 15'ê Sibatê de Zehra Çelik a 11 salî ji di navde 63 kesan xwe şewitand. Di 17'ê mijdara 1998'an de li Dumana ya Rûsyayê Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkuş (Jehat) bi şîara "Em li derdora Ocalan bibin çembera ji agir" û bedena xwe dan ber agir û diyar kirin ku ew di çarçoveya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" de çalakiyê pêk tînin.

Yekineyên fedaî hatin avakirin

Di nava PKK'ê de yekem car yekîneyên fedaî hatin avakirin. Li ser navê yekîneyên fadaî bi hezaran kes xwe ji bo çalakiyên feadî û bombeyên zindî amade kirin. Wê demê 5 hezar kesan biryar dan ku çalakiyên fedaî pêk bînin û 700 kesan jî diyar kirin ku ji bo çalakiyên fedaî amade ne. Li navçe û metrepolan çalakî hatin lidarxistin.

Doza Îmraliyê

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 29'ê hezîrana 1999'an de hate darizandin. Ocalan li gorî xala 125'an a Zagana Ceza ya Tirk bi sucdariya "Ketiye nava hewldana perçekirina yekîtiya dewletê û ketiye nava hewldana perçekirina axa ku di bin desthilatdariya dewletê de" hate darizandin. Darizandina Ocalan a li Dageha Ewlehiyêyê ya Dewletê ya Îmraliyê hate dîtin; heta 31'ê Gulana 1999'an berdewam kir û pişt de der barê Ocalan de biryara Îdamê hate dayîn. Gotina Ocalan a ewil got "Ez tê ji bo aştiyê têbikoşim" bû. Ocalan, diyar kir ku wî PKK ava kiriye û ji destpêka avakirinê heta niha wî rêxistin birêve biriye û serokatî jêre kiriye.

Biryara Îdame dan

Piştî darizandina di nava 31'ê Gulanê û 29'ê Hezîrana 1999'an de Heyeta 2'emîn Dadgeha DGM'ê ya Enqereyê der barê Ocalan de biryara îdame da. Biryar ji aliyê 9'emîn Dadgeha Bilind a Ceza ve hate erêkirin. Dadgehê biryar da ku Ocalan ji xala 59'an a CMK'ê ceza kêm dike û zêde dike sûdê negire.

YE'ê doz rexne kir

Di serdema hikûmeta koalîsyona DSP-ANAP-MHP'ê de cezayê îdamê li hemberî 162 dengên red bi 256 dengên erê li gorî zagonên ahengsaziya Yekîtiya Ewropayê hate rakirin. Zagonê ceza di serdema aştiyê de li şûna îdamê cezayê muebetê erênî dît û cezayê îdamê rakir. Li aliyê din Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di 12'ê Gulana 2005'an de mafê parastinê yê Ocalan nirxand û diyar kir ku mafê wî yê parastinê hatiye binpêkirin.

Di 1'ê tebaxa 1999'an de biryara paşvekişandina dervê sînor hate girtin

Ocalan di serema darizandinê de diyar kir ku tu fikra wî ya ji Tirkiyeyê biqete tune û li şûna "Kurdistana serbixwe" "Komara Demokratîk" diparêze. Ocalan anî ziman ku ev guhertinek stratejik e û li ser vê yekê biryar da ku hemû hêzen PKK'ê yên li Tirkiyeyê de 1'ê tebaxağ 1999'an de vekişin dervê sînorê Tirkiyeyê. Li ser banga Ocalan hêzên PKK'ê derketin dervê sînorê Tirkiyeyê.

2'yemîn gava nêta baş: 2 komên aştiyê hatin Tirkiyeyê

Piştî Ocalan, di 1'ê tebaxa 1999'an de biryar da ku agirbestê îlan bike û hêza xwe derxe dervê sînor, ji bo nêta baş gava 2'emîn avêt û di 1'ê cotmeha 1999'an de biryar da ku komek ji Qandîlê û komek jî ji Ewropayê 2 komên ku ji 8 kesan pêk tên bên Tirkiyeyê. Kom di 29'ê cotmeha 1999'an de di 76'emîn salvegera komare de hatin Tirkiyeyê. Endamên komê piştî hatin Tirkiyeye hatin girtin û rastî cezayan hatin. Li gel vê yekê Ocalan dîsa agirbesta yek alî ku di 1'ê Îlonê 1998'an de îlan kiribû zîvirand agirbest bêdem. Ji ber ku li hemberî vê gava Ocalan, dewletê tu gav neavêt, di 1'ê hezîrana 2004'an de biryar xera bû.

'Çima komploya navneteweyî'

Endamê 2'emîn Koma Aştiyê ya ku di 29'ê Cotmeha 1999'an de li ser banga Ocalan ji Ewropayê ligel 8 hevalên xwe hate Tirkiyeyê Îmam Canpolat, pêvajoya 9'ê Cotmeha 1998'an û derketina Suriyeyê nirxand. Canpolat, anî ziman ku piştî Ocalan ji Sûrî hate derxistin gelê kurd serhildanek topyekûn da destpêkirin û li Ocalan xwedi derketin. Canpolat, anî ziman ku kurdan ji bo azadiyê bedena xwe da ber agir û bûn sempola berxwedanê û wiha got: "Kurd çiqas bi doza xwe û azadiyê ve girêdayî ne ji kesên ku bedena xwe dan ber agir xuya dibe. Kurdan çalakî pêk anîn, derketin kolanan, sefaretxane dagir kirin û bedena xwe dan ber agir. Bi her awayî li Serokê xwe wedi derketin. Berxwedanek pir alî nîşan dan. Ji ber ji ber ku komployek navneteweyî bû, berhxwedana kurdan jî top yekun bû. Di serê komployê de Îngîsîtan û DYA hebû. Dîsa Almanya, Fransa û Hollanda jî serlêdana Ocalan red kirin û tev li komployê bûn.

