1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Ez, tu, ew û em
Ez, tu, ew û em,ez,tu,ew,û,em

Ez, tu, ew û em

A+ A-

‘’Ez“ kesê yekem e, yek hêjmar e. Kesayetiyeke bi tene ye. Kesayetiyeke dema ‘’ax! Ez“ yan jî ‘’çima yekê din ne, ez!“ dibêje; hemû başiyan, hemû rastiyan, pesna herî bi paye di xwe de dibîne. ‘’Ez“ tekakes e, bisînorkiriye, xwedan cihaneke teng e, gelek caran şaşiyan jî wek rastî dibîne. Dema ‘’ez“ xwe guhezand ‘’ezitiyê“ êdî aliyê mirovî, ango tolerans û mirovhezî wenda dibe, xetayên xwe tu car nabîne, were gotin jî napejirîne. Ew êdî hemû rastiyan, kana zanyariyan, tevahiya baqiliyê di xwe de dicivîne. Li ba wî/wê rêzgirtin û edeb, sînorê sinc û azadiyan wenda dibe. Xwe di navenda her başiyan de dibîne. Lema dibêje. ‘’Tenê ez rastiyê dizanim, ax xwezila wan (te, we) bikaniya ez guhdarî bikirama!... Wê bê min tu tiştek nebe ûhwd.“ Ev gotina Renê Descardes: ‘’Di cihanê de ti tişt bi qasê baqiliyê wekhev nehatiye parvekirin, lew re her kes di wê baweriyê de ye ku ew bi têra xwe baqil e.“ Dîsa gotina Baweriyan: ‘’Tenê xwedê bêkêmasî ye, tewaw e!“ Vê rastiyê tîne ziman.

‘’Tu“ kesê li hemberê ‘’ez“ e, kesê duyemîn e. Ew jî tekakes e. Xwedanê hemû rengê ‘’ez“ e. Lê ji ber ku dijberê ‘’ez“ e, ‘’ez“ wî wek serê her xirabiyan, fesad, piçûk û tewanbar dibîne. Lema gelek caran ji devan; ‘’Ax tu tuneba! Tu heye tu! Te malik li me şewitandiye. ‘’Ezê ‘’te“ bikujim, lê çi bikim, hedana min di hepsê de nayê!“ Tu gelek caran ji bo ‘’ez“ nerênî ye, lema ‘’ez dibêje: “Eger ‘’Tu“ neba, ‘’min“ dikanî cihan biguhezanda bihuştê. Ji ber vê rastiya mirov dibêje eger ‘’Tu“ neba ‘’ez“ jî nedibû. Bi nêrîneke diyalektîki ‘’ez û tu di nava yekitiyekê de ne.

‘’Ew“ Kesayetiya sisyan e û tekakes e, bi tenê ye, ji ‘’Ez û Tu“ gelek dûr e. ‘’Ew“ piçûkê giştan e. Pirê caran rastiya wî/wê nayê zanîn, tariye, dikane tiştên veşartî û biyanî jî di xwe de werbigire. ‘’Ez û tu“ hima bigire hîç naxwazin bibin ‘’ew“ Lew re ‘’ew“ ji germahiya dil û rehmê jî dûr e. Carna ‘’ew“ dijminê herî xirab e.

‘’Em“ piraniya yekem, ango gelhêjmar e, ji çend ‘’ez û tu“ yan pêk tê, carna kesayetiya ‘’ew“ jî werdigire. Ango dema ‘’ez, tu û ew“ hewlbidin, dikanin yekitiyeke, mîna ‘’em“ pêkbînin. Hevgirtina ‘’em“ dikane aliyên baş, rast, xweşik û hişmendî yên ‘’ez, tu û ew“ di xwe de bihundurîne, hêzeke bêtewan biafirîne. Ev jî kesayetiyeke xwerû pêktîne. Endamê ‘’em“ ango ‘’ez“, tu û ew“ divê êdî dijberî, melûlî û nakokiyên ‘’ez, tu, ew“ li cih bihêlin, li gor karektera ‘’Em“ tevbigerin. Dema li gor wê karekterê tevnegerîn, rastiya ‘’em“ li meydanê namîne, hundirê ‘’em“ vala dibe. Em bi serê xwe jiyaneke organîzekiriye, lema hin rêbaz û hemanên bingehîn dixwaze. Nikane li gor ‘’ez, tu û ew tevbigere, ji bo jiyanek bihevre mecbure ku li gor karektera ‘’em“ tevbigere.

Komaleyek, partiyek, sazîyek, neteweyek di kesayetiya ‘’em“ de xwe dibîne. Di van birêkxistinan de kesayetiya ‘’em“ heye, berjewendiya ‘’em“ heye. Dema mirov van saziyan ji bo ‘’ez“ yan jî ‘’tu“ bikarbîne“ ew rêxistin rastiya ‘’em“ ango wateya xwe ya bingehîn wenda dike, dejenere dibe û bi têkçûnê re rû bi rû dimîne.

Neteweyên birêkxistiniya ‘’em“ gihandine giyan, jiyan û awayeki yêzdanî, di vê roja me de xwedanê her tiştî ne. Gotina wan li cihanê derbaz dibe. Ez mînakeke pratîk bidim. Ez û gernîndeyê dibistana xwe ya bingehîn ya sêsal berê. Em heval bûn, dema em ji sînorên dibistanê derdiketin, mîna du hevalên bi dil û can bûn, lê gava em cardin diketin nav sînorê dibistanê, gernînde ji min re digot; ‘’Li vir Fêrgîn û Eg. tune, li vir tu Herr (birêz) Aykoç î û ez jî gernînde Herr D. me.“ Dîsa di her dadgehê de ew xeftanê dozgeriyê heye, ew xeftan nûnêriya kesayetiya dadê dike. Yê ku wê xeftanê li xwe dike mecbûre ku li gor wê kesayetiya dadê, ango ‘’dada em“ tevbigere, ne li gor kesayetiya xwe.

Neteweyên di her warî de birêkxistiniyên xwe neafirandine û ew negihandine kesayetiyeke giştî, ango ‘’em,“ ew netewana bûnin pariyê devê dagirkeran û bi têkçûnê re rû bi rû mane. Pirsgirêka me Kurdan di vir de ye, yan jî di şaş tegihîştina ‘’em“ de ye. Hê Kurdan peyva, yan jî rastiya ‘’em“ di mejî û hişmendiya xwe de nedane rûniştin. Dema yek ji bo serokatî yan jî rêveberiya saziyekê tê hilbijartin, ne li gor kesayetiya wê saziyê ango rêbaza ‘’em“ tevdigere, bi her awayî dixebite ku wê saziyê li kesayetiya xwe ‘’ez“ bîne, her tiştî di nava berçavkê ‘’ez“ de dibîne. Ev jî binê saziyan vala dike, ‘’tu, ew û hûn“ ji saziyê tên sarkirin û durxistin. Di emcamê de ew ‘’em“ a pîroz di be ‘’ez“ û têk diçe. Di mijara kongreya netewî de jî, mijarên çareseriyê de jî, ev nexweşiya ‘’ez, tu ew“ bela serê me Kurdan e. Lema ez dibêjim: ‘’Bijî Em!“ YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


Bêjeyên Miftehî