1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Em ê mal bi mal, kolan bi kolan Minbicê ji çeteyan paqij bikin'
'Em ê mal bi mal, kolan bi kolan Minbicê ji çeteyan paqij bikin',em,ê,mal,bi,mal,kolan,bi,kolan,minbicê,ji,çeteyan,paqij,bikin

'Em ê mal bi mal, kolan bi kolan Minbicê ji çeteyan paqij bikin'

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir, ew ji her alî ve bi pêş de diçin û destnîşan kir, ku ew ê mal bi mal bajarê Minbicê ji çeteyan paqij bikin

A+ A-

MINBIC - MAHÎR YILMAZKAYA/ENES YILDIZ

Li ser rewşa dawî ya Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla, em bi Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş re axivîn.

'ŞERVANÊN ME MAL BI MAL, KOLAN BI KOLAN BI PÊŞ DE DIÇIN'

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=FKQiJGwfKLs

Derwîş da xuyakirin, ku di nava 26 rojên bihurî yên pêngavê de wan bi dehan gund û gundik, ku ji qadeke berfireh pêk tê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine û got, "Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me di demeke kurt de dor li Minbicê girt. Şervanên me El Kutab, dibistana El Şerîa û xaçerêya li rojavayê bajêr, berî çend rojan ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Dikarim bêjim, bi azadkirina vê nuqteya stratejîk re şervanên me ji aliyê rojava ve mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş de diçin.

Li başûrê bajêr, depoyên genim ên stratejîk ji aliyê şervanên me ve hatin rizgarkirin. Ev der, nuqteya herî stratejîk a bajêr e. Paqijkirina depoyên genim ji çeteyên DAIŞ'ê tê wateya şikandina girîngtirîn xeta parastinê ya li bajêr. Piştî ku depoyên genim hatin rizgarkirin, hemû hedefên çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajêr, di hedefa çekên me yên giran de ne.

Li rojhilatê bajêr jî, gundê El Xettab ji aliyê şervanên me ve hat rizgarkirin. Ji bo vê nuqteyê jî dikarim bêjim, şervanên me ji aliyê rojhilat ve jî ketine nava bajêr û li navenda bajêr gav bi gav bi pêş de diçin.

Duh li bakurê bajêr, li ser rêya Minbic-Cerablûsê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn. Ji bakur ve jî pêşdeçûna şervanên me ya li nava bajêr dewam dike.

Bi kurtasî dikarim bêjim, şerê heyî yê li derdora bajêr diqewimin, hêdî hêdî dikeve nava navenda bajêr."

'EGER NE JI BER EWLEKARIYA SIVÎLAN BÛYA, ME ZÛDEYÎ MINBIC AZAD KIRIBÛN'

Der barê hevberkirina Minbic û Girê Spî de Derwîş diyar kir, ku divê her bajar li gorî rewşa xwe ya xweser bê nirxandin û got, "Reva çeteyên DAIŞ'ê ji Girê Spî ji aliyê leşkerî ve rewşeke dikare were fêmkirin e. Girê Spî ji bo çeteyên DAIŞ'ê girîng bû, lê stratejîk nebû. Lê belê Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê hem girîng e, hem stratejîk e. Nebe nabe. Yanî Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê meseleya man û nemanê ye.

Divê ev jî bê gotin: Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, eger em ji bo sivîlan bi hesasî tevnegeriyabûna, ji zûdeyî me Minbic azad kiribûn. Ji aliyê leşkerî ve hem hêz hem jî tecrûbeya me ya di vî warî de hene. Divê her kes bi vê zanibe."

'JI BO ME EWLEKARIYA SIVÎLAN ESAS E'

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş careke din bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê bi temamî hatine dorpêçkirin, rev êdî ji wan re nîne û got, "Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin. Di heman demê de sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin. Ev rewş ji destpêkê ve li pêşiya me astengiyek e.

Em gelekî bi hesasî tevdigerin. Ji bo me ewlekariya jiyana sivîlan esas e. Ji bo rizgarkirina sivîlên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke mertal tên bikaranîn, hewldanên me dewam dikin. Em li formulan digerin. Karê me yê sereke, rizgarkirina sivîlan ji destê çeteyên DAIŞ'ê ye.

Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me heta niha bi hezaran sivîlên di destê DAIŞ'ê de bûn, rizgar kirin. Her roj, her saet, her kêlî, bi sedan mirovên me ji destê çeteyên DAIŞ'ê direvin û xwe digihînin herêmên azad.

Dixwazim bi taybetî vê jî destnîşan bikikm; gelek malbatên ji navenda bajarê Minbicê ji destê DAIŞ'ê reviyan, ji ber mayînên çeteyan ên li dora bajêr çandine, jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran guleyan li sivîlên ji nava bajêr direvin, direşînin."

Derwîş da zanîn, ku her çend ev yek li pêşiya rêveçûna wan dibe asteng jî, li aliyên rojava, bakur, başûr û rojhilatê bajêr ve şervanên wan ketine nava taxên sivîl lê nîne û hin dever xistine bin kontrola xwe.

Derwîş diyar kir, ji bo rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ'ê, vekirina korîdorê di rojeva wan de ye û ew ê bi formulên bi vî rengî hewl bidin vê astengiyê ji pêşiya xw erakin.

Derwîş careke din bang li gelê li navenda Minbicê kir, ku ji bo ewlekariya xwe, xwe ji navend û cihên çeteyên DAIŞ'ê vegirin, xwe nêzî van deveran nekin.

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DI NAVA PANÎKÊ DE NE'

Berdevkê Meclîsê Şervan Derwîş li ser rewşa çeteyên DAIŞ'ê yên li nava bajêr got, "Çeteyên ku nema dikarin li ber xwe bidin, hewl didin bi çalakiyên xwekujî, wesayîtên bombebakirî û bi mayînan êrîş bikin, xwe bi vî rengî li ser piyan bigirin. Çeteyên DAIŞ'ê rojane herî kêm 5-6 wesayîtên bombebakirî diteqînin. Ev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin ku li ber qedandinê ne. Li gorî agahiyên sivîlên xwe gihandine herêmên azad, çeteyên DAIŞ'ê di nava panîkeke mezin de ne."

'REV ÊDÎ JI BO ÇETEYAN NÎNE; YA WÊ TESLÎM BIBIN, YAN JÎ TINE BIBIN'

Derwîş ragihand, çeteyên DAIŞ'ê niha li Bab û Cerablûsê banga 'seferberiyê' li sivîlan kirine û bi wan tunel û xendekan didin kolandin. Derwîş got, "Li her du bajaran jî xendekên bi qasî 2 heta 4 metreyan dikolin. Lê belê vê yekê dibêjim: Rev êdî ji bo çeteyên DAIŞ'ê nepêkan e. Çeteyên DAIŞ'ê ya wê teslîm bibin, yan jî wê tine bibin."

Derwîş herî dawî ev peyam da:

"Yekane tişta dikarim ji gelên me re bêjim ev e; Em ê mal bi mal, kolan bi kolan navenda bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin, êşên gelên xwe biqedînin, barbariya DAIŞ'ê ji holê rakin û mizgîniya serketinê di demeke kurt de bidin gelên xwe yên hêja."