'Hesabê dewletê negirt'

Canpolat, destnîşan kir ku daxawzên gelê kurd di qada navneteweyî ya siyasî, aborî, leşkerî û diplomatik de bû mijara bazarê û wiha berdewam kir: "Li hemberî van zextan Îtalyan di ber xwe da, lê beriya komploya navneteweyî ya 9'e Cotmehê li Washingtonê bi KDP û YNK'ê re civin hate lidarxitin. DYA bi hêzên kurdan ên Iraqê re li hev kir. Serokwezîr Ecevît jî got 'Ocalan radesti me kirin' Sedema vê yekê pir aşkere ye. Ji bo ku rê li pêşiya berjewendiyen DYA'ê bên vekirin û DYA karibe bi hêzanî li Rojhilata Navîn tev bigere bi Barzanî û Talabanî re lihev kir û peyman çêkir. Ji bo vê yekê jî xwest Ocalan ji ber xwe bidin alî. Xwestin ku Rêberê Gelê Kurdt Abdullah Ocalan teslîm bibe. Lê Ocalan stratejiya aştiyê pêş xist û teslîm nebû. 13 salin li Îmraliyê li hemberî vê lîstikê ji bo aştiyê têdikoşe.

'Xwestin şer derxin'

Canpolat, destnîşan kir ku hêzên navneteweyî xwestin ku astengiyên li Rojhilata Navîn ên li pêş xwe kirin û di nava Tirkiyeyê de jî şerekî navxweşî derxin û hêza Tirkiyeyê bişkînin û wiha pêde çû: "Ji ber vê yekê Ocalan Ocalan stratejiya aştiyê pêş xist. Ocalan lîstika wan xera kir. PKK'ê jî li Ocalan guhdar kir û girêdana xwe ya Ocalan anî ziman."

'Komploya navneteweyî didome'

Canpolat, destnîşan kir ku hemû aliyên kurdan aştiyek mayinde û çareseriya demokratîk dixwaze, lê ji ber ku kesên aştî û demokrasiyê naxwazin hêj komploye didomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtin û binçavkirina siyasetmadarên kurdan nîşanê vê yekê ne. Naxwazin ku siyaseta demokratîk û aştiyek mayinde pêş bikeve. Dixwazin hemû rêyên çareseriyê bixetimînin. Hevalên me Haydar Ergul û Haci Çelik 13 salin hêj girtî ne. Fedekariya komên aştiyê nehat famkirin. Herî dawî dîsa li ser agahiya hikûmetê di 19'ê cotmeha 2009'an de koma aştiyê hate Tirkiyeyê. Komploya navneteweyi didome. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Brez Ocalan her ku diçe giran dibe û didome. Operasyonên leşkerî û siyasî, girtina televîzyonê û zextên li ser kurdan encama vê komployê ye. Bersiva vê yekê jî berxwedana topyekun e."

Sibê bi dosyaya pêvajoya 13 salên li Îmraliyê didome.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî di 16'ê Sibata 1999'an de birin Girava Îmralî xistin girtîgehê li dijî Ocalan "Konseptek taybet" hate pêkanîn û heta îro didome. Ocalan 13 salin rastî polîtîka û zagonên taybet tê. Bi sedan caran rastî astengiyên "Muxalefeta Hewayê", "Qoster xerabe ye" hat û destûr nedan ku bi parêzeran re hevdîtinê bike. Ocalan li gel astengiya hevdîtina bi parêzeran re, porê wî hate kurkirin, rastî tundiya fîzîkî hat, hate jahrkirin û gelek caran rastî cezayê hucreyê hat. Ocalan, 13 salin di bin tecrîdek giran de dijî û ji hemû tiştên zindî hatiye dûrxistin. Darên ku li hemberî cama wî şîn bûn jî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hate birîn û şînahiya li pêş çavê wî jî hate rakirin. Herî dawî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha destûr nadin ku parêzer biçin Îmraliyê û mafê Ocalan ku hevditinê bi parêzerê xwe re bike tê astengkirin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeye hate derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hate kirin, piştî 16'ê sibata 1999'an heta niha 13 salin rastî pêkanînên taybet tê. 13 salên ku Ocalan bi tena serê xwe û ji hemû mafê xwe dûr bala mirovan dikeşîne ser xwe û pirsa çawa dikare bi tena serê xwe 13 salan bijî tê hiş û aqilan. Ocalan 13 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de li Girtigeha Tîpa F a Îmraliyê di nava tercîda giran de dijî. Her çend Ocalan got ez dê ji bo aştî û Demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê têbikoşim jî dîsa bi sedan caran mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatan re hate astengkirin. Mafê wî yê rojname, televîzyon, radyo û ziyaretên vekirî ji destî wî hate girtin. Hemû siyasetmedar û dîplomatan diyar kirin ku Oclana bi hêzên navneteweyî û "Komployekê teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Di nava 13 salan de Ocalan rastî pekanînên cezayê hucreyê, hevdîtina parêzeran, porkurkirin, jahrkirin û gelek cezayên din hat. Ocalan li gel hemû van pêkanînan di ber xwe da û diyar kir ku ew dê her tim têbikoşe. Li derve jî hemû gelê kurd ji bo Ocalan dest bi çalakiyan kirin û bertekên xwe anîn ziman.

Ocalan di 16'ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibatê de ji paytextê Nairobî yê Kenyayê derxistin û di 16'e Sibata 1999'an de anin Balafirgeha Esanboga ya Stenbolê. Ocalan bi balafira tîpa Falcom 900'ê saet di 05.00'an de anîn ser Baregaha 6'emîn Jetê ya Bandirmayê. Dema Ocalan anîn balafirgehê hemû ketin û derketinên qadê hatin qedexekirin û kontrolek awarte hate avakirin. Pişt re Ocalan bi ambulansek taybet ji balafirê girtin û birin Zafer Firkateynî û pişti nîvro jî birin Girava Îmraliyê. Ocalan wê demê li Girtîgeha niv vekirî ya Yûnan bicih kirin Girtiyên li vir jî bi lezgîn derxistin û birin girtîgehek din. Girtîgeha Îmralî bi taybet ji bo Ocalan hate sazkirin û ji derve re hate girtin.

