1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Em daxwaza cenazeyên zarokên xwe yên komkujiya Hewlêrê dikin’
‘Em daxwaza cenazeyên zarokên xwe yên komkujiya Hewlêrê dikin’,em,daxwaza,cenazeyên,zarokên,xwe,yên,komkujiya,hewlêrê,dikin

‘Em daxwaza cenazeyên zarokên xwe yên komkujiya Hewlêrê dikin’

Dayik û bavên sivîlên di komkujiya 16’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin, diyar kirin ew daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin û wiha gotin; “Heya niha me li gel hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê der barê vî tewanî de serlêdan kiriye, belê ti bersiv nedane me.”

A+ A-

SILÊMANÎ/ROJNEWS

 

Dayik û bavên sivîlên di komkujiya 16’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin, diyar kirin ew daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin û wiha gotin; “Heya niha me li gel hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê der barê vî tewanî de serlêdan kiriye, belê ti bersiv nedane me.”

 

Di 16’ê Gulana 1997’an de PDK’ê bi desteka dewleta Tirk li bajarê Hewlêrê li hemberî zêdetir 70’ê alîgirên PKK’ê ku di nexweşxane û saziyên cuda de bûn, êrîş pêk anî. Hêzên PDK’ê ev kesên girtin hemû qetil kirin. Her çendî 19 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn jî, belê heya niha malbatên van kesan nekarine cenazeyên zarokên xwe werbigirin. 

 

Yek ji dayika kesên di vê komkujiyê de ji aliyê hêzên PDK û dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, dayika Meqbûde Eshed Ehmed wiha axivî; “Keça min Perî Osman Mihemed mamostaya Fakûlteyê bû, ders dida zarokan, ew jî di vê komkujiyê de hat qetilkirin.Em weke dayikên wan kesên ku hatine windkarin ku lê nayên gerîn, daxwaz dikin ku ew rêxistin û kesên ku mafên mirovan di parêzin, mafê me jî bi parêzin.”

 

‘Em daxwaza aqûbeta zarokên xwe dikin’

 

 

Dayik Meqbûde Eshed Ehmed dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Ev 19 sale zarokên me windakirine, kes nizane çi bi serê wan anîne. Xistine gurek komî de û qet nahêlin em cezaneyên zarokên xwe bigrin. Em her sal çûne li ber deriyê parlamentoyê, saziyên mafên mirovan û cihên mafê mirovan diparêzin, lê heya niha ti agahî nedane me. Em ji bo tezmînat an ji tiştekî nagerîn, em tenê dixwazin aqûbata zarokên me diyar bikin, yan jî cenazeyên wan bidin me. Yan bila cezane bidin me, yan jî bila bêjin çi bi serê zarokên me hatine. Yan birîne kûderê, yan jî şewitinadine, bila ji me re diyar bikin. Yan jî hîn di girtîgehan de bin. Tenê bila ji me re bêjin, çi bi wan hatine. Bila li ber çavê her kesê cenazeyên me bidine me. Em weke dayik û xizmên wan şehîdan ku hejmara kesên diyarnîne ser bi 70 kesî re ye, hemû keç û kurên vî miletîne. Yek ji wan neşer kiriye, ne jî gunehek yê wan hebû. Tenê xebata pênûsê dikirin. Ji bo Kurdayetiyê xebat dikirin. Eger îro Kurdistan bi ser bikeve wê bi xwîna wan pêk were. Niha em nizanîn berê xwe bidin kûderê. Ji ber ku qet bersivekê nadin me. Em çûyîn parlamentoyê, dîsan em çûyîn ofîsa serokatiyê û cihên din ên ev kar di destê wan de ne, lê yekê bersivek li ser aqûbata wan ne da me.”

 

‘Zarokên me tenê xebata pênûsê ji bo welatê xwe dikirin’

 

Dayik Meqbûde Eshed Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî; “Heya niha yek tewanbar jî dernexistine pêş dadgehê. Ji bo wan xizmetê dikin û erkê wan bilind dikin.  Em daxwaza keç û kurên xwe dikin. Hemû ciwanên xebatkarên welatê xwe bûn. Tenê ji ber Kurd bûn kirin û xebata pênûsê dikirin wisan li wan kirin. Ne ji ber tiştek xirab jib o welat kirîbûn. Heya niha hikûmetê tiştek ji bo me negotine û bersiva daxwazên me nedane. Di 19’emîn salvegera komkujiyê de tenê daxwaza me ewe ku cenazeyên zarokên me bidin me. Ji derveyî vê em tiştek din ji hikûmetê naxwazîn. Eger bidin em naxwazin bi rengekî veşartî bidin, em dixwazîn li ber çavê her kesê cenazeyên wan bidin.”

 

’19 salin em daxwaza cenazeyê kurdê xwe yê di nav şehîdên Hewlêrê de dikin’

 

 

Her wiha bavê yek ji kesên di komkujiya Hewlêrê de hat qetilkirin, mamostayê teqawît Xalid Necîd wiha peyîvî; “Navê kurê min Yusif e û dema hatî qetilkirin, temenê wî dibin 18’ê de bû. Em diçin li ber wezareta şehîdan, parlamentoya Herêma Kurdistanê ya berê, ji ber ku niha parlamento nine û cihên rêveberan lê heya niha ti bersiv ji bo me nehatine dayîn. Ji 16’ê Gulana 1997’an ve kurek min ligel zêdeyî 70 ciwan hatine şehîd kirin, heya niha me nekariye cenazeyê wî bigrin. Kurê min mehendiz bû, mehendizekî zîrek bû. Em cenazeyê wî dixwazîn. Ji derveyî cenaze me tiştekî din navê. Em daxwazin kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin.  Ji ber çi heya niha nehatine diyar kirin û hesab ji wan nehatiye pirsîn? Gelo kesên hatin şehîdkirin gunehê wan çi bû? Gelo çeş bûn yan jî ligel Baasiyan bû, yan jî çi xirabî kirîbûn, yan ji dizî yan jî ligel Tirkiyeyê û dijmin bûn? Lê dirastiyê de ligel yek ji van nebûn. Tenê mirovên Kurdperwer û xebatkarên gelê xwe bûn. Daxwaza mafê gelê Kurd dikirin. Qet gunehekî wan nebû. Dema ku kurê min kuştin ti hakimekê nedikarî cezayê  îdamê ji ber temenê wî yê biçûk bidinê.

 

ev welat ber bi rewşek xirab ve dice. Ne parlamento kar dike, ne hikûmet li cihê xwe maye. Zilim û zor gihiştiye astekê ku êdî mirov ji jiyanê aciz dibe. Ji ber ku gelek zilim û zor heye. Kuştin zorin. Hikûmet jî tenê di destê çek kesan de maye.”

 

Di 14’ê Gulana 1997’an de PDK’ê bi desteka artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîla û qadên dibin kontrola gerîlayên PKK’ê de dest bi operasyonekî hevbeş a berfireh kirin. Di 16’ê Gulanê de hêzên PDK’ê û li gel artêşa Tirk li bajarê Hewlêrê êrîşê ser hemû sazî û nexweşxaneyên alîgirên PKK’ê kirin. Hemû kesên di van sazî û nexweşxaneyan de girtin û qetilkirin. Her çendî 19 sal di ser vê komkujiyê re derbas bibe jî, belê heya niha cenazeyên van kesan radestê malbatên wan nehatine kirin. Der barê vê mijarê de, ne hikûmeta, ne parlamento û ne jî ti saziyek din a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek fermî nedaye.

 

(sk)