1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Farqîn birîna xwe bi xwe dipêçe û li benda piştgiriyê ye
Farqîn birîna xwe bi xwe dipêçe û li benda piştgiriyê ye,farqîn,birîna,xwe,bi,xwe,dipêçe,û,li,benda,piştgiriyê,ye

Farqîn birîna xwe bi xwe dipêçe û li benda piştgiriyê ye

Şaredariya Farqînê, xebatên xwe yên ji bo 'ji nû ve avakirina' 3 taxên ji ber qedexeya derketina derve ya 6 caran hat xerakirin, didomîne. Alîkarê Hevşaredaran Karakoç diyar kir ku ti saziyên dewletê destek nedane wan

A+ A-

AMED / ANF - ARZÛ DEMÎR Şaredariya Farqînê, xebatên xwe yên ji bo 'ji nû ve avakirina' 3 taxên ji ber qedexeya derketina derve ya 6 caran hat xerakirin, didomîne. Alîkarê Hevşaredaran Karakoç got, "Em birîna xwe bi xwe dipêçin" û diyar kir ku ti saziyên dewletê destek nedane wan.

Yek ji bajarên Kurdan ku ket bin bandora şerê giran ê Qesrê, Farqîn e. Gelê Farqînê, di bin navê "qedexeya derketina derve" de 6 caran li êrîşên rewşa awarte rast hat. Li taxên Tekelî û Konakê, qedexeya destpêkê ya derketina derve di 18'ê Tebaxê de bi 34 saetan hat ragihandin. Piştî 34 saetan Serhat Bîlen ê 25 salî bi fîşeka polîsan a li serî ketî, jiyana xwe ji dest da. HanÎfe Dûran a 80 salî û Veysî Torûman ê 60 salî, ji ber şer krîza dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Qedexeya duyemîn a di 24'ê Tebaxê de destpê kir 24 saetan, ya di 13'ê Îlonê de destpê kir 56 saetan dewam kir. Qedexeya di 2'ê Cotmehê de hat ragihandin, heta 5'ê Cotmehê saet 17:30 dewam kir. Vedat Akcanim ê 17 salî û Bariş Çakici yê 10 salî ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Qedexeya derketina derve ya cara pêncemîn di 18'ê Cotmehê de hat ragihandin û 5 rojand ewam kir.

DI NAVA 12 ROJAN DE 7 KES HATIN KUŞTIN

Qedexeya derketina derve ya 6. jî di 3'ê Mijdarê saet 05:00 de hat îlankirin û 12 rojan dewam kir. Encamên van 12 rojan gelekî giran bûn.

Sertîp Polat, Engîn Gezîcî, Îsmet Gezîcî, Ridvan Ûs, Yakûp Sînbag, Suleyman Guleç ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, Latîf Nangî yê 68 salî ji ber teqîna bombeyê xwîn rijiya ser mejiyê wî.

XISAR LI 800 MAL Û KARGEHAN BÛN

Tevî ji destdayîna jiyana mirovan, li gorî Alîkarê Hevşaredaran Mehmet Karakoç, xisar li zêdeyî 800 mal û kargehan bûye. Li gorî agahiyên ji aliyê Hevserokên DBP'ê yên Farqînê ve hatin dayîn, bi tenê di meha Mijdarê de zerara li camên malan û derdorê bûye bi qasî 480 hezar lîre ye.

Piştî ku qedexeya derketina derve di 12'ê Mijdarê de hat rakirin, ji bo 3 tax werin sererastkirin ku mirov karibin lê bijîn, xebatên şaredariyê dewam dikin. Şaredariay Farqînê bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekîtiya Şaredariyan re xebatên ji nû ve avakirinê didomîne.

Ji ber êrîşên dijwar malên li 3 taxan bûn ku mirov nikaribe lê dijîn. Vê rewşê jî rê li ber koçkirina hin mirovan ji van taxan vekir.

'VEGERÊ DESTPÊ KIR'

Karakoç da xuyakirin ku li gorî agahiyên wan ji keyayan wergirtine, bi qasî 7 hezar mirovan ji neçarî kom kirine.

Der barê vê koçberiyê de Karakoç got, "Mirov bi giranî diçin cem xizmên xwe yên li taxên din, ku derketina derve li wan deran ne qedexe ye. Yên derketinên xwe hene, çûn cem xizmên xwe yên li Amedê. Koça ber bi derveyî bajêr, kêm e."

Bi vê xebata şaredariyê re, hin ji mirovên ji van taxan vegeriyan. Lê belê qedexeyên derketina derve û şerê li bajarên Kurdan ji aliyê dewletê ve tê meşandin, hînê mirovan dixe nava tirs û fikaran.

Alîkarê Hevşaredaran Karakoç got, "Li herêma me, hemû mirov li benda qedexeyeke nû ya derketina derve û li benda êrîşeke nû ne. Di her kêliyê de êrîşeke nû dikare li hemberî me bê kirin. Ev rewş jî mirovan dixe nava fikaran û bandorê li planên mirovan ên li ser pêşerojê dike."

'EM HEWL DIDIN BIRÎNÊN XWE BI XWE BIPÊÇIN'

Şaredariya Farqînê, di dema xebatên ji nû ve avakirinê de ji saziyên dewletê ti alîkarî negirtin. Karakoç da xuyakirin ku di vî warî de ew bi walîtî yan jî qeymeqamiyê re di nava danûstandinan de nînin û got, "Ti daxwaz ji wan jî nehat. Heta ji me tê, em hewl didin birînên xwe bi xwe bipêçin."

PÊWÎSTÎ BI MALZEMEYÊN ÎNŞAETÊ HEYE

Ji bo şaredarî karên ji nû ve avakirinê temam bike, pêwîstiya xwe herî zêde bi malzemeyên înşaetê heye.

Karakoç got, "Di vî warî de em li benda destekê ne" û bang kir ku Farqîn ji rojevê neyê derxistin.

Mehmet Karakoç got, "Farqîn ewçend hilweşandine, divê mirov ji bîr nekin" û ev bang kir: "Ne diyar e ku di dema pêş de çi wê biqewime. Lê belê ji bo rewşên bi vî rengî careke din rû nedin, divê em ji nû ve li pêvajoya muzakereyê vegerin."