Îmralî dibe 2 herem

Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê, girav bû 2 beş. Derdora girtîgehê bi xeta sor hate dorpêçkirin. Beşa din jî wekî xeta kesk hate parastin. Derdorên hemû avahiyên ku dinava xeta kesk de dimînin bi henceta ewlehiyê bi têlên elektronîk hate dorpêçkirin. Di bin Hêzen Deryayî de nêzî hezar leşker li giravê hatin peyvirdarkirin. Li Giravê 55 kamera hatin bicihkirin. 13 salin girav 24 saetan bi kamerayan tê kişandin û şopandin.

Ji roja ewil heta niha pêkanîna taybet

Piştî Ocalan anîn girava Îmraliyê, bi pergalek taybet hate birêvebirin û tedbîrên taybet hatin girtin. Di serî de bi rêyên li dijî zagon û hiqûqê, hemû rayeyên li Girtîgehê ji destî Wezîrê Dadê hate girtin û bi Navenda Qeyrana Serokwezîriyê ve hatin girêdan. Biryar di 27'ê Sibata 1999'an de di rojnameya fermî de hate weşandin. Piştî biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin, Girava Îmraliyê û derdora wê wekî qada leşkerî û qada qedexe hate îlankirin. Politîkayên taybet ket meriyetê. Ketin û derketinên Giravê jî bi destûna Navenda Rêveberiya Qirîza Serokwezîrtiyê pêk hat. Rayeyen di Rêveberiya Navenda Qeyrana Serokwezîrtiyê pişt re dewrî Sekreteriya Giştî ya MGK'ê hatin kirin.

Tecrîdê dest pê kir

Piştî li Girtîgeha Girava Îmraliyê pergalek nû hate avakirin, li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pergalek nû hate avakirin. Bi vê pergalê re Ocalan her tim hate şopandin û li dijî Ocalan tecrîd hate destpêkirin. Ocalan 24 saetan bi kamerayan hate şopandin. Her saetê carekê deriyê mazgalê hate vekirin û Ocalan hate şopandin. Mafê Ocalan ê 10 deqîqe telefona bi malbatmê re ji destê wî hate girtin. Rojnameyên ku dan wî jî hemû nivîsên têkildarî wî û siyaseta kurd hatin qutkirin û dan wî. Ocalan ji aliyê ditbarî ve ji hemû mafê xwe hate qutkirin. Radyo, televîzyon nedan wî. Li ser fermanê tu rayedar bi Ocalan re napeyivin. Mafê Ocalan ê hewşê tenê rojê si saetekê hate bi sînorkirin.

Yekemîn hevdîtina parêzeran di 25'ê sibata 1999'an de pêk hat

Yekem hevdîtina bi Ocalan a bi parêzeran re di 25'ê Sibata 1999'an de pêk hat. Hevdîtin di bin tedbîrên gelek mezin de pêk hat. Di 11'ê Adara 1999'an de hevdîtina duyemîn bi parêzeran re pêk hat. Piştî hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re cezayê hucreyê û disîplînê xistin meriyetê. Ocalan di 1999'an de 60, di 2000'an de 37, di 2001'an de 40, di 2002'an de 35, di 2003'an de 21, di 2004'an de 25, di 2005'an de 14, di 2006'an de 22, di 2007'an de 29 caran bi parêzeran re hevdîtin pêk anî. Di navbera 2008-2010'an de hevdîtina bi Ocalan re 66 caran hate astengkirin. Bi piranî bi hinceta muxalefeta hewayê û xerabûna keştiyê hevdîtin hatin astengkirin. Di sala 2008'an de Ocalan bi qasî 120 rojan nekarîbû bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne. Di vê serdema ceza lê hate birîn bi malbatê re jî hevdîtin pêk neanî. Di 2009'an de 20 rojan rastî cezayê hucreyê hat. Dîsa rastî cezayê dîsiplîn û parêzeran hat.

CPT li Îmraliyê lêkolîn kir.

Komîteya Astengiya li Dijî Îşkenceyê (CPT) yekem car di 27 Sisat û 3 Aderê de çû Îmraliyê û li wir lêkolîn pêk anî. CPT piştî lêkolîn kir rapora ku ji 49 xalan pêk dihat amade kir. CDP di raporê de diyar kir ku mafê Ocalan tê binpêkirin û çend pêşniyar pêşkêşî hikûmetê kir. CPT anî ziman ku ji ber Ocalan demek dirêje bi tena serê xwe dimîne dime ku ji aliyê mejî ve nexweş bikeve. Piştî hevdîtina duyemîn di 2001'an de bi hinceta "Keştî xerabe ye" û "Muxaletfa hewayê heye" parêzeran bi hefteyan bi Ocalan re hevdîtin pêk neanî. Di 16-17'ê sibata 2003'an dê hevdîtin pêk hat. CPT di rapora duyemîn de ji hikûmetê xwest ku astengiyên li pêş hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re rabe. Her wiha ji hikûmetê xwest ku roja muxalefeta hewayê hebe rojek din karibe biçin Îmraliyê. Heyeta CPT di 19-22'ê Gulana 2007'an de çû Îmraliyê u rapora xwe di 2010'an de bi cemaweriyê re parve kir. CPT dîsa gelek pêşniyar kir û diyar kir ku pêşniyarê wê li hûmetê kirine piranya wan pêk nehatiye. CPT xwest Ocalan ji mafê giştî yê girtîgehan sûdê bigire.

Hevdîtinên Ocalan hatin qeydkirin

Li gel astengiyên li pêş hevdîtinê û tecrîdê hemû hevdîtinên Ocalan hatin qeydkirin û dengê wan hate tomarkirin. Li gel zagona parêzer û muwekîlan a tê gotin "Hevdîtin û belgeyên parêzeran nayê qeydkirin û nayên lêkolînkirin" jî ev xala zagonan ji bo Ocalan û parêzerên Ocalan nehat pêkanin û ev mafê Ocalan hate binpêkirin. Hemû hevdîtinên Ocalan ên bi parêzeran re hatin qeydkirin.

