1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Em tu muxatab nabînin"
"Em tu muxatab nabînin",em,tu,muxatab,nabînin

"Em tu muxatab nabînin"

A+ A-

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand ku ew ji bo çareseriyê tu muxatab nabînin û diyar kir ku êdî operasyonên siyasî û leşkerî yên tasfiyekirinê kûrtir bûne. Ocalan mîrakên Yemen û Tunusê bi bîr xist û ji BDP, KCD û Qendîlê re got; “Ger hûn bi xwe bawer bim, hûn mînakên Tunus û Yemenê dibînin, ez pêşiya we nagirim.”

GER JI HAP-PAR’Ê JÎ NAMZET HEBÛYA DÊ BAŞ BIBÛYA

Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî de bal kişand ser rewşa namzetên serbixwe û wiha got. “Ger di hilbijartinê de Serokê Giştî yê SDP’ê jî bibûya namzet dê baş bibûya. Dîsa ger ji HAK-PAR’ê jî hebûya dê baş bibûya. HAK-PAR’ê ragihandiye ku xwe ji hilbijartinan vekişandiye û piştgirî bidin Blokê. Ev nêzîkatiyek baş e. Ne tenê di hilbijartinê de, ger her tim bi hev re tevbigerin dê baş be. Bloka Demokrasiyê stratejîk e, divê ne tenê ji bo hilbijartinê be”.

XWE JI BO ARASTEYEK MEZINTIR AMADE DIKIN

Ocalan bal kişand ser operasyonên ku hê jî berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Wisa dixuyê ku wê ev operasyonên leşkerî û siyasî ranewestin. Heta xwe ji arasteyek mezintir amade dikin. Dibe ev operasyon piştî hilbijartinan jî berfirehtir bibin. Ev operasyon dualî ne. Li bajaran jî û bejahiyan jî dimeşînin. Dibe berê xwe bidin parlamenter û siyasetmedaran jî. Dibe ku weke li Leyla Zana wana kirî jî bikin. Ewlehiya canê tu kesekî tune ye. Em di pêvajoyek girîng de ne. Nêzî sê salan ez li vir hevdîtinan pêk tînim, heta di roja YSK’ê wê biryarê da de jî me hevdîtin dikir. Hevdîtina herî dawî, di roja YSK’ê wê biryarê dayî de pêk hat, balkêş e. Ev biryar ji bo sabotajkirina hevdîtinên li vê derê hatiye dayîn. Ji beriya niha tiştên wiha dibûn. Cara din jî, hatin li vir bi min re hevdîtin pêk bînin, bûyera li Colemêrgê ya ku 9 kes têde jiyana xwe ji dest dan qewimîbû. Wana jî nedizanî çi qewimiye, haya wan jê tune bû. Dîsa di rojek din a hevdîtinek a me de, girtinên KCK’ê dest pê kiribûn.

HÊZÊN TARÎ LI PIŞT OPERASYONÊN KCK’Ê NE

Ocalan operasyonên KCK’ê jî nirxand û got; “Kîjan hêz li pişt operasyonên KCK’ê ye, hêzên tarî ne. Di siyasetê de ronîkirina van tiştan pir girîng e. Ez Komîsyona Lêgerîna Rastiyan ji bo ronîkirina van tiştan pêşniyar dikim. Dîsa mînakên kuştina 9 gundiyên li Colemêrgê û biryara YSK’ê wiha ne. Li aliyekê bi min re hevdîtinan pêk tînin, li aliyê din jî hem operasyonên siyasî û hem jî operasyonên leşkerî berdewam dikin.”

