1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ´Em piştgiriyê didin perspektîfên çareseriyê´
´Em piştgiriyê didin perspektîfên çareseriyê´,em,piştgiriyê,didin,perspektîfên,çareseriyê

´Em piştgiriyê didin perspektîfên çareseriyê´

Karayilan: Em piştgiriyê didin perspektîfên çareseriyê

A+ A-

DENÎZ KENDAL Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan aşkera kir ku, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd şandibû, KCK’ê nirxand û bersiv şand. Karayilan got: “Em destekê didin perspektîfên çareseriyê yên Rêbertiya xwe.”

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan hevpeyvîn da ANF’ê û got: “Me civîna saziyên organê biryardayînê ya tevgera me pêk anî. Weke ku me di demên borî de jî anîbû ziman, li gel hinek gûmanên me yên heyî jî, her wiha eger ev kar berevajî vegere jî li gel baweriya me ya serkeftina avantajên herêmî û performansa textîk jî, perspektîfa stratejîk ya Rêbertiya me daniye holê hîn rastire, li ser vî bingehî bi piraniya dengan biryar û vîn hatiye nîşankirin ku, bi awayek pir xurt tevlî bibin. Lê belê hinek gûman û purîzên bên derbazkirin hene. Di vê wateyê de di hemû civînên ku me pêkanî de biryar hatiye girtin ku ew dê tevlî perspektîfên Rêbertiyê daniye holê ibbin û rast dibînin; lê belê hinek dîtin û pêşniyarên xwe me di nameya bersivdanê de bicih kirin.”

*Raya giştî li benda bersiva we ya ku dê bidin nameya birêz Ocalan. Di çapemeniyê de tê gotin ji BDP û Ewropayê bersiv hatiye lê hêj bersiva we nehatiye. We nameya xwe ya bersivê şand.

Belê me bersiva nameyê amade kir û şand.

We di nameya xwe ya bersivê de der barê pêvajoyê de çi nivîsî? We ji xwe re xetek çawa esas girt?

Piştî name gihişt me şûnde em ketin nava nîqaşeke mezin. Pêşî me bi saziyên ku baskên biryara tevgera me re civîn pêk anî. Civîna Meclisa PKK û Civîna Konseya Rêveber a KCK’ê pêk hat. Di civîna KCK’ê de nûnerên saziyên darazê û qanûnê yên pergala me jî cihê xwe girtin. Dîsa ji Tevgera Jinan civîna rêveberiyê pêk hat. Di van hemû cîhanan de perspektîfa di nameya Rêber Apo de hatibû derxistin bi awayekî berfireh hat nîqaşkirin. Di van nîqaşên hatin kirin de perspektîfa ku serokatiya me derxistiye holê hatiye tesbîtkirin ku bi aliyên wê yên felsefîk û îdeolojîk perspektîfeke kur û girîng e.

Ev pir aşkere ye ku pozîsyona me ya herî ya tevgera me û şert û mercên me yên têkoşînê gelek baş bûye û şert û mercên bilindkirina têkoşînê, meşandina şer ji her demê wêdetir pêş ketiye. Li Kurdistanê pêşxistina şerekî berfireh gelek pêkane; li herêmê zemîna manevra û pêkanîna siyasetê gelek pêş ketiye. Ligel vê hêzên şer yên tevgera me, di sala 2012’an de hemleyek pêş xist û bi vê hamleyê re bi rêbaza nû yê şer de ataptasyon pêk hatiye û bi tecrubeya têkoşîna 30 salî re, zêdetir bi bandor bûye, bi pîvan, kurd û hostetiyeke mezin a performansa şer gihitşiye asteke gelek mezin e. Ev ji bo me tiştên gelek girîng e. Bi taybet ji bo hamleyeke taktîk hêmayên gelek girîng in.

