1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Di sala 2014’an de Kurd bi ser ketin - Cemîl Bayik
Di sala 2014’an de Kurd bi ser ketin - Cemîl Bayik,di,sala,2014,an,de,kurd,bi,ser,ketin,cemîl,bayik

Di sala 2014’an de Kurd bi ser ketin - Cemîl Bayik

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Em ketin saleke mîladî ya nû. Hemû derdor li gorî xwe sala 2014’an dinirxînin. Tevgera Azadiya Kurd bi rengên cuda sala 2014’an nirxand. Em dixwazin bi kurtasî hinek aliyên sala 2014’an binirxînin.

Di sala 2014’an de bi taybet jî li Rojhilata Navîn şerên dijwar qewimîn. Ligel vê ji bo Ukraynayê, di navbera Rusya û welatên Rojava de qayişkêşiyeke cidî didome. Li Rojhilata Navîn şer pir dijwar û qirêj berdewam dike. Di dîroka cîhanê de, kevir li ser kevirê nehiştin, serî li ser beden nehiştin wekî metaforekê dihat bi kar anîn, ev rastî û qetilkirina sivîlan di roja me ya îro de normal tê dîtin. Cîhan wekî ku li fîlmekî temaşe bike, li van geşedanan temaşe dike. Di şerê li Rojhilata Navîn de, di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin ku evqas exlaq û hiqûqa şer hatiye binpêkirin û şerekî wiha qirêj hatiye meşandin. Ji kesên şerê qirêj dimeşînin zêdetir, yên piştgiriyê didin berpirsyar in. Tirkiye, berpirsyarê geşedanên li Suriye û Iraqê ye. Tirkiye li ser esasê dijberiya Kurdan tevlî van şeran bûye. Heta ji bo azadî û jiyana demokratîk a Kurdan asteng bikin raste rast şer rêxistin kiriye û daye meşandin.

Her çiqas dewleta Tirk, rêxistina faşîst a bi navê DAIŞ şandibe ser Kurdan jî, ji bo Kurdan sala 2014’an bûye sala serketinê. DAIŞ’ê xwest bi piştiriya dewleta Tirk komkujiyê pêk bîne, lê DAIŞ hat rawestandin û li gelek deveran têk çû. Bêguman berdêlên giran hatin dayîn. Bi van berdêlan serketin watedartir bûye. Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiya Kurd li ser navê hemû mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn şer kiriye û piştgiriya hemû cîhanê wergirtiye. Ev berxwedana mezin a Tevgera Azadiya Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn azad bibe, bûye alternatîf û projeyeke siyasî. Li hember hewldanên ku dixwazin Rojhilata Navî tarî bikin, bûye ronahî û hem jî wekî kêfxweşiyekê.

Di sala 2014’an de derketiye holê ku li Rojhilata Navîn hêza esasî ku dixwaze paşverûtî û statukoya sedsala 20’emîn li ser piyan bihêle Tirkiye ye. Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn model nîne, çavkaniya xirabiyan e. Ji ber dijberiya Kurdan, Tirkiye dikeve nav têkiliyên qirêj. Çar û pênc sal berê, bi têkilî û tifaqên cuda dijberiya Kurdan dikirin, lê niha têkilî û tifaqên xwe bi hêzan cuda re pêş dixe. Ji bo dewleta Tirk têkilî û tifaqa xirab nîne, karakter çi dibe bila bibe, dikarin bi hemû dijberên Kurdan re têkilî deynin. Ji ber vê dijberiya Kurdan hem li navxweyî hem jî li devre dewleta Tirk tengav bûye. Bêguman dev ji dijberiya Kurdan berdin, bi Kurdên azad re têkilî deyne, di serî de ji bo Kurdan û hemû gelên din li ser esasê azadiya bawerî û çandan polîtîka pêş bixin dê Tirkiyeyeke pir cuda derkeve holê. Rêberê Gelê Kurd ji bo vê ketiye nav liv û tevgerê, lê ji ber ku dewleta Tirk li dijî Kurdan polîtîkayên îmha û înkarê didomîne encam nehatiye girtin. Rêber Apo di Newroza 2013’an de projeya demokratîkbûyînê pêşxist, lê ji ber nêzîkatiyên ne cidî û bêberpirsyar yên hikûmeta AKP’ê rastiya dewleta Tirk derketiye holê. Bêguman ev jî ji bo gelê me û gelan serketinek e. Her çiqas Serokkomar, Serokwezîr û wezîr bibêjin pêvajoya çareseriyê baş diçe, ev axaftin ji bo nixûmandina rastiyan û xapandina civakê tên kirin. Bi van gotinan li hember gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê şerekî psîkolojîk dimeşînin. Lê ji ber ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi salane van gotinan dibihîzin, êdî van gotinan cidî nagirin, tenê pratîkê dinêrin. Ji ber vê yekê bi serdema bi şerê psîkolojîk ve meşandin bi dawî bûye. Heta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê gavên cidî nebînin baweriya xwe bi wan naynin, dê bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din têkoşîna xwe bilind bikin.

