1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dozger destûra lêpirsînê xwest
Dozger destûra lêpirsînê xwest,dozger,destûra,lêpirsînê,xwest

Dozger destûra lêpirsînê xwest

Dozgerê leşkerî têkildarî kuştinên sînor ji Serfermandariyê destûra lêpirsînê xwest

A+ A-

Dozgerê Leşkerî, têkildarî kuştina welatiyê bi navê Îslam Kesîcî yê li Gundê Xakurka Jorî ya navçeya Qelqeliya Wanê di 26'ê Hezîrana 2010'an de ji aliyê leşkerên tirk ve hate kuştin, destûra lêpirsînê xwest.

Di 26'ê hezîrana 2010'an de li gundê Axurka Jorî ya navçeya Qelqeliyê Îslam Kesîcî (26), yê bavê 2 zarokan dema ji bo qaçakvaniya mazotê sînor derbas kir, li ser sînor ji aliyê leşkerên tirk ên Qereqola Cendermeyan a Turgali ve hate kuştin. Lê li gel şahidên bûyerê jî Tirkiyeyê ev yek qebûl nekir û bûyer avêt situyê leşkerên Îranê. Dozgerê leşkerî li ser daxwaza malbatê û şahidên bûyerê der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin. Dozger, di çarçoveya lêpirsînê de di 31'ê adarê de dîsa li şahidan guhdar kir û ji bo lêpirsînê destûr ji serfermandariyê xwest.

Tirkiye û Îranê civîna hevpar pêk anîn

Di dosyayê de, tê diyarkirin ku heyetên leşkerî yên Tirkiye û Îranê li gundê Derî yê sînor civînek pêk anîne û li ser vê mijarê protokol îmze kirine. Di îdîanameyê de tê gotin ku li ser navê Tirkiyeyê Qeymeqama Qelqeliyê Meral Demîrbaş û li ser navê Îranê jî komîserê hidûd Gulamriza Besavend beşdarî civînê bûne. Di civînê de heyeta Tirk diyar kir ku Îranê bêyî ku hişyariyê bike welatiyekî wan kuştiye û daxaza tazmînatê kir. Lê heyeta Îranê jî ev daxwaza heyeta Tirkiyeyê red kir. Heyeta Îranê got 'Di lêkolînê de leşkerê me tu welatiyê Tirkiyeyê nekuştine. Dema bûyerê leşkerê me gule neteqandine. Ji ber vê yekê em daxwaza we red dikin."

Prz. Gorunuş: Em dê dîsa daxwaza keşîfê bikin

Parêzerê malbata Kesîcî Selçuk Gorunuş, jî diyar kir ku ji bo li dadgeha leşkerî lêpirsîn bê destpêkirin û ji nûve keşîf bê kirin serlêdan kirine û wiha got: "Her du daxwazên me hatin qebûlkirin. Li ser daxwaza me dozgeriya leşkerî di 31'ê adarê de dîsa li şahidan guhdar kir. Her wiha dozgerê leşkerî ji bo lêpirsînê destûr ji Serfermandariya giştî xwest. Em li bendê ne ku Serfermandarî destûrê bide dozgeriyê. Ji bo lêkolîn û lêpirsînek berfireh em dê delîlan bixwazin. Heta niha di bûyerên bi vî rengî de ji ber ku her du aliyan jî bûyer înkar kirine lêpirsîn nehatine destpêkirin." Prz. Gorunuş, anî ziman ku ger ev lêpirsîn bi erênî bi encam bibe û berpirsiyar bên cezakirin dê rê li pêşiya van bûyeran bê girtin.

Bav Kesîcî: Kurê min birîndar bû, lê ji ber xwîn winda kir mir

Bavê Kesîcî 'Osman Kesîcî (56) jî anî ziman ku ew li 10 nifûsan dinere û rewşa wan a aborî pir xerab e. Bav Kesîcî, da zanîn ku ji ber pirsgirêka aborî neçarîn karê mazotê bikin û wiha got: "Li vir şert û mercên kar û debarê tune. Kurê min ji neçariyê ev kar dikir. Saet di 22.00'an de li ser sînor rastî gulebaranê hat. Lê dema em bi gaziya wan çûn jî ez 3 saetan li ber deriyê qereqolê dam rawestandin. Dema leşkerên Îranê mirovekî me dikuşin qet me nadin rawestandin. Lê vê carê ji ber ku wan gule barandibû destûr nedan em herîn cihê bûyerê. Ji ber ku kurê min birîndar bû û kes bi alîkariya wî neçû xwîn winda kir. Ji ber ku xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da." Kesîcî, xwest bûyer bê ronîkirin û berpirsiyar bên darizandin û cezakirin.

(mae)