Yanî di vê demê de jib o hameleyeke taktîkîkê bigihêje serkeftinê zemîneke me ya gelek baş a gihandî heye. Di alî de takîtîkê de bikaranîna vê derfetê û di vê çarçoveyê de gurrkirina şer û gihiştina encamê tiştekî ku tê fêmkirine. Lê perspektîfa ku rêbertiya me derxistiye holê, astekeke gelek stratejîk û berfireh ya ku vê asta me derbas dike, dihundirîne. Rêbertî di perspektîfa xwe de çarçoveyeke ku di alî gelê kurd ku pêşeroja xwe tayîn bike daniye holê. Di aliyê têkiliyên gelê kurd û gelên herêmê de jî aliyekî tayîn dike. Di xeteke ku îtîfaqa gelan esas digire, çavderiyeke ku yekitiya Kurd-Tirkan esas digire, ava dike. Ji ber vê jî me gelek derfetên taktîkê dîtine û ne mumkune ku vê derfet û stratejiyê bînin û piştguh bikin. Em dibînin ku rêbertiya me pêvajoya ku heye bi gelek aliyan dinirxîne û çareseriyeke aştiyane ya demokratîk pêşkêş dike. Em vê perspektîfê pir zelal dibînin. Yanî ev şert û mercên tevger û herêmê bi dest xistiye û ji bo pêşxistina şer derfetekê bide jî, ev şert û merc di heman demê de ger bi awayekî din bê nirxandin dê ji bo pêvajoyeke nû, pêvajoyeke aştî-demokratîkbûnê dê bibe zemîn. Herêm dikele, her kes di nava lêgerînekê de ye; Şer û pevçûn heye lê di heman demê de lêgerînê ji bo çareseriyeke aştîyane û mayînde jî heye. Ev pêvajo pêvajoyeke ku her tiştên me rêzkirin hemû di nava hev de dijîne.

Ev dem dema encamgirtinê ye. Ev dem, demeke ku pirsgirêka kurd dikare bê çareser kirinê ye. Lê ev teqez nayê wateya ku dê bi şer bê çareserkirin. şert û mercên ku dikare ev pirsgirêkên bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin jî heye. Ji ber vê jî di nîqaşên civînên me ên rêveberiyê de, di esasê de kûrbûneke çêbû û di vê çarçoveyê de rewşeke şênberkirî pêş ket. Di vê esasê de weke ku me berê jî îfade kiribû ligel ku fikarên me hene jî, ger her tişt berovajî bibe, ligel ku baweriya me bi performansa taktîkîk û avantajên hêrêmê ku biçin serkeftinê, heye, me biryar daye ku perspektîfa stratejîk ya Rêbertiya me derxistiye holê rastir e. Bi yek dengî îradebûn û biryarbûna tevlibûneke bi hêz ya vê perspektîfê pêş ketiye. Di vê esasê de bi ruyekî meziyên yê yekitiyê biryarbûn û îradeyeke derketiye holê. Lê hinek fikar û pirsgirêkên ku divê ji holê rabin hene. Ji ber vê em, di hemû civînên ku pêk anîne de bi awayekî zelal perspektîfa ku serokatiya me derxistiye holê, rast hatiye dîtin û der barê tevlibûna vê de biryar ji alî me ve hatiye girtin. Lê hin nêrîn û pêşniyarên me jî di nameya me ya bersviê de hatiye pêşkêşkirin.

Perspektîfa Rêber Apo derxistiye holê ji bo gelê me û aşitiya gelên herêmê stratejiyeke gelek girîng e. Gelek girîng û bi nirx e. Di vê esasê de hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji gelê kurd perspektîfeke gelek girîng e. Ev jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo pêkhatina aşatiyê û çareseriya pirsgirêka kurd derfeteke gelek mezine. Bê guman dê rayedarê Tirkiyeyê vê di alî xwe de binirxînin, lê di alî me de çarçoveyeke gelek bi wateye û girîng ya ku divê teqez bê nirxandin ava dike. Ev çarçove çareseriya her dualiyan jî hedef dike û di vê mijarê de sekneke bi biryar îfade dike. Lê di alî teknîk û taktîkê de divê ev pê pirsgirêk bikeve meriyetê û ji bo vê jî gelek hêmayên girîng yên ku em bînin cih hene. Ger ev neyên cih, dê bixwe re rewşên bi pirsgirêk ava bike û rê li ber xitimandinê vebike.

Yanî bi kurtasî hêmayên ku em girîng dibînin mijara gotinê ne: ji bo ku pêvajo bi rastî praktî bibe û bi awayekî serkeftî û di asta yekem, duyemîn û ya dawî de encameke erênî ya encamgir dest bikeve, hinek nêrîn û pêşniyarên me hene. Me di nameya xwe de ev îfade kirine û pêşkêş kirine.

