1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Gel Ocalan wekî vîna xwe qebûl kiriye`
´Gel Ocalan wekî vîna xwe qebûl kiriye`,gel,ocalan,wekî,vîna,xwe,qebûl,kiriye

´Gel Ocalan wekî vîna xwe qebûl kiriye`

Demîrtaş: Gel Ocalan wekî vîna xwe qebûl kiriye

A+ A-

ALPER ATALAY / MUSTAFA EMRAH SUER

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew wekî BDP'ê ji mûzakereyan narevin lê ew ê nebin parçeyekî tasfiyeyê jî û wiha got: "Gelê kurd li qaadan got; Ocalan vîna min e. Lewma PKK, Ocalan û BDP wekî mûxatap nîşan da. Kes nikare van mûxataban ji hev cuda bike, ango wekî kategorî ji hev cuda bike. Bi jihevcudakirina van kategoriyan ne pêkan e ku mûzakere bên meşandin."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew wekî BDP'ê ji mûzakereyan narevin lê dê nebin parçeya tasfiyê jî. Demîrtaş got; "Protokol li rastê disekinin. Çi bûn vana, çima we ev erênekirin, hûn li dijî çi ne destpêkê vê aşkera bikin. Heke hûn ji bo mûzakereyên bi me re vekirî bin em jî amade ne. Lê bi awayeke hevdem heke hûn ê bi PKK û Ocalan re jî mûzakereyan bidin destpêkirin, em jî wekî BDP'ê amade ne. Berovajiyê wê di mijara pirsgirêka kurd de gav nayên avêtin."

Demîrtaş konsepta hikûmeta AKP'ê di pêvajoya Newrozê û piştî wê di bin navê çareseriya pirsgirêka kurd de ji ajansa me DÎHA'yê re nirxand. Demîrtaş diyar kir ku di pêvajoya ku Rojhilata Navîn de geşedanên dîrokî dijîn de gelê kurd di Newrozê de pêngaveke nû avêt û got; "Kes nikare ser daxwazên kurdan bigire. Ev yek di Newrozê de careke din derket holê. Bi pêvajoya Newrozê re tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hê kûrtir bû, hejmara girtiyên di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatine girtin gihîşt 7 hezaran, komkujiyên mîna Roboskiyê pêk hatin. Hikûmetê ev yek pîlan kiribû: Pêkanînên me yên di bin navê ewlekariyê de tên meşandin gelê kurd tirsandiye. BDP êdî dê nekaribe li pişt tevgera azadiyê ya kurd û serokatiya xwe rawest e. Lewma êdî tasfiye bûye û girseya wê belav bûye. Ji ber wê yekê em jî di teslîmgirtina vê partiyê de biser ketine. Xwedî nêrîneke wisa bûn ku heke konsept bidome dê zelalî jî çêbibe. Heta kengî? Heta Newrozê. Beriya Newrozê jî xwepêşendanên 15'yê Sibat û 8'ê Adarê sînyala vê yekê hat dayîn. Hikûmetê jî ev peyam xwendin."

‘Newroz destpêkek e’

Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmetê ferq kir ku di Newrozê de ew ê sekneke bi heybet derkeve holê û wiha axivî: "Gelê me baş dizanî ku firsenda bersiveke dîrokî derketibû holê. Lewma gelê me bêy ku barîkatan bibîne û qedexeyan guhdar bike sekna xwe ya dîrokî nîşan da. Lê encama ku di Newrozê de derketî holê, qasî ku projeya wekî konsepta ewlehiyê tê nîşandan biguherîne jî têrê nekir. Belê destpêkeke mezin û water e. Lê hikûmet jî li gorî encama Newrozê konsepta xwe neguherî ye."