EV POLÎTÎKAYA TASFIYEYÊ YE

Ocalan, destnîşan kir ku polîtîkayeke tasfiyeyê li dij wan tê meşandin û li ser vê polîtîkayê dibe ku mijûlkirinek hebe. Ocalan der barê polîtîkaya tê meşandin a mîna polîtîkaya tasfiyeyê binavkir de wiha axivî: "Ez wisa difikirim ku tasfiyeyê berfireh dikin û dibe ku di ser min re dixwazin me mijûl bikin. Lê ez bi zelalî îfade dikim, ez ê gelê xwe mijûl nekim. Divê ez vê yekê bêjim. Nîşaneyên vê yekê pir vekirî xuya dikin. Serokê CIA wisa vala vala 5 rojan li Tirkiyeyê nema, pêşketina herî girîng ev e. Wisa xuya dike ku DYA û Tirkiyeyê peymaneke veşarî pêk anîn. Li gorî peymanê Tirkiye dê ji binî ve polîtîkayên DYA'yê yên der barê Sûriye, Îran û Lîbyayê de destek bike. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriye û Îranê de bi vê peymanê hate guhertin. Beriya niha mîna ku Tirkiye-Îran-Sûriye hevkariyek avakirine xuya dikir û bi bandor bûn jî. Tirkiye di gotinê de dij-emperyalîst bû. Ev pênc-şeş sal bûn qaşo li dij DYA'yê radiwestiya, lê belê ev tenê ji derve ve wisa xuya dikir. Bi peymana nû re hevkariya Tirkiye-Îran-Sûriye belav bû. Tirkiye dê destekê bide polîtîkayên DYA'yê yên der barê Îran û Sûriyeyê de. Beranberî vê yekê dê Tirkiye mîna dixweze êrîşî kurdan bike. Heger kurd dehên caran di tevkujiyê re werin derbaskirin dê ji DYA'yê re ne derd be. Ji bo berjewendiyê xwe kurdan jî û her tiştên din jî dikare feda bike. Qetilkirina kurdan ji bo wê ne mesele ye. Di vê çarçoveyê de hem operasyonên leşkerî zêde dibin û dê zêdetir jî bibin. Her wiha dê pêşeng û kadroyên siyaseta kurd bibin hedef û bixwazin wan bê bandor bikin. Ev bi girtinê jî dibe bi rêbazên din jî dibin."

BIRYARA DYA’YÊ YA DER BARÊ PKK’IYAN DE

Ocalan her wiha biryara ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê ve ku der barê PKK'iyan de stand jî girt dest. Ocalan nerînên xwe yên der barê biryarê de wiha rave kirin: "DYA der barê payebilindên PKK'ê de biryara rawestindina hebûnên wan ên aborî daye. Di heman demê de DYA'yê ji Tirkiyeyê îhaleya helîkopteran girt. Ma hebûnên me yên aborî hene, ma DYA nizane ku hebûnên van ên aborî tune ne. Ya rast gelek rêbazên wan ên tenik hene, ev ji bo wan mesajek e. Dixwaze mesaja 'ez bi we ve mijûl dibim' ragihîne û dibêje, 'min der barê we de biryarek da'. Beriya niha jî Karayilan û Duran Kalkan xistibûn lîsteyê. Ev polîtîkayeke giştî ya ji berê de DYA û Îngilistan bikar tînin e. Divê Tirkiye neyê lîstikên van. Heman tişt anîn serê Sedam jî, hiştin êrîşê Kuweytê bike, berê Îran paşê jî kişandin çirava Kuweytê. Pêşî gotine Sedam 'em ê te destek bikin' hem kirin êrîşî Îranê hem jî êrîşî Kuweytê bike. Paşê jî me dît çawa bû. Niha jî heman tiştî bi Tirkiyeyê didin kirin, Tirkiyeyê sor dikin da êrîşî kurdan bike. Lê encamên vê yekê dê giran bin, felaket be."

JI BO TALABANÎ Û BARZANÎ BANG

Ocalan têkildarî lîstikên tên meşandin û xetereyên heyî bi taybetî hêzên başûrê Kurdistanê hişyar kirin û careke din banga lidarxistina Konferansa Neteweyî kir. Ocalan bi van gotinan bi taybetî Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hişyar kir û ev bang li wan kir: "Divê Talabanî û Barzanî di cûdahiya xetereyan de bin. Wan jî dikişînin ava lîstikê. Lê divê vê yekê bizanibin herge PKK tune be temenê wan tenê 24 saet in. Heger PKK were tasfiyekirin di dorê de ew hene û di nava 24 saetan de dê wan biqedînin. Li hember van planên xeter divê Talabanî û Barzanî Kongreya Netewî ya Demokratîk bicivînin. Dibînin ka DYA çi tîne serê lîderên li Rojhilata Navîn. Qedafî kişandin cem xwe, ew miz dan, dema çû li Elysse li DYA'yê ji bo wî kon vedan. Niha rewşa wî jî li ber çava ye. Rewşa Beşar Esad jî dişibê ya wî. Ew bi Tirkiyeyê ve têkildar kirin, di çapemeniya Îngîlîstanê de Esma Esad derxistin pêş. Niha rewşa jî pir xirab e. Tirkiye bi lihevkirina bi DYA'yê re polîtîkaya xwe ya derbarê Sûriyeyê de diguhere. Disa bûyera Mubarek tê zanîn. 30 salî mirovê herî nêzî DYA'yê bû. Lê belê di nava 24 saetan de DYA'yê ew ji çav derxist. Niha qaşo li nexweşxanê ye, lê di rastiyê de di bin çavan de ye û li pişt vê yekê Îsraîl heye."

