1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Gefên PDK'ê yên dijî PKK'ê ji bo veşartina belgeyên Wikileaksê ne'
'Gefên PDK'ê yên dijî PKK'ê ji bo veşartina belgeyên Wikileaksê ne',gefên,pdk,ê,yên,dijî,pkk,ê,ji,bo,veşartina,belgeyên,wikileaksê,ne

'Gefên PDK'ê yên dijî PKK'ê ji bo veşartina belgeyên Wikileaksê ne'

Parlamenterê Iraqê Şiwan Dawidî bal kişande ser gefên Nêçîrvan Barzanî yên li dijî PKK'ê û got; "Ev gef ji bo veşartina belgeyên Wikileaksê yên ku der barê firotina bîrên petrolê yên ji bo Tirkiyê de eşkere kirine."

A+ A-

SORAN MIHEMED/ ROJNEWS

Di 27'ê Kanûnê de Wîkîleaksê bi çend belgeyan eşkere kir ku Wezareta Jêderên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê hewl daye ku çend bîrên petrolê yên navçeyên Herêma Kurdistanê yên li ser madeya 140 (navçeyên bi nîqaş) bi firoşe Tirkiyê.

Têkildarî belgeyên Wîkîleaksê parlamenterê YNK'ê li Parlamentoya Iraqê, Şiwan Dawidî ku ji ajansa me re axivî, got; "Nûçeya Wîkîleaks a firotina bîrên petrola Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê, ji bo me ne tiştek xerîbe. Ev jî di demekî de ye ku çend kesayetên siyasî, hizbî, parlamenter û bi taybetî aliyê PDK û Eniya Tirkmenan tirs û ne aramî xiste nav welatiyên bajarê Kerkûkê."

Şiwan Dawidî wiha jî got; "Piştî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo bikaranîna çek li dijî PKK ji bo derxistina ji Şengalê, çend kesayetên bajarê Kerkûkê piştgiriya gotinên Nêçîrvan kirin. Ev gotin û mijara di serê de me destnîşan kirî, piştî eşkerebûna belgeyên Wîkîleaksê ya li ser firotina bîrên petrolê hîn zelaltir bû."

Şiwan Dawidî wiha jî got; "Ez van kiryaran şermezar dikim ku bûne sedema alozkirina rewşa giştî û bi taybetî bajarê Kerkûkê. Ez ji Lijneya Petrol û Wezareta Jêderên Xwezayî ya girêdayî Parlamentoya Iraqê taqez li ser mijarê lêkolîn bide destpê kirin. Her wiha li ser dengdana li ser bûdceya Iraqê û redkirina wê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve."

Şiwan Dawidî diyar kir ku divê li gel Wezîrê Jêderên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî der barê belgeyên Wîkîleaksê de lêpirsîn bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Ew mijara ku destûr dide leşkerên Tirk bên ser xaka Iraqê ji bo berjewendiyên aborî û xizmeta kê dikin?"

(sk)