Tenduristiya Ocalan xera bû

Ocalan ji ber şert û mercên Îmralîyê yên tecrîd û îzolasyonê û hewaya giravê nexweş ket. Ji ber ku her çû tenduristiya Ocalan giran bû, di sala 2007'an de li ser tayên porê Ocalan lêkolîn hate kirin. Di lêkolînê de hate diyarkirin ku Ocalan hatiye jahrkirin. Piştî ku parêzeran daxuyanî da çavê hemû kurdan zivîrî ser Îmraliyê û dest bi çalakiyan kirin. Di encama leklînê de hate diyarkirin ku rêjeya karbondioksita di tayê por de ji sedî 75 derketiye. Li ser vê yekê parêzeran serî li Serokwezîrî, Odeya Tabîban a Tirkiyeyê CPT û DMME'ê dan û xwestin li ser vê yekê lêkolîn bikin. Ocalan jî di hevdîtinê de diyar kir ku dibe li dijî wî hewldana jahrkirinê hebe û li gel hemû êrîşan dê di ber xwe bide. Ocalan, anîbû ziman ku hemû êrîşên li dijî wî dê şerê navxweyî mezin bike. Ocalan di hevdîtina 7'ê adara 2007'an de daxuyaniyên girîng dan û diyar kir ku heyeta tenduristiyê hatiye Îmraliyê û lêkolîn kirine. Ocalan, anî ziman ku mînaka xwîn, îdrar û porê wî girtine. Ocalan, da zanîn ku jahrbûna wî dibe ku ji dîware salek berê hatibe boyaxkirin pêk hatibe. Ocalan ji Wezîrê Dadê yê berê Cemîl Çîçek xwestibû ku heyet serbixwe ya navneteweyî ya tenduristiyê bê lêkolînê bike. Ocalan di nîsana 2007'an de rastî 20 roj cezayê hucreyê hat. Ocalan ji ber daxuyaniyê xwe 20 rojan di nava tecrîda giran de ma.

'Îşkenceya fîzîkî pêk hat

Li aliyeki pirsgirêka tenduristiyê zêde bû, li aliyê din di tirmeha 2008'an de li dijî Ocalan mudaxaleya fîzîkî pêk hat. Ocalan di cotmeha 2008'an de anî ziman ku ew di hucreya wekî darbestê de dimîne û li ser navê lêgerina odeyê ew li erdê dirêj kirine û lêgerîn pêk anîne. Van pêkanînen li dijî Ocalan hêrsa gelê kurd zêde kir. Ocalan, da zanîn ku ev pêkanîn pirsgirêkê kurd dike û çareseriyê dixetimîne.

Bi zorê porê Ocalan kur kirin

Zext û zora li diji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tecrîdê sînor nema. Di 4'ê Tîrmeha 2008'an de dema Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku rayedarên girtîgehê bi zorê porê wî jêkirine û kur kiriye. Ocalan di vê hevdîtinê de wiha got: "Rayedarên girtîgehê bê destûra min porê min jêkir. Peyama 'Em kengî bixwazin em dikarin te kontrol bikin' dan min." Di îlona 2007'an de bi zorê porê Ocalan hatibû jêkirin.

Girtiyên nû anîn Girtîgehê

Ji ber ku bertek û nerazîbûnên gelê kurd zêde bûn Wezareta Dadê di 17'ê mijdara 2009'an de girtiyên nû anîn Girava Îmraliyê. Girtiyên bi navê Şehmuz Poyraz, Cumalî Karsu, Hakki Alkan, Hasbî Aydemîr û Bayram Kaymaz, anîn Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilin a Taybet. Rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyên din jî polîtîkayên taybet meşand. Piştî 27'ê Nîsana 2011'an hevdîtinên 5 girtiyan ên bi malbat û parêzeran re jî hatin qeydkirin û kontrolkirin. Girtiyên din jî rastî astengiyen hevdîtina bi malbat û parêzeran re hat.

Ocalan zêdeyî 1000 pirtûkî xwend

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Îmraliyê ku dinava şert û mercên tecrîdê de ma, bê navber pirtûk xwend û xwe bi pirtan li ser piyan hişt. Parêznameya ku Ocalan pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir bû pirtûk û her tim bi rêya parêzeran pirtûk xwest. Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, piştî ku bi Ocalan re hevditin pêk anî, diyar kir ku muwekilê wî Ocalan heta niha 1000 (hezar) pirtûk xwendiye û tenê dikare 3 pirtûkan li hucreya xwe bihêle Bîlmez, anî ziman ku heftê 3 rojan bi girtiyên din re tên cem hev û sohbetê dikin ku dixwîne bi hevre parve dike.

Parêzer hatin girtin û rastî cezayan hatin

Piştî ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan got "Cihek bi navê Buroya Hiqûqa Esrînê. Parêzerê vir talîmatê ji Îmraliyê digirin û dişînin ji rêxistinê re." Li ser vê yekê 36 parêzerên Ocalan di bin navê doza KCK'ê de hatin girtin. Dozgeriyê bi îdîaya talîmata Ocalan şandine ji rêxistinê re der barêw an de biryara girtinê da. Li gel ku di hevditinan de qeydên deng ji aliyê dewlete ve dihat girtin jî dîsa wekî delîl hate nîşandan.

Parêzerên Buroya Sedsalê di sala 2004'an de ketin bin dorpêça darazê. Ji sala 1999'an heta 2005'an parêzer rastî cezayê bêmafiya parastinê hatin. Piştî sala 2005'an der parê parêzeran de 300 doz hatin vekirin.

Nêzî 300 doz û 43 sal cezaya girtîgehê

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ocalan jî di nav de parezertiya gelek girtiyên siyasî dike û di 1999'an de bi piştgiriya gelek parêzeran hate avakirin. Buro ji 1999'an heta niha ji ber rewşa siyasî ya Ocalan her tim hate şopandin û bû hedefa darazê. Daxuyaniyên parêzeran ên der barê Ocalan de jî bûne mijara dozan. Cezayên "menkirina ji parêzertiyê" yên ku ji 1999'an heta 2005'an piştî ku Qanûna Înfazê ya Cezayê hate guhertin vegerandin cezayên girtîgehê. Der barê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de nêzî 300 doz hatin vekirin û 43 sal ceza li wan hate birîn. Ceza jî bi îdiaya "Bêyî ku di nava hiyeyarşiya PKK'ê de cih bigirin, alîkarî danê rêxistinê" hatin dayîn. Bi vê îdiayê herî dawî doza ku di 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hatibû vekirin de ji bo parêzer Cengîz Çîçek, Ergun Canan, Servet Demîr û Davut Uzunkopru cezaya qedexekirina hevdîtinê hate dayîn.

Ji bo dehan parêzeran qedexeya hevdîtinê

Der bara parêzerên Ocalan de vekirina dozan di 2004'an de dest pê kir. Der barê parêzerên Ocalan Aysel Tugluk, Mahmut Şakar, Îrfan Dundar, Dogan Erbaş, Bekîr Kaya, Muzaffer Akad, Ayla Ata Akad, Okan Yildiz, Firat Aydinkaya, Aydin Oruç, Devrîm Bariş Baran, Mahmut Vefa, Ahmet Avşar, Aydin Oruç, Hatîce Korkut û Turkan Aslan doz hate vekirin. Ji bo 16 parêzeran jî salek û 6 meh "ji parêzertiya Ocalan cezaya menkirinê" hate dayîn. Di 2007'an de jî ji bo Îbrahîm Bîlmez, Osman Aktaş û Suleyman Kaya salek cezaya qedexekirina hevdîtînê hate dayîn. Ji bo Aysel Tuguluk jî 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê salek cezaya neçûyîna Îmraliyê da. Di heman salê de ji bo Îrfan Dundar û Firat Aydinkaya jî salek cezaya neçûyînê hate dayîn. Di 2008'an de ji bo Ebru Gunay, Baran Pamuk û Hatîce Korkut jî salek cezaya qedexekirina hevdîtinê hate dayîn. Parêzerên buroyê di 2010'an de jî ji dorpêza darazê xwe xilas nekirin û der barê Cengînz Çîçek, Omer Guneş, Muharrem Şahîn, Fuat Coşacak, Îbrahîm Bîlmez, Asiye Ulker, Servet Demîr û Muhdî Oztuzun de doz hatin vekirin.

Îdîaya cezayê Hucreyê dan Ocalan

Rojnameya Starê di hêjmara 8'ê cotmehê de nuçeyek li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsand û diyar kir ku Rêveberiya Girtigeha Tîpa F a Îmraliyê cezayê hucreyê daye Ocalan. Balkêş e ku ev nûçe piştî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan hate serwîskirin. Di nûçeyê de nerîna "Astengiyên li pêş hevdîtinê biryara siyasî ye" hate paşguhkirin. Di nûçeyê de hate îdîakirin ku ji ber Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava Ocalan û rêxistinê de agahiyan dibe û tîne". Lê balkêş e ku heta niha der barê cezayên hucreyê de parêzer nehatin agahdarkirin. Dijberî vê yekê astengiyên li pêş hevdîtinê her tim bi hinceta "keştî xerabe ye", "Muxalefeta hewayê heye" û hincetên din hatin nîşandan.

'Her parêzerê ku diçe Îmraliyê rastî lêpirsînê tê'

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Guneş, gotina Erdogan a "Her tim parêzerê Ocalan tên guhertin" rexne kir û anî ziman ku parastin mafekî xwezayî ye û mafê her parêzerî heye ku parastina Ocalan bike. Guneş, anî ziman ku mafê Ocalan heye ku her parêzerî bixwaze û mafê per parêzerî jî heye ku Ocalan biparêze. Guneş, da zanîn ku heta niha der barê parêzerên Brêz Ocalan de bi tevahî 300 doz hatine vekirin û li nêzî 50 parêzerî doz hatiye vekirin, li ser 30 parêzerî cezayê menê heye.

Di sala 13'emîn de tecrîd girantir bû

Tecrîda ku 13 salin li Îmralî didome di sala 13'enîn de girantir bû. Herî dawî Ocalan di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi parêzeran re hevdîtin pêk anî. Ji 27'ê Tîrmehê heta niha bi hinceta "Muxalefata Hewayê" û "Keştî Xerabe ye" destûrê nadin ku Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne.

'Hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê û helwesta îxtîdara siyasî'

Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roja 16'yê Sibata 1999'an anîn grava Îmraliyê, li gravê ji hêlekê ve tecrîd hat girankirin û ji hêla din ve jî hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê hatin lezkirin. Ocalan di dema ku li Îmraliyê de dima gelek caran ji bo pêvajo ber bi başiyê ve biçe agirbest îlan kir. Di nava du salên dawiyê de heyeta dewletê jî 15 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ocalan di van hevdîtinan de 6 caran dewlet hişyar kir, xwest ku konseya aştiyê bê avakirin. Lê ji ber ku AKP'ê ev yek qebûl nekir pêvajo xetimî. Ocalan piştre xwest şert û mercên wî yên tenduristî, ewlehî û azad tevgerînê bê başkirin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 9'ê cotmeha 1998'an roja ji Suriyê derketinê heta 15'ê Sibata 1999'an radestî Tirkiyê kirin di nava pêvajoya 4 salan de pêşveçûnên jiyane û pêkanînên 13 salan li ser Ocalan hatine meşandin bala mirovan dikişîne. Tecrîda ku li girtîgeha Tîpa F'ya bi ewlekariya bilind a Îmraliyê her ku diçû dihat girankirin. Bêdengiya saziyên navnetewî ya li hemberî tecrîda giran û bê encammayîna gavên baş, bêbextiya li hemberî Ocalan a navnetewî û rastiya radestkirina wî jî radixist li ber çavan. Di nava 13 salên derbasbûyî de porê wî hat jêkirin, hat jehrkirin û gelek caran jî hevdîtinên wî yên bi parêzerên wî re hatin astengkirin. Gelê kurd jî pêkanînên li dijî Ocalan bi çalakiyên cihê şermezar kir.

