1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Encamnameya 'Jin û tenduristî'
Encamnameya 'Jin û tenduristî',encamnameya,jin,û,tenduristî

Encamnameya 'Jin û tenduristî'

Encamnameya 'Jin û tenduristî' hate aşkerekirin

A+ A-

Koma Tenduristiyê û Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê, encamnameya komxebata 13'ê Cotmehê ya "Jin û Tenduristî" bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku hemû aliyên bedena wan di endustriya tenduristiyê de bûye malzemeyê serfkirinê. Di encamnameyê de hate xwestin ku aliyê tenduristiyê yê fîzîkî, civakî, bê başkirin û wiha got: "Em armanc dikin ku tenduristiya ji zayend, kedxwarî, desthilatdarî û dewletê, teknolojî û endustriyê dûr li gorî hevsengiya xwezayê ava bikin.

Koma Tenduristiyê û Komîsyona Polîtîkayên Civakî ya KCD'ê, di 13'ê Cotmehêde komxebata "Jin û Tenduristî" pêk anî. Komîsyonê piştî komxebatê encamname bi daxuyaniyekê aşkere kir. Encamnameya Komxebata bi navê "Jin û Tenduristî" ya ji aliyê Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ve li Odeya Dermanfiroşan a Amedê pêk hat aşkere bû. Komxebata ku Endama Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, Kooperastîfa Jinê ya Rezan, Zanîngeha Kocaeliyê, hîndekarên jin ên zanîngehên Ege û Samsunê, Komeleya Ekîn Ceren, şaxên Wan, Riha, Êlih, Mêrdîn û Stenbolê yên SES'ê, Hebun LGBT, KAOS GL, Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst û xebatkarên SELÎS'ê amade bû bi raya giştî ve hate parvekirin. Di encamnameyê de li ser ropa jinê ya ji destpêka dîrokê heta niha ya di nava tenduristiyê de rawestiya. Jinan di encamnameyê de diyar kirin ku di dîroka cîhanê de hişmendiya serdest a zilam bi pêşdaraza zenduristî bi destê zilam tê dayîn nêzîk dibe û wiha got: Di rastiya perspektifa jinêde xizmet dijber e. Ji ber ku xizmeta di hakimiyeta zilam de pêş dikeve, nirxên sinc û qîmet li ser milkê taybet nêzîk dibe.

Tenduristiya ku jinê eleqeder dike wekî karê zilam hate ditin

Di encamnameyê de hate zanîn ku têgihiştina di nava civakê ya der barê jinê de ji nêzîk ve girêdayî efsaneya afirînerî û feraseta herîkîna ji xwedavendê ber bi xweda ve girêdayî ye. Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Di serdema ewil de hekîm şaman bû. Bi hemû tedawiyên giha û nebatî eleqeder bû. Ji berdewamiya tenduristiya gel berpirsiyar bû. Bi sêhrê ev yek pêş dixist. Di têgihiştina çavkaniyên şewbê de sêhr hebû. Ewil şaman jin bûn û piştî bûn zilam jî dîsa cilê jinan li xwe dikirin. Piştî dewletbûnê, jina ku di nava civakê de xwedî rolekî mezin bû, hêdî hêdî ev hêz û rola xwe winda kir. Di dîroka tipê de jî jinê rola xwe û hêza xwe bi dewletbûnê re winda kir. Ewil jin bi karê tenduristiyê re ji nêz ve eleqeder dibû, piştre karê tenduristiyê wekî tenê karê zilam hate dîtin.

'Di tipê de feraseta zilam jinê wêder dike heye'

Di berdewama encamnameyê de hate diyarkirin ku di sektora niha ya tenduristiyê de xizmeta lênerîna derve ya tenduristiyê li ser milê jinan hatiye barkirin û jinan wekî malzemeyê enduristiya tenduristiyê bikar tînin û wiha hate gotin: "Ev rewş jinê ji fonksiyona esasî ya biryardayînê dûr dixe û zilam bi hêz dike. Di tipê de zilam jinê wêder dike. Kêm û kor dike. Di vî şerî de tenê jin winda nake. Di heman demê de zilam û civak jî winda dike. Di cîhana tipê de her dem serdestiya zanyariyê pêş ketiye û her dim serdest vê agahiyê di destê xwe de dihêlin. "

'Ger ku newekheviya zayendê hebe jiyanek bi tenduristî pêk nayê'

Di berdewama encamnameyê de hate zanîn ku her dim bedena jinê wekî malzemeyê serfkirina tenduristiyê bikar tînin û hate xwestin ku aliyê tenduristiyê yê fîzîkî, civakî, bê başkirin. Di dawiya encamnameyê de wiha hate gotin: "Em armanc dikin ku tenduristiya ji zayend, kedxwarî, desthilatdarî û dewletê, teknolojî û endustriyê dûr li gorî hevsengiya xwezayê ava bikin. Divê li ser beşa Jineolojiyê ya wekî şaxa jêrîn a civaknaiyê ye yan yekûna disiplinan e bê niqaşkirin û zelalkirin. Divê hemû jin beştarî van niqaşan bên kirin û hemû xebatên jinan ên zanîngehan bên komkirin û bibin rapor. Di cîhanê de 25 welat salê 2 mîlyon jin rastî tên sunetkirin. Divê em vê rastiyê bidin xuyakirin û li ser vê yekê çareseriyê bi dest bixin. '

Divê em tenduristiya ji zayend, kedxwarî, desthilatdarî û dewletê, teknolojî û endustriyê dûr li gorî hevsengiya xwezayê ava bikin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî