1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Dîyar bû ka Van Gogh guhê xwe yê jêkirî ji kê re şandiye
Dîyar bû ka Van Gogh guhê xwe yê jêkirî ji kê re şandiye,dîyar,bû,ka,van,gogh,guhê,xwe,yê,jêkirî,ji,kê,re,şandiye

Dîyar bû ka Van Gogh guhê xwe yê jêkirî ji kê re şandiye

Nasnameya jina ciwan a ku wênesazê navdar ê hollandî Vincent Van Gogh di encama tevlîhevbûneka giyanî de guhê xwe jêkir û jê re şand, piştî 128 salan diyar bû

A+ A-

Kovara "The Art Newspaper" li ser agahiyên ku di pirtûkek li ser Van Gogh nû hatiye weşandin de hatine dayîn, lêkolînek kir û gihîşt wê encamê ku Van Goghê yek ji nûnerê herî grîng ê bizava empresyonîzmê tê pejirandin, guhê xwe yê jêkirî şandiye ji keça cotkarek, Gabriella Berlatierê re.

Kovar her wiha bi dû kitekitên van agahiyan dikeve û digihêje tomarên Enstîtuya Pasteurê ya Parîsê ku keça ciwan demek lê dimîne û derman dibe.

Li gor agahiyên kovar dide, Gabriella di sala 1888an de 18 salî ye, li gundê bi navê Moulesê ku 10 kilometreyan li rojhilatê Arlesê dikeve dijî. Gabriella çend mehan li kafeya bi navê ”Cafe de la Gare” yê karê paqijiyê dike. Ev kafe ya du hevalên Van Gogh e. Gabriella wan çend mehan li odeyeka li ser mala Van Gogh dimîne.

Lêkolînvan ji arşîvan bi dû rêça Gabriella dikevin û digihêjine wê encamê ku têkiliya wê bi Van Gogh re hebuye lê ev têkilî veşarî maye û piştî vê têkiliyê bi çend salan jî Gabriella bi yekî din re zewiciye.

Yek ji lêkolînerên Art Newspaper´ê ku pisporê jîyana Van Gogh e Martin Bailey di gotara xwe de wiha dibêje: ”Bi dîtina navê vê jina ciwan re em bi tenê gihîştine beşeka vê razê. Niha jî divê em hîn bibin ka Gabrîella çi kes bûye û têkiliya wê bi Van Gogh re çi bûye.”

Bernadette Murphy, navê yekem ê vê jina ciwan di pirtûka xwe ya nû ya bi navê True Story de da. Pirtûk heftiya borî hat weşandin. Lê da zanîn ku dê paşnavê wê heya destûrê ji mirovên jinikê bigire, aşkere neke. Di pirtûkê de tê gotin ku Van Gogh weke tê zanîn ne parçeyek ji guhê xwe, lê guhê xwe bi temamî jê kiriye.

Van Gogh bi nîşeya ”Vê bi baldarî veşêre” guhê xwe ji Gabriella re dişîne û Gabriella guhê Van Gogh li otêla ku lê karê paqijiyê dike digire.

Werger: amidakurd.net