Dorhêlên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di mijara pirsgirêka kurd de wekî hedef nîşan dan. Ev yek bi 16'ê Sibata 1999'an hê kûrtir bû. Lê Ocalan li Îmraliyê ji aliyekê pergala Îmraliyê pûç derxist û ji aliyê din ve jî lez da xebatên xwe yên ji bo pêvajoya aştiyê. Ocalan di dema ku li Îmraliyê dima de gelek caran ji bo pêvajo nexetime agirbest îlan kir. Heyeeta dewlet jî di nava 2 salên dawiyê de 15 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ocalan beriya pêvajoya 1999'an jî her tim bû hedefa dewletê. Cara yekemîn li hemberî Ocalan di sala 1995'an ku wê demê PKK'ê cara duyemîn agirbest îlan kiribû, êrîşeke dijwar pêk hat. Di vê demê de dewlet ji hêlekê ve ji bo şertên agirbestê bi Ocalan re hevdîtin pêk dianîn û ji hêla din ve jî li hemberî Ocalan sûîkast hat kirin. Li gorî Serokê Daîreya Kontrterorê yê berê yê MÎT'ê Mehmet Eymur ku di çarçoveya doza Ergenekonê de îfade da, dewletê bi toneke C4 li hemberî Ocalan suîkast pêk anî. Mahmut Yildirimê bi kod Yeşîl, hin îtîrafkar û hin dorhêlên wan ên di nava PKK'ê de cih digirtin di nava vê hewldana suîkastê de cih girtin. Ocalan erzan filitî. Ev sûîkasta ku di 1996'an de pêk hat di heman demê de bû sedema bidawîbûna 2'yemîn agirbesta ku ji aliyê PKK'ê ve hatibû îlankirin.

Gefa darvekirinê û gotinên bi nifrîn

Piştî ku Ocalan anîn grava Îmraliyê lêgerînên Ocalan ên aştiyê dewam kir. Lê bi darizandina Ocalan re nîqaşên darvekirinê jî destpê kirin. Li hemberî Ocalan ku di bin gefên darvekirinê de daxwazên aştiyê bilêv kirin, li çar aliyên Tirkiyê hewldanên lînckirinê jî pêş ketin û gotinên nifrînê hatin birêxistinkirin. Tevî vana jî Ocalan di navbera 1999 û 2004'an de pêvajoya bê navber agirbestê da destpêkirin. Di nava vê pêvajoyê de ji aliyekê gefa darvekirinê dihat meşandin û ji aliyê din ve jî ev rewş wekî ranta siyasî dihat bikar anîn. Hikûmeta AKP ku ji 2004'an û pê de li ser kar bû polîtîkaya tecrîdê her ku çû kûrtir kir. Nemaze di navbera salên 2004-2005'an de malbat û parêzerên Ocalan bi mehan nekarîn bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û ew ji hemû derfetên ragihandinê hat mehrumkirin. Dem bi dem Ocalan dernexistin hewşa girtîgehê jî.

Hikûmetên AKP'ê

Piştî ku AKP di hilbijartina giştî ya 3 mijdara 2002'an de hat ser îxtîdarê ji ber qedexeya siyasî ya li ser Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan Parlementerê Kayseriyê Abdullah Gul hikûmet ava kir. Piştî ku cara duyemîn Erdogan ji Sêrtê wekî parlementer hat hilbijartin, Hikûmeta 59'emîn a di bin serokatiya Erdogan de (2'yemîn hikûmeta AKP'ê), di 14'yê Adara 2003'an de hat avakirin. Di dema AKP'ê ku di navbera 29'ê Tebaxa 2007 - 14'yê Hezîrana 2011'an de dîsa bû îxtîdar tecrîda li ser Ocalan hat girankirin, pêkanînên li dijî wî hatin zêdekirin. AKP herî dawiyê di 12'yê hezîrana 2011'an de dîsa bû îxtîdar. Piştî van hilbijartinan pêkûtiyên li dijî gelê kurd jî her ku çû zêdetir bû.

Nexşerê

Ocalan ji bo pêngavên hikûmeta AKP'ê yên bi 'hewldana kurd' destpê kirî û paşê wekî 'projeya yekîtiya netewî û biratiyê' guhertî hê zelaltir bike û bixe meriyetê di 15'yê Tebaxa 2009'an de nexşeriyê ji 156 rûpelan pêk tê amade kir û pêşkêşî rêveberiya girtîgehê kir. Ocalan çareseriya pirsgirêkê di bin 10 rêgezên esasî de berhev kirin. Lê ancaq sal û nîveke din ev nexşerê gihîşt ber destê raya giştî. Ocalan cara yekemîn gotina; 'ez ê xwe ji pêvajoyê vekişînim' beriya ku nexşerê teslîm bike got. Ocalan di 2'yê tebaxa 2009'an de sedemê xwepaşvekişandinê bi van hevokan vegot: "Piştî ku ez di 15'ê Tebaxê de nexşerêya xwe pêşkêm bikim, ez ê xwe ji pêvajoyê vekişînim. Çareserî dê çawa be êdî kurd dê biryara wê bidin. PKK dê biryara xwe bide. DTP dê biryara xwe bide. Gelê kurd dê biryara xwe bide. Herkes dê biryara xwe bide. Ez ne di wê rewşê de me ku der heqê yên çiya de biryar bidim. Li wê derê yê her roj eziyetê dibîne ew bixwe ye. Yê ku di nava pirsgirêkê de ye ew bixwe ye. Ez ji vê derê nikarim ji bo yê çiya biryar bidim. Hetta navenda Qendîlê jî nikare biryar bide. Her kom, her kes bixwe dê biryar bide. Ji ber ku ew eziyetê dikişîne, ew dimire, ew têkoşîn dide. Di nava van şert û mercan de der heqê vê mijarê de nikarim tiştekê bibêjim, jixwe dê nerast be jî. 40 hezar şehîdên kurdan hene. Nirxên wan hene. Mexdûriyetên wan ên mezin hene. Kurd dê biryara xwe bidin."

Hikûmetê helwesta xwe hişktir kir

Mehek piştî vê daxuyaniyê Ocalan diyar kir ku di nav siyaseta demokratîk de xetimîneke cidî heye û ji bo pêşiya pêvajoyê veke, banga; 'bila komên aştiyê bên Tirkiyê' kir. Li ser vê banga Ocalan di 19'yê Cotmeha 2009'an ji Qendîl û Mexmûrê 4 jê zarok 34 kes wekî komên aştiyê ji Deriyê Xabur a Silopiyê derbasî Tirkiyê bûn. Hikûmeta ku roja destpêkê hatine koman erênî nirxand, piştre helwesta xwe hişktir kir. Hikûmeta ku şêwazê îfadedayîna komê ya li Xabûrê û serbestberdana wan erênî nirxand piştre li hemberî girtina wan û dozên der heqê wan deng dernexist.