Li gorî agahiyên kum e girtine Ewropayê û BDP’ê nameyên xwe amade kirine. Ji ber vê jî ev nameyên me aliyên Kurdan ji bo bigihêje Rêbertiya me, hatine amadekirin. Ez bawer im dê di van rojan de bigihêje Rêbertiyê me. Êdî dê rêbertiya me vê binirxîne û biryara dawî jî rêbertiya me bide. Dê daxuyaniyek bide û biryara dawî ya Rêbertiya me ye.

Bê guman aliyên ku divê dewleta tirk jî esas bigire hene: Di rewşa ku tiştên hewce bên kirin de, di vê mijarê de çi bikeve sre milê me em dikin û em bi awayekî vekirî û samîmî dê tevbigerin. Derfeta me ya herî mezin ev e ku hemû sazî û baskên tevgera me li dora Rêber Apo bûne yek beden. Ev rewş niha derneketiye holê. Ev rastiyeke wisa ye ku her ku çûye zêde bûye, berfireh bûye. Yanî divê rayagitşî û gelê me vê baş bizane: sekna tevgera me zelale û sekneke bi giştî di çarçoveya yekitiya ekîb, aqil û ruh de ye. di vê mijarê de derketina pirsgirêkan jî ne mijara gotinê ye. Me di nameya xwe de ji bo ku perspektîfa rêbertiya bi awayekî rast bikeve meriyetê çi hewce be dê bikirin, nivîsiye û em difikirin ku pêvajo dê bir ê re pratîk bibe.

* Gelo ev pêvajo dê bigihêje serkeftinê? An jî bi awayaekî ev pirsgirêk dê di vê pêvajoyê de çareser bibe?

Em aliyê kurd bi awayekî aşkere fikarên xwe, pirs û nêrînên xwe datînin holê. Em di vê mijarê de samîmîn e. Hemû Tirkiye, Kurdistan û raya gitşî bila vê bizane: Em tevgera PKK ger şer hebe, em ji bo şer amade ne, ger aştî hebe em ji bo aştiyê amade ne. Em di şer de bi xwe bawerin, di aştiyê de jî bi xwe bawer in. Lê tercîha me eve ku ev pirsgirêk bi rêbazên aştiyane çareser bibe. Ev bi awayekî zelal wihaye. Lê ji bo çareseriya pirgirêkê tiştê ku divê aliyê din bike heye. Yanî pirsgirêk bi hewldanên aliyekê çareser nabe. Ev ne pirsgirêkek wisa ye. Vê jî her kes dizane. Em aliyên kurd dê samîmiyetê esas bigirin.

Beriya her tiştî ez vê bêjim; Rêbertiya me pêngav bi pêngav xal danîne. Her wiha dîsa me hin hêma wek pêşniyar kirin. Eger aliyê din yanî dewleta tirk van hêmayan li ber çavan negire, di vê çarçoveyê de tiştên bikeve ser milê wan bike, em bi çareseriyê bawer in. Yanî serkeftin bi hewldana her dualiyan pêkan e. Bê derew û bê lîstik divê pêk bikirin. Di vê mijarê de ger samimiyet û cidiyet hebe bê guman ez bawerim dê çareser bibe. Lê ev rastiyeke: Her tişt neqedyaye. Ji ber ku her tişt bi biryardayîna me an jî bi banga rêbertiya me naqede. Divê aliyê din yanî dewleta tirk berpirsyariya xwe bîne cih.

Ev aşkere ye; em ketin pêvajoyek girîng. Çareseriya vê pirsgirêkê ne hêsan e. Pirsgirêka kurd ji avabûna komarê heta niha di roja Kurd û Tirkiyeyê de ye. Niha di asta vê dîrokê de şensê çareseriyê derketiye holê. Di çareseriya vê pirsgirêkê de bê guman kesên rola xwe bilîzin dê navê xwe li dîrokê binivîsînin. Dê pêvjaoeke nû-dîrokî starta wê bidin. Lê di vê mijarê de bi rastî hewcedarî bi cesaret, biryar û samimiyetê heye. Ger ev pêk werin, dê pêşiya Tirkiyeyê vebe. Ji bo vê divê nêrîna teng ya netewperest li aliyekê bê hiştin. Ger ev rêbaza çareseriyê esas bê girtin serkeftin bê guman mumkun e. An ger ku aliyê din, kesên li hemberî tune bihesibîne û di niyeta tunekirinê de be, ev mixabin dê ji destpêkê dest pê bike. Lê hêviya me eve ku wisa nebe.

Li gorî vê ez careke din dibêjim mafê tu kesî tune ku bi psîkolojiya gelê kurd û civaka Tirkiyeyê bilîze. Ev bû çend car ev tê dubarekirin. Civak bi rastî çareseriyê dixwaze. Ji xwe di anketên tên kirin de beşeke mezin a civaka Tirkyeyê çareseriyê dixweaze. Ji ber vê jî divê hikûmeta TC (Komara Tirk) bi cesaret tevbigere.

Lê kesên li dijî çarseriyê ne …

Bê guman dibe ku li dijî vê bin lê rastî tiştên din in. Kesên bi çavderiya sedsala li pey maye binêrin, ji bo pêşerojê tiştekî nadin. Rastî divê di serdema nû de bê lêgerînkirin. Civak jî êdî van dizanin. Ji ber vê derfetên çareseriyê îro pêk hatine. Lê hewldanên ku li pêş çareseriyê bibin asteng hene. Yanî di vê pêvajoyê de hewldanên provokatîf mumkunin. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek kure, ji ber vê gelek aliyên navnetewî û netewî naxwazin çareser bibe. ez niha naxwazim vê zêde vebikim. Lê divê alî astengiyên li pêş jî bifikire û li dijî vê bi sekneke bi biryar perspektîfa çareseriyê derbixe holê.

* Li gorî we di aliyê tirk de ev perspektîf heye?

Niha zehmete ku mirov di vê mijarê de tiştekî teqez bibêje. Diyare ku rêbertiya me di encama hin nîqaşên bi sazî û dezgehan de gihiştiye vê çarçoveyê. Ji ber vê yekê mirov nizane aliyên din xwedî proje ne an na. Li holê projeyek xuya nake. Jixwe ev dibe sedema fikaran. Demeke ku ji bo çareserkirina pirsgirêkeke wiha civakî-dîrokî hewldan tên dayîn, ji ber ku aliyê din xwedî roleke bingehîn e û ji bo çareseriyê fikrên xwe aşkera venabêje û ev yek jî dibe sedem ku em û raya giştî bi fikar nêzîk bibin.

*Gelo bawerî bi AKP’ê nayê?

Em li vir li gorî bawerkirina hîn kesan gav navêjin. Ger me gav avêtibe ev di çarçoveya nêzîkatiya Serokatiya me de hemû gav tên pîvandin, li gorî rastiyan gav tên avêtin. Yanê em ne ku baweriya xwe hîn kesan tînin gav diavêjin, em bi xwe bawer in û wisa gav diavêjin. Bêguman hîn bendewariyan me kesên li hember hene, lê ji wan bawerkirinê wêdetir, ji ber ku em bi xwe bawer in Serokatiya me hemleyeke nû ya stratejîk xistiye rojevê û em jî li ser vî esasî tevli hemleyê dibin.

Em li ser noqteya ‘em baweriya xwe bi vê hewldana hikûmetê naynin’ nasekinin û divê gelê me jî li ser vê noqteyê zêde nesekine. A rast ew e ku hê jî gelek polîtîka û nêzîkatiyên hikûmetê mirov dixe nav fikaran. Lê em gihîştin wê encamê ku gava hemleya çareseriya demokratîk gaveke rast e. Lewre di avêtina vê gavê de em bi xwe bawer in û em dixwazin vê gavê pêş bixin. Bêguman dema ev bên kirin jî dê tedbîr bên girtin. Ji ber ku pêvajoyeke hesase, dibe ku her tişt berovajî bibe…

Dema em dibêjin ‘em bi xwe bawer in’ ev gotin û baweriyeke belasebep nîne. Hemû kes baş dizane ku tevgera me xwedî tecrubeyeke 40 salî ye. Xwedî tecrubeyek rêxistinî û siyasî ye. Ji ber vê yekê em neçar in di vê serdemê de şaşiyan nekin. Piştî ku mijar ji her alî ve bê destgirtin, li gorî wê analîz bên kirin, ji hemû alî ve mijar bê zelalkirin, em gav diavêjin. Em rêbazeke wiha esas digirin. Li ser hemû hebûnan pir alî difikirin, planên xwe derdixin, gav diavêjin û wisa dixwazin bigihêjin encamê.

