Di êrîşa bombeyî ya li Humsê de 25 kes mirin û 107 kes birîndar bûn
A+
A-
10:06 10.04.2014 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Humsê ku 3’yemîn bajarê mezin ê Suriyê ye, di 2 teqînan de, 25 kesan jiyana xwe ji dest da, 107 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), teqîn li kolana El Xizir a taxa Kerem El-loz ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, pêk hatin. Hat zanîn ku 2 wesayîtên bombebarkirî ku ji berê de hatibûn bicîh kirin, di nîv saet navberê de hatin teqandin. Di teqînan de jin û zarok jî di nav de 25 kes mirin, 107 kes jî birîndar bûn.
Balkêş e ku teqîn piştî ku rejîma Baas li bajaroka Renkus a li ser sînorê Lubnanê serkeftina îlan kir, pêk hatin.
(mae)