‘AQÛBETA LÎDERÊ HERÊMÊ EV E’

Ocalan bi taybetî ev mînakên der barê lîderên Rojhilata Navîn de ji bo Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erogan dan û wiha berdewam kir: "Aqûbeta lîderên Rojhilata Navîn ev e. Divê Erdogan vê yekê bizanibe. Niha bi DYA'yê re lihev kirin û ketin rewşa hêzên jêr ên emperyalîst. D idemên dawî de dibêjin 'Li herêmê em dewleteke mezin, bihêz, bibandor û model in'. Ji dîrokê jî dersê nagirin. Mînakên polîtikaya DYA û Îngîlîzan a dimeşînin di dîrokê de hene. Îngîlîzan Yewnanî jî xapandin û ji bo polhitîkayên xwe ajotin Anatolyayê. Encam bû tasfiyeya tevahiya Rûman a ji Anatolyayê. Dîsa di 1925'an de di bûyera Şêx Seîd de mîna ku kurdan nêzî xwe dike helwest nîşan da. Paşê jî beranberî Kerkûk-Mûsilê kurd kirin qurban. Jenosîda kurdan piştî vê yekê dest pê kir. Gelek mînakên vê polîtîkayê yên di demên Şerê Cîhanê yê II'emîn de jî hene. Ji bo Tirkiyeyê bikişînin aliyê xwe tê zanîn Hatay pêşkêşî wan kirin. Piştî wê dema Adnan Menderes hinekî sînorê xwe derbas kir ew tasfiye kirin. Disa Ozal bi niyeta paş dema xwest li gor xwe çareseriyekê bipêş bixe ew jî ji holê rakirin. Ecewît tarûmar kirin. Di sala 2002'an de dê tiştin bibûna ew jî bi Qanûna Poşmaniyê vala derxistin. Ji 2002'an ve jê pêvajoya AKP'ê heye, xwestin bi destê wê polîtîkaya tasfiyeyê xistin dewrê. Ketin nava hewldanên parçekirina PKK'ê. Di heman çerçoveyê de mirovên ketî ên mîna Osman-Botan hin jin, keç jî girtin kêleka xwe û çûn."

ÎNGILISTAN TIM HEMAN RÊBAZ BIKARANÎ

Ocalan her wiha mînakên balkêş ên têkiliyên Tirkiye û Îngilistanê rêz kirin û heta pêvajoya dawî bandorên DYA û Îngilistanê ên di ser qetilkirina kurdan wiha rêz kirin: "Mînakên hevkariya DYA, Îngilistan û Tirkiyeyê berê jî hene. Di sala 1992'an de Dogan Gureş çû Îngîlîstanê û peymanek îmze kir û di vegerê gotibû, 'me destûr girt'. Piştî vê yekê êrîşeke tund li dij Kurdan hate destpêkirin. Mirov bi rengekî hovane hatin qetilkirin, bi hezaran kuştinên tarî pêk hatin. Erdogan ne di ferqiya rewşê de ye, desilatdarî mirovan kor dike. Hûn dizanin ka Çîller çawa kete rewşeke xeternak. Tiştê niha jî tê jiyîn heman tişt e. Serokê CIA'yê li vir pîlan amede kir. Heger Erdogan jî bi heman rengî tevbigere dê dawiya wî jî ji yên din ne cûdatir be."

EZ BERPIRSYARIYÊ QEBÛL NAKIM

Ocalan bal kişand ku rewş ber bi xetereyeke mezin ve diçe û tevî hemû hewldanên wî jî ev yek bi israr tê meşandin û wiha axifî: "Ez ji vir hişyar dikim, ezê berpirsiyariya rewşê negirim ser xwe. Diyar bû ku piştî destpêkirina desilatdariya AKP'ê hêzên ku ez mîna JITEM binav dikim ên GLADIO du sê scaran xwestine darbeyê pêk bînin, lê bi ser nakevin. Piştî hevdîtina Erdogan-Bush a 5'ê Mijdar a 2007'an DYA vekirî êdî desteka xwe ji pişt artêşê kişand û AKP destek kir. Tiştê bi doza Ergenekonê tê kirin jî heman tişt e. Min ji bo van generalan gotibû 'yên hatine firotin'. Piştî vê yekê Velî Kuçuk jî qala hevdîtna 5'ê Mijdarê ya Erdogan-Bush dikir û digot, "Em wê rojê hatin firotin'. Yanî tiştê hatibû serê wan êdî fêm dikirin."