Di vir de tengavbûn nîne; tiştekî wisa tune. Anîna ziman ya van gotinan tê wateya nedîtina rastiyan. Em neçar in ku; bi fikar, kûr, bi plan nêzîk bibin. Tişta ku em dixwazin pêş bixin ev e.

*Mirov dikare bibêje di vê pêvajoya nû ya pêşdikeve de hemû tişt zelal nebûne…

Em dibêjin ji bo ku ev gav bi ser bikeve divê hemû kes tişta ku dikeve li ser milê wan pêk bînin. Mînak em niha çi dikin? Hevalên me li her derê nîqaş dikin. Di serî de me îqnakirina kadroyên xwe xistiye rojeva xwe. Dibê ku em nikarin bigihêjin hêzên me yên li Bakûr û yên din lê em bi hemû cihên ku digihêjinê re pêvajoyê parve dikin, nêrîn û pêşniyaran digirin, fikarên wan not digirin û li ser vî esasî ji niha ve xebatên me dest pê kirine.

Em vê pêvajoyê tenê bi kadroyên xwe re na, her wiha bi hemû tabanên xwe ve pêvajoyê dinirxînin. Ji ber vê yekê bi gelê me, derdorên welatparêz, ji hemû rêxistinên 4 perçeyên Kurdistanê re parve dikin û fikrên wan digirin. Bêguman yên ku em nikarin bigihêjin jî hene lê em dikarin xwe bigihînin rêxistinên kurdan yên li derveyê me. Her wiha li Tirkiye û welatên din dostên me hene. Em dixwazin bi girtina nêrînên wan ve bi konsesuseke berfireh ve pêvajoyê pêş bixin.

Lê mijar nikare ji niha ve tiştekî teqez bibêje. Em hêj di pêvajoya biryarîbûnê de ne û dê Rêbertiya me biryara dawî bide. Jixwe ger rewşeke awarte dernekeve, an roja Newrozê an jî 1-2 roj beriya Newrozê dê Rêbertiya me bixwe ji raya giştî re aşkera bike. Hemû kes li benda vê ye. Em jî li bendê ne. Lê em bi pêşxistina biryarbûyînê ve li dora vê perspektîfa Rêbertiya me de afirandina konsesusekî esas digirin.

Ev pêvajoya nîqaşê ye. Piştî bangewaziyê em ê gav biavêjin. Ji bo ev gav bê bersiv nemînin û her du alî jî pêvajoyê gav bi gav pêşbixin dê encam bê girtin, pêvajo kûr bibe… Mirov dikare bibêje ev pêvajo ji bo dîroka me ya têkoşînê pêvajoya herî zehmet, herî rîsk e. Ji ber vê yekê divê tu caran rêhevalên me û gelê me nebêjin ‘her tişt temam û qediya’. Mirov ne reşbînî ne jî zêde xweşbînî nêz nebe. Berê jî me anî bû ziman bi ‘xweşbîneyek bi fikar’ ve xwe tevli pêvajoyê bikin. Niha asta biryarîbûyîna me ev e.

Pêwîste di vê pêvajoyê de hemû hêzên me, bi ruhekî mezin yê dîsîplîn û biryarbûyînê tevli pêvajoyê bibin. Bi tu awayi sistbûn û rehavet nayê qebûlkirin. Di rewşa îro de tu tişt teqez nîne. Bi taybet jî divê gerîlayên me bikevin pozîsyona ku di her kêliyê her tişt bibe, sekna xwe ya dîsîplîn û performansa xwe ya leşkerî bi hêztir û zindîtir bigirin. Li hember hewldanên provokatîf tedbîrên xwe bigirin û her wiha bi herekên xwe ve tehrîk nekin û di pozîsyona ji hemû îhtîmalan re amade bibin. Divê hemû heval wiha nêzîk bibin û bi hestiyarbûyîneke mezin ve pozîsyona xwe biparêzin…