Ocalan: Teqînên Peyanisê li hemberî hevdîtinên li vê derê bûn

Piştî paşketinên di nava pêvajoyê de derdiketin pêş Ocalan dîroka 31'ê Gulana 2010'an destnîşan kir û rewşa kurdan wekî komkujî binavkir, her wiha cara duyemîn hişyariya xwe anî ziman."Tu wate, feyde û şertên berdewamkirina ve pêvajoyê nemaye. Ji ber ku min tu mûxatap nedîtin, ez ê ji 31'ê gulanê û pê de xwe paşve vekişînim." Ocalan ku di her firsendê de digot, ew mûxatap nabîne, anî ziman ku divê ev yek wekî banga şer neyê fêmkirin. Ocalan destnîşan kir ku ji vir û pê de ew ê berpirsyarî ji vir û pê de ya KCK'ê be. Hema piştî ku Ocalan got; 'ez ê xwe paşve bikişînim' ji 13'yê Tebaxê heta 20'ê îlonê KCK agirbest îlan kir. KCK'ê ji bo agirbest veguhere aştiyeke mayînde jî pîlana aştiyê ya ji 4 madeyan pêk dihat jî daxuyand. Di vê navberê de hevdîtinên Ocalan û heyetê jî berdewam dikirin. Di 16'yê Îlona 2010'an de jî li gundê Peyanisa Colemêrgê teqînek pêk hat. Ocalan ji bo vê teqînê jî wiha axivî: "Bi vê teqînê êrîşî hevdîtinên li vê derê kirin. Hevdîtinên li vê derê bombebaran kirin. Ev hevdîtin baş derbas dibûn ez hêvîdar bûm."

Ji bo çareseriyê pêşniyarên şênber

Ocalan di hişyariya xwe ya sêyemîn de bal kişand ser 31'ê cotmeha 2010'an û dewlet hişyar kir. Ocalan diyar kiri bû ku ger dewletê di 31'ê cotmehê de bersîv neda daxwaza wî ya bêçalakiyê û wiha gotibû: "Ger ku dîsa bersîv nede ez dê xwe bidim alî û ez nabim berpirsiyarê geşedanan." Ocalan, di adara 2011'an de hişyariya xwe ya 4'emîn kir û wiha got: "Divê hikûmet gavên pratîk bavêje. Ger ku hikûmet gavên pratik neavêje ez dê xwe bidim alî." Ocalan pişti vê pêvajoyê bal kişand ser hevdîtina bi heyetê re û wiha got: "Li vir diyalog didomin. Em ketine pêngava hin pêşniyarên pratîk. Di çarçoveya van gavên pratîk de em dê heta dawiya havînê temaşe bikin. Ez zêde şensê didim rêbaza diyalog û muzakereyan. Ger ku ev têkeve pratîkê dê sala 2011'an bibe sala çareseriyê. Ger ku bi rêbaza diyalog û çareseriyê encam neyê girtin, wê demê dê piştî 2'emîn nîvê sala 2011'an berxwedana topyekun dest pê bike. Ev dê pêvajoya bidestxistina azadiyê bixwe re bîne."

Bendewariyên li hemberî AKP'ê

Piştî hevditên li Îmraliye derbasî pêşniyarên pratîk bûn, beriya hilbijartina giştîya 12'ê Hezîranê KCK'ê biryara bêçalakiyê heta 15'ê Hezîranê dirêj kir. Di 15'ê Hezîrana 2011'an de Ocalan hişyariya 5'emîn kir. Ocalan, di hişyariya xwe ya 15'ê Hezîranê de wiha got: "Piştî vê pêvajoya heziranê tu taloqkirin çênabe. Ev pir aşkere ye. 15'ê Hêzîranê dîroka dawî ye. Ez 12 salin ji bo aştî, diyolog û çareseriyê her tiştî dikim. Ger ku gav neyên avêtin ez dê xwe bidim alî. Bila gelê me wisa zanibe." Çapemeniya tirk ev daxuyaniya Ocalan wekî gef nirxand û berovajî kir. Ocalan, ligel vê yekê diyar kir ku ew li benda hikûmeta AKP'e ye ku ji bo çareseriyê çavên çareseriyê bavêje. Ocalan, di 27'e gulana 2011'an de dîsa bi parêzeran re hevdîtin kir û wiha got: "Ez li benda gavek çareseriyê me. Ger ku gav neyên avetin û encamek neyê girtin dê piştî 15'ê Tebaxê gavek nû bê avêtin."

Ocalan bang li meclîsê kir

Piştî hilbijartina 12'ê Hezîranê ku AKP'ê ji sedî 50 deng girt, Eniya Ked Demokrasî û Azadiyê jî li gel hemû astengiyan 36 parlementer bi dest xist. Piştî hilbijartinê YSK'ê der barê parlementerê Amedê Hatîp Dicle de biryara xistina parlementeriya wî da û li şûna Dîcle Oya Eronat a AKP'î hate bicihkirin. Dîsa parlementerên BDP'ê Kemal Aktaş, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Gulser Yildirim, Îbrahim Ayhan, ligel mafê parlementeriyê bi dest xist jî hêj girtî ne û nehatin berdan. Ocalan li hemberî vê yekê diyar kir ku ev pêvajo wisa zêde nameşe û piştî çend mehan dê bixetime. Ocalan, bang li meclîsê kir û xwest ji bo siyaseta demoratîk û çareseriyê rola xwe bilîze. Her wiha piştgirî da biryara BDP'ê ya boykota meclîsê. Ocalan, anî ziman ku beriya 15'ê Hezîranê di 14'ê hezîranê de carek din bi heyetê re hevdîtin kiriye. Ocalan ji hikûmetê xwest ku heta 15'ê tîrmehê gavên şênber bavêje û got: "Ger hikûmet heta Tîrmehê gavên şênber bavêje dê pirsgirêk ber bi çareseriyê ve biçe.