DIXWAZIN BDP’Ê Û PKK’Ê TASFIYE BIKIN

Ocalan têkildarî planên dewletê û operasyonên di demên dawî de tund bûne de jî ev nirxandin kir: "Bi operasoynên leşkerî û siyasî dixwazin BDP'ê û PKK'ê tasfiye bikin. Bi hin kesên Kurd ên hevkar re hevdîtinan pêk tînin û dixwazin tevgereke sexte ya Kurd ava bikin. Mabest avakirina partiyeke alternatîf e. Lê belê Kurd partiya van qebûl nakin. Van li hember Kurdan bikar tînin. Di binê wê de planên cûda hene. Di roja me de Kurd bûne topên ji agir. Rojane tên qetilkini û girtin. Ez ji bo van derdoran dibêjim bila hişê xwe bînin serê xwe, bila nêzî Kurdên wergeriyana topa ji agir nebin. Bila ji Kurdan dur bisekinin. Divê Kurdên ji partiyên din bûne namzet jî vê yekê bizanibin û di cûdahiya vê yekê de bin. Divê xwe ji van polîtîkayan re nexin alet û nedin bikaranîn. "

DIVÊ LI GIRTIYÊN KCK XWEDÎ BÊ DERKETİN

Ocalan, ani ziman ku xwestin siyaseta kurd bi awayekî "Baz û kevokan" parçe bikin û wiha got: "Polîtîkaya tasfiyeyê ya kurd heye. Di sala 2006'an de jî polîtîkayên kurd hişyar kiribûn, lê ez fêm nekirim. Hevdîtina hin siyasetmedarên kurd ên bi niyeta baş bê encam man. Durist in, lê tên xapandin. Destgirtina hev ya wê demê bi MHP'ê re jî parçeyekî vê yekê bû. Hevdîtinên wê demê li Ewropayê jî bi vê ve girêdayî bû. Ez wê demê jî ji bo diyalogan îkna nebûm, lê min erê kir. Lê piştre DTP girtin. Me ew bi zorê ji vê pêvajoyê xelas kirin. Tasfiyeya berê bi destê JÎTEM'ê dikirin, niha bi destê akademiyên polîsan dikin. Ev ji dîktaroyia CHP'ê ya berê bêtir talûke ne. Dibe ku mudaxaleyî siyasetmedarên kurd bikin. Divê vê rewşê bibînin. Niha dest bi tasfiyeyê kirine. Her roj tên girtin. Girtiyên KCK'ê hene. Divê ji bo KCK'ê bêdeng nemînin. Divê li zarokên Amedê û girtiyên KCK'ê xwedî derkevin."

DÊ HETA 15'Ê HEZÎRANÊ ZELAL BIBE

Ocalan, anî ziman ku Îsmaîl Beşîkçî jî gotibû ku 'Ocalan bi şertê girtî nikare muzakereyan bike'. Lê ji ber ku kesê vê pevajoyê bimeşîne tune bû neçar maye ku berpirsyariyê bide ser xwe. Ocalan, spasiyên xwe ji gel re kir û anî ziman ku gel ew aniye ve astê. Ocalan, da zanin ku gele kurd ew weki vîna xwe nîşan daye û ji ber vê yekê barê wî girantir bûye û wiha got: "Li vir dest û piyê min girêdayî ye. Ez nikarim li vir bilivim. Ez tene dikarim bi heyetên tên vir re hevditin pêk bînim. Wisa xuya dibe ku kesên tên vir jî ne însiyatif û îrade ne. Nikarin AKP'ê îkna bikin. Hêz û rayeya heyeta tê pir lawaz e. Dive rayeya ve heyete bê zêdekirin. Heta 15'ê hezîranê gumana ku ez 2 hevdîtinan bikim heye. Heta 15'ê hezîranê dê hin tişt zelal bibe."

PARÊZNAMEYA MIN ACIZÎ ÇÊKİR

Ocalan, anî ziman ku cîlda parastina wî ya 5'emîn hêj nadene DMME'yê û vê parêznameya wî ew aciz kirine û got: "Ji ber vê yekê nedane DMME'yê. Min dê navê vê parastina xwe "Kurdên li pêş Komkujiyê" daniya, lê min navê wê kir "Çareseriya Neteweya Demokratîk"."