‘Pêvajoya Newrozê divê heta çareseriyê bidome’

Demîrtaş anî ziman ku konsepta nû xemilandina konsepta heyî ye û wiha got; "Hikûmetê dev ji konsepta xwe ya ewlehiyê bernedaye. Her wiha biryara çareseriya makezagona demokratîk a mûzakereyan nedaye. Mafên kollektîf jî di nav de ji bo axaftina hemû mafan ne amade ye. Lewma divê ev berxwedana bi heybet heta çareseriyê bidome. Ji ber ku ev êdî wekî pêvajoyekê li ber me disekine. Gelê kurd vîna xwe xistiye destê xwe û pêşeroja xwe bi destên xwe dihûne. Ev yek di Newrozê de careke din derket holê. Gelê kurd mafdarî û rewatiya xwe careke din îlan kir."

‘Divê hikûmet Newrozê rast binirxîne’

Demîrtaş bal kişand li ser peyamên di Newrozê de hatine dayîn û xwest hikûmet van peyaman rast bixwîne. Demîrtaş wiha axivî: "Divê êdî hikûmet Newrozê rast bixwîne. Em wekî siyasetmedarên krud rast dixwînin. Gelê me peyama wekî; 'Em amade ne ku biryara hikûmetê ya me nas nake ji nedîtî ve bên û nas nekin, em ne mecburin ku li gorî qedexeyên hikûmetê gav biavêjin.' Gelê me diyar kir ku operasyonên qirkirinên siaysî, girtin, komkujiya Roboskiyê û tecrîd nayên qebûlkirin. Ev yek wekî peyam, wekî ferman da me. Çiye ev ferman. Ev e: 'Ez di azadiya xwe de bi biryar im, bila siyasetmedar jî li gorî vê tev bigerin.' Ya BDP jî bike di çarçoveya fermana gel de pêdiviyên Xweseriya Demokratîk, statûya siyasî û azadiya ji bo Ocalan pêk bîne."

‘Dema ku tu bi gelê kurd re têbikoşî dê dê çawa mûzakere bikî?’

Demîrtaş bibîr xist ku konsepta hikûmet dixe rojevê ne nû ye û wiha pê de çû: "Hikûmet li hemberî heybeta Newrozê mecbur ma ku gavekê biavêje. Yan wê gotiba belê ez encama siyasî ya di Newrozê de derketine qebûl dikim, ez amade me ku daxwazên kurdan pêk bînim, Yan jî dê konsepta kevin a êdî îflas kiribû jî dê ji nû ve xemilandibûya. Ya duyemîn hilbijart. Yanî tu guhertin nîn in. Çi dibêje; 'Em ê bi terorê re têbikoşin û bi siyasetê re jî mûzakere bikin. Niha ji kî re dibêje teror? Gel bixwe ye. Heke tu dê bi gelê kurd re têkobikoşî wê demê tu dê çawa bi wî gelî re mûzakere bikî?”

‘Kes nikare 3 mûxabatan ji hev cuda bike’

Demîrtaş destnîşan kir ku Gelê Kurd li qaadan got; Ocalan vîna min e. Lewma PKK, Ocalan û BDP wekî mûxatap nîşan da. Kes nikare van mûxataban ji hev cuda bike, ango wekî kategorî ji hev cuda bike. Bi jihevcudakirina van kategoriyan ne pêkan e ku mûzakere bên meşandin. Demîrtaş anî ziman ku di gotinên Erdogan de tenê tişteke nû heye û wiha got; "Li vê derê tenê tişteke nû heye, em wekî BDP dixwazin balê bikişînin ser vê yekê. Serokwezîr li gel Serokê Amerîkayê Obama got; em dikarin bi berdewamên siyasî yên PKK'ê re hevdîtinan pêk bînin. Cara yekem e vê hevokê bikar tîne. Di vir de ya girîng ew e ku ya yekemîn; Me wekî berdewama PKK'ê dibîne. Her çi qasî ev yek nerast be jî me wekî berdewama wê qebûl dike. Û mûzakereya bi vê berdewamê re qebûl dike. Ev yek jî ji aliyê hikûmetê ve tişteke nû ye. Muzakere girîng in. Ji ber ku 2 alî li hev rûdinên û li ser mijarekê li hev dikin. Lê niha dixwazin muzakereyan vala derxin."