Tevgera Azadiya Kurd li Şengal, Rojava û Kobanê li dijî faşîzma DAIŞ’ê ku Tirkiye piştgiriyê didê, li ber xwe dide û ev jî nîşan dide ku gelê Kurd dixwaze teqez di nav hevsengiyên nû yên sedsala 21’emîn de cih bigire. Êdî nikarin bêyî Kurdan di sedsala 21’emîn de Rojhilata Navîn ava bikin. Li başûrê Kurdistanê, bi avakirina dewletokekê û li hember vê yekê li ser Kurdan meşandina polîtîkayên înkar û îmhayê bi sernakevin. Kurdan baş fêm kirine ku ev kemîna dewleta Tirk a înkar û îmhaker e. Ji ber vê yekê ne tenê li bakurê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê jî li hember dewleta Tirk helwestek pêş ketiye. Rêveberiya başûrê Kurdistanê gotibû, dema DAIŞ’ê berê xwe da Hewlêrê, dewleta Tirk alîkarî nedaye wan, Îranê alîkarî daye wan. Ev gotin vê rastiyê radixe ber çavan. Ger niha li ser esasê petrol û pêşkeşkirina nirxên Kurdan têkiliyek hatibe danîn jî, dê di demeke kurt de derkeve holê ku ev têkilî jî li dijî Kurdan e.

Kurdan di sala 2014’an e kefen çirandin. Ji ber ku defika Kurd ji aliyê hêzên derve dihat rêvebirin. Tirkiyeyê piştgiriya derve winda kir, Kurd bi karakterê xwe yê azadîxwaz û têkoşer li cîhanê hatin nasîn. Hemû hêzên demokratîk ên cîhanê, saziyên mafên mirovan, jin, kedkar ligel têkoşîna azadiya Kurdan cih digirin. Mînaka vê ya herî şênber ew e ku li her derê cîhanê ciwan diçin Rojava û li dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Jinên Kurd li dinyayê xwe gihandina asta pêşengiya jiyana azad û demokratîk ku ev yek di warê dîroka mirovahiyê de jî wekî mîladekê ye. Di têkoşîna jinan a ji bo azadiyê de hat dîtin ku şoreşa herî mezin a dîroka mirovahiyê tê jiyîn. Ji vê şûnde çarenûsa Rojhilata Navîn û dinyayê, heta pêşeroja wan dê teqez ji aliyê xeta azadiya jinan a pêş dikeve ew ê diyar bike. Ji ber ku mifteyê esas ê azadî û demokrasiyê azadiya jinan e. Xeta azadiya jinan qufla azadî û demokrasiyê vedike û bi vê yekê re jî ji mirovahiyê re deriyê gerdûna azadî û demokrasiyê vekiriye. Bandora vê geşedanê her roj, her meh, her sal dê zêdetir were dîtin; wekî ku Rêber Apo dibêje bi veguherîna çarenûsa Kurdan dê Rojhilata Navîn bibe navenda şaristaniya demokratîk û pergala nû ya dinyayê jî dê di vê çarçoveyê de were sazûmankirin. Sala 2014’an ev yek derxistiye holê.

Em bi ketina sala 2015’an sersalê li hemû mirovahiyê pîroz dikin û em hêvîdarin ku sala 2015’an ji bo hemû gelan, baweriyan, çandan, bi awayekî giştî hemû civakên bindest û di bin gef û zextan de ne, başiyê bîne. Em baweriya xwe ya ji bo dê sala 2015’an bibe sala ku jiyana azad û demokratîk lê pêş bikeve dubare tînin ziman.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat