1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. EKOJIN dê bi keda jinê di 8'ê Adarê de li qadan be
EKOJIN dê bi keda jinê di 8'ê Adarê de li qadan be,ekojin,dê,bi,keda,jinê,di,8,ê,adarê,de,li,qadan,be

EKOJIN dê bi keda jinê di 8'ê Adarê de li qadan be

A+ A-

MÊRSÎN (DÎHA) - Jinên ku xebatên xwe yên kolektîf bi navê EKOJIN'ê digihîne serfkarên xwe, niha jî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi keda xwe ya destan bi çêkirina flama, pankart, çente, cil û bergan amade dikin. Jinên ku bi rengên cuda amadekariya çêkirina pankarta “Jin ji bo Serokatî û Azadiya xwe li ber xwe didin” dikin, bi çêkirina keda xwe ya destan dixwazin qadan bi rengên jinan bixemilînin.

21 jinên ku çend meh berê dest bi hilberîna tirşî, rîçal, salçe, şalgam û tiştên xwedî taybetmendiya herêma Çukurova û Kurdistanê kirin, keda xwe ya destan bi navê EKOJIN'ê bi serfkarên xwe re digihîne. Jinên kedkar niha jî bi armanca 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê jî bi keda xwe ya destan bi çêkirina flama, pankart, çente, cil û bergan amade dikin. Jinên ku bi rengên cuda amadekariya çêkirina pankarta “Jin Jibo Serokatî û Azadiya xwe li ber xwe didin” dikin, bi çêkirina keda xwe ya destan dixwazin qadan bi rengên jinan bixemilînin. Der barê mijarê de jina bi navê Çîgdem Goksoy a ku di hilberîna EKOJIN'ê de cih digire diyar kir ku ew amadekariyên derketina qadan a bi rengên xwe dikin.

Jin amadekariya derketina kolanan dikin

Têkildarî mijarê de Goksoy axivî û destnîşan kir ku li he çar parçeyên Kurdistanê jinên berxwedêr bi îradeya xwe ya cewherî li hemberî şerê ku pergalê li dijî jinan daye destpêkirin têdikoşe û ev tişt anîn ziman: "Ev têkoşîne li Rojava derket holê û niha li Kurdistanê bicih bûye. Em wek jinên li metropolan amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Em dixwazin bi derketina qadan deng bidin jinên berxwedêr ên Kurdistanê."

‘Ji bo jinên berxwedêr em ê li qadan bin'

Goksoy da zanîn ku 8'ê Adarê bi qetil kirina jinan destpêkiribû û niha jî bi teşhîr kirina tazî ya jinên berxwedêr bêhtir bi wate bûye û wiha domkir: "Bi armanca şikandina vîna jinan, pergala dewletê hemû rêbazên heqaretê bikartîne. Bi teşhîrkirina tazî dixwazin peyaman bidin jinan. Em jî dê li hemberî vê yekê, dixwazin tevî hemû hewildanên xwe bi awayekê bihêz di 8'ê Adarê de derbikevin qadan. Jixwe dirûşmeya me jî Azadiya Rêbertiyê û jinan bihevre girê dide. Her wiha bi cil û bergên reng bi reng, em dê peyama mezinkirina têkoşînê bidin."

'Em ê deng bidin jinên kurdistanî'

Yek jê endama EKOJIN'ê ya bi navê Esra Harman jî der barê mijarê de got ku her jinek bi amadekariya xwe rengekî cuda dide 8'ê Adarê û wiha daxuyand: "Têkoşîna hevpar a jinan dê serkeftinên mezin bi xwe re bîne. 8'ê Adarê her sal bi coş û heyecanekî mezintir tê pîroz kirin. Dema ku destkeftiyên aborî mezin dibin, jin bêhtir bi xwe bawer dibin û xwe birêxistin dike. Em dê niha jî mil bidin milên hev û bi herikin qadan."

'Em tu caran bêçare nînin'

Der barê heman mijarê de endama EKOJIN'ê ya bi navê Maşallah Nas jî bilêv kir ku divê 8'ê Adarê ji aliyê hemû jinan ve bê pîroz kirin û wiha berdewam kir: "Hejmara jinên ku xwe bêçare dibînin zêde ye. Lê em tu caran bêçare nînin. Berovajî vê em jin xwedî îrade û hêzin. Ez di serî de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li jinên Cizîr, Sûr, Silopî û jinên ku li hemû deverên Kurdistanê ku navên wan nehatin zanîn, pîroz dikim. Emê roja keda jinê bi mildayîna jinên kurdistanî pîroz bikin."

'Em xwe bi berxwedanê bixemilînin'

Jina bi navê Nazli Ozdemîr jî diyar kir ku ew bi avakirina EKOJIN'ê ya ku wan bi hevkariya jinan damezirandî gelek kêfxweşe û wiha axivî: "Em bi coş û heyecaneke mezin amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Di roja me ya îroyîn de hikûmeta AKP'ê êdî mudaxaleyî odeyên me yên razanê jî dike. Bi vê yekê dixwazin jinê tenê wek amûra çêkirina zarokan bidin nîşandan. Lê jin li hemberî derdikevin û bi têkoşîna xwe li hemû qadan xwe jinûve di afirîne. Hêzên dewletê bi kesên qirêj ên ku şandin bajarên Kurdistanê, bedenên jinên berxwedêr bi tazî dide teşhîr kirin. Ev hêzên ku dixwazin bi van kiryarên xwe jinan bi tirsînin, tu caran nagihîjin armanca xwe. Bi hêza xwe ya aborî û bi xemilandina berxwedanê em dixwazin alîkariyê bidin berxwedana jinên kurdistanî. Ji bo min 8'ê Adarê îfadeya jinên berxwedêr e."

‘Yekitiya jinan dikare feraseta mêr ji holê rabike'

Songûl Tan jî destnîşan kir ku heta niha bi keda xwe ya destan dixwest aboriya malê ava bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê ev têra nake. Ez dixwazim alîkariya hemû jinên ku xwedî kêmderfet bikim û bi vê yekê bibim parçeyek ji têkoşîna wan a jiyanê. Divê hemû jinên kedkar di 8'ê Adarê de li qadan bin. Bi yekitiya jinan dê hişmendiya mêr a desthilatdar têk biçe."

(bd/sa)