'Ger çareserî pêk neyê dê şerê gel ê şoreşgerî pêş bikeve'

Ocalan di hevdîtina 24'ê heziranê de wiha got: "Hevdîtinên me yên li vir girîng in. Em hatine pêngavekê. Me pêvajoya niqaşê xelas kiriye. Mijarê em niqaş bikin xelas bû. Kesên bi min re hevdîtin kirin li ser navê dewletê hevdîtin kirin. Ger ku hikûmet pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser neke dê krîz derkeve. Ger ku hikûmet heta 15'ê tirmehê gavên şênber neavêje dê piştî wê şerê gel ê şoreşgeri pêş bikeve.

'Bila hikûmet gavan bavêje ez ê di hefteyekî de çareser bikim'

Ocalan li gel hemu geşedanan disa di 6'ê Tîrmehê de bi rêya parêzeran bang li hikûmetê kir û wiha got: "Êdî 15'ê tîrmehê wateya xwe winda kiriye. Ji bo Konseya Aştiyê bê avakirin em gihiştin encamekê Me li hev kir. Min protokola çareseriye pêşkêşî hikûmetê û qandîlê kir. Metnên çareseriye ne. Lê hikûmet di helwesta xwe ya berê û xetimandina pirsgirêkê de berdewam dike." Di encama operasyona leşkerî ya Farqînê de de 13 leşker û 2 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Ligel vê geşedanê disa Ocalan bi rêya parêzeran hikûmet hişyar kir û da zanin ku hikûmet di pevçûnê de israr dike û wisa bidome dê berxwedana demokratîk pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Xweserîya Demokratîk îlan kir. Ocalan, destnişan kir ku heyetê piştî operasyona Farqînê dîsa bi wî re hevdîtin kiriye. Ocalan di ve hevdîtinê de bang li Serokwezîr kir û wiha got: "Ji bo ku ez karibim rolê xwe bilîzim divê hin gavên pratîk bavêje. Min berê jî gotibû divê meclîs li ser vê yekê biryarê bigire. Ger pêwist be meclîs divê lêzgîn kom bibe û li ser vê mijarê niqaş bike. Me got pirsgirêk êdi bi çekê çareser nabe. Ger ku Serokwezîr daxwazên min bi cih bîne ez dê di hefteyekî de aştiyê pêş bixim."

3 daxwaz

Banga Ocalan a dawî jî bê bersîv ma. Daxuyaniyên hikûmetê her ku çû hişktir bû. Ocalan di hişyariya xwe ya dawi a 6'emîn de bang li hikûmetê û Qandîlê kir û wiha got: "Êdî tiştê ez mikim xelas bû. Ji bo ku ez karibim rolê xwe bilîzim divê şert û mercên min ên tenduristî, ewlehî û tevgera azad bê avakirin. Ger ku ev nebin ez nikarim tiştekî bikim. Di nava van şert û mercan de nikarim ji bo aştiyê tiştekî bikim. Ji xwe diyar e hikûmet û dewlet çi dike. Herdu alî jî îdare dikin. Piştî vê hevdîtina dawî her tim hevditina Ocalan a bi Parêzeran re bi hinceta "koster xerabe ye" û "Muxalefeta hewayê heye" hate astengkirin.

'Ger şert bên avakirin ez dê tevli pêvajoyê bibim'

Ocalan, ji sala 2008'an heta niha 15 caran bi rayedarên dewlete re hevditin kir. Di 2008'an de bi Musteşarê MÎT'ê Emre Taner re hevdîtin kir. Piştî gulana 2010'an hevditin bi rêk û pêk hatin kirin. Hevditin hin caran rasti astengiyan hatin. Ocalan hin caran diyar kir ku heyet ne zêde xwedî înîsiyaitf e û nikare hin tiştan bi AKP'ê bide qebûl kirin. Ocalan di hevdîtina dawî de anîbû ziman ku dê careke dawî bi heyetê re hevditinê pêk bîne û dê bêje 'Ez dê xwe bidim alî' Ocalan, destnişan kir ku ger heyet disa cara dawî ji wî bixwaze ku rolê xwe bilîze wê demê divê daxwazên wî yên ewlehî, tenduristî û tevgera azad bi cih bên û şert û merc bên avakirin da ku karime tev bigere.

Ji bo çareseriyê gelek caran agirbestên yek alî hatin îlankirin

PKK'ê yekem car di 20'ê Adara 1993’an de agirbesta yek alî îlan kir. Di 19 salan de 7 caran agirbesta yek alî îlan kir. Ocalan di nava PKK'ê de heta beriya ku biçe Kenyayê di 20'ê Adara 1993, 15'e kanûna 1995 û 1'ê Îlona 1998'an de 3 caran agirbesta yek alî îlan kir. Ocalan piştî 15'ê Sibata 1999'an ku radesti Tirkiyeyê hate kirin di 1'ê Îlona 1999’an de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. PKK'ê di 1'ê Hezîrana 2004’an, 1'ê Cotmeha 2006’an bi tevahi 3 caran agirbesta yek alî îlan kir. Herî dawî di 13'ê Nîsana 2009’an de li ser bingehê “Parastina Rewa" biryara agirbestê da.

Di vê pevjoyê de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Qendîl û Mexmûrê 34 endamên Koma Çareseriya Demokratîk wekî qasidên aştiyê hatin Tirkiyeyê. Piştî DTP hate girtin û li ser navê KCK'ê li dijî siyasetmedarên kurd operasyon hatin lidarxistin KCD'ê di 1'ê Hezîrana 2010’an de diyar kir ku wan êdîe dawî li agirbesta yek alî anîye. Herî dawî di cara 7'emîn de PKK'ê di 13'ê Tebaxa 2010’an biryara bêçalakiyê da û 40 rojan berdewam kir. Agirbest pişt re heta 2011’an hatin dirêj kirin. Piştî Konseya Reveber a KCK'ê daxuyanî da diyar kir ku ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên AKP'ê agirbestê wateya xwe winda kiriye.

DÎHA