1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Divê jinên ciwan ên Başûr ji bo jiyana rast û azad xwe rêxistin bikin’
‘Divê jinên ciwan ên Başûr ji bo jiyana rast û azad xwe rêxistin bikin’,divê,jinên,ciwan,ên,başûr,ji,bo,jiyana,rast,û,azad,xwe,rêxistin,bikin

‘Divê jinên ciwan ên Başûr ji bo jiyana rast û azad xwe rêxistin bikin’

A+ A-

Jinên Ciwanên Têkoşer di konferansek xwe ya bi tevlîbûna 70 endaman rêxistina xwe ragihandin. Endama desteya rêveberiya vê rêxistinê Jînû Kerîm der barê rol û pêwîstiya rêxistina xwe de ji RojNews re ku axivî, diyar kir ku wan li hemberî pirsgirêkên niha jin pê re rû bi rû ne rêxistina xwe damezrandine.

BÊRÎVAN MIHEMED / SILÊMANÎ

Jinên Ciwanên Têkoşer di konferansek xwe ya bi tevlîbûna 70 endaman rêxistina xwe ragihandin. Endama desteya rêveberiya vê rêxistinê Jînû Kerîm der barê rol û pêwîstiya rêxistina xwe de ji RojNews re ku axivî, diyar kir ku wan li hemberî pirsgirêkên niha jin pê re rû bi rû ne rêxistina xwe damezrandine.

‘Di dema êrîşa DAIŞ’ê ser Şengalê de, herî zêde jinên ciwan rastî tundiyê hatin’

RojNews: Jinên ciwan di roja me ya îro de li Başûrê Kurdistanê di rewşek çawa de ne?

Rewşa niha bi giştî ya civakê di aliyê siyasî û civakî de xerabe, belê bûyerên ku rû didin hîn zêdetir li ser jinên ciwan bandorek neyînî çêdikin. Di civakê de li hemberî jinên ciwan zêdetir tund û tujî pêk tê. Her wiha zêdetir bazirganî li ser wan tê kirin. Di dema êrîşa terorîstên DAIŞ’ê ser Şengalê de, me dît ku yên zêdetir rastî tundiyê hatin jinên ciwan bûn. Du sedemên zêdebûna zextên li ser jinên ciwan hene. Yekem nebûna hişyariya pêwîst. Ji ber ku xwe û hêza xwe baş nas nakin. Ew siyaseta di nava civakê de li ser wan tê meşandin tênagihin. Li navenda perwerdeyan jî bi şêweyekî pir ziraf li ser dûrxistina wan a ji rastiya wan kar dikin. Bi hinek tiştên biçûk re sînordar hiştine. Wisan lê kirine ku agahiya wan ji rewşa wan nemaye. Agahiya wan ji tiştên bi serê wan tên nîne. Nizanin dinava rewşek çawan de dijîn. Her wiha agahdarî rewşa civakê jî nînin. Ev siyasete jî li ser wan bi şêweyekî wisa birêve diçe ku di hemû rewşê de dibine qurbanê yekem.

‘Ev yekem rêxistina jinên ciwane li Başûrê Kurdistanê’

We di konferansa xwe ya rojên bihorî de rapora xwe ya xebatên salekê eşkere kir. Gelo xebatên we yên beriya ragihandina rêxistina we ya nû çawan bûn?

Rêxistina me nêzî salekê ye kar û xebatan dimeşîne. Belê bi fermî xwe neragihandibû. Me kar û xebata xwe beşek dinava Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û beşek jî dinava Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê de dimeşand. Lê bi fermî di 13’ê Gulana 2016’ê de me rêxistina xwe îlan kir û desteya rêveberiyê hilbijart. Ev yekem rêxistina jinên ciwane li Başûrê Kurdistanê. Armanca me ya vê rêxistinê jî ji bo bersivdana rewşa xerab û metirsiyên li hemberî jinên ciwan, her wiha ji bo rêxistinbûna jinên ciwan ku bikaribin têkoşîna xwe xurt bikin. Bêguman niha û dema pêş jî wê xebatên me yên hevbeş li gel Komeleya Ciwanên Welatparêz û RJAK’ê timî hebin. Her wiha dixwazim vê jî bêjim raste rêxistinên jinan hene, her wiha rêxistinên jinên ciwan û kuran hene. Belê ti rêxistinekî taybet bi navê jinên ciwan nîne. Ji vir şûnde jî emê pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûna jinên ciwan weke erka xwe ya sereke bigirin dest.

Çima we navê Jinên Ciwan ên Tekoşer hilbijart û armanca we ya di tekoşînê de çiye?

Bêguman nav pir girînge. Hemû nav pênaseya kar û xebatên rêxistin an jî wê pêkhateyê dike. Ronkirinek ji bo karên wane. Em jî dixwazin bi vî navê ku me hilbijartiye ku Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşere, ji her kesî re bêjin ku emê têkoşîn bikin û ji bo pêkhatina armanca jinên ciwan hewldan bikin. Her wiha me negot keç, ji ber keç û jin yekin. Tenê ev her du tişt desthilata mêrsalarî ji hev cuda kirine.