‘Hikûmet dixwazin bi tasfiyeyê nêzî muzakereyê bibin'

Demîrtaş, anî ziman ku hikûmet bi fen û fûtan nêzî pêvajoyê û muzakereyan dibe û dixwaze bi muzakereyan polîtikayên tasfiyeyê pêş bixe. Demîrtaş, bang li hikûmetê kir û wiha got: "Em ji muzakereyan ranevin. Bi salan e em daxwaza muzakereyan tînin ziman. Em dibêjin pirsgirêka kurd bi diyalog û muzakereyan çareser dibe. Lê divê bi muzakereyan aliyê din teslîm neyê girtin. Divê li gorî hiqûq û edaletê peyman bê çêkirin û mafê herdu aliyan bê parastin. Niha 3 salin KCK û Brêz Ocalan ji bo muzakere û diyalogan di nava hewldanan de ye. Lê hikûmet her tim dixapîne."

'Em ne alternatifê Brêz Ocalan in'

Demîraş, da zanîn hikûmet dixwaze BDP’ê bikar bîne û dixwaze demê bi dest bixe. Em ji serokwezîr re dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 3 aktor muhatab in. Yek jê Brêz Ocalan, yê duyemîn KCK û PKK ye, ya sêyemîn jî BDP û KCD ye. Divê hersê aktor bi hevre muhatab bên girtin. Perçe perçe muzakere çê nabe û bi ser jî nakeve. Em ne alternatifên Brêz Ocalan û KCK’ê ne."

Demîrtaş, bilêv kir ku tu carî BDP ji muzakereyan nereviya ye wiha pêde çû: "Hikûmet bi taktîk û lîstikan nêzîk dibe. Lê em rast û durist nêzîk dibin. Divê her tişt vekirî pêk bên. Em ji muzakereyan re vekirî û amade ne. Lê divê di muzakereyan de PKK û Ocalan jî hebe."

‘Divê berî her tiştî şert û mercên Ocalan bên başkirin'

Demîrtaş, destnişan kir ku ger hikûmet ji bo muzakereyan bang li wan bike dê hevdîtinan pêk bînin, lê dê li gorî usûlê tev bigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger ku ew was hevalên me girtî bin, operasyonên siyasî û leşkerî berdewam bikin û li Îmraliyê tecrîda giran hebe muzakere pêk nayên. Divê ji bo muzakereyên demokratîk berî her tiştî girtî serbest bên berdan, tecrîd bi dawî bibe û şert û mercên Îmraliyê bên başkirin. Divê berî her tiştî şertên azadiya Ocalan baş bibin. Tenduristî û ewlehiya wî bê başkirin. Divê şert û mercên muzakareyan bê avakirin. Divê operasyonên komkujiyê bi dawî bibin. Ger ku ev daxwaz pêk neyên muzakere bi encam nabe."

Demîrtaş, bilêv kir ku ger şert û berc bên başkirin û dawazên wan pêk bên dikarin bangan li ber çavan bigirin û BDP her tim dê ji bo aştî û çareseriyê tev bigere.

'Di nava partiya me de fikrên cuda tune'

Demîrtaş, da zanîn ku di nava partiya wan de nerîn û fikrên cuda tune û wiha pêde çû: "Niha ji bo partiya me perçe bikin li dijî partiya me şerê derûnî didin destpêkirin û gotinên tevlihev pêş dixin. Lê di nava partiya me de fikr û nerînên cuda tune.

'Muhatabê kurdan diyar e, lê yê AKP'ê tune'

Demirtaş, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku muhatabê kurdan Ocalan, KCK-PKK û BDP ye, lê muhatabê AKP'ê tune.

(ak-mae)