1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Eger em bi hev re bixebitin, bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin'
'Eger em bi hev re bixebitin, bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin',eger,em,bi,hev,re,bixebitin,bi,berxwedanê,re,em,ê,bi,ser,bikevin

'Eger em bi hev re bixebitin, bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin'

Koordînasyona KJK'ê ji bo girtiyên PAJK û PKK'yî peyama sersalê weşand û got, "Di sala nû de li ser bingeha azadî û berxwedanê, weke gel û jinên Kurd em ê bêhtir bi xurtî bersivê bidin."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Koordînasyona KJK'ê ji bo girtiyên PAJK û PKK'yî peyama sersalê weşand û got, "Di sala nû de li ser bingeha azadî û berxwedanê, weke gel û jinên Kurd em ê bêhtir bi xurtî bersivê bidin."

Koordînasyona KJK'ê ji bo girtiyên PAJK û PKK'yî peyama sala nû weşand û destnîşan kir ku parçeyekî girîng ê vê meşa azadiyê ya dîrokî, zîndan e.

Di peyamê de hat ragihandin ku berxwedanên zîndanan ji destpêka tevgera Apoyî ve mewziyeke girîng a berxwedanê ye ku ji her alî ve hêz û moralê dide gel û têkoşeran û hat gotin, "Beriya her tiştî, ji çiyayên azad em hezkirin, silav û rêzên xwe ji we re dişînin, we hemûyan yek bi yek bi germahiya dilê xwe hembêz dikin."

Di peyamê de dilsozî û hesreta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat bilêvkirin û ha gotin, "Di afirandina têkoşîna azadiyê ya jinê, hevrêtî û dostaniya pîroz a bi jinê re, afirînerê sereke Serok Apo ye. Em careke din minetdariya xwe li pêşberî Serok Apo nîşan didin. Azadiya Rêberê me azadiay Kurdan û jinan e. Di çarçoveya parêznameyên Rêbertî de wê ji nû ve avakirin û azadkirina civakê di her warî de bi cih were anîn."

Di peyamê de hat ragihandin, ku di sala 2015'an de her çend planên mezin li hemberî gelê Kurd hatin kirin jî, bi berxwedanê bersiveke mezin hatiye dayîn û bûyer, berxwedan û destketiyên di sala 2015'an de li aliyê jin û gelê Kurd qewimîn û bi dest ketin, hatin bibîr xistin.

'XWE JI BO TÊKOŞÎNA LI DERVE AMADE BIKIN'

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo hemû girtiyên PKK'yî û PAJK'î diyar in û got, "Divê hemû heval xwe ji bo têkoşîna li derve bi xurtî amade bikin."

Peyama Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî dewam kir: "Lewma divê giranî ji xebatên ramanî re bê dayîn. Ji aliyê pêşvebirina nêrîna me ya jinê, pêşdexisitna xebatên li Jineolojiyê û malîkirina van ji civakê re, pirsgirêk hene. Pêwîste her heval, ji bo pêşvebirina van mijaran divê bi berpirsyarî rabin. Polîtîkayên dijmin ên li ser zîndanê bi vî rengî dikarin werin pûckirin. Eger em wezîfeyên xwe bi temamî bi cih bînin, hingî wê dirûşma li her derê berxwedan watedar bibe. Pêwîste bi xebatên xwe yên ramanî re heval bi xurtî bandorê li me bikin û rê nîşanî me bidin. Xebatên di vî warî de hene. Divê werin kûrkirin. Em di wê baweriyê de ne ku di sala 2016'an de wê destpêkên nû rû bidin û ev yek bêkêmasî were biserxistin."

Koordînasyona KJK'ê sala nû li hemû girtiyên PAJK û PKK'yî pîroz kir û got, "Di sala nû de li ser bingeha azadî û berxwedanê, weke gel û jinên Kurd em ê bêhtir bi xurtî bersivê bidin."

Koordînasyona KJK'ê ragihand ku kêmasiyên salên bihurî wê bi xurtî ji holê werin rakirin û got, "Weke milîtanên pêşeng, em ê vê carê bersivên rast û têrker bidin Rêbertî û gel. Weke jin û mêrên azad, em ê di destêkê de girêkên kor ên kesayetiyên xwe vekin û bi pêş de biçin. Weke mirovên azad ên Kurdistana azad, bi tevahiya mirovahiya pêşverû re em ê bi ser bikevin. Li Kurdistaneke xweser a demokratîk, weke jin û mêrên azad em ê mafê jiyaneke bi rûmet bi dest bixin. Weke milîtanên hêjayî Rêberê xwe, em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Eger bi Rêbertî, gel, gerîla û hemû milîtanên PAJK'î û PKK'yî em bi hev re bixebitin, em ê bi berxwedanê re bi ser bikevin. Azadî wê ji sedî sed bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê weke KJK em sala nû li Rêberê xwe pîroz dikin. Weke milîtanên jin, em ê têkoşîna xwe ya hêjabûnê her tim bimeşînin. Em ê bi hesret, hezkirin û dilsoziyeke mezin bixebitin. Em ê bi ser bikevin.

Weke KJK'ê em hezkirin û silavên xwe yên ji dil dişînin ji hemû hevrêyên xwe yên li zîndanan re. Em sala nû li wan pîroz dikin. Ji bo di têkoşîna azadiyê de, li qadên jiyana azad em bi xurtî bigihêjin hev, em ê têkoşîna xwe bi dil û can bidomînin.

Em ê li qadên azad bi Rêberê xwe, bi hemû hevrêyên xwe re li hev bicivin. Ji aliyê ruhî ve ji xwe em her tim bi hev re ne. Em ê vê şênber bikin. Azadî wê bi ser bikeve."