1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dozger xwest doza KCK'ê sewqî bajarekî din bê kirin
Dozger xwest doza KCK'ê sewqî bajarekî din bê kirin,dozger,xwest,doza,kck,ê,sewqî,bajarekî,din,bê,kirin

Dozger xwest doza KCK'ê sewqî bajarekî din bê kirin

A+ A-

26'emîn rûniştina doza jê 104 girtî û 152 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar û parlementer jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Rûniştina ku di bin darpêça polîsan de pêk hat, dîsa parastina kurdî wekî zimanê nayê zanîn hate qebûlkirin. Serokê ÎHD'a Amedê Muarrem Erbey xwest bi kurdî parastinê bike. Lê heyeta dadgehê dîsa mîkrofon girt û destûr neda ku parastina xwe bi kurdî bike. Di rûniştinê de dozger xwest ku doz sewqî bajarekî din bê kirin. Heyetê jî doz taloqî 25'ê tebaxê kir.

26'emîn rûniştina jê 104 girtî 152 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar, siyasetmedarên kurd jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Doza siyasetmedarên kurd ku bi girtina 14'ê nîsana 2009'an dest pê kir bi rûniştinan didome. Ji bo rûniştinê di destpêkê de 6 siyasetmedarên ku ji Nizamettin Onar, Zeynel Mat, Îhsan Sevîtek, Abdurrahman Tanriverdi, Adnan Bayram û Veysî Akar û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey di bin tebrînên polîsan de anîn dadgehê. Beriya rûniştin dest pê bike polîsan derdorê avahiya Edliyeya Amedê dorpêç kir. Her wiha panzer û TOMA li nêzî Edliyeyê bi cih kirin û tedbîrên mezin girtin.

Di rûniştinê de de ji parlementerên BDP'ê tenê 9 parleneter û rêveberên BDP'ê yên Amedê amade bûn. Her wiha ji ber ku der barê 300 parêzerên Baroya Amedê de serlêdana sûc hatibû kirin Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê prz. V. Ahsen Coşar û parêzerên buroyên Îzmîr, Enqere û Stenbolê jî amade bûn. Doz ji aliyê endan û rêveberên BDP'ê 9 parlementerên BDP'ê û nûnerên EMEP, HAK-PAR, KADEP'ê ve hate şopandin.

Parêzerên siyasetmerdaran beşdarî rûniştinê nebûn, lê nûnerên baroyên Îzmir, Enqere, Stenbol, Êlihê amade bûn. Di rûniştinê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muarrem Erbey piştî xwendina nasnameyan mafê parastinê xwest û xwest bi kurdî parastinê bike. Erbey di destpêkê de bi kurdî got "Ez bawerim, di celseya borî de daxwaznameya min ji hêla dadgehê ve şaş hatiye fêm kirin" û xwest dest bi parastina kurdî bike. Lê çawa ku Erbey bi kurdî axivî serokê heyeta Dadgehê diyar kir ku bi zimanê nayê zanîn diaxive û ferman da û mîkrofana Erbey girtin.

Pişt re dozger mutala xwend û ji heyetê xwest ku doz di pêşerojê de tewqî bajarekî din bê kirin. Endamê Baroya Êlihê Zekî Ekmen, jî mafê parastinê kir û diyar kir ku darizandin ji serî heta binî li dijî hiqûqê ye.

Endamê Baroya Îzmire Ozkan Yucen jî anî ziman ku mafê siyasetmedaran yê parastinê ji destê wan hatiye girtin û darizandin li dijî hiqûqê ye. Pişt re serokê heyeta dadgehê axivî û ji parêzeran pirsa "Em dê delîlan bixwînin, hûn beşdar dibin?" pirsî, lê parêzeran diyar kir ku ji ber ne ni gorî usûlê ye ew beşdarî vê yekê nabin.

Heyeta dadgehê navber da û piştî navberê rûniştin taloqî 25'ê tebaxê kir. DÎHA (mae)