1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ebû Ehmed gencîneya hest û wêneyên şoreşgeran
Ebû Ehmed gencîneya hest û wêneyên şoreşgeran,ebû,ehmed,gencîneya,hest,û,wêneyên,şoreşgeran

Ebû Ehmed gencîneya hest û wêneyên şoreşgeran

A+ A-

GELAWÊJ EWRÎN / DÊRIK

Ebû Ehmed navê nas ê hemû xelkê Dêrika Hemko û hemû şoreşgeran. Bi salan li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê koryetî kiriye û her koma şoreşgeran û gerîla ku derbas kiriye wêneyên wan girtiye. Ebû Ehmed nêzî 30 salan ev kar kiriye û dibêje ku ez dixwazim dîsa xizmeta gelê xwe bikim.

Ku bi Ebû Ehmed tê naskirin der barê jiyan û serpêhatiya xwe ya koriyetiya di navbera Rojava û Bakûr de deriyê xwe ji ajansa me RojNewsê re vekir. Di maleke biçûk a li bajarê Dêrikê Ebû Emed dîrokek mezin tije hestên şoreşgeran veşartiye. Ebûd Ehmed destpêkirina karê xwe yê koriyetiyê wiha vedibêje: “Ez di 25 saliya xwe de çûme Bakûrê Kurdistanê. Di dema darbeya 1980’an de ez li wir bûm. Ji ber ku ez wê demê bi qaxaçî çûbûm li wir asê mam. Paşê xelkê wir ez bi qaçaxî serbasî Rojava kirim. Wê demê wesayitek min ya Cêp hebû, min yekem car bi wê wesayitê heval derbas kirin. Di sala 85’an de min êdî malbat û jiyana xwe ya şexsî danî aliyekî û li ser sînoran min dest bi koryatiyê kir.

‘Ji ber me kom şevê derbas dikir me nedikarî wêne bigrin’

Min destpêkê tenê 4-5 kes derbas dikir. Wêneyên koma destpêkê ku min derbas kir li gel min nîne. Wê demê hêj kameraya min nebû û yan jî ji ber me kom şevê derbas dikir me nedikarî wêne bigirin. Lê piştre ku min komên 100-200 kesî derbas dikir wê demê kameraya min hebû û min wêneyê hemiyan dikişand. Ew kameraya ku min pê wêneyên hevalan kişandiye hêj li gel min, bîranîna şehîdane.”

‘Di wan rêyan de mirin li pêşiya me hebû’

Ebû Ehmed di bersiva pirsa me de ku çi zehmetî li pêşiya karê Koryetiyê hebû wiha dibêje: “Dema rihetiyê nebû. Hemû demê zehmetî hebûn. Di wan rêyan de hertim mirin li pêşiya me hebû, gelek caran kesên min derbas dikirin hinek ji wan di ava mezin de dixeniqîn. Wê demê tiştên wek telefon û bêtêlê nebû, dema min komek derbas dikir ez li ser sînor bi seatan yan bi rojan dimam heta komek din ji min re dihat û min derbas dikir. Hinek kes di bin navê ku bira yan xizmê mine, wisa me derbas dikirin.”

‘Serma û berf bû wê demê min çû hunermend Serhed li ser sînor anî’

Di nava komên ku Ebû Ehmed derbas kiriye de hunermend Şehîd Serhed jî hebûye ku gelek wêne jî li gel kişandiye. Wêneyên ku yekem car ajansa me belav dike, Ebû Ehmed bi salan li gel xwe xwedî kiriye. Ebû Ehmed der barê Hunermend Serhed de wiha dibêje: “Heval Serhed wê demê hat gel Serok. Wê demê biryara xwe ya tevlîbûnê dabû û hatibû gel Serok. Serma û berf bû, ez çûme ser sînor min ew anî. Min wê demê ew nas nedikir. Hêzên Sûriyê yên li ser sînor li pêşiya me derketin û wê demê em girtin. Paşê em berdan lê ew girtin û 6 mehan li vir ma di zindanê de. Piştî hat berdan dîsa xwest vegere çiya, beriya biçe me ev wêne girtin.

Kesên min derbas kirine piraniya wan şehîd bûne. Gelek heval jî niha rêveberin û li Qendîlê ne lê min hêj ew nedîtine. Gelek şoreşgerên ku li pêş min soza xwe dan û çûn, êdî carek din nevegeriyan, hemû şehîd bûne.

Li ser pirsa ku gelo te ewqas komên şoreşgeran nas dikir û di bîra te de ye an na, Ebû Ehmed wiha bersiv dide: “Kesên ku min dibirin piraniya wan navê wan nizanim. Ji ber ku wê demê wisa bû, te pirs nedikir û nedigot tu kêyî û ku de diçî. Tenê me dizanî ew şoreşgerin û bes. Gelek caran kesên nas yan jî xizmên min jî di nava koman de min derbas dikir lê min nedizanî xizmê min in û min nas nedikir. Gelek caran şev nîvê şevê ez diçûm û min birîndar dianîn û derbas dikir.”

Ebû Ehmed pir caran ji aliyê rejîma Sûriyê ve li ser sînor hatiye girtin û îşkence dîtiye lê tu caran dest ji karê xwe yê pîroz ê Koryatiyê bernedaye.

Ebû Ehmed di dawiya axaftinên xwe de hêviyek wî heye ku dibêje: “Ez dixwazim hîn ez saxim û nemirime serokatî bibînim. Min ew gelek caran dîtiye lê dîsa dixwazim ji bo cara dawî bibînim. Xwedê hêzek din bide min ku ez dîsa ji gelê xwe re xizmetekî bikim.

Ebû Ehmed bi navê rast Mihemed Elî di sala 1941’an de li bajarê Şirnex ê Bakûrê Kurdistanê hatiye dinê. Di zaroktiya xwe de derbasî Rojava dibe û li bajarê Qamişlo jiyan dike. Ebû Ehmed ji sala 1985’an heta 2004’an di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de koryetiyê dike.

(ge)