1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Endamê YPS'ê Tolhildan Gever: Şoreşa Rojava pêk hat dora Şoreşa Bakur e
Endamê YPS'ê Tolhildan Gever: Şoreşa Rojava pêk hat dora Şoreşa Bakur e,endamê,yps,ê,tolhildan,gever,şoreşa,rojava,pêk,hat,dora,şoreşa,bakur,e

Endamê YPS'ê Tolhildan Gever: Şoreşa Rojava pêk hat dora Şoreşa Bakur e

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) – Endamê YPS'ê Tolhildan Gever da zanîn ku li hemberî qirkirinên dewletê yên li ser gelê kurd tevli refên YPS'ê bûye. Gever diyar kir ku roj roja şoreşê ye û wiha got: "Em di asta şoreşekî dîrokî de ne. Şoreşa Rojava pêk hat û êdî dor dora Şoreşa Bakur e. Êdî wek av û nan pêwîstî bi şoreşê heye."

Gelê Gever a Colemêrgê li hemberî komkujî û qirkirinên dewletê yên li ser gelê kurd bi pêşengiya Yêkîneyên Parastina Sivîlan (YPS) xwe diparêze. Hêzên dewletê piştî ragihandina damezrandina YPS'ê bênavber leşker, polîs, çek û maşîneyên zirxî sewqî Geverê dike. Her wiha li hemberî vê tevgera hêzên artêşa tirk gelê Geverê û endamên YPS'ê jî amadekariyên xwe dikin. Endamê YPS'ê yê bi navê Tolhildan Gever jî da zanîn ku ew li hemberî komkujiyên dewletê yên li ser gelê kurd tevli refên YPS'ê bûye. Gever destnîşan kir ku divê li hemberî van komkujiyan gelê kurd jî asta berxwedanê bilind bike û ev tişt anîn ziman: "Ez ji ber tecrîda li ser Rêber Apo û komkujiyên li ser gelê me tevli refên YPS'ê bûm. Divê li hemberî vê zilma dewletê tevahiya gelê kurd bibe yek deng û li berxwe bide."

‘Yên ku dibêjin em mirov in divê bêdeng nemînin'

Tolhildan Gever diyar kir ku ew weke ciwanekê kurd êdî nekarî li hemberî zilma dewletê bêdeng bimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê kurd gihişt astekî din. Li hemberî vê rewşê divê tu kesê ku bibêje 'Ez mirovim' divê bêdeng nemîne. Ev hovîtiye li tu deverên cihanê nehatiye dîtin. Êdî ev tevlibûne ferz bûbû. Komkujiya ku îro li deverekê Kurdistanê pêk tê dê sibe li hemû deverên Kurdistanê pêk werin. Divê hemû kes di vê zanebûnê de be."

'Heta azadiya Rêber Apo dê berxwedana me bidome'

Di axaftina xwe de Gever balkişand ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk û got ku divê dewleta tirk demildest dest ji vê polîtîkayê berde. Tolhildan Gever bilêv kir ku li hemberî komkujiyên dewletê ew jî dê roj bi roj têkoşîna xwe mezin bikin. Gever axaftina xwe wiha domand: "Heta ku Rêber Apo azad dibe dê berxwedana me jî bidome. Ger ku dewleta tirk Rêber Apo bernede û êrîşên xwe bidomîne, em jî dê berxwedana xwe mezin bikin. Heta ku azadiya gelê kurd dê berxwedana me bidome. Dê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê dê li berxwe bidin. Dibe ku ez di vê têkoşînê de şehîd bikevim lê dê berxwedana me mezintir bibe. Doza me heta niha bi ruhê şehîdan gihişt vê astê. Heta ku em digihijîn armanca xwe jî dê ev doze bidome."

‘YPS rêya rizgariya gelê kurd e'

Gever got ku li hemberî terora dewletê heta dawiya xwîna xwe dê gelê kurd biparêzin û wiha pêde çû: "YPS rêya rizgariya gelê kurd e. Ez bang li tevahiya ciwanên kurd dikim ku tevli refên YPS'ê bibin. Êdî dewleta tirk nikare li gorî keyfa xwe zarok, siyasetmedar û gelê kurd bigire û qetil bike. Êdî nikare dema ku bixwaze gelê kurd qetil bike. Emê bi canê xwe gelê xwe biparêzin. Heta niha berxwedan li çiyayên Kurdistanê dihat meşandin lê îro di nava bajaran de didome. Em dê mal bi mal, tax bi tax, bajar bi bajar li berxwe bidin. Tu kes nikare vê berxwedanê bişikîne."

‘Êdî şoreş wek avê pêwîst e'

Endamê YPS'ê daxuyand ku êdî roj roja berxwedanê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Komkujiyên ku dewleta kujer bi serê gelan de anîn, careke din ji aliyê herkesî ve hate dîtin. Armanca dewleta tirk, komkujî ye. Lê em destûrê nadin vê yekê. Dewleta heta roja me ya îroyîn jî hemû tiştên me desteser kirin. Lê êdî em dê hemû tiştên xwe ji wan bistînin. Zimanê me, çanda me û dîroka me ji me stendibûn. Êdî em ji dewletê re dibêjîn 'raweste'. Êdî roj roja berxwedanê ye. Em di asta berxwedanekî dîrokî de ne. Şoreşa Rojava pêk hat û êdî dor dora Şoreşa Bakur e. Êdî wek nan û avê pêdivî bi şoreşê heye. Berxwedana me ya îro dê hesreta azadiya gelê me ya bi sedan salan jî pêk bîne. Bi hemû tang û topên xwe jî êrîşî me bikin, em bi tenê yek pêngavê paşve navêjîn. Em ê li berxwe bidin û em heta dawiyê jî bi israr in."