EM MUXATABAN NABÎNİN

Ocalan, bang li cemaweriya Tirkiyeyê jî kir û anî ziman ku ew muxataban nabîne. Ocalan, xwest gelê Tirkiyeyê jî zanibe ku Emerîka ji bo berjeweniyên xwe her kesî difiroşe. Ocalan, da zanîn ku hewldanên wî yên çareseriya makeqanûna demokratîk bi operasyonên leşkerî û siyasî dibersivînin.

EZ RÛMETA KURDAN TEMSÎL DIKIM

Ocalan, da zanîn ku li vir rûmeta kurdan temsîl dike û dê heta dawî biparêze. Ocalan, xwest kurd jî rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin û xwest kurd ji doza xwe ya azadiyê venegerin. Ocalan, da zanîn ku mijara agirbestê jî şaş tê fêmkirin û wiha axivî. "Min ji bo vê pêvajoyê nerm bikim xwest ku gerîla êrîşî qereqolan nake û êrîşan pêk nîne. Gerîla guh da min. Le ev nayê wê wateyê ku gerîla xwe îmha bike. Divê ji pevçûnan birevin û baş xwe biparêzin. Her wiha divê mafê xwe ya parastina rewa jî baş bikar bînin. Dema ku êrîşî wan kirin divê xwe biparezin û bersivê bidin. Her wiha çalakiya 4 gerîlayên ku xwe şewitandin jî divê baş bê fêmkirin. Ji bo pêvajo xetimî ev çalaki pêk anîn. Ez wan bi hurmet bibîr tînim. Mijara Mustafa Malçok jî wisa ye. Wî jî ji ber hêrsa li dijî Amedê ev çalakî pêk anî. Destekî wî li hewa û heta dawî dişewite. Ev vînek gelek mezin e. Ev çalakiyek dîrokî ye."

BILA GERÎLA PARASTINA XWE YA REWA BIKE

Ocalan bang li gerîla jî kir û xwest parastina xwe ya rewa baş xurt bike. Ocalan, da zanîn ku gerîla 24 saetan gerîla ye û xwest her tim baldar û hişyar bin.

MÎNAKÊN YEMEN Û TUNUSÊ

Ocalan, xwest gel, BDP, KCD û Qendîlê vê rewşê baş di ber çavan re derbas bike û biryara xwe bi xwe bidin. Ocalan, xwest êdî wekî berê her tiştî bi ser wî de navêjin û her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Ocalan, daxuyand ku ew çi dikin ew zanin û wiha got: "Bi gumanek mezin dê çareserî pêk neyê. Ji ber ku tasfiyeyê li ser kurdan pêş dixin.

Min ji bo vê dozê ban li wan nekiriye. Ez nabêjim ji vê dozê jî vegerin. Gelê kurt dest ji doza azadiyê bernade. Em wekî gelê ermeniyê ji komkujiyê natirsin û li dijî vê yekê bêdeng namînin. "

Ocalan xwest her kes mînaka Yemenê û Tunusê bibînin û wiha got: "Van cihan encam bi dest xist. Li Tunusê kesekî xwe şewitand her kes rabû ser piyan. Yên me jî kesên di 15'ê Sibatê de xwe şewitandine hene. Divê her kes li layiqî wan bin. Me xwest heta 15'e Hezîranê şensekê bidin, lê her tişt li holê ye. Heza me heye, Em de xweseriya demokratîk têxin jiyanê."

DIVE KURDÊN SÛRIYEYÊ YEK BIN

Ocalan, bang li gelê Sûriyeyê û kurdên Sûriyeyê kir û xwest li hemberî geşedanan hişyar bin. Ocalan ji kurdên Sûriyeyê jî xwest ku neyên lîstikan û yekitiya xwe biparezin. Ocalan, ji hemû namzetên Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê re serkeftin xwest û silavên xwe şand. Ocalan xwest Ertugrul Kurkçul jî rolê xwe baş bilîze. Her wiha Şerafettin Elçî jî silav kir û xwest mîsyona xwe baş bi cih bîne.

Ocalan gelê Wanê, ciwan û jinên Wanî jî silav kir û serkeftin ji wan re xwest. Ocalan, da zanîn ku ji girtîgehan jî name ji wî re hatiye û silavên xwe ji wan re şand. Ocalan ji Malbata Îbrahîm Oruç re sersaxî xwest û ji Mehmet Aras re jî şifa xwest.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî