1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Em li ser Seresalê çi dizanin?
Em li ser Seresalê çi dizanin?,em,li,ser,seresalê,çi,dizanin

Em li ser Seresalê çi dizanin?

A+ A-

Feqiyê Teyran bi sedan salan berê gotiye „Serê salê, binê salê...“ Em ji bêjin „Xwedê xêr û silametî bîne her malê, lê bê malên xayîn, cahş, Daîş, AKP û fesadên li dij yekitiyê.“ Gelo Feqiyê gorbihuşt ji bo sersala bi Newrozê re destpê dike, yan jî ji bo sersala niha her kes pîroz dike ev gotina xweş bikaraniye. Ez bersivê ji xwinêran re dihêlim û hinek dikevim nava mijara sersalê. Baş tê zanîn ku ta ji dema baweriya Mîtra, baweriyên Mezopotamya, xwerû jî baweriya Zerdeştî vir ve roja Newrozê wek destpêkeke nû, mîna roja nûvejîn destpêdike, yan jî nola sersalê dihate zanîn û pîrozkirin. Meha Newrozê (Adar) bîst û du roj bûn. Roja Newrozê destpêdikir û roja Çarşemiya Sor diqediya (Çarşemiya sor, li gor salnameya rûmî çarşemiya yekem ya serê nîsanê ye û rastê 15-20 ê nîsana mîladî tê.). Ev dem dema ji xewa zivistanê rabûn û vejînê ye ku di nava kurdên êzidî de îro jî bi vê mabestê tê pîrozkirin.

Li welatê me demeke dirêj salnameya Julyanî di jiyanî de bû, ku jê re „hesabe rûmî“ dihat gotin. Ev salname sêzdeh roj li pey salnameya Gregoryanî ye. Ev salnama berê li piraniya Rojhilata navîn dihate bikaranîn.

Salname ya nû

Ji vê salnameya niha tê bikaranîn re salnameya Gregoryanî tê gotin. Berê di nava xiristiyanan de jî yekê Adarê (mardê) wek roja serêsalê dihate pîrozkirin. Ango ev yekê Adarê piçek jî be, têkiliya wê bi baweriyên Mezopotamyayê re heye. Lewre li Roma yan jî li Îtalyayê bi giştî bihar di serê meha Adarê de dest bi vejînê dike. Bi gotineke kurt û kurmancî bi nûvejînê re têkildar e. Rayedarên xiristiyanan, di sedsala dudyan de hêdî hêdî serdestiya xwe ya di nava desthilatiyê de derdixistin pêş. Wan bi vê têkiliyê cara yekem di sala 153 yî li pey zayînê serê salê ji yekê adarê derbasê yekê meha çile kirin. Ku di vê roja me de wekî salnameya navnetewî li seranserê cihanê rûniştiye. Lê salnameya Rûmî (Julyanî) jî hetanê vê sedsala me, di paralêle wê de hate bikaranîn. Bi taybetî jî ortodoksan bikartanîn. Li piraniya Ewropayê ji bo peyva serêsalê peyva „Silvester“ tê bikaranîn. Ev peyv pir dû re hate bikaranîn. Papazê Romayê yê nav Silvester I di 31 meha kanûnê /berfembara 335 an li pey mîladê miribû. Ev roja sersalê ji ber navê wî wek Silvester hate binavkirin.

Ew teqemeniya li serêsalê tê bikaranîn jî mîna dara Noelê ji ananeyeke almanan tê. Almanan di pîrozbahiyan de teqemenî û agir bikardianîn. Bi pêşketina teknolojiyê re ev ananeyê almanan li tevahiya cihanê belavbû û xwe guhezand metalhîştineke teqîn û rengarengên tirîjan. Her çendî tişteke israfî jî be, li her derê cihanê pêktê.

Encam

Dema mirov li xwezayê dinêre, di yekê çile de tu guhertineke xwezayî tune. Zanyar jî tu wateyekê nadin vê rojê. Tev de di wê baweriyê de ne ku divîbû serê salê di dema nûvejînê, ango roja 21 ê Adarê, yan jî bi zimanê me yê berê di roja yekê meha Newrozê de ba. Lê di warê siyasî de serdestiya cihana xiristiyanan gelek tiştên xwe bi cihanê dane pejirandin. Edî jiyan, kar, temen, têkilî, jivan her tişt li gor vê salnameya Gregoryanî dimeşe. Bêguman guhertina wê li ber kerta bê derfetbûnê ye.

Ev ji bo me jî derbas dibe.

Em gotina gorbihuşt, pîrê helbesta gel Feqiyê Teyran bi giştî bi bîr bînin. „Serê salê, binê salê xwedê bihêle kurê (zarokên ji min) malê, tiştekî têkin keşkulê kalê!“ Bi hêviya sala 2015an bibe sala azadiya kurd û Kurdistanê, sersala hemû kesên mafê mirovan, mafê zarokan, mafê gelan diparêzin, bi tundî xwînxwarên Daîşê, û serkariyên kolonist şermezar dikin pîroz be.

Bi çend zimanan

Kurdî = Sersala we we pîroz be!

Almanî = Frohes neues Jahr / Prosit Neujahr.

Fransî= Bonne Année.

Farsî = Saleh notun mobarak.

Îngîlîzî = Happy New Year.

Erebî = Kul 'aam u antum salimoun.

Tirkî=Yeni Yiliniz Kutlu Olsun

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


Bêjeyên Miftehî