Bêguman em ê pêvajoyên li pêş binêrin. Rêbertiya me dê daxuyanî bide. Piştre dê nêzîkatiya kesên li hember bi awayekî zelal bibe; li gorî vê dê pêvajo pêş bikeve. Bi rastî jî pêvajoyeke hesas û rîsk e. Em ê durust nêzîk bibin û ger aliyê hember asteng neke, vala dernexe, em ê kûrkirina pêvajoyê esas bigirin. Bêguman biryar ya Rêber Apo ye. Çarçoveya daxuyaniya Rêber Apo girîng e. Divê hemû kes li bendê be. Daxuyaniya Rêber Apo tevger û hemû gelê me eleqedar dike û di vê çarçoveyê de ye. Ji ber ku fikrê hemû kesî hatiye girtin. Bi senteza van ve çarçoveya xwe zelal dike û berfirehtir dibe. Ne hewce ye ji niha ve naverok bê aşkerakirin û pêwîstî ji niha ve aşkerakirinê nîne.

* Baş e, derbarê naveroka nameyê de xalên ku hun dikarin aşkera bikin hene yan na?

Li vir ne hewceye ku naveroka nameyê aşkera bikim. Lê jixwe min çarçoveya wê vegot. Dîsa jixwe wê Rêbertiya me bixwe aşkera bike. Lewre ez di wê baweriyê de me ku ne hewceye li vir tiştekî bêjim. Ji ber vê yekê divê hemû kes li benda Newrozê be.

*We duh li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê peywirdarên dewletê yên bi awayekî dîl di destê tevgera we de bûn, serbest berdan. Gelek şîroveyên cuda jî hatin kirin...

Belê. Me wekî pêngava yekemîn a pêvajoyê, li ser esasê daxwaza Rêbertiya xwe, biryar dabû ku peywîrdarên dewletê yên destê me de dîl girtîbûn serbest berdin û ev kes hatin berdan. Bêguman ev yek ji gelek aliyan ve tê gelek wateyan. Ev jestek e, nermkirina derholê, nîşaneya nîyeta baş e, ji bo çareseriyê bibiryarî û hwld. ye. Ev wate hemû jê derdikevin. Êdî nirxandina wê ji bo alikê hember dimîne. Me ji aliyê xwe ve tişta ku dikeve ser milê xwe pêk anî.

* Li hemberî vê jesta we, bendewariyek heye ku kesên di çarçoveya doza KCK’ê de hatine girtin jî serbest bêne berdan an na?

Dema me ev mirovên hanê berdan, di çarçoveya bazarekê de bernedan. Rêbertiya me xwest, me jî biryar da û berdan. Rewşeke ku me di encama bazarekê de berdane nîn e. Hinek derdor bi zanebûn vê mijarê berevajî dikin û dibêjin ku di encama bazarekê de hatine berdan. Nexêr, tiştekî wisa tune ye. Di destpêka pêvajoyek gelekî girîng û dîrokî de, pêngava yekemîn bi vî rengî ji aliyê me ve hate avêtin û ev ji bo me pêngaveke erênî ye...

Lê ev jî heye: Ger ku wê rewşek lihevhatinek civakî bibe behsa mijarê û pêvajoyek bingehîn a aştiyê hebe, wê demê wê pêvajoyek azadbûnê jî bê jiyandin. Bi taybetî di demeke ku şaredar, parlamenter, serokên rêxistinên bajaran, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsên giştî yên bajaran û hwd. yanî bi hezaran siyasetmedarên civaka kurd ku tu sûcê wan ê zagonî tuneye de, gelo mumkun e ku mirov behs bike ku dê pêvajoya aştiyek civakî di jiyanê de pêk were? Nexêr, ne mumkun e. Carekê ev mirovên hanê ji ber ku siyaseta kurd meşandine û bûne xwedî seknek kurdayetî ya bi nasname niha di girtîgehê de ne...

Em nabêjin, “Bila hema niha çêbibe” an jî “Me berdan, hûn jî wiha bikin”. Ji ber ku we pirsî ez jî îfade dikim. Ez difikirim ku divê pêvajo ber bi vir ve biçe...

*Hefteya borî Komîsyona Jêrîn a Qilabanê ku di bin banê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de hatibû avakirin, rapora Komkujiya Roboskî aşkera kir. Hun vê raporê çawa dinirxînin?

... Ez bawer nakim ku bi sergirtina Komkujiya Roboskî an jî Komkujiya Parîsê, zemîna aştiya mayinde bê çêkirin. Destpêkê ji bo aştiya mayinde, divê aliyên şer baweriyê bidin hevudin. Bi rastî jî biratî ancax bi vî rengî dikare pêk were. Mesela ger ku meclîs rabe hewl bide ku ser Komkujiya Roboskî bigire, ev nayê qebûlkirin. Tişta ku komîsyona meclîsê kiriye, veşartina bûyerê ye...

Di asta niha de, dewlet jî mecbûre ku hinek tiştan îtîraf bike. Heta ku rêbazên şerê psîkolojîk ên wekî tirsandina kurdan û bêzarkirina civaka kurd ku dewletê bikar anîne, bi awayekî aşkera îtîraf neke û bi awayekî fermî îlan neke ku dest ji van pêkanînan berdaye, wê baweriya li hemberî hevudin û zemîna aştiya mayinde çawa çêbibe? Ji vê yekê jî ev xalên hanê gelekî girîng in. Em niha naxwazin wekî astengiyekê deynin pêşiya pêvajoyê, lê bûyerên bi vî rengî ji bo ku pêvajo bigihîje encamek baş, bûyerên dawî yên ku divê teqez bêne zelalkirin û di nava pelên şer ên dîrokê de cîh bigirin.

Dîsa mînak Komkujiya Parîsê. Divê Komkujiya Parîsê jî bê zelalkirin. Kê pêk anî, ji bo çi pêk anî, divê ev xalên hanê derkevin holê. Aşkera ye ku ev êrîşek nemerdî ku awayekî gelekî bi plan, organîze û li gorî armancek diyar hatiye pêkanîn e. Divê yên ku ev êrîş pêk anîne derxînin holê. Yanî ancax bi vî rengî di wijdana civaka kurd de rehetbûn û bawerî dikare bê çêkirin. Çawa ku dibêjin, “Hesasiyetên Tirkiyê”, hesasiyetên aliyê kurd jî hene. Divê hemû kes vê yekê li ber çavan bigire.

Em ji ber vê yekê dibêjin ku bila komîsyona derxistina holê ya heqîqetan bê avakirin. Ji bo vê yekê em dibêjin tiştên ku aliyê hember jî bike hene. Heta ku komîsyon neyên avakirin û Meclîs derbarê vê pêvajoyê de îrade û biryara xwe nîşan nede, tiştekî deraqilane (teşw) ye ku mirov bêje dê pirsgirêk sed salan jinişka ve bê çareserkirin. Çareseriya vê pirsgirêka ku gelekî kûr e, dê bi xwe re gelek bûyerên di tariyê de mane derxîne holê û dermankirinek civakî jî bîne.

Mînak, kuştinên kiryarên wan nediyar. Hîn evqas winda hene. Heta roja îro ji malbatên wan re tiştek nehatiye gotin, divê tiştek ji vê re bê goin. Yanî dema sibe pirsgirêk hate çareserkirin jî, Dayikên Şemiyê wê derkevin li meydana rûnin an na? Ma wê demê pirsa, “Ev aştiyek çawa ye? nayê pirsîn? Ji ber vê yekê pêdivî bi nêzîkahiyek ji kokê heye. Ev teqez e. Bi dijberbûnkirinê na, ger ku bi zihniyetek nû, bi nêzîkayek ku çareser dike, xwe datîne şûna yên din û bi awayekî wekhev nêzî dibe, wê zemîna çareseriyê jî pêş bikeve. Berevajî vê yekê, zemîna çareseriyê bêguman çênabe, lewre pêngavên ku dê bên avêtin jî cihê xwe girin.

* Herî dawî ji ber nêzîkbûna Newrozê gelo tiştek ku hûn ji gelê Kurd re bejin heye?