‘Guhertina zêhniyetê wê bingeha kar û xebatên me be’

Konferansa we dibin dirûşmeya ‘Bi rêxistinbûna jinên ciwan ber bi civakek azad û demokratîk ve’, armanca we ya di vir de çiye û hûn dixwazin çi bikin?

Rêxistina me pişt dide hêz û îradeya jinên ciwan. Karê rêxistina me hişyarkirin û rêxistinkirina jinên ciwane. Her wiha bilindkirina têkoşîna jinên ciwane. Di konferansê de ji bo meşandina xebatên çareserkirina pirsgirêkên jinên ciwan 21 xal hatin diyarkirin. Di çarçoveya van xebatan de ji bo derbaskirina rewşa heyî wê têkoşîn bê kirin. Pêş hemû tiştî ji bo hişyarkirina jinên ciwan, her wiha tevlîbûna xebatên jiyanî yên civakê, siyaset û xweparastinê wê rolek pêşeng bilîze. Destpêkê wê ji jinên ciwan ên Başûrê Kurdistan destpê bike heya giştî Iraq û tevahî Rojhilata Navîn wê xebat û têkoşîn bimeşîne. Her wiha li ser bingehê hêza xwe ya cewherî wê rêxistina xwe pêş bixe. Guhertina zêhniyetê wê bingeha kar û xebatên me be. Ji bo vê jî perwerde û xwe pêşxistin ji jinên ciwan re wê bike armanca sereke. Her wiha li hemberî modernîteya sermayedar wê têkoşîna jinên ciwan ji xwe re bingeh bigire. Li hemberî sîstem û feraseta mêrsalarî ku bê îradebûna jinên ciwan ferz dike, bilindkirina xebat û têkoşînê wê jixwe re esas bigire. Ji bo bi destxistina maf û azadiya jinên ciwan di hemû qadên civakê de, pêşxistina perwerde û zanistê bingeh digire. Ji bo vegera li rastî û cewherê xwe têkoşîn dike.

‘Me di salvegera bîranîna jinek têkoşer Leyla Qasim de ev rêxistina xwe ragihand’

Konferansa we di heman roja salvegera şahîdbûna jina şoreşger a Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim de bû, gelo hûn îradeya van şoreşgeran ji bo xwe çawan dibînin û hûnê çewan digirin dest?

Li beranberî hemû ew dagirkeriyên li ser Kurdistanê hebûn, di tevahiya dîrokê de jina Kurd li hemû beşên Kurdistanê rolekî girîng di meşandina têkoşînê de lîstiye. Ji bo azadî û demokrasiyê ji bo gelê xwe bi dest bixin têkoşînek bê hempa meşandine. Ji bo wê em têkoşîna van hemû jinan ji bo ronîkirina rêya xwe û sûdwergirtina ji ezmûnên wan digirin dest. Wan dikin pêşengên xwe. Me di salvegera bîranîna jinek têkoşer Leyla Qasim de ev rêxistina xwe ragihand. Armanc jî şopandina têkoşîn û doza vê jina şoreşgere.

Di konferansê de ji bo îlankirina rêxistina we peyama rêxistinên jinên ciwan ên beşên din ên Kurdistanê çibû?

Bêguman yek ji xalên armanca karê me xebatkirina ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî ye. Dema em li vî parçeyê Kurdistanê dinêrin, dibînin parçebûn têde pir zêde ye. Peywendî pir kêmin. Weke tê xwestin li gel parçe û rêxistinên beşên din ên Kurdistanê danûstandin çênebûye. Şoreşên li van beşên din birêve diçin dixwazin ji nêzve bişopînin. Li gel rêxistin û pêkhateyên van beşên din peywendiyên hîn baştir danin. Her wiha sûd ji ezmûnên wan bidest xistine bigirin. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê em dibînin ku bi pêşengiya jinan şoreş serket û di parastina xwe û welatê xwe de rolek girîng dilîzin. Her wiha Kurd bi tevahî cîhanê dan nasîn.

Peyama we ji bo jinên ciwanên Başûrê Kurdistanê çiye?

Pêwîste armancek me hebe. Ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin. Ji ber ku heya niha tund û tujiyek mezin li pêş me heye ku pêşî li armanc û daxwazên me digire. Mafên me asteng dike. Divê ji bo rakirina van hemû astengiyan têkoşîn bikin. Ji bo rizgarkirina hemû jinên ciwan têkoşîn bikin. Ev rêxistina me li Başûrê Kurdistanê yekane rêxistina jinên ciwane ku wan birêxistin bike. Her wiha wan bîne gel hev û li hemberî hemû zextên dijî wan rêxistina wan çêbike. Pêwîste hemû jinên ciwan vê weke rêxistina xwe bibînin. Ji bo wê ez bang li hemû jinên ciwan dikim ku êdî li hemberî zilm û tundiyê bêdeng nebin û bên tevlî Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer bibin. Ji bo em bikaribin bi hevre jiyana rast, azad û demokratîk bidest bixîn û serbikevîn.

(ge/sk)