Divê ez pêşî 16’ê bi bîr bînim. Weke tê zanîn, 16’ê Adarê di dîroka gelê Kurdistanê de roja komkujiyeke mezin e. Komkujiya Helepçeyê bi xwe pêkanîna qirkirina ku mêtîngeriyê li hemberî gelê Kurd pêş xistiye. Eez hemû şehîdên Kurdistanê yên ku di vê komkujiya bi çekên kîmyewî yên ji aliyê mêtîngeriya faşîst ve li hemberî gelê Kurd pêk hat, bi rêzdarî û minnetdariyeke mezin bi bîr tînim. Em soz didin ku em ê ji bo bîranîna wana hemû Kurdistanê azad bikin, em ê li hemberî hemû qirkirinê li ser rûyê cîhanê rûmeta mirovahiyê biparêzin û em ê berxwedana mirovahiyê xurt bikin, bi vî awayî bersiva komkujiyê bidin. Di roja me ya îro de jî hîna bermayên Qirkirina Helepçeyê bi temamî tune nebûne. Heta roja me ya îro polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdistanê nehatine rakirin. Ji ber vê jî em ji bo bîranîna şehîdên xwe yên Helepçeyê li têkoşîna rûmeta mirovahiyê û azadiyê li dijî qirkirinên li Kurdistanê xurt dikin.

Meha adarê di dîroka Kurdistanê de ji komkujî, qirkirin û berxwedanên bi heybet tije ye. Serîrakirin û berxwedana bi heybet a Kawayê Hemdem Mazlum Doganan ku li hemberî qirkirina cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê rastiya meha Adarê û Newrozê danî holê. Di meha adarê de li aliyekê komkujiyên mîna Komkujiya Qamişlo û Komkujiya Helepçeyê pêk hatin, li aliyeke din jî berxwedaneke dîrokî ya bi heybet heye. Ji ber wê jî Newroz rojeke nû ye û li hemberî hemû kokujiyan bûye cejna azadî ya dîrokî.

Ez ji niha ve ji dil û can Newroza gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Newroza 2013 dê li Kurdistanê bibe destpêka “Hemleya Rizgariya Kurdistanê û Avakirina Jiyana Azad”, Rêbertiya me dê pêvajoyeke wiha di vê rojê de îlan bike. Ji ber ê jî ji niha ve xuyaye ku dê Newroza 2013 bibe Newrozeke cûda. Newroz dê careke din bibe destpêka hemle û pêvajoyeke nû ya dîrokî...

Di vê qonaxa dîrokê ya girîng de ji ber ku dê şahidiya destpêkeke nû bike, Newroza 2013 bi rastî jî bi gelek wateyan hatiye xemilandin. Ji ber wê jî divê gelê me Newroza 2013 ne weke Newrozên berê, divê ji hemû Newrozên din cûdatir binirxînin. Divê her kes li her cihê ku lê ye tevlî pîrozbahiyan bibe. Divê bi tu awayî guhê xwe nedin gotgoteyên bi awayê “dê bê provakekirin, ev dê bê kirin, ew dê bê kirin” ku ji bo lewazkirina tevlîbûnê tên pêşxistin, hemû Kurdistanî û dostên Kurdistaniyan ji heft heta heftê salî dabikevin qadan, xwedî li pêvajoya avakirina jiyana azad û çareseriya demokratîk xwedî derbikvin, li her derê azadiya Rêber Apo biqîrin. Bi vî awayî Newroza 2013 dê bibe Newroza rizgariya demokratîk û azadiya Rêber Apo. Ger gelê me bi awayeke xurt xwedî li Newrozê derbikeve, ev yek tê wê wateyê ku dê bi awayeke xurt li pêvajoyê jî derbikevin.

Ji ber vê jî divê hemû gelê Kurdistan û dostên Kurdistaniyan ên ku aşitîxwaz, yên ku jiyaneke azad û demokratîk dixwazin, yên ku çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd dixwazin û yên ku azadiya Rêber Apo dixwazin bi awayeke xurt tevil bibin û vîna xwe deynin holê, dirûşimên azadî û çareseriya demokratîk biqîrin û helwesta xwe ya demokratîk li ber çavê hemû cîhanê aşkere bikin.

Bi vê baweriyê ez bang li hemû gelê me dikin ku tevlî hemleya Newroza 2013 bibin û dibêjim Newroz pîroz be.